Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciyê de jî ev kompeyv gelek zêdene. Taybeta van kompeyvan, bi du peyvan pêk tê. Herdu peyv tîpa “û” yê digire nav xwe , “û” karekî wak girêdek hildigire.Herdu peyv jî ji “û” yê hêz digire yan jî hêz dide “û” yê.
Rêzenivîs :19
S
Saet û sanîye
Saet. 1. 60 deqîqe. Di dema 24 saeta rojê da 60 deqîqe yan jî 24 saetê de saetek. 1/24
Sanîye: 1. Çirke.
- 60 xulekê (deqîqeyê) de xulekek, 86.400 sanîyeyê rojê da sanîyek. 1/86.400
Mane: Dem, wext, zeman, çax
Mînak: Saet û sanîye serda nêçû mizgînî da me.
Sal û zeman
Sal: 1. 365 roj. 52 hefte. 12 meh. 4 demsal.
- Kevirê pan.
Zeman: 1. Dem, çax, wext, zaman.
Mane: Dem, çax, wext, zeman.
Gelek wext, demek dirêj. ( borî yan jî bê)
Mînak: Gelek wext, demek dirêj, bi kurtasî sal û zeman di ser da derbas bû….
Salox û silûx
Salox: 1. Salix.
- Xeber, behs, gotin.
- Agahî.
- Malûmat, haydarî.
Silûx: 1. Ji “salox”ê silûx.
- Rot. Rota ku dirêjîya xwe çar metreye.
Mane: Agahî, salix, xeber.
Mînak: Çûne neçûne me salox û silûx ji wana negirtîye.
Sar û seqem
Sar: 1. Dijraberî germ ê.
- Serma.
- Xwîn negerm, ne xwîngerm. (mecazî)
Seqem: 1. Hewaya pir sar.
- Hişkesayî, qerisokê tûj û sar.
- Sayî, kelwaz, qerîsok.
Mane: Bayê sar û ziwa, hewaya pir sar.
Hişkesayî. Sir.
Mînak: Îsal sar û seqemê sûlav û robaran cemidand.
Sar û serma
Sar: 1. Dijraberî germ ê.
- Serma.
- Xwîn negerm, ne xwîngerm. (mecazî)
Serma: 1. Sarî.
- Bapêş, persîv, nevazîl, zekem.
Mane: Rewşa sarîya hewayê. Sarî
Mînak: Zivistanê xwe nîşan da, sar û sermayê derî li me girt.
Sar û germ
Sar: 1. Dijraberî germê.
- Serma.
- Xwîn negermî, ne xwîngermî. (mecazî)
Germ: 1. Ne sar, ne tezî û qerisî. Tîna agir yan jî ya rojê.
Mane: Çêrme, tînegerm, tênşîr, şîregerm.
Mînak: Ji bo ser şûştinê avê sar û germ kir.
Sarêj û saxî
Sarêj: 1. Baş, rihet, sax, bi sihet.
- Başbûn, saxbûn, rindbûn. Ji nexweşîyê xelasbûn.
Saxî: 1. Silametî, tendiristî, xweşbûn.
- Gişt, hemû, tevahî.
- Lêgerîn, sehî kirin.
Mane: Başbûn, saxbûn, rindbûn, saxbûn, xweşbûn, berexêrbûn. (Ji nexweşînê xelas bûn.)
Mînak: Ji nexweşxaneyê bi sarêj û saxî derket.
Saw û sepet
Saw: 1. Xeyal, sawêr. Tiştê ku di hiş û zêhn da tê sêwirandin.
- Sepet, rewrewk.
- Îluzyon. Sawîn. Hîsê xelet. Xeletê hîs.
- Xof, tirs, hêwl, teror, dehşet.
- Zekem, nezle, bapêş.
Sepet: 1. Spêle, xeyalet, xeybane, şevreşk.
- Reş, reşe.
- Nîgaş, xeyal, îmaj. Tiştê ku di rastîyê da tine lê wakî ku hebe tê dîtin yan jî tê hesibandin.
- Zembîl, qufik.
