Rohat Alakom: Macerayên Alîzade

KurdiYazarlar

Nivîskar Berjîn Hakî ev çend sal in bi hin roman û çîrokên xwe bala xwendevanan dikşîne: Kavalın Ezgisi (Awazê bilûrê, Roman, 1999), Unutma Beni (Min ji bîr neke, Roman, 2011), Beyrut Gibi (Wek Beyrûdê, Çîrok, 2016), Alizade (Alîzade, Roman, 2020).

Min romana wê ya bi navê Unutma Beni (Min ji bîr neke) berî deh salan xwendibû û wê demê min danasîneke kurt jî di derbarê wê de nivîsî bû û weşandibû.

Piştî deh salan min vê carê romana Berjîn Hakî ya nû Alîzade (Weşanxaneya Sîtav, 2020) bi kêfxweşî xwend. Roman herwiha bala xwendevanan û lêkoleran careke din dikşîne ser kurdên Almanyayê ku hejmara wan îro dighêje sed hezaran. Bûyerên ku di vê romanê de diqewimin li dora kesayetiya sinnetkarekî bi navê Ziya Alîzade pêşda diçin.

Ev bûyer li Serhedê, Amedê û Almanyayê derbas dibin. Dem, dema destpêka mîlenyuma nû ye, salên 2000an in. Kal û bavên Alîzade dema Serhildana Agiriyê (1930) derbasî aliyê Îranê dibin û demekê li wir dimînin. Bavê Alîzade wek welatparêzekî kurd tê nasîn. Berî ku bimre bi karê sinnekirinê mijûl bûye û xwestiye vî karî hînî kurê xwe Alîzade jî bike. Piştî mirina bavê Alîzade li Serhedê debara xwe bi vî karî dike. Alîzade ji gerê hez kiriye. Ev kara tam ji bo wî bûye. Paşê keçeke bi navê Meyrem re dizewice, êdî navê wê dibe Meyrê. Keçek û lawek ji wan re çêdibin. Demekê şunda Alîzade diçe Almanyayê, paşê malbata xwe jî bi alîkariya qaçaxvanan tîne wir. 

Êdî li Almanyayê deriyên nû li pêşiya Alîzade vedibin. Xwe nêzîkî komel û saziyên kurdan yên neteweyî û polîtîk dike, dikeve nav refên wan, bi axaftinên xwe yên germ û ajîtatîv bala welatiyên xwe û penaberên li Almanyayê dikşîne. Serboriya kal û bavên wî jî bala mirovan dikşîne. Bi saya karê sinnetê nasiya xwe dide gelek kesan. Demek tê wisa zef tê nasîn, gel jê re hirmeteke mezin nîşan dide. Êdî bi nav û nîşanên wek “mamoste” û “doxtor” gazî wî dikin. Ritbeyên wî bilind dibin.

Ji vir şunda edî em Alîzadeyekî nû dibînin, Alîzadeyekî ji Alîzade mezintir. Temsîlkarên kurdan demekê wî derdixin televîzyonên kurdî jî. Carekê di bernameyê de helbestekî Cegerxwîn dixwîne, helbest êdî ji wî re dibe mal. Alîzadeyê sinnetkar êdî dibe kesekî medyatîk. Nivîskar Berjîn Hakî van guhartinên ku di kesayetiya Alîzade de diqewimin, ji nêz ve dişopîne. Bi alîkariya vê meraqa nivîskar em xwendevan jî êdî dixwazin macera û serboriya vî lehengê romanê bişopînin. Roman êdî xwe dide xwendinê, bûyer didin pey bûyeran.

Alîzade dema dibihîse ku Newrozeke mezin dê li Amedê çêbibe (2001), tavilê bilêtekê dikire, difire diçe bajarê Amedê. Em dikarin li vir peyva firînê bi tehrekî din jî bixwînin: Alîzade ji şabûnê difire! Roja Newrozê ew tevî nêzî mîlyonek kurd dibe. Ew û hevalê xwe Mixtar diçin cîhê Meydana Newrozê. Mixtar ji bajarê Wanê ye. Ev hevalê Alîzade ne mixtar e, hema navê wî wiha Mixtar derketiye, çawa navê Alîzade jî mamoste û doxtor derketibe. Alîzade gelek hewl dide bona têkeve nav refên protokolê û qaydên wê bişopîne. Çawa dibe Alîzade nasiya xwe dide şaredarê Amedê û bi serfirazî navê xwe jî tevî lîsteya axifkerên bernameya Newrozê dike.

