Egîd Civyan ê ku di sala 2014an de wek fermandarê yekîneyeke Hêzên Parastina Gel (HPG) li Şengalê li hemberî DAÎŞê li ber xwe dabû û bi sedhezaran Kurdên Êzîdî rizgar kiribû, wê çaxê li pêş kamerayên çapemeniyê wiha gotibû:
“Şengal sembola yekîtiya gelê Kurdistanê ye. Êrîşa DAÎŞê hêla ku di nava hizbên Kurdistanê de yekîtî çêbe,hestên biratiyê pêşbikeve. Em Kurd tu caran nebûne yek, lê ji ber xêra Şengalê em bûne yek. Em nahêlin ku ev serkeftin bibe sebebê birakujiyê…”
Fermandar Egîd mehek berê (11.09.2020) li bakurê Kurdistanê li Geliyê Masîro ya li navçeya Şaxê ya girêdayî Wanê di operasyoneke arteşa Tirk de şehîd bûye.
Di roja şehîdbûna fermandar Egîd Civyan de (11.10.2020) çapemeniya Kurdî nûçeyekî din ê li ser Şengalê belav kir. Hat aşkerekirin ku “bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo asayîkirina rewşa li Şengalê rêkeftinek îmze kirine.”
Herçiqas berdevkên Hikûmeta Iraqê û yên Amerîkayê biryarên rêkeftinê wekî ‘asayî û aramîkirina herêmê, jinûvekirina rêveberiyê, vegera koçberan, bo herêmê tayinkirina hinek hêzên hikûmetê û derketina hêzên mêvan’ aşkere bike jî, çapemeniya Başûrî armanc û biryarên rêkeftinê tenê wekî ‘derxistina PKKê ji Şengalê’ dan nasandin.
Berdevk û berpirsên Hikûmeta Başûr hê tu daxuyanî nedabin jî, çapemeniya Başûrî bi daxuyaniya çend kesên ku rolên wan nediyar e, bi zimanekî tûj ê ku tansiyonê bilind bike, hewayê navmalî yê Kurdan şelû dikir.
Ev rêkeftin ê çi bi xwe re bîne, hê nediyar e. Lê ne hewceyî gotinê ye, ku ne Kurd bi giştî û ne jî Şengalî tu xêrê ji rêkeftinên bêyî vîna Şengaliyan bêne îmzekerin nabînin.
Helbet divê her herêmên Kurdistanê ji hêla Kurdistaniyan ve bên bi rêve birin, di her biryarên bi çarenûsa Kurdan û Kurdistanê ve girêdayî de vîna Kurdan hebe û xelkê Kurdistanê di nava aramiyê de bijî.
Le kî ê li wir bimîne û divê kî ji wir biçe, gereke Şengalî bi xwe biryarê bidin. Partî û organîzasyonên Kurdî jî bi siyaset û dîplomasiya xwe gereke tenê xizmetî vê yekê bikin.
Amerîka ev demek e li Rojava û li Başûr him di nava hêzên Kurdî û him jî di nava Kurdan û Hikûmeta Iraqê de di nava hinek hewldanan de ye. Hevdîtinên Kurdî-Kurdî yên li Rojava û ev rêkeftina dawî ya di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Başûr de hate îmzekirin di nav ahengekî de tên bi rêve birin.
Amerîka îro bo berjewendiyên xwe xwedîstatûbûna Kurdan wek siyasetekê bipêş bixe jî , di heman demê de dixwaze siyaseta Kurdî bi rengê siyaseta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), siyaseteke ‘hevaheng û girêdayî’ bibe û siyaseta Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)a ‘xweser’ ji bo berjewendiyên xwe wek problemê dibîne.
Ji ber vê yekê ye, ku PDK û çapemeniya Başûr van pêngavên ji hêla Amerîkayê ve tên bi rêvebirin bi coşekê pêşwazî dikin û di bertekên hêla PKKê de hestên nerazîbûnê xuya ne û di daxuyaniyan de jî siyaseteke wekî ‘bipê û bibîne’ xwe dide der…
Niyeta Amerîkayê an jî ya hêzên navdewletî çi dibe bira bibe; ya girîng niyet û helwesta Kurdan û ya hêzên Kurdî ye.
Bêyî yekîtiyê, bêyî nûnertî, diyalog, razîbûn û tevlêbûna Kurdan û hêzên Kurdî û li gel vê yekê him jî li dijî hezeke din a Kurdî gavên ku bêne avêtin, ê tenê bibin sebebê nearamiyê û pevçûna navmalî ya Kurdan.