Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciyê de jî ev kompeyv gelek zêdene. Taybeta van kompeyvan, bi du peyvan pêk tê. Herdu peyv tîpa “û” yê digire nav xwe , “û” karekî wak girêdek hildigire.Herdu peyv jî ji “û” yê hêz digire yan jî hêz dide “û” yê.
Rêzenivîs: 16
P
Paç û pûç
Paç:1. Paçik.
- Desmal, dismal, patek, xewlik, peçete. Parçeyêk caw.
- Ginçir, qerpal, kincir.
- Maç, ramûs, lêvlêdan.
Pûç:bnr.”pûç”.
Mane: Kevnik, kevn û kurt, gincir mincir, cilik milik.
Paçik, qerpal, kincik.
Mînak: Paç û pûç bi gûlîyê dara zîyaretê ve girêdan.
Paçik û pûçik = Paç û pûç.
Pal û kaş
Pal:1. Zem, hîcv, niç, buxtan. (mecazî)
- Mû, pirç. (pal û pirç)
- Quntara çîyayê, quntarpalk, hewraz, berpal, kendal, terazîn, asê.
- Mîl yan pişt.
- Gav, pêgav, pêngav.
- Alî, hêl, pî, çîhet.
- Kêlek.
- Kulîmek, hestîyê qorikê.
- Hilpesartin, dangivandin. Tiştek dan ber tiştekî.
Kaş:1. Berwar, paser, bergaz, hevraz, kendal.
Mane: Kaşûkûş, hewraz, berpal.
Mînak: Em di pal û kaşan da vekişîyan û me xwe avêt sertara çîyayê Gebarê.
Pal û berpal
Pal:1. Zem, hîcv, niç, buxtan. (mecazî)
- Mû, pirç. (pal û pirç)
- Quntara çîyayê, quntarpalk, hewraz, berpal, kendal, terazîn, asê.
- Mîl yan pişt.
- Gav, pêgav, pêngav.
- Alî, hêl, pî, çîhet.
- Kêlek.
- Kulîmek, hestîyê qorikê.
- Hilpesartin, dangivandin. Tiştek dan ber tiştekî.
Berpal:1. Berwar, bergaz, kendal.
- Hevraz, kaş.
- Berjor, berbejor.
Mane: Çîya û banî, şax û çîya, kaş û kûş, derbejêr û derbejor.
Mînak: Ew jeolog e, bi pal û berpal digere; di pêvajoya teşebûna erdê de, kevir û madenan lêkolîn dike.
Pal û pirç
Pal:1. Zem, hîcv, niç, buxtan. (mecazî)
- Mû, pirç. (pal û pirç)
- Quntara çîyayê, quntarpalk, hewraz, berpal, kendal, terazîn, asê.
- Mîl yan pişt.
- Gav, pêgav, pêngav.
- Alî, hêl, pî, çîhet.
- Kêlek.
- Kulîmek, hestîyê qorikê.
- Hilpesartin, dangivandin. Tiştek dan ber tiştekî.
Pirç:1.Mû.
- Pûrt.
Mane: Mû, pirç, mû û pûrt.
Mînak: Pal û pirçê pisîngê waşîyaye ser xalîçe yê.
Pan û pûç
Pan:1. Pelixandin, perçiqandin, mericandin.
- Panik, pehn, pehnik.
Pûç:bnr.”pûç”.
Mane: Pelîxandî û xirab.
Panikî û kerîkî , pehnikî û parçekî.
Pelçomelçoyî, xwarvîço.
Mînak: Di encama qezayê trafîkê da wesayît pan û pûç bû.
Pars û pûrs
Pars:1. Parsek, xwestek, xwestok. Ji xelkê pere, xwarin…hwd. xwastin.
- Ji famîlyayê pilingan leopar. (Felîs perdûs)
Pûrs:1. Ji “pars”ê pûrs. Peyvekî muhmel, bi serê xwe bêwate ye.
Mane: Pars, Xêr ji xelkê xwastin.
Dest vekirin.
Mînak: Ew kesê xizan pars û pûrsê dike ancax aborîya xwe pêk tîne.
Pars û pirûs= Pars û pûrs.
Pars û pisêl = Pars û pûrs.
Paş û pêş
Paş:1. Dijber, pêş.
- Pişt.
- Dû, dûv, paşî, pêy, par.
- Dawî, dûmahîk.
- Pişt, piştevan (mecazî).
