Çend roj berê di ajansekê de nûçeyekî bala min kişand. Rêveberê şîrketên cîhanî yên navûdeng Tesla û SpaceXê Elon Muskî çîpê Neuralînkê yê ku di navbera kompûter û mêjiyê mirovî de pêwendiyê çêke, da nasandin. Neuralînk ê bi tasa serî ve bê girêdan û ê bikane bi sînyalên mejî her cîhazên bi kompîturê dixebitin, kontrol bike.
Dema min ev nûçe xwend; rewşa me Kurdan, bûyer û pêkhateyên li cografya me, li Kurdistan, Mezopotamya û Rojhilata Navînê rû didin, hat pêş çavê min. Em di atmosfereke wekî ku têde difetisin de bi çi re mijûl in û li hêleke din a cîhanê zanîstî çavê mirovahiyê daye kîjan asoyan?!..
Zanîstî hemû sirên mirov, xweza û zindîtiyê kifş bike jî hişê mirov qey pê naçe ku di vî çaxî de hovîtiya îroyîn a bi destê însên tê kirin, fam bike. Îro însan hê bêtir nayê naskirin. Li Mezopotamya, Rojhilata Navîn, Pêşasya û Afrîkayê dewletên paşverû ên herêmî û dewletên xwedîhêz ên cîhanî jiyanê li Kurdan û li xelkên din ên herêmê dikin dojeh.
Rewşa heyî ya mirovahiyê bi giştî nebûna aştiyê nîşan dide. Aştî bi destê însên hate xerakirin; însan bi însên, bi xwezayê û bi zindiyan giştan re bû dijmin û rewşa îro ya kaotîk, nearam, tije şer, komkujî, tîbûn, birçîtî, talan, êş û jan bi giştî berhema însên bi xwe ye…
Mixabin îro jî em di rojên wekî ‘roja aştiyê’ de daxwazên xwe yên ji bo aştiyê vedibêjin û hêvî dikin ku bigîhijin jiyaneke aram!..
Roja Aştiyê ya Cîhanî ya îsal jî derbas bû û cardin xuya bû ku aştî ne xema her kesî ye! Rewşeke trajîk a ku însên diêşîne, li dar e. Êdî hinek kes an jî xelk bi êşa cîran û xelkên din jî nahese. Wer xuya ye; ku roja aştiyê bi tenê tê bîra Kurdan. Li kolanan bi tenê Kurd di çalakiyê de ne û di medya civakî de bi tenê Kurd banga aştiyê dikin.
Bang ji kê re dikin û banga wan digîhije kê an ku? Ew jî ne diyar e…
Helbet ev rewş hewceyî pirskirinê ye: Di roja aştiyê ya cîhanî de çima tenê dengê Kurdan derdikeve? Li Kurdistanê û li dewletên Kurdistan dagirkirine de xwestina aştiyê berî her pirgirêkan daxwaziya çareseriya pirsa Kurdî ye û Kurd, Tirk, Faris û Ereb; her kes vê yekê wer fam dike.
Wer xuya ye ku aştî ji bo xelkê Tirk, Faris û Ereb ne mijareke girîng e. Dewletên ku Kurdistan di nav xwe de parve û dagir kirine, wer li xelkan kirine, ku tu kes nawêre xwe nêzikî Kurdan û maf û çalakiyên Kurdan ên civakî, kulturî û siyasî bike. Li Tirkiyê, Îran, Iraq û Suriyê ji bo aştiyê û çareseriya pirsgirêkên siyasî an Kurd bi tenê têdikoşin, an jî rêxistinên hevpar ên ku Kurd pêşengiya wê dikin dengê xwe derdixin û hinek çalakiyan pêk tînin…
Erê daxwaziya aştiyê bi tenê karê Kurdan e!
Lê wê ji kê dixwazin, ne diyare û dengê wan nagîhije tu kes, sazî û tu otorîteyan…
Deng û bangên Kurdan ê çawa bê bihîstin? Helbet bo wê xwedî hêzbûn divê!
Ji her kesî re ayan e; ku ji bo xwedîhêzbûnê yekîtî, aştî û lihevhatina Kurdan divê. Eger Kurd di nav xwe de lihevhatî û aram nebin; helbet tu kes wan cidî nagire, ew ê bibin pêlîstokên şer ên hêzên navdewletî û dengê wan ê aştiyê jî nagîhije tu kesî…
Yanî divê Kurd berî her tiştî aştiyeke Kurdî pêk bînin. Eger aştiya Kurdî pêk bê; wê çaxê her kes ê hesabê xwe yê li ser herêmê gorî Kurdên bihêz bike, Kurd ê hê zêdetir bi xwe bawer bin, ew ê hê zûtir xwedî statûyê siyasî bin, statûyê hêyî ê saxlemtir be û di dîplomasiya cîhanî de ew ê hê zêdetir bên guhdarî kirin, bang û gotina wan ê hê pirtir bibandor be û ew ê cidî bêne girtin…