Di van rojên ber bi dawiya sala 2020an de kaotîzma rewşa siyasî ya Kurdan û ya dewletên Kurdistan dagirkirine hê kûrtir bûye. Li hêlekê xitimandineke siyasî, aborî û dîplomatîk û li hêla din jî ji bo guherandinê libendemayînek xuya ye.
Têkoşîna bi pandemiya Covîd19ê re wekî rojeva sereke ya raya giştî ya cîhanî derbikeve pêş jî, ji hêla Kurdan ve êrîş û tundiya li dijî hebûn û mafên wan wek girîngtirîn rojeva siyasî qet naguhere.
Rejîmên Tirkiye, Iraq û Sûriyê ji her hêlan ve xitimandî û di nava aloziyê de ne. Xelk tim bi siyasetên şer, tehdîd û pevçûnê tê tirsandin û wekî her caran; beşa civakî ya ku piraniya tundî û zordestî dikeve para wan tim Kurd in.
Iraq ji xwe hê mekanîzmayên dewletbûnê bi giştî pêk neaniye û rejîma Tirkiyê jî bi siyaseteke mafyatîk tê birêvebirin.
Di din atmosfereke siyasî a wer aloz de li bakur, rojava û başûrê Kurdistanê êrîşên rejîma Tirkî li dijî hebûn û nirxên Kurdan berdewam e. Serokkomarê Tirkiyê R.T.Erdogan, serokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş wek ‘terorîst‘ binavkir û bi aşkereyî ferman da dozger û dadgehan ku wî ji zindanê serbest bernedin. Hevkarê wî, serokê partiya nijadperest MHPê Devlet Bahçelî hê wêdetir çû û got; “divê deriyê HDPê bê kilîtkirin û dadgeh ‘terorîst‘ Demîrtaşî wek sûcdar îlan bike.“
Alîkarê Bahçelî, Semîh Yalçin jî niyeta dewleta Tirk a li dijî Kurdan pir zelalî aşkere kir. Gorî wî “HDPî (yanî Kurd) keriyekî hûrmêş in û divê ew bi giştî bêne kuştin û tunekirin.“
Iraq hê ne xwedî mekanîzmeyeke dewletê ya ku pê bikane pirsgirêkên xwe yên siyasî û aborî çareser bike ye, lê bi dewleta Tirk re ketiye nava hewldanên ji bo dorpêçkirina Kurdan û hilweşandina destkeftiyên wan.
Bi taybetî jî li Kerkûk û Şengalê dek û dolabên metirsîdar tên li darxistin. Demografî tê guhertin, Kurd tên koçberkirin û li şûna wan Ereb têne bicîkirin. Tê gotin; Heşdî Şabî ya wek destê Îranê ê li Iraqê li Kerkûkê ji Kurdan hêzekê ava dike. Li Dûbiz a Kerkûkê Kurd ji gundên xwe têne derxistin…
Di heman demê de Wezîrê Karên Hundirîn ê Iraqê Ganimî Şengalê ziyaret dike. Serokwezîrê Iraqê Kazimî jî ê 17ê vê mehê here Tirkiyê û bi Erdogan re planên dorpêçkirina Kurdan guftûgo bike.
Lê hêzên siyasî yê Kurdan rewşa heyî çawa pêşwazî dikin? Li hemberi êrîş û tundiyên Tirkiyê û Iraqê helwestekî çawa nîşan didin? Siyaseta wan çiqas xizmetî Kurdan û Kurdistanê dike?..
Li Bakur her destkeftiyên Kurdan roj bi roj ji hêla rejîma Tirkî ve bên lewazkirin jî siyaseta Kurdî di kesayetiya HDPê de gorî anketan hê jî piştgiriya xelkê diparêze û tekane hêza opozîsyonê ya siyaseta Tirkiyê ye.
Lê li Başûr, rewşa hikûmeta Kurdistanê ji rewşa Iraq û Tirkiyê cûdatir nîne. Heman pirsgirêkên siyasî û aborî yên ku li Tirkiyê û li Iraqê hene, li Başûr jî têne jiyîn û halê wan ji ê giştan xirabtir e.
Ev demek e li dijî hikûmeta Başûr çalakiyên protestoyî tên li darxistin, lê berdevkên hikûmetê bi uslubê desthilatê Tirkiyê bersiva gel didin û li şûna ku xelkê îkna bikin, hewldidin bi tehdîdan wan bêdeng bikin. Heta niha çend çalakvan ji hêla asayîşa Başûr ve hatin kuştin.
Di nava vê hengameyê de rêveberiya Başûr wekî ku dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûr rewa bike daxuyaniyan dide û xitimandina xwe ya siyasî dixwaze bi hebûna gerîlayên PKKê ve îzah bike.
Ji ber ku Hikûmeta Başûr bi siyaseta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a ku bi her hêlan ve xwe xistiye bin bandora siyaseta rejîma Tirkiyê û li hemberî rejîma Iraqê jî ne xwedî vîneke serbixwe ya demokratîk a ku ji hêla gel ve tê parastin e, di nava alozî û rewşeke belaveleyî de ye.
Başûrê Kurdistanê destkeftiyeke pir mezin a Kurdan e, divê di bin her şert û mercan de bête parastin û divê li wir tim aramî hebe. Lê li gel vê yekê divê xelk bikane li wir di pergaleke demokratîk a vekirî û zelal de azad jî bijî.
Kilîta aramiya Başûr jî yekîtî û hevkariya hêzên Kurdî ye. Tu hêza Kurdî divê xwe neke hevkarê dek û dolabên neyaran û nebe hevkarê jiholêrakirina destkeftiyên Kurdan. Kurd di nava xwe de çiqas hevgirtî û rêkûpêk bin, ew ê li hemberî siyaseta dijminane ya hêzên derve ewqas saxlem bin…