Pêş:1. Dijberî paş.
- Ber, bersîng, alîyê rû.
- Pêşmalk, pêştemal.
Mane: Pişt û sîng, pişt û rû.
Mînak: Li paş û pêş mêze nekirin(1).
Pel û pot
Pel:1. Per, belçîm, pelçîm, pelçim, Parçeyên çaqên daran.
- Darik, ço, çogan.
- Pelik. (Di kutandina tiştê madenî da parçeyê ku jê dipeke.)
- Tîm, taxim, kom.
- Caw, paç, paçik, tiştên hûrûmûr, kelûpel, kirtûpirt, kalûmal,cilûcor.
- Tîk, tîkî, tîkanekî.
Pot:1. Dûrîna qumaşê da qermiçîn, qurmiçîn.
- Gotina tewş.
- Bejn kin, kesên bejn kurt.
- Caw, qumaş, cil.
Mane: Kincên kevnik, cil û bergên kevn.
Mînak: Di kincdank/cildankê de çiqas pel û pot hene ez ê bavêjim û kincên nû bikirim.
Per û bask
Per:1. Pel, belg, belçîm.
- Bask, çepl, şax, çeng, qanat.
- Alî, hêl, pî.
Bask:1. Per, şax, ceng, çepl, perik, mil.
Mane: Şax û per, mil, perik, pîl û per.
Mînak: Per û baskê min hebûya,
Ez ê bilind bifiriyam.
Li ser deşt û zozanan,
Xwezîya ez bigerîyam(2).
Perçem û bisk
Perçem:1. Bisk, puçik. Porê ku dikeve ser enîyê,
Bisk:1 .Porê ku dikeve ser gepan. (Taybetî yê jinan.)
Mane: Punçik û zilf.
Porên ku dikeve ser enîyê û gepan.
Mînak: Perçem û biskê delala min mîna rengê tavê ye.
Perîşan û purêşan
Perîşan:bnr.”pêrîşan”.
Purêşan:1. Jandar, êş û azar, dilbikul, xembar, biderd, derdnak, dilbiêş.
Mane: Rewşa pir xirab, rewşa nebaş.
Tengezar, bêhal, derdnak, bêçare.
Xax, rezîl, hewcedar.
Mînak: Ji ber ev derdê hanê pêrîşan û purêşan in.
Pesn û wesn
Pesn:1. Met, meth. Bi gotinê mezinkirina kesekî.
- Pest, pestgotin.( Ji xeyîbê xeber dan.)
Wesn:1. Ji “pesn”ê wesn. Peyvên muhmel, bi serê xwe bêwate.
Mane: Met, methiye, sena.
Mînak: Di kovar û rojnameyan da gelek pesn û wesnê wê romanê hat dayîn.
Peya û pêxas
Peya:1. Bi ling, bi pîyan.
- Kesên ku bi pîyan diçin, terin.
Pêxas:1. Pêxwas.
- Bê sol, bê pêlav. Yên ku sol di pîyê wan da tune ye.
Mane: Birçî, bê cil û mal û milk, pir feqîr.
Bi pîyan û bê pêlav.
Mînak: Li vê derê peya û pêxas bûn, çûn bajêr bûn xwedîyê qesr û qonaxan.
Pê û par
Pê:1. Pî, ling, nig. Herdu parçeyên laş ê ku meriv pê dimeş e.
- Bi wê, bi wan, bi wî.
- Li pê tiştekî, pey.
- Oxir, pênaw, vexêr, qadem.
- Pîvanek. (mîn: Dirêjîya salona muzexaneyê pênce û yek pê ye.)
Par:1. Hêse, pay, beş, parçe.
- Ders (mecazî). (mîn: Poza wî jî şewitîya, para xwe girt.)
- Paş, pişt, dû, dûv, şûnve.
- Sala çû yî, sala berî îsal an jî berî vê salê.
- Sisêyan de yek ê şevê.
Mane: Oxir, yom, xêr, qencî.
Mînak: Bûka me, pê û par anî mala me.
Pê û pêgav
Pê:1. Pî, ling, nig. Herdu parçeyên laş ê ku meriv pê dimeş e.
- Bi wê, bi wan, bi wî.
- Li pê tiştekî, pey.
- Oxir, pênaw, vexêr, qadem.
- Pîvanek. (mîn: Dirêjîya salona muzexaneyê pênce û yek pê ye.)
