Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciyê de jî ev kompeyv gelek zêdene. Taybeta van kompeyvan, bi du peyvan pêk tê. Herdu peyv tîpa “û” yê digire nav xwe , “û” karekî wak girêdek hildigire.Herdu peyv jî ji “û” yê hêz digire yan jî hêz dide “û” yê.
Rêzenivîs :20
Ş
Şahid û şihûd
Şahid: 1. Govan, gewa, dîdevan. Kesa/ kesê ku tiştê qewîmî yan jî tiştê ku hatîye kirin dîtîye û paşê bahsa wê qewimî û kirinê dike.
Şihûd: 1. Ji “şahidê” şihûd.
- Peyvekî muhmel, bi serê xwe bê wate.
Mane: Govan, gewa, guvah, guwah, gewah.
Mînak: Tu jî şahid û şihûdê xwe bîne, ez jî tînim; ka kî heq e, kî neheq e!
Şal û şapik
Şal: 1. Şel, şelwal, pantolon, pantor.
- Kûd, felç.
- “Ji te ra çi.” (mîn: Ne şalê te ye, şalê te pê nîn e.)
Şapik: 1. Îşlik, çakêt, çoxik, qemîs. Paltoyê bêastar yê ku bi mûyên bizinan hatîne honandin.
Mane: Cil û bergên gelerî yên mêrê Kurdan.
Mînak: Şal û şapik, girêdaneke kevnar û kevneşopîyeke mêrê Kurdan e.
Şalt û palt
Şalt: 1. Kincirî, peritî, pirtikî, şeletan. Cil û cawê kevn û diriyayî.
- Perîşan, belingaz, pejmûrde.
Palt: 1. Pejmûrde, şelax, peregende.
Mane: Pejmûrde, şeletan, kincir.
Kinç û cawên kevn û diriyayî.
Mînak: Ewqas zengîn e, bi kincên şalt û palt derdikeve der.
Şelt û Pelt= Şalt û palt.
Şalûl û bilbil
Şalûl: 1. Balindekî deng xweş. (Merops apîaster)
Bilbil: 1. Balindekî pir deng xweş. (Lûscînîa megarhynchos)
- Tûteber.
Mane: Navê du çûçikan.
Du balindeyên dengxweş.
Mînak: Bihar e bîstan xemilîn bi hemû rengan,
Di nav de dixwînin şalûl û bilbil gelek dengan (1).
Şan û şuhret
Şan: 1. Navdarî, meşhûrî.
- Kalibê hingivê.
- Nîşane, elamet.
- Şanik, şanek.
- Nîşan dan, şanî kirin.
- Mil, serpî.
Şuhret: 1. Şan, navdeng, navdar.
Mane: Navdeng, binavdeng, navdar, meşhûr, bi nav.
Mînak: Şan û şuhret barekî giran e, her kes nikare hilbigir e.
Şan û şoq = Şan û şuret.
Şaş û metel
Şaş: 1. Nerast, çewt, xelet.
- Xeletî, çewtî, xirabî.
- Metel, şaşwaz, ecêbmayî.
Metel: 1. Mat, şaşwaz, heyirî, şepilî, ecêb, heyret, matî.
- Fesadî, berhevdanî.
- Mesel, metelok, serpêhatî.
- Zûgotinok.
Mane: Şaşwaz, heyirîn, ecêbmayîn, mat man.
Bi awayekî heyrîmayîn, şaşmayîn.
Mînak: Pir caran meriv li hember hûnermendên wêje û zanistîyê şaş û metel dimîne.
Şaşwaz û metel
Şaşwaz: 1. Matmayî, metel, heyrî, mitrî,betilî, sersûr, ecêbmayî, aqilçûyî, liberxweketî, hişbelav.
Metel: 1. Mat, şaşwaz, heyirî, şepilî, ecêb, heyret, matî.
- Fesadî, berhevdanî.
- Mesel, metelok, serpêhatî.
- Zûgotinok.
Mane: Matmayî, ecêpmayî, bi aqilçûyî.
