Her tişt bi çirûskekê dest pê kir. Prometheûs agir ji mirovan kir dîyarî. Ji wê rojê heta niha bi saya zanînê em pêş ketin û mê rûyek nû da cîhanê. Çiqasî zanîna me pêşket ew çend zor û zehmetîyên me jî kêm bûn.
Li ser rûyê cîhanê zanîn perê dike û kesên zana muheqqeq her emîr e. Gava meriv li dewletên pêşketî dinere pêşketîbûna wan ji ilm û zanîna wan tê. Di her gavên xwe de bi zanabûn û li gorî ilm dimeşin.
Ya wê rewş me û welatê me ji alîyê başîyê ve biguherîne ilm û zanîn e. Divê em qedr û qîmet bidin ilm û zanînê. Wekî Xanî gotî divê em dewr û dersên xwe bikin tekrar da em di dinyayê de bibin meşhûr û marûf.
Gelek camêr hene li ser Wîkîpedîyayê gotarên Kurdî û peyvên Kurdî bar dikin. Xebata wan xebatek girîng û pîroz e. Me xwest em xebatên wan û armancên wan binasin. Me pirsên xwe ji Bikarhêner kir û cenabê wî jî li ser navê Wîkîpedîyaya Kurdî bersiv da pirsên me.
Hûn dikarin ji me re behsa Wîkîpedîyayê bikin? Çima Wîkîpedîya û gotarên wê girîng in?
Wîkîpedîya ensîklopedîyeke azad yê serhêl e. Xizmeta zanînê -bi îngilîzî knowledge- dike. Bi sedan zimanan berdest e. Rojê bi dehmilyonan kes dikevinê. Gotarên wê bi isûlên îlmî têne tevlîkirin, kontrolkirin û sererastkirin. Di çendîn gerokên webê de encamên ji Wîkîpedîyayê bi pêş hatîye derxistin. Di qada medyayê de jî derketîye pêş. Bi piranî gotarên Wîkîpedîyaya miletên pêşkêtî biqalîte, xwedî-gelek-çavkanî û zêdehejmar in.
Weqfa Wîkîmedîyayê armanca xwe wisa dîyar dike:
“The mission of the Wikimedia Foundation is to empower and engage people around the world to collect and develop educational content under a free license or in the public domain, and to disseminate it effectively and globally.”
— Wikimedia Foundation
“Mîsyona Weqfa Wîkîmedyayê xurtkirin û beşdarkirina însanên li seranserê dinyayê ji bo berhevkirin û pêşdebirina naveroka perwerdehîyî ya li bin lîsanseke azad an jî di qadeke giştî de belavkirina bi awayekî global û tesîrkar e.”
— Weqfa Wîkîmedyayê
Wekî xebatkarên Wîkîpedîyaya Kurdî armanca we çi ye? Hûn dixwazin çi bikin?
Armanca xebatkarên Wîkîpedîya Kurdî bi giştî pêşxistina zimanê Kurdî yê di qada îlmî û li ser înternetê ye. Şexsen yek ji armancên min jî ev e ku zimanê Kurdî di qada înformatîkê û teknolojîyên dijîtal de bi pêş bikeve.
Zimanê Kurdî di van qadan de li paş maye. Wekî nimûne telefonên zîrek ên bi kurmancî hê jî qet tine ne li pîyaseyê. Mirov dikare gelek mînakên din jî bide. Şirketên mezin ên wek Google, Microsoft, Samsung hwd jî ji bo zimanekî tevlî sîstemên xwe bikin ango ji bo bi zimanekî xizmetê bidin her yek ji van şirketan li gor xwe krîteran dîyar dikin.
Xwedîpiştgirîbûn, ji alîyê hejmareke zêde ve hatin xeberdan û hatinbikaranîna zimanê wan ê nivîskî, qalîtedarbûn û pêşketibûna gotar û nivîsarên Wîkîpedîyayê û Wîkîferhengê jî dikarin wek hin ji van krîteran werin hejmartin. Lewre gelek rûpel hene ku wîkîyên wek Wîkîferheng û Wîkîpedîyayê analîz dikin. Ev rûpel rojane, mehane û salane Wîkîferheng û Wîkîpedîyayan ji alîyên hejmarên bikarhêner, sererastker û rêveberên çalak, dosyeyên tên barkirin, gotarên tên avakirin, guhertinên gotaran û dirêjbûna wan tev de analîz dikin.