Mane: Şevreşk, sawê, sipêle, xeyalet.
Xeyal, heyal, îmaj, hêma (di pîsîkolojîyê da)
Mînak: Saw û sepetê zarokan bê sînor in.
Sawan û pawan
Sawan: 1. Tirs, xof.
Pawan: 1. Piştevan, piştgir, parêzkar.
- Pasavan, mihefiz, bekçî, zêrevan.
- Monopol. Yekdestî, tekdestî.
- Tenê bi serê xwe li tiştekî xwedî derketin. Bi serê xwe xwedî bûna tiştekî. (mecazî)
Mane: Bi dengekî bilind û tal ji kesekî ra gotin, lêheyandin, tehdît.
Çav tirsandin, fors, fort.
Mînak: Bila kesek li van deran, bi navê filan û bêvan kesan sawan û pawan neajo!
Sax û saxlem
Sax: 1. Ne mirî. Ya/yê ne mirî.
- Ne nexwaş, bê êş.
- Ne parçe. Temam.
- Pak, paqij. Dilsaf.
Saxlem: 1. Kesa/kesê yan jî candêra/candêrê bê êş û bê nexwaş.
- Tişta/tiştê bê kêmasî yan jî bê qisûr.
Mane: Sipsax, sipîsax, sipsaxlem, sipîsaxlem, spîselamet.
Saxî saxlem, ser û çav û dest û pî li şûndê.
Mînak: Tirêlê, mal û tiştên din bi sax û saxlem biriye cîh.
Seqet û sûqet
Seqet. 1. Kûd, qorim, linger, kulek. Kesa/kesê ku parçeyêkî laşê xwe nikare kar bîne, bişixulîne.
Suqet: 1. Ji “seqet”ê sûqet.
- Peyvekî muhmel, bi serê xwe bêwate.
Mane: Kûd, kêmendam.
Astengdar.
Mînak: Pir nema em di bin wan karê giran da seqet û sûket bibin.
Ser û bar
Ser:1. Serî, kur, qaf. Di laşê mirov û candarên din da beşa jor.
- Serek, serok. Kesa/kesê ku tiştekî bi rê ve dibe ango dimeşîne. Serkirde.
- Destpêk. (mîn: Serê mehê, serê salê.)
- Bingeh, esas, binyat.
- Di erazîyêda cîhê bilind. Bilindtirîn.
- Noqteya dawîya tiştekî. (mîn: Serê pênûsê.)
- Rexê jorin yê tiştekî. (mîn: Ser xanî, ser banê.)
- Lib, heb. (mîn: 50 ser bizin.)
- Cîhê girîng, alîyê giringîya tiştekî.
Bar: 1. Tiştên ku meriv yan jî hesp, qatir, ker, hêstir…hwd. yan jî tirimpêl, balafir, keştî…hwd. hildigire û rêdiguhêze.
- Berpirsiyarî, erk, wazîfe.
- Cîhê ku alkol tê firotin, vexwerinxane.
- Peseteya (dewsan) hewayê. (F) (Mîn: Şeş dewsan/ bar.)
- Berhem, mahsûl.
- Derbarê (yekî) da, der heqê (kesekî) da.
- Barûdox. Rewş, hal, destûdar.
Mane: Berpirsiyarî. Binbarî.
Mînak: Hêlîna bê ser û bar para mişk û maran e (1).
Ser û ber
Ser:1. Serî, kur, qaf. Di laşê mirov û candarên din da beşa jor.
- Serek, serok. Kesa/kesê ku tiştekî bi rê ve dibe ango dimeşîne. Serkirde.
- Destpêk. (mîn: Serê mehê, serê salê.)
- Bingeh, esas, binyat.
- Di erazîyêda cîhê bilind. Bilindtirîn.
- Noqteya dawîya tiştekî. (mîn: Serê pênûsê.)
- Rexê jorin yê tiştekî. (mîn: Ser xanî, ser banê.)
- Lib, heb. (mîn: 50 ser bizin.)
- Cîhê girîng, alîyê giringîya tiştekî.
Ber: 1. Pêşber, pêş, hember. Li ber.
