Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciyê de jî ev kompeyv gelek zêdene. Taybeta van kompeyvan, bi du peyvan pêk tê. Herdu peyv tîpa “û” yê digire nav xwe , “û” karekî wak girêdek hildigire.Herdu peyv jî ji “û” yê hêz digire yan jî hêz dide “û” yê.
Rêzenivîs: 15
Di zimanê kurdî, zaravayê Kurmancîyê de COTEPEYV
N
Nal û bizmar
Nal:1. Newal, nihal, robara piçûk, gelî.
- Hesinê ku dixin bin lingên hesp, qatir, bergîr û dewarên din.
- Nalîn, axîn.
Bizmar:1. Mîx, mix.
Mane: Di demekî kin da bi hev û du ra têkildarbûn.
Ji hev û dû nebûn.
Canêcanêtî, xweşûbaşî
Mînak: Ji hev venediqetîyan; wakî nal û bizmar bûn(1).
Nal û efxan
Nal:1. Newal, nihal, robara piçûk, gelî.
- Hesinê ku dixin bin lingên hesp, qatir, bergîr û dewarên din.
- Nalîn, axîn.
Efxan:1. Fîxan, hewar, qîrin.
Mane: Ahuzar.
Mînak: Bi nal û efxan xwe bi zorê avêt nexweşxaneyê.
Nal û neqeb
Nal:1. Newal, nihal, robara piçûk, gelî.
- Hesinê ku dixin bin lingên hesp, qatir, bergîr û dewarên din.
- Nalîn, axîn.
Neqeb:1. Newal, nihal. Newala ku tê da av ziwa bûye.
Mane: Newal, nihal, darbend û gelî.
Mînak: Ji çeman xelas bû di nal û neqeban da xendiqîya.
Nal û nependî
Nal:1. Newal, neqeb, robara kiçik.
- Hesinê ku dixin bin lingên hesp, katir, bergîr û dewarên din.
- Nalîn, axîn.
Nependî:1. Nepenî.
- Nehînî, veşartî, raz, sir, dizîkî.
- Ne dîyar, ne xuya, ne aşkere, ne berçav.
- Razber, sirrî, nehînî, surrî.
Mane: Kaş, kendal, newal, çal û mit.
Mînak: Aqilê kê dîgîje nal û nependîyê çîyayê Silbûs û Tarî yê?
Nan û av
Nan:1. Hevîrê ku li ser sêlê an di tenûrê da yan jî di firinê da hatîye patin.
- Xwarin, xwerok, xwaremenî. Tişta/ tiştê tê xwarin.
Av:1. Vexwarineke bêreng (zelal) û bêtam.
- Kîmyayî H2O.
Mane: Xwarin û vexwarin.
Xurik û vexurik.
Mînak: Şêr gotîye: “Ger girêdana min bi destê rovîyê be, berdana min jî bi destê mişkê heram be, bila nan û ava vî welatî li min heram be.” (2)
Nanxur û avxur
Nanxur:1. Kelbextî, xûlam, penahende.
Avxur:1. Pêgirtî, nanxur, xulem, xûlam, tabî.
Mane: Kelbextî, penahende.
Şelaq, şelaf, şalûş. Berjewendkar.
Mînak: Pêwîste meriv ji bo berjewendîyên xwe qet ji kesekî re nanxur û avxurîyê neke.
Nas û dost
Nas:1. Kesa/kesê yan tişta/tiştê kê ye tê zanîn, ka kî yan çi ye. Nasik, naskirî, nasyar, aşîna.
- Kesa/kesê hevala/hevalê yan awayîkî din pir nêzî wê/wî.
Dost:1.Kesên ku hev dinasin. Kesên ku ji hev hezdikin û têkilîya wan baş e.
- Yar.
Mane: Kesên nas û ji dil.
Heval û hogir.
Mînak:Ji bav û kalikan vir da ew nas û dostê me ne.
Nav û deng
Nav:1. Peyva ku kesek pê tê nasîn.
- Navdar, navûdeng.
- Navdêr (rêziman).
- Hindir, di nav de.
Deng:1. Pejn, bang, sewt, seda, awaz, gazî, hewar.
- Ray, rey.
Mane: Şan, şuret, navdar, navdeng.
Mînak: Di wêjaya nûjen a Kurdî da nivîskarê herî bi nav û deng Mehmet Uzun e.
Nav û niç
Nav:1. Peyva ku kesek pê tê nasîn.
- Navdar, navûdeng.
- Navdêr (rêziman).
- Hindir, di nav de.
Niç:1. Na, na be.
- Tifû, tifî.
- Pûrtê li ser serî têyran. (Cîhê ku nerm û bi goşt e.)
- Niçik, pozik, poqîn.(mîn: Niça darê, pozikê tûmê.)
- Qimkirin, qurtandin.
- Nalîn, nalîna sivik.
7.Ricimandin, hîcv, nalet, nifirandin.
Mane: Ji bo heqeretkirinê navê ku li yekî danîne.
Navxirab
Mînak: Nav û niçê wer lê kirin ku ez mat û metel mam.
Nav û nûçik
Nav:1. Peyva ku kesek pê tê nasîn.
- Navdar, navûdeng.
- Navdêr (rêziman).
- Hindir, di nav de.
Nûçik:1.Bernavk, leqab.
Mane: Navê ku kes pê dinase. Sifet.
Ji bo heqeretkirinê navê ku li yekî danîne. Bernav, bernavk.
Mînak: Nav û nûçikê wî camêrê hanê “lêvşelte” ye!
Nav û nûç = Nav û nûçik.
Nav û nîşan
Nav:1. Peyva ku kesek pê tê nasîn.
- Navdar, navûdeng.
