Li ser rewşê encamên teqez ên zanistî tunebin jî, wer tê zanîn ku di civaka Kurdî de axaftina bi Kurdî bi taybetî li Bakur û li diyasporayê roj bi roj kêmtir dibe. Nifşên Kurd ên ku Kurdî nizanin tên…
Ev rastiyek e, ku di civaka Kurdî de di derbarê daxwazên siyasî de helwestekî dînamîk heye. Lê ev dînamîzm ji bo bipêşxistin û mayîndekirina kultur û hêjayiyên civakî motîvasyonê û encamên serkeftî dernaêxe holê.
Rewşa parçeyî û belaveleyî ya siyasî bandoreke bi heman rengî li qadê civakî dike û jiber vê yekê, ji bo xwedîderketin û bipêşxistina hêjayiyên kurdewarî helwesteke giştî ya netewî bi pêşnakeve û têkoşîna civakî bêbandor dimîne…
Di medya civakî de derbarê pêşxistina zimên, weşangerî û hunera Kurdî de hewldan û çalakbûneke mezin û di hêla hejmarî de pêşxistineke berbiçav lidar e. Lê wer xuya ye ku bandora vê yekê tenê bi kes an koman ve sînordar dimîne û wekî çalakiyeke daîmî û giştî civakê naêxe bin bandora xwe.
Helbet hinek sendika û saziyên wekî Platforma Zimanê Kurdî, Tevgera Zimanê Kurdî û yên din ji bo pêşxistina perwerdeya bi giştî ya bi zimanê Kurdî car caran bangê dikin, daxuyaniyan didin, lê ew hewldanan motîvasyoneke çawa derdixin holê, ne diyar e…
Wekî encama têkoşînê, hikûmeta Tirk di sala 2012an de neçar mabû di dibistanan de dest bi dersên Kurdî yên hilbijarî bike. Ew gav, di destpêkê de di civaka Kurdî de heyecanek peyda kiribe jî di nava salan de dewletê dersên Kurdî bi pratikî asteng kir.
Di nava çend salên vê dawiyê de ji beşa Kurdî ya zanîngehan 2 hezarî zêdetir mamosteyên Kurdî mezûn bûn, lê hikûmetê ew peywirdar nekirin û ew gişt bêkar man. Jiber bêkarmayîna mamosteyan, beşên zimanê Kurdî yên zanîngehan di nava salan de elaqeya xwe wenda kirin.
Dewletê him mamosteyên zimanê Kurdî tayin nekir û him jî nebûna mamosteyan wekî hincetekê danî pêşiya malbatan ku zarokên xwe ji bo dersa Kurdî qeyd nekin. Gorî daneyên Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê di sala 2015an de hejmara zarokên ku ji bo dersa Kurdî (kurmancî û kirmanckî-zazakî) ya hilbijarî hatine kirin gîhiştibû 78 hezarî. Îro hejmar ji vê pir kêmtir e.
Meriv nikane ji malperên wezareta perwerdeyê bigihîje agahiyên derbarê dersên Kurdî û jiber vê yekê jî hejmara zarokên tevlî dersê dibin, nayê zanîn. Ev çend hefte ne, ku ji bo serdema perwerdeyê ya nû ji bo tevlîbûna dersa Kurdî bi rêya medya civakî kampanyayek tê birêvebirin, lê wer xuya ye ku encam ne gorî dil e…
Tayînnekirina mamosteyan, astengkirina hikûmet û rêveberên dibistanan û israrnekirina dê û bavan dibin sedem ku dersa Kurdî ya hilbijarî bi têra xwe neyê hilbijartin.
Helbet; tenê dersa Kurdî ya hilbijarî ji bo Kurdan ne armanceke sereke ye. Armanc; bi giştî, ji kreşên zarokan heta zanîngehê, perwerdeya bi zimanê Kurdî ye. Dijderketin û astengiya hikûmeta Tirk û saziyên dewletê helwestekî asayî ye. Lê ji bo ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê, divê firsendên wekî dersa hilbijarî jî bên bikaranîn.
Li bakurê Kurdistanê û li diyasporayê, bi taybetî li Ewropayê, Kurd firsend û îmkanên ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî bi têra xwe bikarnayinin. Di derbarê vê mijarê de bêhelwestmayîna hêzên Kurdî yên siyasî, civakê jî bêhelwest dihêle û di encamê de hewldanên hinek saziyan jî bêbandor dimînin.
Perwerdeya bi zimanê Kurdî, beriya dewletê, peywira civaka Kurdî, ya hêzên siyasî yên Kurdî û saziyên Kurdî ye. Heta ku siyaseta Kurdî vê mijarê wekî karekî sereke û daîmî neke rojeva civakê û kes, kom û saziyan ji bo vî karî nexe nava tevgerê, çend sal şûnde em ê bi nifşên ku xwe wek Kurd dihesibînin, lê qet bi Kurdî nizanin re rû bi rû bimînin…