- Sîng.
- Memik, çiçik.
- Dol, tov.
- Cenîn.
- Kevir.
- Rû, serûçav.
- Dev, derî.
- Berhem.
- Hîna tiştek nebûye.
- Berê. Dema borîya niha.
- Ber bi…..ve, ber bi…..de.
Mane: Hemû bi hev ra.
Rewş, hal, destûdor, barûdox.
Întîzam, rêkûpêk, rêzandar.
Mînak: Guh nedida kesekî, loma bê ser û ber çû.
Ser û rû
Ser: 1. Serî, kur, qaf. Di laşê mirov û candarên din da beşa jor.
- Serek, serok. Kesa/kesê ku tiştekî bi rê ve dibe ango dimeşîne. Serkirde.
- Destpêk. (mîn: Serê mehê, serê salê.)
- Bingeh, esas, binyat.
- Di erazîyêda cîhê bilind. Bilindtirîn.
- Noqteyê dawîya tiştekî. (mîn: Serê pênûsê.)
- Rexê jorin ye tiştekî. (mîn: Ser xanî, ser banê.)
- Lib, heb. (mîn: 50 ser bizin.)
- Cîhê girîng, alîyê giringîya tiştekî.
Rû: 1. Serçav. Çav, dev, poz, gep, çenik, gep û enî. Devrû.
- Beşa dervayê tiştekî.
- Ber, pêşî. Pêşîya tiştekî.
- Şiroveya şerm û fedîtîyê. (mîn: Bêrû.)
Mane: Dêm, serçav.
Çav û dev û poz û alek û enî û gep bi hev ra.
Ser û rengê rû
Mînak: Delalê dîsa ser û rûyê xwe xemilandî ye.
Ser û bin
Ser: 1. Serî, kur, qaf. Di laşê mirov û candarên din da beşa jor.
- Serek, serok. Kesa/kesê ku tiştekî bi rê ve dibe ango dimeşîne. Serkirde.
- Destpêk. (mîn: Serê mehê, serê salê.)
- Bingeh, esas, binyat.
- Di erazîyêda cîhê bilind. Bilindtirîn.
- Noqteya dawîya tiştekî. (mîn: Serê pênûsê.)
- Rexê jorin ye tiştekî. (mîn: Ser xan, ser banê..)
- Lib, heb. (mîn: 50 ser bizin.)
- Cîhê girîng, alîyê giringîya tiştekî.
Bin: 1. Binî.
- Alîyê jêrin. Pîjêrinê tiştekî.
- Ast. Nizm.
Mane: Ser li binî û bin li serî.
Tevlihev, bêserûber, tarûmar.
Mînak: Dizan, malê ser û bin kiribû.
Ser û sinc
Ser:1. Serî, kur, qaf. Di laşê mirov û candarên din da beşa jor.
- Serek, serok. Kesa/kesê ku tiştekî bi rê ve dibe ango dimeşîne. Serkirde.
- Destpêk. (mîn: Serê mehê, serê salê.)
- Bingeh, esas, binyat.
- Di erazîyêda cîhê bilind. Bilindtirîn.
- Noqteya dawîya tiştekî. (mîn: Serê pênûsê.)
- Rexê jorin ye tiştekî. (mîn: Ser xanî, ser banê.)
- Lib, heb. (mîn: 50 ser bizin.)
- Cîhê girîng, alîyê giringîya tiştekî.
Sinc: 1. Sînç
- Exlaq. Moral, etîk, rewişt.
- Stirî, sîx, histrî. (Riweka ku striyên wê pir in.)
Mane: Xûy, xislet, taybetî, exlaq.
Qilafet, bejn û bal, endam.
Ser û guh (ji bo cil û bergan), cil û berg, timtêl, libas, kinc.
Mînak: Çû ber hêlîyê ser û sîncê xwe dûz kir.
Ser û sîç= Ser û sinç
Ser û sedem
Ser: 1. Serî, kur, qaf. Di laşê mirov û candarên din da beşa jor.
- Serek, serok. Kesa/kesê ku tiştekî bi rê ve dibe ango dimeşîne. Serkirde.
