Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciyê de jî ev kompeyv gelek zêdene. Taybeta van kompeyvan, bi du peyvan pêk tê. Herdu peyv tîpa “û” yê digire nav xwe , “û” karekî wak girêdek hildigire.Herdu peyv jî ji “û” yê hêz digire yan jî hêz dide “û” yê.
Rêzenivîs :21
T
Tal û şîrîn
Tal: 1. Tama qehwê yan jî tama hin cûreyên gîyayan. Tama bihêz û nexweş. Tama ne tûj û şîrîn. Dijberî şîrîn.
- Vala, vale. Ne tijî. Tiştek tê da tune. Tipûtal.
- Rastihevhatin. Rastî hatin.
- Li pê re, li cem.
- Bejn. Dirêjî. (mîn: Tala darê sê metre hebû.)
- Xemnak. (mîn: Gotinên tal got.) ( mecazî)
Şîrîn: 1. Tiştên ku tama şekirê jê tê.
- Mirovê naz û ezîz. (mecazî)
Mane: Tama qehweyê yan jî gîyayê û tama şekir. Tehl û şîrîn.
Delal û ne delal, xwîn lê kelî û xwîn lê nekelî.
Mînak: Me xwerina tal û şîrîn ji hev dernexist.
Tal û Tirş = Tehl û tirş
Talan û tajan
Talan: 1. Şêlandin, yaxme, tertele, tartale, taraç.
- Êrişa zilimkaran. Nijd.
- Tiştê ku di yaxmeyê de hatîye bi destxistin.
Tajan: 1. Jan, ezab, zor, êş,xem.
- Qamçî, celde.
Mane: Yaxme, tertele, tartale, şêlan, şêlîn.
Tiştên kesekî bi zorê ji bo xwe ra birin, bi zordarî mal û milkên kesan ji dest girtin.
Mînak: Dinê çi ecêb e; li alîkî şerê talan û tajan, li alîyekî din şerê azadîyê û serxwebûnê!
Tam û ekl
Tam: 1. Çêj. Hesta ku bi ziman tê girtin. Tehm, çeşnî, ekl. (şîrîn, tûj, şor…hwd.)
- Bêkêmasî.
- Lûl. (Ji bo riwekan)
Ekl: 1. Çêj, tam, lezet.
- Dilbijîn, bij, miçêj, îştah.
Mane: Lezet, çêj, tehm.
Tal, tûj, şor, şîrîn, tirş…hwd. li şûndê bûn.( Ji bo xwarinê)
Mînak: Tam û eklê xwarina ku dîya min çê dikir hîna di devê min da ye.
Tam û lezet
Tam: 1. Çêj. Hesta ku bi ziman tê girtin. Tehm, çeşnî, ekl. (şîrîn, tûj, şor…hwd.)
- Bêkêmasî.
- Lûl. (Ji bo riwekan)
Lezet: 1. Zewq, xweşî, şahî, dilxweşî.
- Çejn. Tama xweş.
Mane: Çeşnî, çêj, tehm, ekl.
Çêja xweş, tehma xweş.
Mînak: Ew aşpêjekî hosta ye; bi heft biharatan tam û lezetê dide xwerinê.
Tar û mar
Tar: 1. Şêlem, şelxem. ( Brasaîca rapa)
- Qasnax. Milbenda bêjingê.
- Tax.
- Pûng, pûnga mirîşkan.
- Baç, bide, xeraç. Pereyê ku her kes dide dewletê.
- Serpêç, şaşik.
- Amûrê muzîkê.
- Rêya ku di berfê da çê bûye. Şope.
- Kêf.
- Meger.
- Ter. Ne hişk.
- Kemîn, dek, xefik.
- Kaş, derbejêr û serbijêr.
- Korta Patik. Korta pişta stuyê.
Mar: 1. Ajalekî xuşinde. Kişok.
- Mehr, zewac.
Mane: Belawela.
Tiştên ku li her derê bela bû ye. Tiştin ku li her derê axme bû ne.
Mînak: Ku dagirker ketin derekî, ne tenê ax û milk, çand û hunerê jî tar û mar dikin.
Tat û lat
Tat. 1. Zinar, helan, lat. Kevirê pan ê mezin.
- Bêziman, bêdeng, lal.
- Bomik, torî, xişîm.
- Dest (Di zimanê zarokan da)
- Beşa goreyê (ji bazendê pê heta serî tilîyê pê. )
Lat: 1. Girse. Zinar, zinarên gir û girse, tat. Cîhên bilind.