- Navdêr (rêziman).
- Hindir, di nav de.
Nîşan:1. Îşaret, hêma, remz.
- Destnîgar.
- Hedef (ji bo çekberdanê).
Mane. Nav û inwan, nav û şan.
Navûdeng.
Mînak: Nav û nîşana xwe ji kar û kirinên xwe girtin e.
Nav û dil
Nav:1. Peyva ku kesek pê tê nasîn.
- Navdar, navûdeng.
- Navdêr (rêziman).
- Hindir, di nav de.
Dil:1Parçeyê laş ê ku li çepê sing da cîh digire û xwînê pompeyê laş dike..
- Cîhê hestan, cîhê evînê. (mecazî)
- Yar, berdil. (mecazî)
Mane: Hundir.
Hundirê xwe, hundirê kesekî.
Mînak: Li ser vê gotinê nav û dil lê rehet bû.
Naz û tîz
Naz:1. Îşve, celwe, nazdarî. Tiştek kirin daku bala kesekî bikêşîne ser xwe.
Tîz:1. Dengê bilind û tûj.
- Naz, xwe civçivandin. Ji kar revîn.
- Gûzan. dûzan. Amûrê traş bûnê.
- Fîtkirin, fîtandin, kişkişandin.
- Tûj.
- Zîtik, çîtme, pîncik, tirçik. ( pîncikê heywanan.)
Mane: Nazdarîn, nazîkirin, xwe giranbuha û rûmetbilind nîşandin.
Mînak: Êdî ez nikarim ji vê saetê şûnve naz û tîzê kesekê bikişînim.
Naz û nûz
Naz:1. Îşve, celwe, nazdarî. Tiştek kirin daku bala kesekî bikêşîne ser xwe.
Nûz:1. Meyxweş, tirşeşîrîn.
- Serê poz ( ji bo têkiliyan. Mîn: Eh, tekilîya min bi wan re bi serê pozê ye.)
Mane: Naz piyaz, nazdarîn, xwe giranbuha û rûmetbilin nîşandin.
Mînak: Naz û nûza dildayê tama evînê ye.
Nemir û nejî
Nemir:1. Hersax, herxweş, herheyî, herzindî.
Nejî :1. Ne sax, ne xweş, ne heyî, ne zindî.
Mane: Di ber mirinê da.
Di navbera mirin û jiyînê da.
Mînak: Nemir û nejî ye, bi salane li ber mirinê ye.
Nemir û nejîn = Nemir û nejî.
Nexş û nîgar
Nexş:1.Nîgar, wêne, zînet, çînik, neqş, dekorasyon.
- Xeml, zîwer, ziber, şikil, tablo.
Nîgar:1. Nexş, wêne, tablo.
- Dîmen, dekor, dîdar, zînet, şikil, dirûv, foto.
Mane: Xeml, motîf, çînik, çîn.
Mînak: Nexş û nîgarên li ser dîwarên Medreseyê Sor, hunera kurdan nîşan dide.
Nexş û nimûş = Nexş û nîgar.
Nêm û elem
Nêm:1. Cerehat, zoxav, avnêm, avxwîn, lêm. Birîn an jî di kula laş da ava zer û xwînî.
Elem:1. Êş, kul, keder, azar, nexwaşî, nesaxî.
- Nêm.
Mane: Kerba giran, kul û derd.
Avxwin, êş, nexweşî.
Mînak:Ji ber nexwaşîya sorikê laşê zarokan di nêm û elemê da man.
Nifir û afir
Nifir:1. Nalet, nifrîn, dijûn. Dûayên xirab. Belaya ku dixwaze bi serê kesekî de bê.
- Nefret, recimandin. Gotin û daxwazê ziyan.
Afir:1. Ji “nifir”ê afir.
- Di axurê da cihê ku heywan alif dixwin.(Ga, gamêş, hesp, hêstir…hwd.)
Mane: Lanet, nalet, duayên xirab.
Ji vê ra bela xwestin.
Mînak: Ji ber neheqîyê nifir û afirên dinê lê kir.
Nifş û nû
Nifş:1.Nesil, cêl, cîl.
- Nijad, binyat, ziyet, binemal.
Nû:1. Ne kevn, nuh.
Mane: Nesil û neslê a niha.
Mînak: Nifş û nûyê vê demê di mijara teknolojîyê da gelek zana ne.
Nîv û nîvçe
Nîv:1. Nîvî, nîvçe. Pişkek ji du pişkan, parek ji du paran, beşek ji du beşan.
1/2. Nîvçe:1. Nîv, nîvî.
- Ne bi temamî.
Mane: Ne bi temam û bi niv mayi
Mînak: Karê wan hevalan tim nîv û nîvçe ye!
Nîv û nor
Nîv:1. Nîvî, nîvçe. Pişkek ji du pişkan, parek ji du paran, beşek ji du beşan. 1/2.
Nor:1. Ne temam, ne kamil, nîvço.
Mane: Netemam, neqedandî, nexilasbûyî, nexilaskirî.
Bikêmasî, biqisûr, binuqsan, xilan nekirî.
Mînak: Dibêjin wî kesî xwendina dibistanê di nîv û nor de hiştîye.
Nîq û rîp
Nîq:1. Îftira, buxtan, hîle.
Rîp:1. Bela. Bûyerên xirab, tiştên nebaş.
2.Îp û rîp.
3.Hîle, xap, dekûdolab.
4.Tîk (tîk bûyîn) .
5.Avger, girdav.
Mane: Hîle, desîse, îlawe, lêbarkirin, îftira.
Mînak:Bi yek devkî nîq û rîp kirin encamê veguhartin gora berjewendîyên xwe.
**
1- Biwêj.
2- Biwêj.