Di encama van analîzan de daneyên wek hejmara peyiverên zimanekî tên bidestxistin. Bi raya me şirketên me gavek berê behs kirin jî analîzên bi vî rengî dikin. Lewma bi qenaeta me pêşveçûna Wîkîferheng û Wîkîpedîyaya Kurdî wê temsîlkirina zimanê me di platformên dijîtal de zêde bike û pêwendîya şirketên teknolojîyê ji bo Kurdîyê pêş ve bibe û wan teşwîq bike ji bo tevlîkirina wê di nav zimanên xwe yên xizmetê de.
Meriv dikare li gorî zêdebûna gotarên Wîkîpedîayê grafîka dewlemendîya zimanan derxe meydanê?
Wekî ku min di cewaba xwe ya ji bo pirsa duyem de jî dîyar kirîye, hin malperên statîstîkê van analîzan dikin. Bi qenaeta min ne tenê ew malper, dibe ku çendîn şîrketên mezin jî van statîstîkan bixwe bikin an statîstîkên berdest bi ber çav bigirin. Yanî ger em bi kurtî bêjin, pêşketina zimanê Kurdî ya li ser wîkîyan çendîn fêdeyên din jî dide ziman û miletê me.
Ji bo pêşketina neteweyan zanîn çima girîng e?
Gava mirov îro li miletên pêşketî mêze dike mirov dibîne ku pêşî xwe di qada îlmî de bi pêş xistine. Hewl dane ku zanîna xwe, dibistanên xwe û akademîyên xwe bi pêş bixin. Di tarîxa nêzîk de halê japonan yê piştî Şerê Cîhanî ya Yekem û halê almanan yê piştî Şerê Cîhanî ya Duyem pir wekî nimûne pir tên nîşandan. Divê miletê me jî wekî ku her tiştî cara pêşîn em dikin li meseleyan nenêre. Jixwe di dîrokê de çendîn nimûneyên xwepêşxistinê hene. Divê em wan ji bo xwe nimûne bigirin û ji dîrokê, ji isûla wan a xwepêşxistinê ders bigire ji xwe re.
Ziman pişt e, zanîn hertişt e. Li ser vê yekê hûn çi difikirin?
Ziman hêmaneke çandê ye. Her tiştê di derheqê miletekî de îfade dike, derdixe holê, nîşan dide, di nava xwe de dihewîne. Zimanê mirov çiqas pêşketî be, mirov dikare fikr û ramanên xwe bi wê qasî rehet îfade bike. Zanîna mirov jî çi qasî pêşketî be zimanê mirov ewqasî bi pêş dikeve, bi dîtina min ev tev wekê zincîrekî girêdayî hev in.
Kesê zanînê kontrol bike dikare di kontrola cîhanê de bibe aktorek mezin?
Kontrolkirina zanînê bi gotineke din xwepêşxistina di warê îlmî de miletan derdixe pêş. Bi qasî ku mirov dixwîne, di demên berê de jî miletên ku ji alîyê teknîkê ve bi pêş ketibûn û stratejîyê baş dizanibûn di herban de bi ser diketin.
Îro jî li ba şerên praktîk şerên ekonomîk, şerên psîkolojîk hwd. jî tên birêvebirin. Miletên pêşketî bi hişyarî tev digerin û hewl didin ku xwe di her qadî de bi pêş bixin. Êdî her neteweyeke pê hesîya ku herb ne tenê sîlehên di destên mirov de ne, herb jê kûr û dûrtir e û mirov bêyî guleyeke berde jî dikare dijmina xwe bi bin bixe. Lewma miletên ku bixwazin di kontrolkirina cîhanê de bibin akteroke mezin mecbûr in ku xwe di qada zanînê pir bi pêş bixin.
Li ser bingeha zanînê meriv dikare nasnameya neteweyî ava bike? Zanîn di avakirina nasnameya neteweyî de rolek çawa dilîze?
Ji bo avakirina nasnameyeke neteweyî ya dirist divê em fêdeyê ji zanînê bigirin. Bi min, ger nasnameya me ya neteweyî li ser agahîyên şaş, bi manîpulasyonê ava bibe wê ev yek zerarê bide miletê me. Bi dîtina min, em bi wasiteya zanînê bi hişmendîyeke xurt nasnameya xwe neteweyî ava bikin.