Mînak: Bi awayekî şaşwaz û metel min li wana sêr kir.
Şax û gulî
Şax: 1. Qoç, qiloç.
- Çeq, gulî, ta.
- Parçe, beş.
- Çîya, gir.
Gulî. 1. Çeq, ta, çiq, çiqûl. Parçeyên daran. Beşekî daran.
Mane: Beşa darê ya ku li ser per û mêwe dibe. Ta û Çiqûl.
Mînak: Îsal, şax û gulîyên daran di bin mêweyan da xwar bûn.
Şax û dax
Şax: 1. Qoç, qiloç.
- Çeq, gulî, ta.
- Parçe, beş.
- Çîya, gir.
Dax:1.Dirûv. Nîşanên ku bi hesinê sorkirî (kozir bûyî) pê gohên sewalan muhr dikin.
2.Jan, jana giran.
Mane: Reh, rîş, rîçik.
Reh berdan.
Mînak: Nexwaşîya pençeşêrê şax û dax berdaye hundirê wî û tevahîya organên wî metaztaz kirîye.
Şax û per
Şax: 1. Qoç, qiloç.
- Çeq, gulî, ta.
- Parçe, beş.
- Çîya, gir.
Per: 1. Pûrtê laşê firindeyan.
- Pel, belçîm, belg.
- Kel û per.
- Kêlek, tenişt, kevî
- Kaxez, pel.
Mane: Lêxwedîderketin, lêxwedîbûn, xwedîkirin.
Mînak: Ew bêkesî girt bin şax û perê xwe û lê xwedîtî kir.
Şax û şov
Şax: 1. Qoç, qiloç.
- Çeq, gulî, ta.
- Parçe, beş.
- Çîya, gir.
Şov: 1. Versîyon, guharto, varyant.
- Ji bo çandinê xeta ku li erdê hatîye kolandin.
- Şûv, şîv, bor, beyar.
- Şov (show).
Mane: Versîyon.
Tiştên hinek ji hev cuda yên eynî wek hev.
Mînak: Çend şax û şova wê motorê di vê kataloxê da hatîye nîşandin.
Şeb û şekir
Şeb: 1. Cûreyek xwêy. KAI(SO4)2. 12H2O
- Ji êvarê heta sibê.
Şekir: 1. Daringê (madeyê) şîrînkirinê. C6 H12 O6
Mane: Çêşîdekî xwê û şekir.
Mînak: Hê şeb û şekir ji hev naqetîne, hatîye rexneyan li min dike.
Şek û şemal
Şek: 1. Lêdan, lêxistin.
- Çalak, cansivik, çeleng.
- Halê dinê, halê cîhanê.
- Beranê du salinî.
- Asteng. (şekdan)
- Hîle, fêl, xapandin, xap.
- Çêq, pêk, çîmik.
- Şîp, pars. (zo.)
- Guman, şik.
Şemal: 1. Şewq, ronî, pertav.
- Ronîya çav û rû. (mecazî)
- Find, mûm, çira, şam, şemamk.
Mane: Xuyanga gelemperî, gelemperî xuyangî (ji bo însanan.)
Şekil û şemal.
Mînak: Bi gelemperî şek û şemalê wî/wê kesî ji min ra wer terîf kir.
Şekil û şemal
Şekil: 1. Şikil, dirûv, form.
Şemal: 1. Şewq, ronî, pertav.
- Ronîya çav û rû. (mecazî)
- Find, mûm, çira, şam, şemamk.
Mane: Şekl û şemaîl,
Taybetîya reng û rûyê kesekî/kesekê, taybetîya xuyanga kesekî/kesekê.
Mînak: Li şekil û şemalê xwe nanêre, zemê xelkê dike.
Şel û pel
Şel: 1. Kêsek, tert, tertan. (Ji bo axê, girikên axê)
- Kerme, keşkûr.
- Tegel, henc, şûl.
- Tûrikê mezin, xirar, telîs.
- Şal.