Amadekarê Cejna Newrozê  jî nizanin ev nava ji kîderê hat kete nav vê lîsteyê. Berjîn Hakî di romana xwe de vê yekê bi ziman û stîleke gelek xweş wek serfirazî û jêhatîbûneke Alîzade dinirxîne. Nivîskar, dema Alîzade dikeve tengasiyê bavê wî tîne bîra wî. Wek mînak carekê bavê wî wiha gotiye: “Derewîn pirbêj dibin, evîndar dengbêj dibin”. Ev gera Alîzade ya Amedê û gerên wî yên din li dorberê Wanê çîroka Kakilo tîne bîra me. Terzîyekî misirî berî sedsalî dikeve dilqê Mîrî Kurdistanê, li Ewrûpayê welat welat digere, diçe Amerîkayê li wir jî xwe wek Mîrê Kurdistanê nîşan dide. Dixwe, vedixwe, bêpere li otêlan dimîne, paşê şopa xwe winda dike. Dema polêsê welatekî wî digre, ew paşê diçe welatekî din û bi navekî din “karên xwe yên kurdîstanî” dimeşîne. Qasî deh nav li xwe kirine. Serpêhatiya Kakilo bi salan bala rojnameyên Ewrûpa û Amerîkayê kişandiye.

Macerayên Alîzade berdewam dikin. Piştî cejna Newrozê, Alîzade û hevalê wî Mixtar derdikevin gereke sinnekirinê, li gelek gundan digerin. Alîzade bi perene mezin zarokan sinnet dike. Vî karî wek “Xizmetên tendûristiya gel” jî dinirxîne. Gundî gelek dîyariyan didin Alîzade. Ev yek bala Mixtir dikşîne, xweziya xwe bi wî tîne. Demekê şunda beşeke vê hatinê ji mixtar re dimîne. Êdî mixtar heta ji destê wî tê pey û besnê Alîzade dide, wî derdixe erş û ezmîn. Kêfa Alîzade jî ji van gotinan tê. Carekê tên gundekî ku li wir keçeke êtîm heye, navê wê Binevş e. Mixtar navê Binevşê ber guhê Alîzade dixe. Alîzade dixwaze vê keça ku salên wê qasî salên keça wî Dîlan e bibîne û bi wê re bizewice. Roja ku Alîzade çav li Binevşê dikeve û wê dibîne di romanê de beşeke dirêj pêk tîne. Kêfa wî tê, kela canê wî bilind dibe. Nivîskar vê yekê wiha tîne zimên: “Alîzade cara yekem dengê lêdanên dilê xwe bi guhê xwe bîhist”.

Paşê perekî mezin qelend dide, bi Binevşê re dizewice. Binevş paşê tê Almanyayê. Lê belê ew zane û hîs dike wekî wê, zewaceke bêdil kiriye. Bûye jina kesekî salên bavê xwe. Mijara zewaca Alîzade zû li Almanyayê belav dibe. Lê Alîzade pir guh nade wan. Carekê kesek nêzîkî wî dibe: “Mamoste min bîhistiye tu zewicî yî…” dibêje. Nivîskar Berjîn Hakî li wir bala me dikşîne ser tespîteke pir giring. Li ser van erdan, ew coxrafya ku mirovên me lê dijîn, ew kes hev nas bikin, nekin tevî karên şexşî yên mirovên din dibin, serda jî xwe berpirs dihesibînin! Dema nivîskar li ser van mercên civakî disekine gelekî baweriyê dide me xwendevanan. Ew naxwaze di carekê de Alîzade bi peyvên “sextekar” û “derewkar” mehkûm bike, berovajî, bi başî û nebaşiyên xwe wî bi me dide nasîn. 