Pêgav:1. Gav. Rêya ku bi livîna lingekî tê girtin. (Nêzikî 73 cm tê hesibandin.)
- Pêngav, hengav.
Mane: Pêngav, hengav, hemle.
Pê avitin, ling avitin. (ji bo cara pêşin çûna cihêkî.)
Mînak: Hetanî roja îro me pê û pêgavê te li zevîyê nedît!
Pêçan û girêdan
Pêçan:1. Tiştek bi tiştekî badan. Kirin nav tiştekî. Tiştek lê alandin.
- Niximandin. Tiştek pê dadan.
- Cil û pêçan, cil û berg, kinc. Tiştên ku meriv li xwe dike.
Girêdan:1. Bestin, girê kirin, dabestandin, lehiqandin.
Mane: Cil û pêçan, cil û girêdan.
Hemû cilên ku meriv li xwe dike.
Mînak: Ew kesana balê dide pêçan û girêdana xwe. .
Pêçî û tilî
Pêçî:1. Pêçik, tilî, tilîk, bêçî, pêçîk. Ûvûzên zirav yên ku bi serê dest û lingê mirovan ve ye û her yêk dest û ling da pênc lib e.
- Pîvanek. (Nêzikî 25.4 mm.)
Tilî:1. Bêçî, pêçî, pêçik.
Mane: Bêçî, pêçî, tilî.
Mînak: Pêçî û tilîyên bi hine, dişibin desteyek gul û gulistanan.
Pêş û paş = Paş û pêş.
Piç û parî
Piç:1. Parî.
- Pîçek, kêm, hindik.
- Çîp, lib.
Parî:1. Kerî, parçe, pirt.
- Pişk, beş.
Mane: Pirt û parçe. Piçek, hindik.
Kerîbikerî, parîparî, parepare.
Ji hev parçe kirin
Mînak: Bi hêrs kaxiz ji dest girt piç û parî kir
Pil û pêrîşan
Pil.1. Lîme, tîke, lîme lîme.
- Per perîşan.
- pêyê pêşin yan jî ling. (mîn:Pilê îskemleyê.)
- Fîske, tilî fîsk.
- Şil û pil.
- Qure, pozbilind.
Pêrîşan:1. Belengaz, beligaz, bêhal, feqîr, jar, hejar, reben, goyîn, şerpeze, rezîl, riswa.
- Bêçare, xax, aciz, xizan, muhtac, bêserûbar, tengezar, hewcedar.
Mane: Pêrpêrîşan, belengaz, jar, xax, bêçare, peregende, bêpergal.
Mînak:Sêwî, li ber destan pil û pêrîşan dibin.
Pir û hindik
Pir:1. Gelek, zaf, zêde.
- Ji bo derbazbûnê rêya ser avê.
Hindik:1. Kêm, piçek, ne bes.
Mane: Kêm û zêde.
Mînak: Guh nede pir û hindik nebêje, bide bila here.
Pirç û pal = Pal û pirç.
Pis û pismam
Pis:1. Kur, law, kurê lawê mam.
- His û pis.
Pismam:1. Kurê mamê, lawê apê.
2, Nevîyê mamê bavê meriv, nevîyê birayê bapîrê meriv.
Mane: Kurmam, kurap.
Lawikên ap, kurên birayê bavê meriv.
Kûrê lawê mamê bavê meriv.
Mînak: Pis û pismam bi hevre masîvanîyê dikin.
Pişt û penah
Pişt:1. Di paş laşê mirov heywanan da, navbera mil û hêt.
- Dijbera pêşîyê.
- Şûtik, piştik.
- Pey, paş. (Bo dema piştî bûyerê.)
Penah:1.Stare, stargeh. Cîhê ewle.
- Piştgirî, piştevanî, alîkarî, destek.
- Gazî, hewar, hêvî, rica, tika.
Mane: Destek, piştevanî, piştgirî, alîkarî.
Mînak: Pişt û penaha Kurd û Kurdistanê, dîsan Kurd û Kûrdistan e.
Pîl û bask
Pîl;1. Mil, bask, pî.
- Alî, pî, hêl, ber, mil.
- Batarî, akû.
Bask:1. Per, şax, çelp, perik, mil.
Mane: Şax û per, mil, perik, per û bask.
Mînak: Pîl û bask lê şikîya.
Pîl û Pirtî
Pîl;1. Mil, bask, pî.
- Alî, pî, hêl, ber, mil.
- Batarî, akû.