- Ar (pîvanekê rûxal)
- Parsel.
- Rêav ( çîhê ku robar, newal û çem tê da diherike)
Mane: Ker û lal, bê guh û ziman.
Bêfam û bêrê, keregêj, bom, bomik, akilevdalî.
Mînak: Ha bibêje ha bibêje, fam nake tat û lat e.
Tav û tavîn
Tav: 1. Ronahîya rojê.
- Roj. (Gerstrêka êzmîn)
- Ranahî û germatê rojê.
Tavîn: 1. Qijilîn û germa tavê.
- Ron û birîqên rojê.
- Bitav.
Mane: Ronak, ronak û germ.
Rewşa hewayê xweş.
Mînak:Di meha adarê de şilîyê rê neda tav û tavînê.
Tav û tîn
Tav: 1. Ronahîya rojê.
- Roj. (Gerstrêka êzmîn)
- Ranahî û germatê rojê.
Tîn: 1. Germî, germayî.
Mane: Roj û germahîya rojê.
Gemîya ro.
Mînak: Gundîyan guh nedidan tav û tînê, di zevîyê da genim diçinîyan.
Tef û dûman
Tef: 1. Xubar, gelf. Axa hişk û hûrik ya ku ba dilivîne û rahewa dixine.
- Tişta/ tiştê pir hûr.
Dûman: 1. Mij, tem, moran.
- Dûkel, dû, dûxan. Dûya ku ji agirê derdikeve.
- Toza kû ji ber bayê hildikeve.
Mane: Toz û dûman, toz û telaz, toz û xewar, toz xubar.
Mînak: Rovî got; de tu ware hejikan li doçika min ve girêbide, ez ê herim Dûzê Manqê bibezim û birevim, tef û dûmanê rakim (1).
Tefl û dûman = Tef û dûman.
Tefl û dûxan = Tef û dûman.
Tehl û şîrîn = Tal û şîrîn.
Tehl û tirş
Tehl: 1. Dilmayîn, tehlbûn, êşîn. Rencandin, êşandin, cewr kirin. (mecazî)
- Tama qehwê yan jî tama hin cûreyên gîyayan. Tama bihêz û nexweş. Tama ne tûj û şîrîn. Dijberî şîrîn.
Tirş: 1. Tama lîmonê yan tama tirîya negîhîştî yan jî wak yê wan.
Mane: Tama qehwê, gîya, lîmon, tirîya negîhîştî û yên wak wan.
Tehlotirşo, mirûzkirin, mehde tirşî, xwe tehlkirin.
Mînak: Rûyê xwe tehl û tirş kir, bersiv neda.
Tehn û niç
Tehn: 1. Îma, galte, tinazî, pêkenî.
- Tan, niç, dehf.
- Kêmasî, qisûr. (mecazî)
Niç:1. Na, na be.
- Tifû, tifî.
- Pûrtê li ser serê têyran. (Cîhê ku nerm û bi goşt e.)
- Niçik, pozik, poqîn.(mîn: Niça daran, pozikê tûmikan.)
- Qimkirin, qurtandin.
- Nalîn, nalîna sivik.
7.Ricimandin, hîcv, nalet, nifirandin.
Mane: Pê qayîlnebûn. Nerazîbûn. Bertekdayina neyînî.
Mînak: Sawa sînorê zevîyê tehn û niç li hev dan.
Tek û tek
Tek:1. Tenê yêk, ji yekê ne zêdetir.
- Ne cot. Kit, fer.
- Yek.
Tek:1. Tenê yêk, ji yekê ne zêdetir.
- Ne cot. Kit, fer.
- Yek.
Mane: Yek û yek, yekbiyek, tekbitek.
Heb û heb, heb bi heb, hebaheb
Mînak: Min, tek û tek persiva pirsên mamosteyê xwe da.
Tek û tûk
Tek:1. Tenê yêk, ji yekê ne zêdetir.
- Ne cot. Kit, fer.
- Yek.
- Tûk: 1. Ji “tek” ê tûk. Ne zêde, kêmpêyda.
- To. (Tûkê şîr.)
- Gilmê darê, gilmik.
- Mû, pirç, pûrt, pirtik.
- Tif, xwazî, xwezî.
Mane: Car caran, kêmpêyda, kêm caran, tek tûk
Mînak: Min di azmûnê da bersiva tek û tûk pirsan neda.