Ev rojên dilşa di romanê de gelek dirêj najon. Alîzade dema tê bal Binevşê hin caran xewa wî tê. Hevalê wî Mixtar li Kurdistanê carekê dermanekî jê re dişîne bi hêviya alîkariya wî bike. Piştî ku Binevş tê Almanyayê demekê li bal wî dimîne, êdî ew rêyeke xelasiyê digere. Binevş demekê diçe qursa fêrbûna zimanê almanî. Rojekê kingê Alîzade diçe bajarekî din û vedigere, dibîne ku Binevş li mal tune ye. Bersîvê nade telefonê jî. Paşê derdikeve holê ku Binevşê kesekî bi navê Aksel re gotinên xwe kiriye yek, li bal wî dimîne. Aksel di cîhê qursa zimên de wek sekreter kar kiriye, li wir Binevş nas kiriye. Demekê diçine Parîsê jî bona tetîlê. Êdî dinya Alîzade bi temamî reş dibe, ew nizane çi bike, bi serê xwe dimîne. Tenê kesekî misilman ji Afrîkayê dibe hevalê wî, carina ev kesê bi navê Mistefa di parkeke bi navê “Parka Tenêmahiyê” de hev dibînin.

Pirsgirêkên Mistefê jî hene, bi ol û edetên welatê xwe re girêdayî ye. Ew dixwaze wekî Alîzade, keça wê jî sinnet bike. Lê belê wisa xuya dibe ku Alîzade bi germî li vê pêşneyarê nanihêre, qebûl nake. Hiş û mijûyê Alîzade tevlihev bûye. Zarokê hevalekî xwe bi xeletî sinnet kiriye, ji bo vê pirsgirêkê diçe bajarekî din Osnabrückê, dema ew diçe wir Binevş jî ji mal direve, şopa xwe winda dike. Dema hemû ev bûyeran tên bîra Alîzade ew kûr û kûr difikire. Nizane çi bike. Carekê avukat jê re dibêje: “Jina te yekî din hez kiriye”, wê demê hemû dinya wî reş dibe, per û baskê Alîzade bi temamî dişkên.

Jîyana Almanyayê jî Alîzade diêşîne. Alîzade bi salan e li Almanayê dimîne, lê belê hê zimanê almanî fêr nebûye, kodên vê civatê nizane. Haya wî ji mafên jinan, tevgerên femînîst tune ye. Ew nameyên ku jê re tên, gelek caran dide nas û hevalên xwe bona bixwînin. Berjîn Hakî li vir balê dikşîne ser pirsgirêka entegrasyonê, wê qelîşteka mezin ku di navbera biyaniyan û civata alman de vebûye. Nivîskar bi hostatî nîşan dide ku gelek biyaniyên ku koçberî Almanyayê kirine, bi rastî li Almanyayê najîn, di dinyayên xwe yên piçûk de dimînin.

Nivîskar Berjîn Hakî bêgûman giraniya van hemû bûyerên ku li ser milên Alîzade sîyar dibin, dibîne. Ji ber vê jî çîroka Alîzade êdî berbi dawiyê tîne. Alîzade gelek dixwaze rojekê ji rojan ji Almanyayê bireve û ji vê rewşa giran xelas bibe. Carekê telefonek ji welêt ji hevalê wî Mixtar tê. Mixtar ji Alîzade re qala karekî baş yê sinnetkirinê dike. Ev yeka kêfa Alîzade tîne. Ev hevalê wî yên rojên teng dixwaze mizginiyeke din jî bide Alîzade, jê re qala keçeke din dike, navê wê Sureya ye. Berjîn Hakî bi efrandina karekter û tîpine wek Alîzade û Mixtar dixwaze nîşan bide ku kesên wek Binevşê çawa dibin goriyên wan têkiliyên gelek qûrfbar û şkestî…  

İlginizi Çekebilir

Halil Dalkılıç: Dema li kolanên Cizîrê Kurdî neyê bihîstin!..
Osman Özçelik: Salvegera sihemîn a HEPê (IV)

Öne Çıkanlar