Pirtî:1. Pirtû, pertal, tekstil, manîfatura.
2.Kerî, kerîyê hûrik. Kerî kerî, lîme lîme, pirtik pirtik.
- Boçika cixarê.
Mane: Hemû cureyên qûmaşan.
Mînak: Pîl û pirtîyê xwe barkir ji vir çû.
Pîr û kal
Pîr:1. Dapîr, pîrik.
- Kokim, extîyar, kalejin û kalemêr, kalepîr, rûsipî.
- Edepdar, cêribdar, agahdar.
- Serok, rêber. (Taybetî rêberê elewî û ezdîyan.)
Kal:1. Bapîr, kalik, pîr.
- Hişk.
Mane: Dapîr û bapîr.
Kokim, extîyar, rûsipî.
Mînak: Hey dinyayê! min digot qey ez ê pîr û kal nabim.
Pîr û pegal
Pîr:1. Dapîr, pîrik.
- Kokim, extîyar, kalejin û kalemêr, kalepîr, rûsipî.
- Edepdar, cêribdar, agahdar.
- Serok, rêber. (Taybetî rêberê elewî û ezdîyan.)
Pergal.1. Sîstem, nîzam. Awa û şêweya kirina tiştekî.
- Alav, alet, hacet, navgîn.
- Hal, rewş, statû.
Mane: Edep, tecrûbe, şerde,terbîye
Rê û dirb, rê û rêzan.
Mînak: Meriv bi ger û xwendinê pîr û pergala xwe zêdetir fireh dike.
Pîr û şinûlk
Pîr:1. Dapîr, pîrik.
- Kokim, extîyar, kalejin û kalemêr, kalepîr, rûsipî.
- Edepdar, cêribdar, agahdar.
- Serok, rêber. (Taybetî rêberê elewî û ezdîyan.)
Şinûlk:1. Marîfet, hostatî.
2.Zanist.
Mane: Edep, tecrûbe, şerde,terbîye
Rê û dirb, rê û rêzan.
Mînak: Bi pîr û şinûlkê, rêya adet û marîfetan dizane (3).
Pîr û pêşeng
Pîr:1. Dapîr, pîrik.
- Kokim, extîyar, kalejin û kalemêr, kalepîr, rûsipî.
- Edepdar, cêribdar, agahdar.
- Serok, rêber. (Taybetî rêberê elewî û ezdîyan.)
Pêşrew:1. Pêşrew, rêber, pêşewa, rêveber, serok.
Mane: Pêşîkêş, rahşan, rêpêşandêr.
Rêber, serek, mezin.
Mînak: Evdalê Zeynikê, pîr û pêşengê dengbêjan e.
Pîrût û çîprût
Pîrût:1. Pî tazî, ling xwesî, bê cil û pêlav.
Çîprût:1. Ling xwasî, çeqrût,şeqrût, pêxwas, bê cil, bê kinc.
Mane: Pêxwas, rantazî, çêkrût, ebeboz.
Bêkinc û bêsol.
Mînak: Hetanî pîrût û çîprût hayî ji pîyê xwe nebin, dê halê wan wiha be.
Pîs û pas
Pîs:1.Qirêj, qirêjî, qilêrî, gemarî, lewitî, kirêt.
- Ne paqij.
- Karê pintî û pîs.
Pas:1. Jeng, zeng, jengar, jengal.
- Serpas.
- Bi ber hevalê xwe ve top avêtin. (Di sporê de.)
- Ji “pîs”e pas.
Mane: Pîs, pîsî, pîsayî,kirêj, gemar.
Mînak:Bi kedekî mezin, di nav pîs û pasê de nanê xwe qezenc dike.
Pol û poşman
Pol:1. Cîhê ku wane tê dîtin. (mîn: Ew di pola çaran da dixwîne.)
- Dendikê fêkîyan.
- Hestîyê bêrikê. Mil, serpî.
- Pere. Pereyê metal ê ku berê bi kar dianîyan. Pûl, Pereyê bênirx.
- Perçivandî. Tiştê ku tê de hewa tijîye.
- Kozir, koz.
- Di biwêja “pol û poşmam”ê de “pol” pir zêde poşman.
Poşman:1.Poşîman, peşîman, pîşman. Kesa/ kesê ku tişt kirin yan jî gotinê xwe nexwezî kirin û ji ber xemgîn bûyîn.
Mane: Hezar caran poşman bûn.