- Şil.
- Kûd, felinç, şat.
- Îftira, buxtan.
Pel: 1. Per, belçîm, belçîm, pelçîm, pelçim, Parçeyên çaqên daran.
- Darik, ço, çogan.
- Pelik. (Di kutandina tiştê madenî da parçeya ku jê dipeke.)
- Tîm, taxim, kom.
- Caw, paç, paçik, tiştên hûrûmûr, kelûpel, kirtûpirt, kalûmal,cilûcor.
- Tîk, tîkî, tîkanekî.
Mane: Kêsek, kerme, şelanê xwalîyê.
Mînak: Serê xwe li şel û pelan xistin(2).
Şel û şeht
Şel: 1. Kêsek, tert, tertan. (Ji bo axê, girikên axê)
- Kerme, keşkûr.
- Tegel, henc, şûl.
- Tûrikê mezin, xirar, telîs.
- Şal.
- Şil.
- Kûd, felinç, şat.
- Îftira, buxtan.
Şeht: 1. Hestînerm, raşîtîk.
- Felç, şelalî.
- Zîz, melûl.
- Bêhêz, qels, zeîf.
Mane: Felç, felinç, şat, kûd mûd.
Mînak: Kokimî zor e, meriv gav bi gav berbi şel û şehtyê ve dimeş e.
Şeng û şong
Şeng: 1. Xweş, şad, bikêf, neşedar, şox, zewqî.
2. Rind, nazdar.
- Pora aloz û qij.
Şong: 1. Ji “şeng” e şong.
- Peyvekî muhmel, bi serê xwe bê wate.
Mane: Şendil, şên û şen, neşedar.
Mînak: Çi merivekî şeng û şong e.
Şeng û şox = Şox û şeng
Şeq û deq
Şeq: 1. Çêk, qor, ling.
- Navran, navşeq.
- Derz, qelş, deriz. (ji bo tiştên req û hişk)
- Qîş, tîş, dir, tîşik.
- Alî, pî, rex, hember. (mîn: Li şeqa çepê.)
- Kerî, parçe. Dû kerî bûn. Ji hev vebûn.
- Xebathez, jêhatî, zîrek. (mecazî)
Deq: 1. Bi derzîyan wêneyên ( dirûv- şikilên) ku li ser laşê mirov hatîye çêkirin.
- Guzik, gûzik. (ji bo tovê riwekan). Guzika çamê…hwd.
- Belekî, noxte, xal, xalxalok, belekokî, deqdeqoq.
- Bijatre, favorî, nirxbilind.
- Bi hejmaran, beşa peyman an jî biryaran nîşan kirin.
- Şeqil, mohr, demxe.
Mane: Qelişîn, derizîn, şeqîn.
Derizîn û axmebûn, şeqîn û belavbûn.
Bûyerên mezin, hadîseya gir.
Mînak: Ez carek ketime nav şeq û deqê giran, ditirsim serê min ji belayan xelas nabe.
Şeqîn û teqîn
Şeqîn: 1. Derizîn, kelişîn, qelişîn, telişîn, qeyişîn.
Teqîn: 1. Teqan, teqînî, çeqîn.
- Qetîn, qurifîn, fesixîn. (mecazî)
- Fetiqîn. (mecazî)
- Derbûn, bilqijîn. ( ji bo birînan)
- Rabûn, çêbûn. (mecazî)
- Pencerbûn.
Mane: Teqereq
Mînak: Me di dawetanda dev ji vê toreya berbat berneda; ji ber şeqîn û teqîna çekan, nîvan û zarok gelek tengezar bûn.
Şer û qal
Şer: 1. Ceng, herb, cewşen.
- Lec, gengeşî. (mecazî)
- Lêkdan, pevçûn, lihevxistin.
Qal:1. Behs, çêl,qise, qisekirin.
- Axaftin, qezîkirin, gotin.
- Pevçûn, şer, lihevxistin.
Mane: Ceng, herb.
Pevçûn, lihevxistin, lêkdan.
