Amerîka bi serokatiya Joe Bidenî hêdi hêdî siyaseta xwe ya nû (!) ya navdewletî bi gavên pratîkî radixe ber çavan. Ji Çînê heta Rûsya û Îranê û ji Afganîstanê heta Rojhilata Naverast pirsgirêkên di dema Trumpî de hê kûrtir û kaotîk bûbûn, dîsa dibin rojeva dîplomasiyê û gavên pratîkî. Dewlet û aktorên siyasî yên herêmî jî gorî helwesta Amerîkayê têkilî û hevkariyên xwe ji nû ve rast û dirûst dikin û mesajên hevkariyê didin.
Pêngavên dîplomatîk û siyasî dîrekt bandorê li jiyana xelkên herêmî û helbet li jiyana Kurdan dike.
Ev demek e,ku tansiyano dîplomatîk a di navbera cîhana rojava (Amerîka û Yekîtiya Ewropayê) û Rûsyayê de li ser pirsgirêka Ûkraynayê her diçe bilindtir dibe. Her du hêl li dijî hevdu tehdîdan dibarînin. Tansiyon bi daxuyaniya Ûkraynayê ya li ser tevlîbûna NATOyê re ji nişkave bi pêtî bû û serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî bi serdana Kîevê re rewş hê sortir kir.
Paşê her du hêl ji tehdîdên dîplomatîk hêdî hêdî derbasî avêtina gavên pratîkî bûn. Siftê Rûsyayê konsolosê Ûkraynayê ê li St. Petersbûrgê bi angaşta ‘ajantiyê‘ girte bin çavan û dû re Komara Çekê biryara dersînorkirina 18 dîplomatên Rûsyayê da…
Di vê navberê de, Amerîka û endamên din ên NATOyê aşkere kirin ku ew ê leşkerên xwe yên li Afganîstanê îsal heta meha rezberê vekişînin. Di 20 salan de Amerîka, Brîtanya û NATOyê li Afganîstanê kîjan pirgirêk çareserkirin û bo mirovahiyê û aramiya herêmê çi pêk anîn, ne diyar e. Niha ew ji Afganîstanê biçin jî, ev guhertin bala tu kesî nakişîne.
Ji ber ku ji bo xelkê Afganîstanê başiyeke berbiçav li holê nîne; ne aramî û ne jî azadî. Welatek û jiyaneke hilweşiyayî û pêrîşanî li holê ye. Li hemberî vê rastiyê Talîban û hêzên din ên cîhadîst hê li ser pê ne û çarenûsa xelkê Afganîstanê di destê wan de ye… Yanî fîlan zîtik avêtin, lê tenê çîmen perçiqîn…
Ne tenê li Afganîstanê, her wiha li Rojhilata Naverast, li Iraq, Sûriyê, Lîbya, Yemen û li seranserê herêmê rewş heman rewş e.
Pozberiya di navbera Amerîka û Rûsya û herwiha Amerîka û Îranê dîrekt bandorê li Kurdan dike. Liv û tevgera hêzên aşkere û veşartî a li seranserê Kurdistanê ev demek e dîsa zêdetir bûye. Di nava du mehên vê dawiyê de li Hewlêrê du caran bombe teqiyan. Di meha reşemiyê de balafirgeha ku hêzên koalîsyona navnetewî bikartîne û hefteya çûyî jî balafirgeha bajêr rastî êrîşên bombeyî hatin. Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzayî êrîşan wekî “lewazkirina statûyê herêma Kurdistanê“ dinirxîne û dibêje; “Li Kurdistanê tu baregehên Îsraîlê tune ne, lê hinek hêz derewên wekî ku li Hewlêrê baregeha Mossadê rastî êrîşê hatiye dikin û dixwazin statûyê Kurdistanê lewaztir bikin.“
Hewldanên lewazkirina rewşa Kurdan li dijî xweseriya li Rojava jî li dar in. Li hinda êrîşên arteşa Tirk û cîhadîstên girêdayî Tirkiyê, Rûsya jî dîsa di nava dek û dolaban de ye. Di 13ê nîsanê de hêzên Rûsî li Şehbayê vekişîn. Bi vê pêngavê mesaj dan ku ew ê pêşiyê ji dagirkeriya Tirkiyê re vekin. Li roja din hinek şûnde vegerin baregehên xwe jî, tê gotin ku Rûsya ê hêzên xwe vekişîne Helebê.
Çavdêrên li herêmê tevgera hêzên Rûsî wekî bi pirsgirêka Ûkraynayê ve girêdayî di nava Rûsya û Tirkiyê de bazartiyeke qilêr û siyaseta şantajkirinê dinirxînin. Alîkarê Hevserokê xweseriya Rojava Çiya Kurd pêngavên Rûsyayê wiha dinirxîne: “Rûsya dixwaze rêveberiya xweser di bin tundiyê de bihêle û ji Kurdan tawîzan werbigire. Ji bo vê yekê jî wekî ku li Til Temir û Eyn Îsayê pêk anî, siyaseta şantajê bikar bi rê ve dibe.“
Pozberiya di navbera Amerîka û Rûsyayê û herwiha a di navbera Amerîka û Îranê de teqez bandorê li Kurdan dike. Carinan deriyên nû ên dîplomatîk ji Kurdan re vebin jî, piranî caran Kurd diêşîn. Di siyaseta navdewletî de tansiyon bilindtir dibe. Ji bo rewş mîna meseleya fîl û çîmenê nebe, helbet divê Kurd her hişyar bin…