Hezarê bi hezaran poşman bûn.
Mînak: Bîle heq û sebep mala xwe xira kir, nika pol û poşman e.
Pol û pere
Pol:1. Cîhê ku wane tê dîtin. (mîn: Ew di pola çaran da dixwîne.)
- Dendikê fêkîyan.
- Hestîyê bêrikê. Mil, serpî.
- Pere. Pereyê metal ê ku berê bi kar diwanîyan. Pûl, Pereyê bênirx.
- Perçivandî. Tiştê ku tê de hewa tijîye.
- Kozir, koz.
- Di biwêja “pol û poşmam”ê de “pol” pir zêde poşman.
Pere:1. Pare, diraf, dirav. Amûrê kirîn û firotinê.
Mane: Pere, dirav, pûl.
Pere û pûl.
Mînak: Heke armanc xwendin be, pol û pere di çavê me de nayê.
Por û gijik
Por:1. Mûyên serî mirov. Gijik. pirçên ser kur.
- Navê firindeyek. Kewa por (Francolînûs)
- Girtî, dapoşî, nixun.
Gijik.1. Porê gevel, porê tevlihev, porê hejgol, porê gijwal.
Mane: Por û şeklê porê.
Mînak: Por û gijikê wî rûyê şe nedîtî ye.
Por û rî
Por:1. Mûyên serî mirov. Gijik. pirçên ser kur.
- Navê firindeyek. Kewa por (Francolînûs)
- Girtî, dapoşî, nixun.
Rî:1. Mûyên ku li gep û çenikê mêran derdikeve.
Mane: Mûyên serkur û gep û çenik. (ji bo mêran)
Pirçên serkur , gep û çenik. ( ji bo mêran)
Mînak: Por û rîyê Mordemî li hev ketibû.
Pot û qerpal
Pot:1. Dûrîna qumaşê da qermiçîn, qurmiçîn.
- Gotina tewş.
- Bejn kin, kesên bejn kurt.
- Caw, qumaş, cil.
Qerpal:1. Kincê kevn û qetîyayî. Gincir.
- Pejmûrde.
Mane: Paçik û pûçik.
Paç û pûçên kevn.
Mînak: Ji ber çikotîyê, pot û qerpalê heft salan li xwe kirîye.
Pot û pertal
Pot:1. Dûrîna qumaşê da qermiçîn, qurmiçîn.
- Gotina tewş.
- Bejn kin, kesên bejn kurt, qam kin.
- Caw, qumaş, cil.
Pertal:1. Kerîyê mezin. Parçeyê mezin.
- Pirtû, pirtî, mensûcat.
- Pejmûrde.
Mane: Kinc û qumaşê ku kinc jê tên çêkirin.
Pirtû, caw, tekstîl
Mînak: Xalê min li bajêr dikana pot û pertalan vekirîye.
Poz û bivil
Poz:1. Difin, lût, kepî, bêvil.
Bivil:1. Bêvil, poz, lût, kepî.
Mane: Difin, kepî.
Mînak: Jê ra nema di poz û bivilê wî de hat.
Pûç û vala
Pûç:1. Bêkêr, xirab, kêrnehatî, nebaş.
- Kerixinî, çilmisî, kevn bûn.
- Girmixî, alozî, helisî, petot, rizî.
- Kevirê piçûk yê pan.
Vala:1. Tal, boş.
- Betal, ne mijûl.
Mane: Bênavik, xilûxe, ne tijî.
Bêkêr, nebaş, kêrnehatî.
Tevizandî û tal.
Çilmisî, xalî.
Mînak: Dekûdolabê wî pûç û vala der xistin.
Pûç û pehnî
Pûç:1. Bêkêr, xirab, kêrnehatî, nebaş.
- Kerixinî, çilmisî, kevn bûn.
- Girmixî, alozî, helisî, petot, rizî.
- Kevirê piçûk yê pan.
Pehnî:1. Panî, gupik.
- Panikîtî, pehnikîtî, lêlatî, teqalî.
Mane: Dan berbayê, xerckirina beredayî, berhewa.
Mînak:Mal û milkê bavê xwe pûç û pehnî kir.
Pûk û Baran
Pûk:1. Berfa hûrik û zirav. Xedeb. Berf û ba. Bapûk.
- Pidî. Pidîyê didanan.
- Hay jê bûn.
Baran:1. Şilî. Ava ku ji ewran dikeve.
Mane: Berf û baran di hev de.