- Destpêk. (mîn: Serê mehê, serê salê.)
- Bingeh, esas, binyat.
- Di erazîyêda cîhê bilind. Bilindtirîn.
- Noqteya dawîya tiştekî. (mîn: Serê pênûsê.)
- Rexê jorin ye tiştekî. (mîn: Ser xanî, ser banê.)
- Lib, heb. (mîn: 50 ser bizin.)
- Cîhê girîng, alîyê giringîya tiştekî.
Sedem: 1. Sebeb, sûc, binas, wesîle, hincet.
- Çima, çira.
Mane: Sebeb, sersebeb, binas, musebîb.
Mînak: Ser û sedema vê bûyerê ew e!
Ser û sebeb= Ser û sedem.
Ser û guh
Ser: 1. Serî, kur, qaf. Di laşê mirov û candarên din da beşa jor.
- Serek, serok. Kesa/kesê ku tiştekî bi rê ve dibe ango dimeşîne. Serkirde.
- Destpêk. (mîn: Serê mehê, serê salê.)
- Bingeh, esas, binyat.
- Di erazîyêda cîhê bilind. Bilindtirîn.
- Noqteya dawîya tiştekî. (mîn: Serê pênûsê.)
- Rexê jorin ye tiştekî. (mîn: Ser xanî, ser banê.)
- Lib, heb. (mîn: 50 ser bizin.)
- Cîhê girîng, alîyê giringîya tiştekî.
Guh: 1. Organên bihîstinê.
Mane: Ser û çav.
Cil û bergên li ser, cil û kincên li xwe kirîye.
Mînak: Ser û guhê xwe dan hev, rewşa xwe sererast kirin.
Ser û sîng
Ser: 1. Serî, kur, qaf. Di laşê mirov û candarên din da beşa jor.
- Serek, serok. Kesa/kesê ku tiştekî bi rê ve dibe ango dimeşîne. Serkirde.
- Destpêk. (mîn: Serê mehê, serê salê.)
- Bingeh, esas, binyat.
- Di erazîyêda cîhê bilind. Bilindtirîn.
- Noqteya dawîya tiştekî. (mîn: Serê pênûsê.)
- Rexê jorin ye tiştekî. (mîn: Ser xanî, ser banê.)
- Lib, heb. (mîn: 50 ser bizin.)
- Cîhê girîng, alîyê giringîya tiştekî.
Sîng: 1. Sing. Beşa laşê mirov û hin heywanan. Navbera zik û gerdan.
- Sing (dar yan jî hesinekî serî pîj û tûj. )
Mane: Bi hewar, bi hewar qêrîn û gazîn li ser û sîngê xwe xistin.
Mînak: Bi hewarî li ser û sîngê xwe dixist û wek lesar histêr dibarand.
Serad û bêjing
Serad: 1. Bêjinga mezin ya qul fireh.
- Seridîn, sinbilgirtin, silmgirêdan. (Ji bo genim, çeh…hwd.)
Bêjing: 1. Amûrê ku pê dexlûdan tê rawêştin. Amûrê dawitîn, bêjandin.
Mane: Qulqulbûn, kunîkunîbûn.
Di binî de hûrhûr gerîn.
Lêkolandin, lêgerîn, vekolandin, lê hûr bûn.
Mînak: Di yekcarekê da biryara xwe mede, baş li serad û bêjingê bixin.
Serkut û berkut
Serkut: 1. Çewisandin, dewisandin.
Berkut: 1. Dani ber çewisandinê, zordarî lê kirin. Li ber serkut bûnê.
Mane: Pêpes, dewisandin, tepisandin.
Binpêkirin.
Bi zor destî çewisandin.
Mînak: Di bingeha ramana dagirkeran da tim serkut û berkutî heye.
Serqot û pêxas
Serqot: 1. Ser vekirî. Bê şewqe, kum, kefî yan jî şerpe, çît, şar…hwd. Serê xwe negirtin.
Pêxas: 1. Pêxwas.
- Bê pêlav. Yê ku sol di ling da tine. Yê ku bê sol e.