Mînak: Şer û qalkirinke bêsebeb kir û şûnve jî ewqas kotek xwar!
Şer û qiyamet
Şer: 1. Ceng, herb, cewşen.
- Lec, gengeşî. (mecazî)
- Lêkdan, pevçûn, lihevxisin.
Qiyamet: 1. Dawîya dinê. Sonîya jîyan û cîhanê. (Li gor olî.) Soxîn.
- Qelebelix, dengûdor, heytûhot.
Mane: Wake roja mehşerê, wek cihê herş û mehşerê.
Mînak: Bêfîşal, te digot qey roja şer û qiyametê ye…
Şer û pevçûn
Şer: 1. Ceng, herb, cewşen.
- Lec, gengeşî. (mecazî)
- Lêkdan, pevçûn, lihevxistin.
Pevçûn: 1. Lihevxistin, lihevdan, lêkdan, şer.
- Lihevketin, ceng.
Mane: Lihevxistin, lêkdan, cewşen, ceng, herb.
Mînak: Ma tu delûdîn î her roj bi yekî ra şer û pevçûn dikî?
Şer û şewat
Şer: 1. Ceng, herb, cewşen.
- Lec, gengeşî. (mecazî)
- Lêkdan, pevçûn, lihevxisin.
Şewat: 1. Agir, sotin, şewitîn, agir pê ketin.
- Êş, jan, ezyet, şewata dil. (mecazî)
Mane: Di şer da, di şewatê da, lihevxistin êş û dilşewatî.
Mînak: Ax Kurdistan ax! çima tu her tim qada şer û şewatê yî?
Şeref û hesîyet
Şeref: 1. Namûs, rûmet, firazî, qîmet, nirx.
Hesîyet: 1. Rûmet, şeref, heysîyet, şanazî, şan, weqar.
Mane: Rûmet, namûs, zetînefs.
Mînak: Azadî, şeref û hesîyeta meriv e.
Şerm û heya
Şerm: 1 . Fedî, fêd, eyb, fihêt, erz, ar.
Heya: 1. Ar, şerm, avrû.
Mane: Fedî, avrû, ar, eyb.
Mînak: Tu çi bibêjî bêhûde ye, şerm û heya jê ra nemaye.
Şert û şirûd
Şert: 1. Hoy, merc, rewş. Pêwîstî, pêdivî, hewçetî.
Şirûd: 1. Merc, şert.
Mane: Tiştê ku hewceye bibe yan jî nebe. Pêk bê yan neyê.
Hal û merc, şert û merc.
Mînak: Şert û şirûdê wana nayê qebûl kirin.
Şert û şûrt = Şert û şirûd.
Şert û merc
Şert: 1. Hoy, merc, rewş. Pêwîstî, pêdivî, hewçetî.
Merc: 1. Şert, şirûd, pêwîstî.
Mane: : Tiştê ku hewceye bibe yan jî nebe. Pêk bê yan neyê.
Mînak: Şert û mercên sereke, bê berjewendî yêkbûn e.
Şev û roj
Şev:1. Navbera rojava û rojhilat.
Roj: 1.Navbera rojhilat û rojava.
Mane: Sibeh û êvar.
Herdem, her gav, hemî deman, tim.
Mînak: Ji bo amadekarîya azmûnê şev û rojên xwe kirîye yêk.
Şev û ro = Şev û roj.
Şewl û şafir
Şewl: 1. Şafir, devîstan, dehlûdir, daristanok. Dehlûdirê ku rûyê bivir nedîtîye.
- Li çîyê, cîhê dûz û rezîn. Cîhê ku kîjotik lê ne
- Şewq, ronî.
Şafir: 1. Berî, çol.
- Deşt, step.
Mane: Devîstan, warê pir teraş gîya pûşûpelax.
Devîyê ku rûye tevir û bivir nedîtîye.
Mînak: Piştî birûskê şewat derket, şewl û şafir nema.
Şewq û şepal
Şewq: 1. Ronahî, tav, ronî, ronayî, geşî, hetav.