Gelek caran hin dewlet dixwazin hikûmdarîyê li ser Wîkîpedîyayê bikin? Li gelek cihan Wîkîpedîya qedexe ye. Çima dewlet ji Wîkîpedîyayê ditirsin?
Kontrolkirina naverokên wîkîyan ne rehet e ji bo dewletan. Dewlet dikarin Wîkîpedîyayê qedexe bikin, lê nikarin naveroka wê bidin guherandin. Qedexeya li ser Wîkîpedîyayê jî li pir hindik welatan heye. Heya serê sala 2020an li Tirkîyeyê jî hatibû qedexekirin, ji bo çend salan. Wîkîpedîya li gor isûl û esasên xwe yên dîyar tê birêvebirin, ne li gor daxwaz an menfaetên dewletan, komeleyan an organîzasyonên din.
Dewletên ku bi Wîkîpedîyayê re problemên wan hene jî tenê dikarin qedexe bikin, nexwe Wîkîpedîya bi ti awayî destûr nade û nahêle ku dewlet midaxaleyî wan bikin. Tirsa dewletan jî naverokên Wîkîpedîyayê ye ku li dijî wan hin agahîyan bihewînin. Ji xeynî vê tirsa belavbûna hin agahîyan jî rû dide bi hin dewletan re.
Ji bo agahîyên heqîqî meriv dikare bawerîya xwe bi Wîkîpedîyayê bîne? Wîkîpedîya bi tena serê xwe ji bo zanîn û pêşketinê bes e?
Wîkîpedîya ensîklopedîya dîjîtal yê herî mezin e. Ji alîyê bikarhênerên qeydkirî an neqeydkirî (yên wek anonîm) ve tê avakirin û sererastkirin. Wekî ku min li jor jî behs kiribû, li gor isûl û esasên îlmî kar dike. Yek ji van isûlan jî xwedîçavkanîbûn e. Ango divê gotarên li ser Wîkîpedîyayê xwedî çavkanîyên pêbawer bin. Divê gotar têra xwe agahîyan bihewînin. Divê gotar bi zimanekî bêalî werin nivîsandin. Divê gotar bi zimanekî birêkûpêk werin nivîsandin û fambar bin. Ji xeynî van krîterên qebûlbûna wek gotar jî hene. Û çendîn krîterên din jî. Herçiqas ewqas krîter hebin jî alîyên zeîf yên Wîkîpedîyayê jî hene, alîyên qewî yên Wîkîpedîyayê jî hene.
Hin alîyên Wîkîpedîyayê yên xurt:
- Di gelek zimanan de xwedî gelek nivîskar û edîtorên aktîv e. Ji ber vê yekê di çendîn mijaran de xwedî zêdetir çavkanîyan e û mirov dikare rehettir xwe bigihîne wê.
- Bûyerên girîng piştî çend saetan an çend rojan bi awayekî pir zû dikare li ser Wîkîpedîyayê cih bigire.
- Wîkîpedîya yek ji çavkanîyên kêmpeyda ye ku çanda popûler bi zimanekî ensîklopedîk îfade dike.
- Alîgirîyên çandî û dînî yên ku di gelek çavkanîyan de cih digirin li ser Wîkîpedîyayê zeîftir in.
- Gava ku bi çavkanîyên din ên internet-bingehî ve tê mûqayesekirin, bi xêra avanîya wê ya çavkanîvekirî îxtîmala sererastkirina gotarên ku agahîyên şaş dihewînin ji yên din pir zêdetir e.
- Desteyekê ku li ser gotarên Wîkîpedîyayê sansûr tetbîq bike tine ye. Ango pir zehmet e ku ji alîyê komekî ve sansûr were tetbîqkirin, çavkanîyên fermî bêne sînordarkirin, an nerîneke dîyarkirî bê biçûkxistin (fermi an nefermî).
- Agahîyên ku li Wîkîpedîyayê tên zêdekirin bi awayekî ku cardin neyê peydakirin nikarin jê werin birin.