Tek û tenê
Tek:1. Tenê yêk, ji yekê ne zêdetir.
- Ne cot. Kit, fer.
- Yek.
Tenê: 1. Tek, bixwa, kes ne li cem.
- Bêkes, bêxwedî, bêxudan.
Mane: Bi tena serê xwe.
Bi serê xwe.
Mînak: Li welatê xerîbîyê, ji alîyekî ve bêrîkirina mal û malbat û welat, ji alîyekî ve jî tek û tenêtîyê dest û pê lê sar kiribû.
Tep û rep
Tep: 1. Lêdan. Bi dest an bi tiştekî din lêxistin. Dengê lêdanê.
- Herî jorê tiştekî.
- Destlêxistin, teplêdan, teplêxistin. Tepa (min) li te. (Di lîstika zarokan de).
- Hîle, xapandin, fêl.
Rep: 1. Req, rabûyî.
Mane: Gûrmerep, lêdan, lêxistin, dengê lêdanê.
Mînak: Xaftilan ji cîhê xwe rabû bi çovê tep û rep li mêrik xis! Nizanim çima?
Tep û mist
Tep: 1. Lêdan. Bi destan bi tiştekî din lêxistin. Dengê lêdanê.
- Herî jorê tiştekî.
- Destlêxistin, teplêdan, teplêxistin. Tepa (min) li te. (Di lîstika zarokan de).
- Hîle, xapandin, fêl.
Mist: 1. Destê guvişî, destê guvaştî. Kulm, girmik, gurmist, kulmist, hulmik.
- Kef, çeng, gemş, kefa dest. (mîn: Çengek şekir, mistek şekir da zarokan.)
- Mistdan, têdan, pişirandin, fikirandin.
Mane : Kulm, girmik, gurmist, gurmisk.
Kulmlêdan, gurmiklêdan, gulmistlêdan
Mînak: Da ber tep û mistan, dev û poz lê hûrkir.
Ter û teze
Ter. 1. Ne hişk.
- Ne pîr.
- Şil.
- Teze (ji bo riwekan)
Teze: 1. Ter.
- Nû, nuh, ne kevn.
- Delal, bedew, ciwan.
Mane: Mirovên civan, ter û ciwan, cip ciwan.
Teze, tirf (ji bo riwekan)
Nûza (ji bo ajalan)
Mînak: Bi du qîzên xwe yên ter û teze me pêşwazî kirin.
Ter û ciwan
Ter. 1. Ne hişk.
- Ne pîr.
- Şil.
- Teze (ji bo riwekan)
Ciwan: 1. Keç û kurên ne zarok û ne pîr.
- Delal, bedew, rind, xweşik, spehî.
Mane: Ter û teze, ter û can, cipciwan.
Mînak: Ew hêj ter û ciwan in, ne nezan in bê tecrûbe ne.
Ter û terlanî
Ter. 1. Ne hişk.
- Ne pîr.
- Şil.
- Teze (ji bo riwekan)
Terlanî: 1. Serxwe, liserxwe.
- Hoşengî, bedewî, ciwanî, çelengî.
Mane: Xort, sengele, cipciwan
Mînak: Ter û terlanîya Memê Alan, dilê qîzên ciwan dilerizand.
Ter û Şil
Ter. 1. Ne hişk.
- Ne pîr.
- Şil.
- Teze (ji bo riwekan)
Şil: 1. Ne zuha, ne ziwa. Tiştên kû av pê ve ye.
- Hêmî, şilêrî.
- Felç, seqet, şelal, kûd.
- Sist, xirek, şore. (mecazî)
Mane: Ne ziwa, ne hişk û hişkolek.
Hêmî, şilerî.
Mînak: Texteyên ter û şil bi hevdu ve mix kir, da ber ba û tavê ku hişk bibe û qalibê xwe bigire.
Ter û hişk
Ter. 1. Ne hişk.
- Ne pîr.
- Şil.
- Teze (ji bo riwekan)
Hişk: 1. Ne ter, ne şil, ne hêmî.
- Bêbaran, bêav, ziwa.
- Req, ne nerm.
- Tisî.
Mane: Şil û ziwa.
Hêmî, şilêrî û ne nerm û bêav. (piranî ji bo dar û gîyan)
Mînak: Ku agir bi çîyê ket, ter û hişk bi tevde dişewitin (2).
Ter û per
Ter. 1. Ne hişk.