- Birq, teys, çirisîn.
- Xwestek, hewes, şênayî, kêf.
- Bizmika derî û şibekan.
Şepal: 1. Bedew, ciwan, liserxwe, zîba, rind, nazdar.
- Şêr yan jî parsê (şîp) mê.
- Avzê, avzêl, şilek, pengav.
- Kûçikê hişyar, kûtîyê pêt, seyê xurt.
Mane: Birq û bedew, rindikîya rû û bejn û bala.
Mînak: Ez bûme dînê şewq û şepala yarê,
Qet jî nezan bibêjin ey evdalê xwadê(3).
Şêl û bêl
Şêl: 1. Çîm. (Lolîûm)
- Tevger, libat, şêwe, helwest, dîtin.
- Ofîs, şax, beş.
- Bîra berfê.
- Fêl, hîle, lîstik, derew.
- Çapxûn, êgîn, libak, mikewnî. (Mîn: Ew xatûna ji alîyê kar ve şêl e.)
- Şêlavk, badene, şerbet.
- Henckirin.
Bêl: 1. Parî, beş, şax, qism.
- Pûlik. Kerîk erazî yan jî daristan. Rêl, daristanok.
- Mer.
- Çîhê dûz, ser tûm.
Mane: Hal, rewş, helwest, tevger û libat.
Mînak: Ez li wî kesî dinêrim, şêl û bêla wî nakeve serê min.
Şêl û fêl
Şêl: 1. Çîm. (Lolîûm)
- Tevger, libat, şêwe, helwest, dîtin.
- Ofîs, şax, beş.
- Bîra berfê.
- Fêl, hîle, lîstik, derew.
- Çapxûn, êgîn, libak, mikewnî. (Mîn: Ew xatûna ji alîyê kar ve şêl e.)
- Şêlavk, badene, şerbet.
- Henckirin.
Fêl: 1. Xap, hîle, dekûdolab, fen, xapandin.
- Kiryar, kirin, xebat, fîîl ( bi tayberî yên xirab.)
- Lêker (Rêziman)
Mane: Hîle, desîse, xap, dolav, derew, vir û viç.
Mînak: Ew kesana gişt di nav şêl û fêlan da ne.
Şên û gewz
Şên: 1. Şen, şeng, neşedar, dilxweş, kêfxweş, dilgeş, gewz.
- Sax, geş, jîndar (bi taybetî hemû dar, gilûgîya.)
Gewz: 1. Neşedar, bikeyf, coşdar, bicoş, kêfxweş, dilxweş.
- Bikêf, şad.
Mane: Bikêf, şeng, neşedar, dilşen.
Mînak: Çi keçikek şên û gewz e.
Şên û şeng
Şên: 1. Şen, şeng, neşedar, dilxweş, kêfxweş, dilgeş, gewz.
- Sax, geş, jîndar (bi taybetî hemû dar, gilûgîya.)
Şeng: 1. Xweş, şad, bikêf, neşedar, şox, zewqî.
- Porê aloz û qij.
Mane: Şendil.
Mînak: Melodîyên şên û şeng digotin û direqisîyan.
Şêr û piling
Şêr: 1. Ji binemalê (famîlya) pisîkan, ajalekî kovî û dirinde.
- Egîd, şêrgele. (mecazî)
Piling: 1. Ji benemalê (famîlya) pisîkan, ajalekî kovî û dirinde.
Mane: Navê dû ajalên kovî û dirinde.
Şêrgele, egîd, bêtirs, kesên bêtirs.
Mînak: Ew şêr û piling bûn di şerê azadîyê da…
Şil û xet
Şil: 1. Ne zuha, ne ziwa.
- Hêmî, şilêrî.
- Felç, seqet, şelal.
- Sist, xirek, şore. (mecazî)
Xet: 1. Xêz, rêç, rêbaz.
- Rûyê pereyê (diravê) metal. Rûyê niviskî.
Mane: Vijag, şil û ziwa.