- Rêbir. Diz. (argo)
Mane: Feqîr û xizan, çîprût, çîptazî, çîpuryan.
Mînak:Çi heyfe ku ew serqot û pêxas, di bin sîya zordestan de direynî xelk û netewa xwe!
Sêwr û pêwr
Sêwr: 1. Tesewir, sêwirandin, tesewirkirin.
- Dizayn, şikil, dirûv.
- Nexşandin.
Pêwr: 1. Nebûla.
- Strêka şivanan. Zuhre. Venûs. Streka çilek. Çîka çilek.
- Pêr û mêzîn.
- Ajalekî piçûk. ( Piranî dibe sedemê nexwaşîya guhandaran. Dikeve poz û gewrîya şîrdaran û mirovan, di vir da çêjikên xwe derdixine. Mîn: Mangeya me pêwirî bûye.)
Mane: Strêka şivanan. Zuhre. Venûs. Streka çilek. Çîka çilek.
Mînak: Helbestvan, di vê helbestê da rûyê dildara xwe, şibandîye stêrka sêwr û pêwr.
Sibeh û êvar
Sibeh: 1. Destpêka rojê. Şevak, beyanî, sihar, sivêh, seher.
Êvar: 1. Dema di navbera berêvar û şîvê.
- Dawîya rojê.
- Dema rojavabûnê.
Mane: Dema rojhelat û dema rojava. Sibeh êvar.
Tim û tim, Tim.
Şev û roj.
Mînak: Sibeh û êvara wî/wê li hev nayê.
Silav û kilav
Silav: 1. Merhabayî, rojbaşî, bi xêrhatî…hwd.
Kilav: 1. Ji “silav”ê kilav. Wak “kelam”
Mane: Merheba, selam, pate, rojbaş
Gotina ku dema mirov hevdû dibîne tê gotin, an jî ji kesan re tê şandin.
Silav û kelam.
Mînak: Silav û kilavên xwe ji hev nebirîyane.
Silav û kelam
Silav: 1. Merhabayî, rojbaş, bi xêrhatî…hwd.
Kelam: 1. Gotin, peyv, şor.
- Awayê gotinê.
- Îlmê ku li ser ol disekine.
Mane: : Merheba, selam, pate, rojbaş.
Gotina ku dema mirov hevdû dibîne tê gotin, an jî ji kesan re tê şandin.
Silav û kilav.
Mînak: Bi dilgermî silav û kelamên me girtin.
Singir û pingur
Singir: 1. Reng û ruçik. Mirûç, mirûz, rû.
- Yek lêdanê da tiştek jêkirin.
- Yek lêdanê da dar birîn.
- Serjêkirin.
Pingur: 1. Bi hêrs, bê moral, bi kîn.
- Bi xeyîdî, pingurîn.
Mane: Reng û rûçik.
Mînak: Bi rûyekî singir û pingur hate nik me.
Sip û sar
Sip: 1. Tam, zexm, qewî, qehîm, saxlem.
- Rengdêra kîpkirin.
Sar: 1. Pileya germa nizm.
- Serma, sarî.
- Ne ji dil, dilsarî. (mecazî)
Mane: Pir sar.
Sarbûn, jê sarbûn.
Dilgermîya xwe windakirin, dilsarbûn.
Mînak:Li ber vê gotinê, dest û pê li me sip û sar bû.
Sip û sor
Sip: 1. Tam, zexm, qewî, qehîm, saxlem.
- Rengdêra kîpkirin.
Sor: 1. Rengek.
- Rengê xwînê. Sur, sûr.
- Rengê xeterê, rengê talûkeyê.
- Pir germ, qijilandî.
Mane: Sipsor, spî sor. Ji sorê sortir.
Soro moro bûn.
Pir Germ. (ji bo av, şorbe…hwd.)
Mînak: Şorbeya sip û sor da ber kevçîyan, negot devê min dişewite!
Sir û sihêr
Sir: 1. Raz, nehînî, nepenî. Tiştê ku aqlê mirov nagire. Esrar.
