Li bakurê Kurdistanê, li bakur û bakurrojavayê çemê Firatê herêmeke ku ne tenê piştî damezrandina Komara Tirkî, herwiha di dema Osmaniyan de jî bi polîtîkaya dijkurd a serdestên Tirk re rû bi rû maye ye.
Serîhildan û berxwedanên Kurdên vê herêmê jî ta di dema Osmaniyan de li dijî tundî û êrîşên wan dest pê kirine.
Di herêma ji Kayserîyê heta Dêrsimê (Mereş, Meletiyê, Semsûr, Dîlok, Koçgirî, Erzingan, Dêrsim) de bi piranî Kurdên Elewî dijîn. Ji ber nasnameya dewleta Tirk a wek ‘Tirk û Sûnnî‘, Kurdên vê herêmê him ji ber nasnameya xwe ya etnîkî (Kurd) û him jî bi nasnameya xwe baweriyê (Elewîtî) tim bi zordestiya dewletê re rû bi rû mane.
Dîrok, kultur û nirxên civakî yên Kurdên Elewî hê bi têra xwe di arşîva Kurdî de cihê xwe negirtibe jî, roj bi roj bi lêkolîn û berhemên hêja rûpiştên li ser rastiya civaka me ya vê herêmê têne rakirin.
Nivîskar Mehmet Komur di kitêba xwe ya bi navê ‘Kasımoğlu‘ (*) ya bi Tirkî hatiye nivîsandin de xwestiye berxwedana Mamad Alîyê Axikê, ku ev sed sal e strana li ser berxwedana wî ya li dijî Osmaniyan ji hêla Kurdên herêmê ve tê gotin, bide nasandin.
Wekî tê zanîn; serdestên Tirk (Îttîhat Terakkî yên Osmanî) di salên 1914 û 1915an de li dijî Ermenan jenosîdê pêk tînin. Di wan salan de, zordestiya li ser Kurdan û berxwedana wan a li dijî zordestiya rejîma Tirkî ya Îttîhat û Terakkiyê di bin siya vê qirkirinê de di rojeva siyasî de zêde cihekî nagire.
Bandora berxwedana Kurdan bi herêmê ve sînordar bimîne jî, di dawiya sedsala 19an û di destpêka sedsala 20an de li hêla Mereş û Meletiyê jî bertekên Kurdan li dijî siyaseta serdestên Tirk rû didin.
Di wêjeya devkî ya Kurdên herêmê de hê jî ew berxwedan û pêşengên wan zindî mane û li ser wan stran têne gotin.
Yek ji wan a ku pir bahsa wê tê kirin, berxwedana Mamad Aliyê Axikê ya li Kurecîk-Akçadag a Meletiyê pêk hatiye ye.
Di kitêba Mehmet Komur a ‘Kasımoğlu‘ de li hinda sebebên berxwedana Mamad Alî, bahsa dîroka eşîrên Kurd ên Kurecîkê jî hatiye kirin. Dewleta Osmanî wan çaxan siyaseta xwe ya merkezîkirinê bi tundî li dijî Kurdan dixe meriyetê. Dixwaze askeran ji Kurdan kom bike, baca ji gundiyan digire zêdetir bike. Kurdên herêmê jî nerazîbûna xwe bi berxwedanê nîşan didin.
Di nav Kurdên Elewî de jin bandoreke berçav li jiyana civakî dike.
Gorî çîroka ji hêla xelkê ve tê zanîn de wer tê gotin; ku di berxwedana Mamad Alî de jî jina wî Hûrî Xanim mêrê xwe motîve dike ku zordestiya Osmaniyan qebûl neke û li hemberî wan serî hilde. Wer tê gotin ku Hûrî Xanim ji Mamad Alî re dibêje; “tu Kurdekî Elewî ye û qebûlkirina bac û askerdayîna dewleta Osmanî ya zordest li te nayê…“
Li ser vê, Mamad Aliyê Axikê bi dora çel an jî pêncî kesan li dijî dewleta Osmanî serî hildide. Lê mixabin ne bi têra xwe amadekariyê dike û ne jî ji eşîran piştgiriyê dibîne. Berxwedana wî têk diçe û di 24 saliya xwe de bi çar kesên din ê berxwedêr li Xarpûtê (Elezîz) tê darvekirin (1915).
Gorî lêkolîna nivîskar Mehmet Komur, yek ji ew kesên bi Mamad Alî re li Xarpûtê hatine darvekirin jinek e û navê wê Altê Xanim e.
Herwiha Fata Raş a Elbistanî, Nûrê Xanim a ku wan çaxan ji eşîra Qasiman re mûxtarî kiriye û Manakşê Silê ya him bi hostayî çek bikartaniye û him jî hostayê lêxistina kemanê bûye; jinên ku bandor li civaka Kurdên Elewî yên li vê herêmê kirine û di çîrok û stranan de heta îro bahsa wan têne kirin in.
Di strana şînî ya Kurdî-Tirkî ya li ser Mamad Alîyê Axikê (Qasiman) de wiha tê gotin:
(…)
Mamko Mamko Mamad Alî
Heval rindo çi delalî
Cîran ji derdan dinalin
Genco tu bistûçar salî…
///
*Kasımoğlu, Mehmet Kömür, Fırat Yayınları, 2015