Mînak: Got, em vê pirsgirêkê bi vijagê hal bikin û ji bêrika xwe da qurişik derxist şil û xet avêt.
Şil û şol
Şil: 1. Ne zuha, ne ziwa.
- Hêmî, şilêrî.
- Felç, seqet, şelal.
- Sist, xirek, şore. (mecazî)
Şol: 1 . Kar, xebat, îş, kiryar.
- Ked, şuxl, erk.
Mane: Şipşil, bûn av, şip û şil.
Mînak: Guman heye, vê carê karê me şil û şol e!
Şil û pil
Şil: 1. Ne zuha, ne ziwa.
- Hêmî, şilêrî.
- Felç, seqet, şelal.
- Sist, xirek, şore. (mecazî)
Pil.1. Lîme, tîke, lîme lîme.
- Per perîşan.
- Pêyê pêşin yan jî ling. (mîn:Pilê îskemleyê.)
- Fîske, tilî fîsk.
- Şil û pil.
- Qure, pozbilind.
Mane: Ser û kinc gişt bûne wake avê. şipşil.
Mînak: Ji ber baranê em şil û pil bûn.
Şil û şat
Şil: 1. Ne zuha, ne ziwa.
- Hêmî, şilêrî.
- Felç, seqet, şelal.
- Sist, xirek, şore. (mecazî)
Şat:1. Felc, kûd, şel, şelal, qorimî, seqetî.
Mane: Kûd, şel, seqet.
Mînak: Tansîyonê li mejî xist şîl û şat bû, hindik mabû bimire.
Şil û şêt
Şil: 1. Ne zuha, ne ziwa.
- Hêmî, şilêrî.
- Felç, seqet, şelal.
- Sist, xirek, şore. (mecazî)
- Şêt: 1. Dîn, bêhiş, serserî, aqilkêm, delodîn.
- Felç, kûd.
Mane: Kûd, seqet.
Aqilkêm, dîn, delodîn.
Mînak: Tê gotin, dibêjin; li ser vê keçikê şil û şêt bûye.
Şil û ziwa
Şil: 1. Ne zuha, ne ziwa.
- Hêmî, şilêrî.
- Felç, seqet, şelal.
- Sist, xirek, şore. (mecazî)
Ziwa: 1. Hişk.
- Dijberî ter. Dijberî şil û hêmî.
- Bêav.
- Bêşilî û baran.
Mane: Qet destê xwe ne avêtin îş û karekî. (mîn: Destê xwe şil û ziwa nake.) (4)
Ji hev derxistin yan jî ji hev dernexistin. (mîn: Qûna şil û ziwa ji hev û du eşkere bû.) (5)
Vijag, şil û xet.
Mînak: Tu destê xwe şil û ziwa nakî, lê kî vî kara dike?
Şilf û şitil
Şilf: 1. Xwas, rût, tazî, bêcil. Kesa/kesê ti cil li ser tune.
- Niştir, singû. Alîyê hesin a kêrê.
Şitil: 1. Sadir, fîde, qesîlk.
- Yek ta. ( Wak gulîyekî darê, wak şiv.)
Mane: Tiptazî, rûtbel, şilf tazî.
Cilptazî, tût û rût.
Mînak: Ew jî ji dest çû, şilf û şitil li ortê ma.
Şilf û tazî
Şilf: 1. Xwas, rût, tazî, bêcil. Kesa/kesê ti cil li ser tune.
- Niştir, singû. Alîyê hesin a kêrê.
Tazî: 1. Bêcil, rûs, rût. Kinç li ser tinetî.
- Bêderpe, kesê xizan, bêdaling.
- Serxweşî, şînî. ( Bo mirina yekî xemgînî.)
Mane: Rût û repal, rût û tazî.
Belavkirî, pêwerkirî, ciptazî.
Mînak: Şilf û tazîtîya xwe nanêre, bi wî halî jî poz bilindîyê nade kesan.
Şilf û rût = Şilf û tazî.