- Bayê sibehê. Seqemî. Sirûseqem. Bayê seherê.
- Cîlayê kûpan.
- Dermanê ku li pişta came dixinin û camê dikin hêlî. Dermanê ku pê eynik tê çêkirin.
Sihêr: 1. Sihir, efsûn, îluzyon.
Mane: Raz, sîhir, îlîzyon.
Mînak: Çemê Firadê, heta roja îro ji xeynî zarokên xwe sir û sihêrên xwe ji tu kesan ra negotîye.
Sir û serma
Sir: 1. Raz, nehînî, nepenî. Tiştê ku aqlê mirov nagire. Esrar.
- Bayê sibehê. Seqemî. Sirûseqem. Bayê seherê.
- Cîlayê kûpan.
- Dermanê ku li pişta camê dixinin û camê dikin hêlî. Dermanê ku pê eynik tê çêkirin.
Serma: 1. Sarî.
- Bapêş, persîv, nevazîl, zekem.
Mane: Seqem. Bayê sar û ziwa.
Hewayê pir sar û ziwa.
Mînak: Sir û sermaya Qersê dilê meriv diricifîne.
Sir û seqem = Sir û serma.
Sist û xav
Sist: 1. Neşidiyayî, neşidandî, nekîp, nejidandî, nejidiyayî.
- Sistek. Sistok. Kesê xemsar. Bêeleqe.
- Sivik. ( Kar sist kirin. Kar sivik kirin.)
- Zexel, zexelî.
Xav: 1. Xog, xag. ( Ji bo fêkî û hêşinatî.)
- Xam. (Ji bo mirov yan jî heywanê ciwan yê bêtecrube.)
- Xav. ( Ji bo şîr.)
- Bêteşe, bêşikil.
Mane: Ne lêkdayî, ne qeyîm, ne pêt.
Ji xurtîyê dûr.
Mînak: Ji her alîyê ve kesekî sist û xav e.
Sî û star
Sî: 1. Sih, say, sîtav, sîber.
- Cîhê ku ji tirêja tavê hatîye parastin.
- Reş, silûet.
- Dûvik. Tim pê ra bûn, jê neketin. (mecazî)
- Lê xwedî derketin. Hîmaye kirin.
- Notayekî muzîkê.
- Jimara 30, XXX.
- Ceger, kezeb.
- Sîmir. Teyrê sîmir. Sîmerx.
- Koş, goş. (Çermê dabaxkirî.)
- Bîzî, hîlet, nefret.
Star: 1. Strandin, parastin, hêvişandin, hêmete kirin.
- Sitare, stargeh, penageh.
- Hewandin. ( Awayekî dizî bi nan û av kirin, xwedî derketin, xwedî kirin.)
- Navekê xwedê.
Mane: Lê xwedîtî, hîmaye, parastin.
Mînak: Dewletên demokratîk sî û starên netewên xwe ne.
Sîber û sîtavk
Sîber:1. Bersî, pejan, sî, bersîh. Dera ku tav lênakeve.
Sîtavk: 1. Şewq.
- Sîwtang, sîwtank.
- Birq.
Mane: Sî û şewq.
Mînak: Ewr û tîrêj, li ser Gola Wanê pel û pel sîber û sîtavk dilîstin.
Sîng û ber
Sîng: 1. Sing, Beşa laşê mirov û hin heywanan. Navbera zik û gerdan.
- Sing (dar yan jî hesinekî serî pîj û tûj. )
Ber: 1. Pêşber, pêş, hember. Li ber.
- Sîng.
- Memik, çiçik.
- Dol, tov.
- Cenîn.
- Kevir.
- Rû, serûçav.
- Dev, derî.
- Berhem.
- Hîna tiştek nebûye.
- Berê. Dema berîya niha.
- Ber bi…..ve, ber bi…..de.
Man: Bersîng, sîng, sing.
Çiçik, memik.
Mînak: Mişkê ji keçikê ra got ” Keça devzer, te xwar sîng û ber, te mal ji war kire der.” Kêçikê lê vergerand, got “mişko diranhûro, te xwar têr û tûro, te mal ji war kir dûro.” (2)
Sîp û sengele
Sîp: 1. Kurik, kurî, sîpik, dehşik.