- Ne pîr.
- Şil.
- Teze (ji bo riwekan)
Per: 1. Pûrtê laşê firideyan.
- Pel, belg, belçîm, pelçim. Pelên daran.
- Patik, stûkur.
- Kevî, tenişt, kêlek, berlêv, qerax.
Mane: Teze, ter. (ji bo daran.)
Mînak: Ji bona bendava emr bênce salî, çiqas darên ter û per hate birîn tu dizanî? Çi heyf!
Terş û talan
Terş: 1. Dewar, pez û bizin.
- Nexwaşîyekî heywanan.
- Laş, term, cesed.
- Mirî şevê, reşê şevê, terşê şevê.
Talan: 1. Şêlandin, yaxme, tertele, tartale, taraç.
- Êrişa zilimkaran. Nijd.
- Tiştê ku di yaxmeyê de hatîye destxistin.
Mane: Bi zorê ,çi heye ji dest girtin.
Mînak: Bingeha dewlemendîya wan ji terş û talana Kurdan tê.
Terş û teraş
Terş: 1. Dewar, pez û bizin.
- Nexwaşîyekî heywanan.
- Laş, term, cesed.
- Mirî şevê, reşê şevê, terşê şevê.
Teraş: 1. Devî, şewl.
- Zinar, baxir, kevir.
- Dapitîn, dapêştin, terişandin.
Mane: Mal, dewar.
Mînak: Çol û çolistanên welatê me bê terş û teraş namînin.
Terş û kewal
Terş: 1. Dewar, pez û bizin.
- Nexwaşîyekî heywanan.
- Laş, term, cesed.
- Mirî şevê, reşê şevê, terşê şevê.
Kewal: 1. Heywanên malan. ( mirîşk, pisîng, kuçik, pez û bizin her wekî din.)
- Heywanên kedî.
Mane: Heywanên ku hatîye kedî kirin.
Heywanên malan.
Mînak: Di destpêka sibehê da dengê terş û kewalan li nav gund olan dida.
Tert û bela
Tert: 1. Kerme, kêsek (ji bo axê). Keşkûr.
- Gincî, pixtî, kesek, xwînpere. (mîn: Terta xwînê)
- Belavbûn, axmebûn. Jihevbelavbûn.
Bela: 1. Axme, belavbûyî.
- Teşqele, qeda. Rewş û bûyerên xirab
Mane: Tertûbelav, belawela, tarûmar.
Axmetaxme, wêran, wêranbûyî, hilweşandî.
Mînak: Bendikê tizbîyê bizdîya, libên tizbîyê tert û bela bû.
Tevn û best
Tevn: 1. Amûrê ku pê xalîçe, astir, kilîm, merşik tê çêkirin.
- Tor. Mala dapîşok û pîrebok.
- Raçînk, tevnik, tevînek.
- Pevxistin, montaj.
Best: 1. Deşt, berî.
- Berav, berçem.
- Gelî, dol, newal.
- Cîhê rast.
- Peyam, îlham, sirûş.
Mane: Komplo.
Pilansazîya du kesan, yan jî çend kesan a li dijî kesekî yan jî dewletekî..
Mînak: Pê hesîya, nebû qurbana tevn û besta wan.
Tewr û timşêt
Tewr: 1. Him jî, yek jî, serda jî.
- Şêwe, şêl, terz, helwest, dîtin, nihêrîn, awa.
- Cûn, cûre, çeşît.
- Herî. -tirîn (herî rind, rindtirîn.)
- Alerjî, tewrînek.
Timşêt: 1. Rewş, timtel, hal.
- Dîmen, menzere, bergeh. Xuyabûnî, xuya. Dîtbarî.
- Helwest, şêwe.
Mane: Hal, helwest, ray,boçûn.
Mînak: Tewr û timşêtên wan kesan ewleyî nedan min.
Teyr û teba
Teyr: 1. Têr, balinde. Candarên bi per û bask ku hêkan dikin û difirin.
Teba: 1. Ajalên hov, lavirên hov û dirinde. Hov, barbar.
- Kabûs. Tirsa mezin. Xewne tirsnak.
- Tebaa, rajêrî, tabiiyet.
- Tişt, tiştik.
Mane: Famîleya çûkan.
Meş û mor (mecazî)
Mînak: Xêr ji xwe nebîne, bila bibe xurê teyr û teban (3).
Teyr û teval = Teyr û teba.
