Hiqûqzanên me yên hêja,
Wekî ku hûn jî dizanîn, Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (International Criminal Court – ICC) sê roj berê di 5ê Sibata 2021an de bi piranîya dengan biryar da ku dadrêsîya erdî ya dadgehê dê di herêmên Filistînê de ku Israîlî ji 1967an pêve dagir kiriye (Qudisa Rojhilat jî tê de, Gaza û Şerîya Rojava) derbas bibe.
Di biryarê de yek ji argûmanên balkêş ev e ku ICC aşkerayî dibêje ku biryara wan li ser dadrêsîya erdî ye û pirsên bi dewletbûnê û nakokîyên nuha û yên pêşerojê yên li ser sînoran ne di nava şarezayîya wan a destûrî ne (*).
Biryar ji alîyê desthilatdarîya Filistînê bi memnûnîyet hate pêşwazîkirin û hikûmeta Israîlî rexneyên tund li biryarê girtin. Herweha Amerîka jî biryar rexne kir. Di serî de Tirkîye, Iran, Iraq û Surîye, dewletên herêmê û yên din ên dijî Israîlê jî bi vê biryarê kêfxweş bûn. Li Tirkîyeyê hema hema hemû kanalên televîzyonî ev biryar wekî nûçeya yekemîn dan. Reaksîyon û şirove hîn dewam in û wusa diyar e di berdewamîyê de jî dê munaqeşe bidomin.
Xuşk û birayên hêja,
Em dizanin ku di biryarên weha de alîyên sîyasî jî hene û di konjuktora îroyin de rewşa Filistînê û Kurdistanê ji hev cuda ye ji ber alîyên pirsê û têkilîyên wan ên navneteweyî. Lê pêşnîyar û daxwaza min ku dixwazim wekî pirseke dostana bi we bişêwirim ev e:
Gelo ew biryara ICCê ya li ser Filistînê di şertên îroyin de nikare ji bo Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojavayê ku li herêmê û navneteweyî xwedîyên hin statûyên naskirî ne jî bibe ”emsal”?
Em dizanin ku zextên taybetî yên Tirkîyeyê û Îranê li ser we hiqûqzanên Kurd û dostên Kurdan ku nuha di nava van dewletan de dijîn pir in û piralî ne. Ji ber van sebeban astengên li pêşîya we divê em Kurdên din fêm bikin. Ji ber vê yekê banga min nuha taybetî ji bo we hiqûqzanên me yên li diasporayê re ye.
Hiqûqzanên me yên li Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojhilat dikarin hevkar bin û yên li Kurdistana Bakur û Kurdistana Rojholat jî li gorî îmkanên xwe bi hin awayan alîkar bibin.
Hiqûqzanên me yên birêz,
Bawer dikim ku hewldaneke weha ji alîyê we û me bi hev re ji bo Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojava dê ne tenê ji alîyê me zanyar û lêkolînerên warên din ên li diaporayê, her weha ji alîyê damûdezgehên diasporaya Kurdî û Kurdistanê û ji alîyê dostên Kurd û Kurdistanê jî bê parastin û xurtkirin. Destkeftinên weha ji bo Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojavayê dû re dikarin ji bo Kurdistana Bakur û Kurdistana Rojhilat jî bibin tecrûbe och gavên ”emsal” ku dikarin bi serê xwe bibin mekanîzmayên girîng ên li hember zilm û zordestîyên dewletên herêmê.
Destpêkirina hewldaneke weha ya girîng ji bo Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojavayê bi piştgirîya biryara dawîn a ICC û hin beşên hiqûqa navneteweyî, him dê rê li ber hin tehdît, zilm û zordestîyên dewletan li van du beşên Kurdistanê bigre, him jî dê doza rewa ya Kurd û Kurdistanê bigihîjîne merheleyeke nû di warên navneteweyî de.
Ez bi xwe bi her alî amade me bi we hiqûqzanên me yên hêja re di vî warî de kar bikim. Bi hêvîya destpêkirina helwdaneke weha bi hev re ji we hemûyan re pir silav û serkeftin, em bi hev re xurttir in, li xwe baş binêrin…
Osman Aytar
Doç. Dr., Sosyolog
Stockholm, 8.2.2021
(*) Ji bo zêdetir agahdarî li ser biryara ICCê: https://www.icc-cpi.int/Pages/item.aspx?name=pr1566