Şilope, çelepe, baranê ku ligel berfê dibare.
Mînak:Pûk û baranê rê li me girt.
Pûk û badev
Pûk:1. Berfa hûrik û zirav. Xedeb. Berf û ba. Bapûk.
- Pidî. Pidîyê didanan.
- Hay jê bûn.
Badev:1. Bahoz, bager. Bayê sar, bayê cemidî, bayê sar û zuha.
Mane: Bahoz, bager, bablîsok.
Bapêç, boraz, gilgileya berfê.
Mînak: Li sertara çîyayê Cîlo, pûk û badev qet kêm nabe.
Pûk û xedew
Pûk:1. Berfa hûrik û zirav. Xedeb. Berf û ba. Bapûk.
- Pidî. Pidîyê didanan.
- Hay jê bûn.
Xedew:1. Xedeb, xezew.
- Xişm, hêrs, kîn, nifir, neyarî, bela, afet, gerûşe, kerb.
Mane: Ba û bapûk.
Boran, hewayê bi berf û ba, bamişta dijwar.
Mînak: Meriv li hember pûk û xedewa deşta Gewerê dilerze û diricife.
Pûk û xezew = Pûk û xedew.
Pûk û bager = Pûk û badev.
Pûr û pincar
Pûr:1. Hûr û pûr.
- Pelên ku wake derzî ye; (wake pelên çam, ladîn, hevris…hwd).
- Bac. Pereyên ku didine dewletê.
- Tişt. Tişt û malên taybet.
- Erdê hişk yê ku nehatîye ajotin.
- Qafik, qalik, qaşqelik, tûkil, qaçil, çermik.
Pincar:1. Silq, silk, dîbsor. Riweke ku şekir jê tê çêkirin.
Mane: Di gotinê da, piranî ji bo karên vit û vala tê gotin.
Mînak: Kalo memir bihar tê,
Pîrê memir pûr û pincar tê (4).
Pûş û pelax
Pûş:1. Gîya û pertikên hişk. Pelax.
- Pel, Belçîm.
- Çilûbergên şer.
Pelax:1. Gîyayê hişk. Gîyayê ku li ser hev hişk bûyê. Palax
- Pelixîn. Li bin tiştekî giran da pan bûn.
- Mexelkî rûniştin(argo), pelax bûn, dirêjkî nûniştin.
Mane: Gîya û pertikên hişk.
Pûş û pelaş, pûş û pelûş.
Mînak: Pûş û pelaxê bexçê paqij kir.
Pûş û Pelaş
Pûş:1. Gîya û pertikên hişk. Pelax.
- Pel, Belçîm.
- Çilûbergên şer.
Pelaş:1. Pûş, pelax. Gîyayê hişk, gîyayê hişk bûyî.
Mane: Gîyayê hişk.
Qirş û qal.
Mînak: Bayê pûş û pelaş bi hewa xist.
Pûş û pelûş = Pûş û pelaş.
Pût û pelat
Pût:1. Alaf, debr, êm. ( ji bo ajal û sewalan).
- Pîvaneka giranîyê. ( mîn: Çar pût zêr.)
- Pûç, rizî. ( Ji bo dar û hwd.)
- Peyker, senem. Wêneyên ku ji keviran hatîye çêkirin. ( Di maneyê olî da “xweda”yê ne ras.)
- Mû, pirç.
Pelat :1. Ji ” pel”ê pelat, pirjimara “pel” ê.
Mane: Alif, depr, êm.
Xwarina ku didin heywanên kedî kirî. (ka, ceh, çilo…hwd.)
Mînak: Vayê payîz hate ber derî, me hê pût û pelat nekirîye kadînê.
Pût û pelat
Pût:1. Alaf, debr, êm. ( ji bo ajal û sewalan).
- Pîvaneka giranîyê. ( mîn: Çar pût zêr.)
- Pûç, rizî. ( Ji bo dar û hwd.)
- Peyker, senem. Wêneyên ku ji keviran hatîye çêkirin. ( Di maneyê olî da “xweda”yê ne ras.)
- Mû, pirç.
Pelat:1. Pirjimara “pût”ê.
Mane: Peyker, heykel, senem.
Xwedayê nerast.
Mînak: Perestgeh, dor bi dor bi pût û pelat hatibû xemilandin.
***
1- Biwêj.
2- Ji strana "Helîyam". Hozan Kawa.
3- Biwêj
4- Biwêj.