Hin alîyên Wîkîpedîyayê yên zeîf:
- Awayê ji herkesî re vekirî, tê maneya ku hergav ji kesên nîyetxirab re vekirî ye, û ji ber vê yekê carina dikare di halekî xirab de be. Mîsalen di gotarê de îfadeyên nîqaşbar dikarin bi awayekî alîgir cih bigirin an gotar dikare were vandalîzekirin.
2-Mekanîzmaya çareserkirina nelihevîyan li ser Wîkîpedîyayê girêdayî edîtoran e. Ango meqemekî bilindtir yê ku nelihevîyan çareser bike tine ye. Ji ber vê yekê heya ku nelihevîyên li ser gotarekî were çareserkirin û gotar were sererastkirin û qalîtedarkirin wextekî dirêj dikare derbas bibe.
3-Herçiqas hewlên vandalîzmê yên berçav zû têne tesbîtkirin û sererastkirin jî, hin hewlên vandalîzmê yên neberçav û kêmhiştî zû nayên tesbîtkirin û sererastkitin.
4-Li ser rastîya gotarên girîng jî mekanîzmayeke kontrolê ya sîstematîk tine. Lewma dibe ku ew jî kêmhiştî an bişaşî bin.
5-Ji xeynî hin gotarên ku pir têne teftîşkirin, dibe ku hin gotarên li ser Wîkîpedîyayê ji hin alîyan ve kêm an xelet bin.
6- Dibe ku hin beşdarîyên li ser Wîkîpedîyayê, bi krîterên Wîkîpedîyayê re bi temamî li hev neyên, an hin agahîyên xwedî mafê telîfê ku divê bên rakirin bihewînin.
Wekî ku ji van sedeman jî dîyar e, alîyên zeîf yên Wîkîpedîyayê jî hene, û ji ber van sedeman mirov nikare bawerîya xwe bi temamî bi Wîkîpedîya jî bîne. Lê Wîkîpedîya bi giştî çavkanîyeke pêbawer e.
Wîkîpedîya bi tena serê xwe ji bo zanîn û pêşketinê ne bes e. Gelek qadên din ên zanînê hene. Divê mirov di her qadekî de xwe bi pêş bixe wek miletek.
Her kes dikare bibe endamê Wîkîpedîyayê û gotaran lê zêde bike?
Herkes dikare bibe endamê Wîkîpedîyayê û beşdarîyan bike, bi çêkirina gotarên nû an sereratkirina gotarên heyî. Lê divê em vê yekê jî dîyar bikin ku bêyî endambûnê jî her kesek dikare beşdarîyan bike. Lê em endambûnê pêşnîyar dikin. Wekî hin malperan ji bo endambûnê maîlekê jî nehewce ye. Tenê bi navekî bikarhênerîyê jî mirov dikare bibe endam. Yanî endambûn pir rehet e.
Em li hêvîya endamên nû ne. Pêşketina Wîkîpedîyaya Kurdî rê li ber pêşketina zimanê Kurdî vedike. Lewma em herkesî dawetê vir dikin ji bo tevlîbûn û beşdarîkirinê.
Fêdeyên Wîkîpedîyayê jî çêdibe ji bo beşdaran. Beşdar bi xêra Wîkîpedîyayê dikarin xwe hînî isûla lêkolînên akademîk bikin. Ji xeynî vê xwe hînî lêkolînê bikin û gava li mijaran dikolin xwe hînî tiştûmiştên nû bikin.
Bikarhênerên kurd çawa dikarin bibin alîkar? Divê çi bikin?
Divê em hewl bidin ku Wîkîpedîya Kurdî û bi giştî zimanê Kurdî di her qadê de bi pêş bixin. Zimanê xwe bigihînin asta zimanên pêşketî. Ji bo vê divê em li ser wîkîyan jî hewl bidin. Alîkarbûn pir hêsan e. Mîsalen ger tu zimanê îngilîzî bizanî bi deh hezaran gotar hene ku tu dikarî ji zimanê İngilîzî wergerînî zimanê Kurdî. An gotarên heyî berfirehtir bikî, bi pêş bixî. An ger tu zimanê Tirkî bizanibî dikarî gotarên bi zimanê Tirkî wergerînî zimanê Kurdî.
