Rêxistin, partî û saziyên Kurdan ên siyasî di têkoşîna azadiyê de tim siyaseta tîfaq û hevkariyê derêxin pêş jî, ji sazî, kom û organîzasyonên xelkên cîran tu elaqeyeke erênî ya berbiçav nabînin.
Li Rojhilatê bi kes, kom û rêxistinên Farisî û li Başûr û Rojava bi yên Erebî yên ku wek demokrat têne hesibandin re hewil didin li dijî rejîmên otorîter hevkariyê bikin, lê piranî caran an bi tena serê xwe dimînin an jî eger hevkariyek çêbe, bar gişt dikeve tenê ser milê Kurdan bi xwe…
Li Bakur rewş ji parçeyên din hê xirabtir e.
Ji damezrandina dewleta Tirk (1923) heta dawiya salên 1960î bahsa hevkariya Kurdan a siyasî a bi kes, kom û rêxistinên Tirkan nedihate kirin. Ji ber ku gorî rejîmê û partiyên wê Kurd û kurdewarî hatibûn tunekirin…
Ji dawiya salên 1960î heta îro çi ji yên bi îdeolojiya çepê û çi ji yên rastê, her partî û dezgehên siyasî yên Kurdan di bernameya xwe ya rêxistinî de bahsa hevkariya bi ‘demokratên Tirk’ re dikin û ji yên Kurd wêdetir rûyê xwe badidin hevkariyeke bi Tirkan re…
Li her parçeyên Kurdistanê ji kes, kom û partiyên siyasî yên çepgir bi civakê û bi organîzasyonên demokrat û muhalîf re û piraniya yên rastgir xwe li nêzikî dewletê û desthilatdarên Tirk, Ereb û Faris bicî dikin…
Îro jî; eger meriv hinek xebat û hewildanên hêja yên ji bo yekîtiya netewî nehesîbîne, rewş her wisa ye…
Kurd di têkoşîna xwe de bi serê xwe tenê ne. Û hê li dostan digerin ku pê re têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê bilind bikin; ne tenê bo xwe, helbet bo her kesî…
Li Bakur û li Tirkiyê têkoşîna Kurdan bi bernameyeke wekî ‘azadbûn û rizgarbûneke bi hev re’ tê meşandin.
Eger meriv rewşa siyasî ya cîhanê û pêşketinên civakî bi giştî bîne ber çavan; tu şaşitî di vê ramanê de tune ye, ku eger tiştekî wisa pêk bê, helbet him Kurd û him jî xelkên cîran ê bi hev re bigîhijin aramiyê…
Lê wer xuya ye ku xeynî çend komên piçûk, tu kes, kom û rêxistinên bi Kurdan re jidil hevkariyekê bike, tune ye.
Partiyên wekî CHPê ya ku wek partiyekî çep û demokrat û mezintirîn partiya opozîsyonê tê diyarkirin jî di nav de, di mijara mafên Kurdan de ew tev bi destilatdariya zordest AKPê re xwedî heman fikr û zikrê ne.
Ku polîtîkaya tundiyê ya hikûmêtê rexne bikin, berovajî vê yekê wê hê bêtir motîve dikin ku siyaseta tund a li dijî Kurdan hê dijwartir bike. Daxuyaniya dawî ya rêveberê CHPê Engîn Altay û ya seroka ÎYÎPê Meral Akşenerê wê mesajê dide Kurdan; ku ew ê tu caran bi Kurdan re ji bo demokrasî û mafan hevkariyê nakin û li dijî mafên Kurdan siyaseta dewletê ya ku AKP bi rê ve dibe, berdewam bikin…
Yanî, Kurd bi serê xwe tenê ne û tim di bin zilma dewletên herêmê de ne…
Ev çend roj in arteşa Tirk hewil dide ku herêma Garê ya Başûr dagir bike û her wiha bahsa dagirkirina Şengalê jî tê kirin. Li hemberî vê êrîşkariyê, mixabin partiyên Kurdan ji dagirkeriya Tirkiyê zêdetir, bi zimanekî tûj hev du rexne dikin.
Rêvberiya PDKê li şûna ku êrîşkarî û dagirkeriya Tirkiyê rexne bike û meseleyê bibe rojeva dîplomasiya navnetewî, gerîllayên Kurd tewanbar dike. Çapemeniya Kurdî ya girêdayî her du hêlan ji Tirkiyê zêdetir hevdu tewanbar dikin…
Kurd li hemberî êrîşên dagirkeran nikanin bi hevdu re jî hevkariyê bikin û piştgiriyê bidin hevdu…
Ne hevkariyeke bi hev re, ne jî hevkarî û dostaniyeke bi xelkên cîran re li dar e. Ne xêrê ji hevdu û ne jî xêrekê ji Tirk, Faris û Ereban dibînin. Kurdên azadîxwaz bi serê xwe tenê ne…
Tenê rewşa Rojava hêviyê hinekî zindî dihêle.
Di rewşeke wisa de hevkariya di şerê li dijî DAÎŞê ya bi Amerîka û koalîsyona navnetewî re û sempatiya xelkan deriyê hevkarî, dîplomasî û helbet destkeftiyên nû vedike. Eger ev hevkariya leşkerî bi siyaseteke aqilane wek pêvajoyekî dîplomasiyekî bibandor bê bikar anîn, mimkûn e ku destkeftinên siyasî jî li dûv wê bên…
Gelo ji Kurdan re Enqere, Tahran, Bexda an jî Şam dûr e, an Washîngton?…