- Lawikê hîn nû gav avitîye xortîyê.
Sengele: 1. Gêran, xort, nûgihîştî, sîpe, keleş, nûdar.
Mane: Xort, keleş.
Lawikê ku ji dewra zaroktîyê derketîye.
Mînak: Sîp û sensgeleyên gundê me li hev kom bûne û bî hev ra henekan dikin.
Sor û mor
Sor: 1. Rengek.
- Rengê xwînê. Sur, sûr.
- Rengê xeterê, rengê talûkeyê.
- Pir germ, qijilandî.
Mor: 1. Binefşî, xemir.
- Moz, mêş û ajalên din yên wak wan.
Mane: Mîpmor, mîpmor bûn.
Riçriçîn, şîpşînî bûn,
Mînak: Derewên wî li rûyê wî xistin jî dîsa rû lê sor û mor nebû.
Sor û sorçik
Sor: 1. Rengek.
- Rengê xwînê. Sur, sûr.
- Rengê xeterê, rengê talûkeyê.
- Pir germ, qijilandî.
Sorçik: 1. Reng avêtina sor.
- Sorikî.
- Sor bûn, sorsorî bûn. (Ji ber şermê û weke din.)
Mane: Sormor, sormor bûn.
Şermî ketin, di xwe da şermî ketin.
Mînak: Wî digot, ewê din sor û sorçika dibû.
Sosret û sibabet
Sosret: 1. Ecêp, nedîtî, mat, ne edebî.
- Skandal, gosirmetî, hetîketî.
Sibabet:1. Rewşa rezîl bûnê.
Mane: Gosermetî, ecêb, nedîtî, hetîketî, rezîltî, skandal.
Mînak: Sosret û sibabeta wana di devê herkesî da ye.
Soz û peyman
Soz: 1. Sond, belên, qewl.
- Gotin, çekû, bêje, peyv.
Peyman: 1. Lihevkirin, tifak, rêkeftin, wak yek.
- Miqawele, hevbendî, qewl.
Mane: Soz û qerar
Mînak: Ew soz û peymana navbera rovî û mirîşkê ye(!) em ê lê binêrin, gelo dê zeman ji me ra çi dibêje?
Soz û qerar
Soz: 1. Sond, belên, qewl.
- Gotin, çekû, bêje, peyv.
Qerar: 1. Biryar.
- Ne kêm ne zêde.
Mane: Qewl û qerar.
Mînak: Dest jê şûşt, dest jê kişand lê dîsa jî li ser soz û qerara xwe nesekinîya.
Soz û wehd
Soz: 1. Sond, belên, qewl.
- Gotin, çekû, bêje, peyv.
Wehd: 1. Soz, girêbest, kontrat, peyman, eqd.
Mane: : Soz, sond.
Sond û peyman, qewl û eqd.
Mînak: Li ser soz û wehda xwe sekinî.
Soz û bext
Soz: 1. Sond, belên, qewl.
- Gotin, çekû, bêje, peyv.
Bext:1. Şans, nesîb, qismet, talîh, qeder, felek, rojgar, çarenivîs.
- Wijdan, zemîr, dilovanî,dilsozî.
- Pêbawerî, ewleyî.
Mane: Soz, sond.
Ewletî, temînat, garantî.
Mînak: Bi dilhezî soz û bext dane hev.
Spî û rişk
Spî: 1. Sîs, sîsik. Rengê berfê.
- Bêreng.
- Heywanekî parazît, xwînmij, mijoxwar.
- Qeşartin. Qafik li ser girtin.
Rişk: 1. Nûtik.
- Hêkên spîyan.
Mane: Heywana kurtêlxur ya ku di pîsîtîyê da peyda dibe, di nav porên merov û pûrt û pirçên heywanan da xwe vêdişêre, û hêkên yanê nûtikên wê.
Mînak: Por nîne, zevîya spî û rişkan e!
**
1- Biwêj
2- Biwêj