Teyr û tilûr
Teyr: 1. Têr. Balinde. Candarên bi per û bask ku hêkan dikin û difirin.
Tilûr: 1. Têr, balinde.
Mane: Çûçikên hûr û gir.
Mînak: Dibêjin ku Feqîyê Teyran zimanê teyr û tilûran dizanîya.
Teyr û tûr = teyr û tilûr.
Teyr û tirûd = Teyr û tilûr.
Têr û bêr
Têr: 1. Xirar, xerar.
- Ne birçî. Êdî ne hewceyî (taybetî ji bo xwerinê)
- Kafî, bes.
- Teyr.
- Bêr: 1. Li zozan û çoltaran pez şarkirin, dotandin.
- Alava kolandinê.
Mane: Têra dilê xwe, têra xwe.
Mînak: Me bi têr û bêr li barîna berfê mêze kir.
Têr û sertêr
Têr: 1. Xirar, xerar.
- Ne birçî. Êdî ne hewceyî (taybetî ji bo xwerinê)
- Kafî, bes.
- Teyr.
Bertêr: Têrûtêr, têra xwe, têra dilê xwe.
Mane: Têra dilê xwe, tam, têra xwe.
Mînak: Devê xwe da ser cirnika Kanîya Avsar têr û sertêr av vexwar.
Têr û tijî
Têr: 1. Xirar, xerar.
- Ne birçî. Êdî ne hewceyî (taybetî ji bo xwerinê)
- Kafî, bes.
- Teyr.
Tijî: 1. Pir, pir zêde. Mişt. Tije.
- Ne vala.
Mane: Tije, zehf zanyar ( di mijarekîde agahdar, zanîdar bûyîn.)
Mînak: Di derbarê erdnîgariya Kurdistanê de agahîyeka têr û tijî da me.
Têr û têr
Têr: 1. Xirar, xerar.
- Ne birçî. Êdî ne hewceyî (taybetî ji bo xwerinê)
- Kafî, bes.
- Teyr.
Têr: 1. Xirar, xerar.
- Ne birçî. Êdî ne hewceyî (taybetî ji bo xwerinê)
- Kafî, bes.
- Teyr.
Mane: Bi kêfa xwe, li gora dilê xwe,
Mînak: Têr û têr bi kêfa xwe gerîyam.
Têr û tesel
Têr: 1. Xirar, xerar.
- Ne birçî. Êdî ne hewceyî (taybetî ji bo xwerinê)
- Kafî, bes.
- Teyr.
Tesel: 1. Têr, bes, kafî.
Mane: Mişt tijî, tiptije, bi dev re.
Mînak: Tûrikê xwe têr û tesel tijî genim kir.
Tim û tim
Tim: 1. Herdem, hergav, hertim.
- Hemî deman, kengî be, çi waxt be jî.
- Giş, tev, hemû, herkes, hertişt, gişt, hemî, gi.
Tim: 1. Herdem, hergav, hertim.
- Hemî deman, kengî be, çi waxt be jî.
- Giş, tev, hemû, herkes, hertişt, gişt, hemî, gi.
Mane: Timî, her û her, bênavber, her gav, her dem, her wext, her çax.
Bêbêhndar, bêrawestan.
Mînak: Tim û tim çêlek nayê dotin, her gotin nayê gotin (4).
Tim û daîm
Tim: 1. Herdem, hergav, hertim.
- Hemî deman, kengî be, çi waxt be jî.
- Giş, tev, hemû, herkes, hertişt, gişt, hemî. gi.
Daîm: 1. Tim.
- Herdem, hergav, berdewam, bênavber, bêawerte.
- Kengî be, çi demê be, çi gavê be.
Mane: Timûtim, tim tim, domdar, berdewam.
Mînak: Tim û daîm ambûlansek li ber derîyê nexweşxaneyê amade ye.
Tim û car
Tim: 1. Herdem, hergav, hertim.
- Hemî deman, kengî be, çi waxt be jî.
- Giş, tev, hemû, herkes, hertişt, gişt, hemî, gi.
Car: 1. Neql, derb, dor, caran.
- Dubare, çendbare. (Mîn: 6 car 5 dibe 30.)
Mane: Bêwext, bêdem, ji nişka va, sernûva
Biwext û bêwext.
Mînak: Nabêje halê malê çawaye, tim û car tê mêvandarîyê.
Ting û tarî
Ting: 1. Dengê tiştên madenî.
- Sing, kutek.