Şilî û şepelî
Şilî: 1. Baran. Ava ku ji ewiran dikeve.
Şepelî: 1. Şilope. Barana ku bi berfê ra dibare.
- Bi hevra barana şilî û berfê.
Mane: Şilîdar, bişilî.
Mînak: Di wê şilî û şepelîyê da rabû û bi rê ket.
Şip û şil
Şip: 1. Zû, lez, lez û bez.
- Rengdêrê xurtkirinê. ( pir şil, qet ne ziwa)
Şil: 1. Ne zuha, ne ziwa.
- Hêmî, şilêrî.
- Felç, seqet, şelal.
- Sist, xirek, şore. (mecazî)
Mane: Şipşil, şipîşil, şilûpil.
Mînak: Kincên şip û şil raxistin ber tavê.
Şirik û pirik
Şirik: 1. Rîş, rîşik, rîşt, gufîk, gufik, gulînge, gulîfank, gulik.
- Çirik. Cîhê ku av jê dikeve jêr û şirîn jê tê.
Pirik: 1. Neqiş û nîgarên ser gore, cil, astir, kilîm û merşikan.
- Perperok. Tiştê kû şiklê perperokê da ye.
- Pêlik, Pêpelûk, nêrdevan, nerdigan.
- Bi hêrs birebira dêv. Laf.
- Perik, baskik, çengik (Baskê pîçûcik)
- Pir ( taybetî ji bo diranan. Pirika didanan)
- Heyra, hopala ( şaşwaz û metel man.)
Mane: Rîşik mîşik, gulik milik, gufik mifik.
Mînak: Hefsar û zînê hespê Memê Alan (nav Bozê Rewan bû) bi şirik û pirikan xemilandî bû.
Şel û Şepik = Şal û Şapik
Şîn û şahî
Şîn: 1. Hewirkê tekerê.
- Reng. Rengê êzmîn, rengê deryayê.
- Ter, teze. ( Ji bo sebzeyên teze.) Hêşînayî. ( Hin caran bi vî vateyê jî bi kar tînin.) Rengê gîya.
- Reşgirêdan, xem, matem, tazî.
Şahî: 1. Cejn, kêf, xweşî, aheng, dîlan, zewq, dawet.
- Dilxweşî, kêfxweşî.
- Serokatî, şahîtî, melîkî, qiralîtî.
Mane: Xem, matem, tazî û dilxweşî û kêfxweşî.
Şîwan û dîlan.
Mînak: Şîn û şahî li dinyayê naqedin (6).
Şîn û şayî = Şîn û şahî.
Şîn û tazîye
Şîn: 1. Hewirkê tekerê.
- Reng. Rengê êzmîn, rengê deryayê.
- Ter, teze. ( Ji bo sebzeyên teze.) Hêşînayî. ( Hin caran bi vî vateyê jî bi kar tînin.) Rengê gîya.
- Reşgirêdan, xem, matem, tazî.
Tazîye: 1. Sersaxî, serxweşî.
Mane: Reşgirêdan û sersaxî.
Mînak: Ji ber mirina birazîyê xwe di şîn û tazîyeyê da bûn.
Şîn û girî
Şîn: 1. Hewirkê tekerê.
- Reng. Rengê êzmîn, rengê deryayê.
- Ter, teze. ( Ji bo sebzeyên teze.) Hêşînayî. ( Hin caran bi vî vateyê jî bi kar tînin.) Rengê gîya.
- Reşgirêdan, xem, matem, tazî.
Girî: 1. Barandina rondikan, werandina rondikan. Hêsir rijandin, hêstir barandin.
- Gilm. ( gilma darê.)
- Girê, girêk.
Mane: Matem, reşgirêdan, bi xem hêstir rijandin.
Mînak: Şîn û girî ji mala te kêm nebe(7).
Şîn û reş
Şîn: 1. Hewirkê tekerê.
- Reng. Rengê êzmîn, rengê deryayê.