Di Wîkîpedîya İngilîzî de li gor hejmara îro (06.10.2020) 6.169.433 gotar hene, yanî zêdetirî 6 milyonan gotar hene. Li ser Wîkîpedîya Tirkî li gor hejmarên îro (06.10.2020) 367,443 gotar hene, yanî zêdetirî zêdetirî 360 hezaran gotar hene. Divê em jî wîkîya xwe bigihînin asteke baş. Di vê navberê de vê jî bêjim ku ji bo me hejmar bi tena serê xwe ne krîter e. Mirov dikare di demeke kurt de bi hezaran gotarên yekhevokî an pirkurt çêbike, lê xwedîçavkanîbûn, têra xwe agahîyan hewandin û qalîtedarbûn jî ji krîterên me yên girîng in.
Wekî ku min got gelek metodên alîkirinê hene. Mîsalen ger tu di mijara gramer û rastnivîsa Kurdî de pêşketî bî, dikarî tenê ji bo kontrola gramerê jî alî me bikî (wekî kontroler). Lewma em bang li miletê xwe dikin ku herkes tevlî xebatên Kurdî bibe, bi taybetî jî ciwanên kurd. Her kesek dikare bi awayekî alî me bike.
Ji xeynî van malperekî bi navê https://translatewiki.net/ heye ku ji wir wergerên çendîn projeyên bi çavkanîya azad têne kirin. Wergerên MedyaWîkîyê jî ji ser wê malperê tê kirin.
Û projeyeke din yê bi navê http://cldr.unicode.org/ jî heye ku hema bêje di temamîya malperên mezin ên wek Google, Microsoft de agahîyên ku li vê malperê hatine zêdekirin tên bikaranîn. Lewma em bi taybetî ji bo van jî bang li miletê xwe dikin ku beşdarî van malperan bibin û alîkarîya xebatên wergerandin û lokalîzekirinê bikin. Ji bo wergerandina projeya CLDRê komekî Telegramê jî hatîye çêkirin. Hevalên dilxwaz hebin bila ji ser maîla me (wikipedîyakurdi@gmail.com) an ji ser DMya hesabên me yên Twitterê an ji ser Instagramê xwe bigihînin me.
Li vir gotareke berfireh yê derbarê CLDRê de heye: https://teknist.xyz/page/view-post?id=21&lang=en
Wîkîpedîya li gorî çi gotaran qebûl dike û wan diweşîne?
Her gotarekî ku tê çêkirin li ser Wîkîpedîyayê rasterast tê weşandin. Ji bo guherandinan jî ev yek wisa ye. Yanî ku we gotarekî guherand ango sererast kir, ev guherandinên we rasterast tên weşandin. Kontroleke berî weşandinê tine ye. Lê piştî ku gotar tên weşandin, bikarhênerên din jî vê gotarê dibînin. Bi taybetî beşek heye bi navê “Guhertinên dawî” ku ji vir guhertinên dawî ên li ser Wîkîpedîyayê tê peydakirin. Lînk:
https://ku.wikipedia.org/wiki/Taybet:Guherandin%C3%AAn_daw%C3%AE?hidebots=1&hidecategorization=1&hideWikibase=1&limit=500&days=30&urlversion=2 . Bi taybetî rêvebir vê beşê pir kontrol dikin û ger karekî vandalîzmê hebe, zû tê sererastkirin.
Çendîn krîterên Wîkîpedîyayê hene. Ji vê rûpelê agahîyên berfireh dikare were bidestxistin: https://en.wikipedia.org/wiki/Wikipedia:What_Wikipedia_is_not
Lê em li vir behsa hin ji wan bikin.
- Wîkîpedîya ne ferhengek e. Divê gotar mîna ferhengê neyên ravekirin. Wîkîpedîya ensîklopedîyek e û divê li gor wê naverok werin hazirkirin. Wekî notek biçûk divê em dîyar bikin ku projeyeke ferhengê ya Weqfa Wîkîmedyayê heye bi navê Wîkîferheng ku şaxa wê ya Kurdî li ji alîyê gelek kesan ve hatîye sehkirin.
- Wîkîpedîya ne kursîyeke serbest e ku herkes karibe bi rehetî fikrûramanên xwe yên şexsî belav bike. Wîkîpedîya ne cihê reklamê ye ku yek were reklama xwe an reklama xizmet an berhemekî xwe bike. Wîkîpedîya ne forumeke nîqaşê ye.