- Cîhê ku qirş û qal, bermayî tê avêtin. Sergo. Mezbele.
Tarî: 1. Cîhê bê ronî. Cîhê ku rorî nîn e.
- Cîhê ku pir ronî nîn e.
- Guharîya rengan yên ku ber bi reşê ve ye.
- Gumanbar, biguman.
Mane:Tiptarî, tikî tarî, reş û tarî, reştarî, şevereş.
Mînak: Bi tirsekî mezin, ez dî ting û tarîyê da war mam.
Ting û ming
Ting: 1. Dengê tiştên madenî. Tinginî. Rewşa tingbûnê.
Ming:1. Ji “ting”ê ming.
- Çinginî.
Mane: Tinginî, dengên tiştên madenî.
Mane: Mînak: Ting û minga muzikê serê me gêj kir.
Tingî û ringî
Tingî: 1. Rewşa tingbûnê. Tingînî, şingînî.
- Xurmîna ezman, guregure ewran.
Ringî: 1. Dengê xurt yê pê tiştekî ketin. Dingînî.
Mane: Guregur, xurmîna esman, gurîna ewran û esman.
Mînak: Piştî tingi û ringî bi asîman ket, pêve baranê xwe berda…
Tip û tazî
Tip: 1. Pit. Dengê tiştên hûrik ku dikeve ser tiştekî din. (piranî ji bo avê)
- Peyvek muhmel, bi serê xwe bê wate.
Tazî. 1. Bêcil, bêkinc, rûs, rût.
- Sersaxî.
Mane: Tiptazî, şîlftazî, çilptazî.
Rût û repal, bi temamî rût.
Mînak: Fedî nekir li hember me xwe tip û tazî kir.
Tip û tal
Tip: 1. Pit. Dengê tiştên hûrik ku dikeve ser tiştekî din. (piranî ji bo avê)
- Peyvek muhmel, bi serê xwe bê wate.
Tal: 1. Tama qehwê yan jî tama hin cûreyên gîyayan. Tama bihêz û nexweş. Tama ne tûj û şîrîn. Dijberî şîrîn.
- Vala, vale. Ne tijî. Tiştek tê da tune. Tipûtal.
- Rastihevhatin. Rastî hatin.
- Li pê re, li cem.
- Bejn. Dirêjî. (mîn: Tala darê sê metre hebû.)
- Xemnak. (mîn: Gotinên tal got.) ( mecazî)
Mane: Vik û vala,vikîvala, tiptal.
Mînak: Dizan ketine dûkanê, dûkan tip û tal kirin e.
Tirs û saw
Tirs: 1. Hesta nebaş ya ku dikeve dilê meriv. Xof.
- Xof, dehşet, saw.
Saw: 1. Tirs, xof, sehm.
Mane: Tirs, xof.
Tirsa pir, kabûs, dehşet.
Mînak: Tirs û saw kete dil (yekî), newêrîya derkeve der.
Tirs û suhn = Tirs û saw.
Tişt û erd
Tişt: 1. Eşya, şit.
- Ewk. (mîn: -çi bû? -Ewk bû.)
- Maliyet, sermiyan.
- Pertal, hûrmûr.
Erd: 1. Herd.
- Cî, cih, mekan, mesken, der, war, milk, ax, zevî, erazî.
Mane: Bi erdê ra yeksan.
Wêran, tarûmar, rûxan, hilweşî, hêrifî.
Mînak: Mal lê hêrifandin, tişt û erd wekî hev kirin.
Tişt û teba
Tişt: 1. Eşya, şit.
- Ewk. (mîn: -çi bû? -Ewk bû.)
- Maliyet, sermiyan.
- Pertal, hûrmûr.
Teba: 1. Ajalên hov, lavirên hov û dirinde. Hov, barbar.
- Kabûs. Tirsa mezin. Xewne tirsnak.
- Tebaa, rajêrî, tabiiyet.
- Tişt, tiştik.
Mane: Eşya, kirt û pirt, kel û pel, hûrmûr, tişt û mişt.
Mînak: Li sûka bajar, ji zarokê xwera hinek tişt û teba kirîya.
Tişt û mişt = tişt û teba.
Tî û birçî
Tî: 1. Hewceyî vexwarinê. Bê vexwarin mayîn. (Av yan jî vexwarina din.)
- Tiştek pir xwestin. (mîn: Em gişt tîyên azadîyê ne.)
