Halil Dalkılıç: Her kes hespê xwe li Kurdistanê dibezîne…

KurdiYazarlar

Bi dîplomasiya bi rewşa Sûriyê û a Iraqê ve girêdayî, li rojava û başûrê Kurdistanê tansiyona leşkerî careke din bilind bû. Her çiqas mijara dîplomasiya navdewletî wekî rewşa Sûriyê û a Iraqê bê nîşandan jî, li herdu welatan tenê Kurd rastî êrîşan hatin û ev rewş hê jî bi dijwarî berdewam e.

Piştî dorpêçkirina Şengalê ji hêla arteşa Iraqê ve, arteşa Tirk jî careke din li Metîna, Zap û Avaşîna Başûr tevgereke leşkerî a dagirkirinê da destpêkirin.Dema li Başûr van êrîşana li dijî Kurdan pêk dihatin, li Rojava jî milîsên girêdayî rejîma Sûrî li Qamişloyê êrîşî hêzên asayişê dikirin. 

Ev erîşên vê dawiyê ên li dijî Kurdan mirov dixin wê gumanê; ku careke din li dijî Kurdan planên nexêrê ên bazartiyên qilêr ên navdewletî rewacdar in. Dîsa berdevkên dewletên serdest (Rûsya û Amerîka) û yên dewletên herêmê (Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye) gilî û gazincan li hevdu dikin, lê li jêr tenê canê Kurdan diêşe…

 Wekî tê zanîn; Rûsya ji bo ku Tirkiyê bikişîne cem xwe û ji NATOyê qut bike, di her pêngavên xwe de serê Kurdan û axa wan pêşkeşî  Tirkiyê dike. Efrîn û Girê Spî ji bo vê siyasetê pêşkêşî Tirkiyê û çeteyên cîhadîst ên wekî baskekî arteşa Tirk tevdigerin, hate kirin. Gorî agahiyên çavdêrên li Rojava, li Qamişloyê êrîşên vê dawiyê ên milîsên Dîfa El Wetenî ên girêdayî rejîma Sûrî jî bi siyaseta Rûsyayê ve girêdayî ne. Tê gotin, ku Rûsya ji bo ku li Qamişloyê xwe bicî bike, pevçûnên wisa provoke dike.

Amerîka jî bi rengekî cihê be jî bi siyaseteke ku heman encamê dide, li Başûr û Bakur bi rê ve dibe. Berdevkên Amerîkî kengê rexneyekê li Tirkiyê dikin, dû re wekî ku dilê Tirkan bikin, di heman demê de pêşî ji Tirkiyê re vedibe, ku ew êrîşî hêzên Kurd û destkeftiyên başûrê Kurdistanê bike. 

Ne tenê Sûriye û Iraq, herwiha Îran jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên bi Amerîka û Rûsyayê re, gogê li axa Kurdistanê digerîne. Îran piştî Kerkûkê, dixwaze bandora xwe li pêşketinên li Şengalê bike û ji bo ku xetekî siyasî û leşkerî bi Sûriyê re mayînde bike, giraniya xwe dide Şengalê. Şengal ji bo Tirkiyê jî girîng e. Wekî tê zanîn; Tirkiye ji bo jihev qutkirina Kurdên Başûr û Rojava tim dagirkirina Şengalê di rojevê de dihêle.

Herwiha rêveberiya navendî ya Iraqê jî rewşê ji xwe re wek firsendekî dibîne û dixwaze bandora xwe ya leşkerî û siyasî li herêma Kurdistanê hê zêdetir bike. Ji bo vê yekê, ew jî Şengalê wekî cihekî girîng dibîne û dixwaze arteşa xwe li wir bicî bike. 

Bi taybetî, wekî hêza herî bi bandor a navdewletî Amerîka jiber berjewendiyên xwe û ji bo kontrolkirina helwestên Tirkiye, Îran û Iraqê ji pêngavên wan ên li ser axa Kurdistanê û êşandina Kurdan re bêdeng dimîne. 

Van rojan Koordînatorê Ewlekariya Netewî a li Rojhilata Naverast ê Amerîkayê Brett McGurk bi delegasyonekê gerekê li Emîratên Erebî yên Yekbûyî, Urdun, Misir û Erebîstana Siûdî dike. Helbet siyaseta Îranê ê bibe wekî mijara sereke a vê gerê. Meriv ditirse, ku Îran an jî Tirkiye ê wek reaksiyona vê gerê dîsa serê Kurdan biêşînin…

Heta îro Amerîkayê tim pesna Kurdan û pesna qehremaniya wan a leşkerî da, lê deriyên siyasî ji Kurdan re tim girtî hişt. Di vî warî de hinek xeberên nû bên jî, bêguman a girîng pratîkên berbiçav in.

Tê îdiakirin ku Hêzên Demokratîk ên Sûriyê (HSD) ji bo lobîkirinê bi saziyeke lobîkirinê re li hev kiriye. Gorî xeberekî sîteya Foreign Lobbyyê HSDê bi saziya Jim Dornan Strategies re li hev kiriye ku ji bo wan li Amerîkayê lobiyê bike. Li hêla din, tê gotin ku hinek endamên Kongreya Amerîkayê ji bo vîzeyeke taybet a ji bo endamên HSDê û YPGê (Yekîneyên Parastina Gel) amadekariyê dikin. 

Ka em mêzekin; qerebalixa dîplomasiya navdewletî û pêşketinên heyî ê bibin nîşana xêrê ya ku Kurdistan ê aram be û êdî nabe qadê hespbezandina neyarên Kurdan an na?!..

İlginizi Çekebilir

Sidar Ali: Ahmet Altan, Atakürt ve Filiz Açan bir ‘Turp’
Dicle Anter: Kimler çalmadı ki..?

Öne Çıkanlar