- Ter, teze. ( Ji bo sebzeyên teze.) Hêşînayî. ( Hin caran bi vî vateyê jî bi kar tînin.) Rengê gîya.
- Reşgirêdan, xem, matem, tazî.
Reş:1. Navê rengekî.
- Rengê tarîyê.
- Dijminatî.
Mane: Reşpatî, mipmor.
Matem.
Mînak: Lêxistin, berçav lê şîn û reş kirin.
Şîr û aveyn
Şîr. 1. Şileya ku ji memikên jinan û guhanên candarên mê da tê.
- Şîrik, şîlg, şîrav. ( ji bo riwekan)
- Binemal, dol, zuryet, malbat, şecere, ezbet û soy û sop. Neseb.
Aveyn: Havên, havîn. Mastê ku dikin nav şîr û şîr dimehîne û dike mast.
Mane: Esî û fesî, kok, nijad, orjîn, esil, hîm, binemal, nifş.
Mînak: Herkes, şîr û aveynê xwe di tevger û helwestên xwe da nîşan dide.
Şîr û Haveyn = Şîr û aveyn.
Şop û delav
Şop: 1. Rêç, pêger, şûnpê, şoperêç.
- Car. (mîn: Di şopekî da sed derewan dike.)
- Hengam, mudet, muhlet. (mîn: Şopekî li vir ma.)
Delav:1.Amûra ku heywan tê de ave vedixwin.
2.Cirn, curn, kod.
3.Bihur,bor (taybetî yê çem û robaran, cîhê ku çem nizm diherike)
- Rewş, hal. Şert, merc.
Mane: Rê, derfet, fersend, mecal, îmkan.
Mînak: Neçar man, tu şop û delav nedîtin ku ev pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Şox û şeng
Şox: 1. Xweş, şad, bikêf, neşedar, şeng, zewqî.
- Rind, rindik, nazdar. Balkêş, rewnaq.
Şeng: 1. Xweş, şad, bikêf, neşedar, şox, zewqî.
2. Rind, nazdar.
- Pora aloz û qij.
Mane: Pir bedew û birewş.
Civan, bi kêf.
Mînak: Şox û şeng e, binav û deng e(8).
Şox û şan= Şox û şeng.
Şûn û war
Şûn: 1. Cîh, dever, der, cî, şûnd.
- Maqam, cîgeh, awazgeh.
- Rêç, şop.
- sitargeh, penageh.
War: 1. Cih, welat, herêm, herd.
- Ocax, dûnde. Hemî zaro, nevî, nevîçirk…hwd.
- Mijar, bi war, mesele, rîşe, babet.
Mane: Şûnd, dever, ocax, herd, welat.
Mînak: Kundê kor li şûn û warê te bixwîne(9).
Şûn û şop
Şûn: 1. Cîh, dever, der, cî, şûnd.
- Maqam, cîgeh, awazgeh.
- Rêç, şop.
- sitargeh, penageh.
Şop: 1. Rêç, pêger, şûnpê, şoperêç.
- Car. (mîn: Di şopekî da sed derewan dike.)
- Hengam, mudet, muhlet. (mîn: Şopekî li vir ma.)
Mane: Cî û rêç, şûnd û rêç.
Mînak: Şûn û şop dûz bûn(10).
Şûr û mertal
Şûr: 1. Şemşûr, şemşîr. Çekekî devikdirêj, gelemperî hinekî tevandî û amûrekî şer.
- Xûz, tewandî, cemandî.
- Gêj, sergêj.
Mertal: 1. Amûrekî madenî û pan, gelemperî gilover, li hember şûr û riman bo parastinê tê bikaranîn.
Mane: Du amûrên şer.
Du çekên êriş û parastinê.
Mînak: Waxta şerê şûr û mertalan rawirt çû.
**
1- Ji helbesta “Bihar e” Bamerd Jan.
2- Biwêj.
3- Helbest, Hasbey Köksal
4- Biwêj.
5- Biwêj.
6- Biwêj.
7- Nifir
8- Biwêj.
9- Nifir
10- Biwêj.