- Bi kurtasî Tîtan (Tî).
- Gotinê metel, şaşwazî, şaşmayî.
- Gorî jinikê birayê mêrê xwe.
Birçî: 1. Hewceyî xwarinê. Ne têr.
Mane: Bê nan û av, bê xwarin û vexwarin.
Jar, belengaz, perîşan, kepaze, bêhal.
Mînak: Hey gidî felek; jar û pêrîşan di binê xênî de bêxwedî tî û birçî man.
Tîr û pişk
Tîr: 1. Ne rîn.
- Çekê ku bi kevanê tê avetin.
- Jana tûj. (mecazî)
- Nîşanên rê, daneşînên rê û alî.
- Dîngîl, tewre, mijane, germiçank.
- Darkilor, tîrik, kirtnak, kirdanek.
- Taîfe.
- Kerîyê zevîyê ya dirêj û zirav.
- Gerstrêka Merkûr, Zawe, Zav.
Pişk: 1. Talîhûnesîb, qure, vijag, nav kişandin.
- Par, hêsa, beş.
- Hilpişkîn.
- Tîke. Tîkeyê goşt.
- Lê çûn, şibîn.
Mane: Vijag, qure, tîrêj. Şil û ziwa.
Vijag kişandin.
Mînak: Her kes bi bibextê xwe, tîr û pişkê da kî derket.
Tîr û kevan
Tîr: 1. Ne rîn.
- Çekê ku bi kevanê tê avetin.
- Jana tûj. (mecazî)
- Nîşanên rê, daneşînên rê û alî.
- Dîngîl, tewre, mijane, germiçank.
- Darkilor, tîrik, kirtnak, kirdanek.
- Taîfe.
- Kerîyê zevîyê ya dirêj û zirav.
- Gerstrêka Merkûr, Zawe, Zav.
Kevan: 1. Amûrê ku pê tîr tê avêtin.
- Amûrê kû pê hirî yan jî pembû tê ji hev veqetandin.
- Kevanek (ji bonivîsê)
- Amûrê ku keman, vîola, vîolonsel…hwd pê tê jenîn.
Mane: Çek.
Kemane.
Mînak: Wexta ciwan bûm, bi tîr û kevan bûm, dema extîyar bûm, bendewarê nanê şikeva bûm(5).
Tîş û bertîş
Tîş: 1. Derz, kelişt.
- Qîş, zîvar, kincir.
- Çiriyayî, diriyayî, çirandî, dirandî.
Bertîş:1. Qîş, dir.
Mane: Pot û paçê kevnbûyî. Gincirî.
Mînak: Te ewqas pere da wan kincê tîş û bertîşan?
Tîş û telîş
Tîş: 1. Derz, kelişt.
- Qîş, zîvar, kincir.
- Çiriyayî, diriyayî, çirandî, dirandî.
Telîş: 1. Parçe, kerî, parî. Nîvê tam.
- Xerîtok, qalik.
Mane: Qîş û qelaş, heft tîşgincir û mincir, kevn û kol.
Rût û repal.
Mane: Kincên wî yên tîş û telaş lê ba dibûn.
Tît û vît
Tît: 1. Xemilî, bixeml, xemilandî, arastî.
- Zarîf, şik, şûx.
Vît: Fît, tîk (ne ramedayî, ne xwarik)
Mane: Bixeml û xêz.
Mînak: Li ber eynikê xwe tît û vît kir.
Top û tevda
Top: 1. Gog. Pêlîstika gilover.
- Gule. Bombeyê ku davêjin nav dijmin.
- Îflas, têkçûn.
- Bijare, super, bilind (topmodel)
- Kom, li hev civandin, berhev kirin.
- Kilît, zirze, qefle, qufle.
- Kilîmê çîn, kilîme neqş.
- Balole, kulavkî. Tiştê ku wakî şeklê sîlîndîr hatîye pêçandin.
Tevda: 1. Hemû, giş, pevre, tev, pêkve, tevahî, temamî.
Mane: Serhev, birêkûpêk, keys, keyskirî, lihev.
Mînak: Hundirê mala xwe û top û devda paqij kir.
Top û tiving
Top: 1. Gog. Pêlîstika gilover.
- Gule. Bombeyê ku davêjin nav dijmin.
- Îflas, têkçûn.
- Bijare, super, bilind (topmodel)
- Kom, li hev civandin, berhev kirin.
- Kilît, zirze, qefle, qufle.