- Wîkîpedîya ne ensîklopedîya milî ya miletekî an dewletekî ye. Herkes dikare tê de beşdarî bike û xwedî polîtîkaya bêalîtîyê ye. Lewma divê ji alîyê milet an dewletan ve bi awayekî nijadperest neyê emilandin.
- Wîkîpedîya ne cihê lînkdanê an depokirina dosyeyan e.
- Wîkîpedîya ne cihê çêkirina rûpelên şexsî ye.
- Wîkîpedîya ne cihê agahîyên ku belawela tên weşandin e. Wîkîpedîya ne cihê lîstekirina gotinên navdaran e. Ji bo gotinên navdaran divê Wîkîgotin (https://ku.wikiquote.org/wiki/Destp%C3%AAk) were bikaranîn.
- Wîkîpedîya ne kahîn e. Ne cihê nivîsandina kehanetan, spekulasyonan, an texmînan e.
- Wîkîpedîya ne qada şerkirinê ye. Wîkîpedîya ne derdoreke kaosê ye.
Gelek krîterên din jî hene, lê li vir min wek nimûne behsa çend ji wan kir.
Wekî Wîkîpedîyaya Kurdî ji bo pêşerojê xebatên we çi ne?
Bi rastî ez li ser navê temamîya Wîkîpedîyayê nikarim xeber bidim. Lê ger ez li ser navê xwe û çend hevalên xwe mijûl bibim, çend projeyên me hene. Projeyeke me jixwe vêga heye ku hesabên medyaya civakî bû. Me çend hesaban vekir ji bo wîkîyên Kurdî. Piştî vê me hewl da ku em li ser medyaya civakî wîkîyan bidin naskirin û nîşandan. Twîtên hesabê Weqfa Wîkîmedyayê û twîtên Wîkîpedîyayê yên li ser zimanê Kurdî bi alîkarîya me hate weşandin. Ev twît ji alîyê serokkomarê Îraqê Berhem Salih ve jî hate RTkirin -ku ew jî kurd e-. Ev jî bû reklamekî baş ji bo zimanê Kurdî. Lînk li vir e: https://twitter.com/Wikipedia/status/1292506273792040962
Projeyeke me jî ev e ku em koordînasyona di navbera wîkîyên Kurdî de zêdetir bikin û di navbera Wîkîpedîyayên Kurdî de (Soranî, Kurmancî û Zazakî) her sal pêşbazîyekê li dar bixin. Wê di vê pêşbazîyê de gotarên nûçêkirî û sererastkirî yên biqalîte bên hejmartin û ji çend kesên bilindpûangirtî re xelatê bidin. Û ev pêşbazî sale careke, her sal were sazkirin. Ji bo vê yekê em vêga komekî bi navê Kurdish Wikimedians User Groupê ava dikin qene ku di plansazîya vê projeyê de cih bigire. Navê vê projeyê em wek “Maratona Kurdî” (Kurdish Marathon) difikirin.
Ji xeynî vê dibe ku em civînên serhêl (yên ji her kesî re vekirî) jî li dar bixin.
Rûpela vê komê: https://meta.wikimedia.org/wiki/Kurdish_Wikimedians_User_Group (Bi îngilîzî)
Ger em karibin em ê hewl bidin ku bi çend zanîngehan re jî têkilîyê deynin.
Hin hevpeyvînên din ên der barê Wîkîpedîyaya Kurdî de
- Hevpeyvîneke ku malpera “Radyoya Swêdê” bi rêvebir Gomada re çêkirîye (ji sala 2016an): https://sverigesradio.se/sida/artikel.aspx?programid=2200&artikel=6361857
- Hevpeyvîna rojnameya Azadîya Welat ya bi avakarê şaxa Kurdî ya Wîkîpedîyayê Erdal Ronahî re (ji sala 2012an): http://gazetekurd.com/ensiklopedîyeke-kurdi-wikipediakurdipedia/
- Hevpeyvîneke din li ser malpera teknistan.com-ê (ji sermaweza 2018an): https://teknistan.wordpress.com/2018/11/15/ensiklopedîya-azad-wikipedîya/
Hevpeyvîneke din ya li ser malpera Gazete Duvar-ê (ji Sibata 2020an): https://www.gazeteduvar.com.tr/turkîye/2020/02/03/wikiferheng-bira-zimane-kurdi