- Kilîmê çîn, kilîme neqş.
- Balole, kulavkî. Tiştê ku wakî şeklê sîlîndîr hatîye pêçandin.
Tiving: 1. Tifeng, tifang, tifek. Çeka ku qerşûn davêje.
Mane: Çek û çekên wiha.
Mînak: Bi top û tivingan êrîşê hev kirin.
Toz û xwelî
Toz: 1. Xubar, gelf. Axa hûrik û hişk ya ku ba dikare bilivîne.
- Tiştên pir hûrik.
Xwelî: 1. Ax, xak, erd, toz
- Malwêranî, bedbextî, bela, kembaxî. (mecazî)
Mane:Axepolk.
Mînak: Bayê toz û xwelî rahewa kir.
Toz û dûman
Toz: 1. Xubar, gelf. Axa kûrik û hişk ya ku ba dikare bilivîne.
- Tiştên pir hûrik.
Dûman: 1. Mij, moran,tem.
- Dûkel, dûxan, dû.
Mane: Toz dûman.
Mehf, paymal bûn, ji navê rakirin.
Mînak: Wî, bi wî hawî kir û toz û dûman bi ser me xist.
Toz û xebar (xebr) = Toz dûman.
Toz û Telaz = Toz û dûman, Toz û xwalî
Toz û xubar = Toz û dûman, toz û xwelî.
Toz û xewar = Toz dûman, toz û xwelî.
Toz û tubar (tibar)
Toz: 1. Xubar, gelf. Axa kûrik û hişk ya ku ba dikare bilivîne.
- Tiştên pir hûrik.
Tubar (tibar): 1. Xwelî, ax, toz.
Mane: Gihûr, giwûr, malmişt.
Mînak: Min ev toz û tubar (tibar) bi bêrê avit ser sergoyê.
Tund û şîp
Tund: 1. Dijwar, bihêz, hişk, biquwet, ne nerm, ne aram, tûj, req.
- Xurt, biquwet, hêzdar.
Şîp: 1. Bi hêz herîkîna avê. Sûlav. Ava ku ji cîhekî bilind da dikeve. ( Taybetî ava çemekî ku di zinarêda dikeve.)
- Serderî. Serê derîyê.
- Îstîqamet. (mîn: Ev herdu tişt di eynî şîpekê da ne.)
- Bendê çermîn.
- Panter, pilinga çîn.
Mane: Dijwar û tûj.
Lezdar û hişkan.
Mînak: Di demsalên biharê da newalên gêndê me tund û şîp diherikin.
Tûj û tal
Tûj: 1. Tiştê ku baş dibire. (mîn: Kêra tûj.)
- Tund, hişk, dijwar. (Mîn: Bayê tûj.)
- Tama xwarekê ku devê meriv dişewîtîne. (mîn: Îsota tûj.)
- Gotinên ne xweş.
Tal: 1. Tama qehwê yan jî tama hin cûreyên gîyayan. Tama bihêz û nexweş. Tama ne tûj û şîrîn. Dijberî şîrîn.
- Vala, vale. Ne tijî. Tiştek tê da tune. Tipûtal.
- Rastihevhatin. Rastî hatin.
- Li pê re, li cem.
- Bejn. Dirêjî. (mîn: Tala darê sê metre hebû.)
- Xemnak. (mîn: Gotinên tal got.) ( mecazî)
Mane: Ne xweş, ne rind.
Gilî û gazî.
Mînak: Di derheqê wî kesî da gelek gotinên tûj û tal tên gotin.
Tût û rût
Tût: 1. Zelût, rût.
Rût: 1. Ti tişt pê ve ne.
- Bêcil, tazî.
- serî bê por.
- Devera ku lê riwek tine.
Mane: Bê por.
Devera bê riwek.
Kesê ku hemû îmkanên xwe winda kirîye yan jî ji dest çûye.
Mînak: Milkê bav û kalan jî ji dest çû, aha nika jî tût û rût e.
Tûz û reng
Tûz: 1. Reng, newr, rûçik, mirûç, mehde.
Reng: 1. Elwan, gon, boyax.
- Xulk, rengê rûyê merivan. Rûçik.
Mane: Rengê rû.
Mînak: Di erdhêjê da tûz û reng li min nema.
***
1-Ji çîroka “Apî Faso.” Herema Dêrsim.
2-Gotinê pêşîyan.
3- Nifir.
4-Gotinê pêşîyan.
5- Biwêj.