Herçiqas çapemeniya kurdî, ziman û edebiyata kurdî li sirgûnê geş bûbin û gul vedabin jî, lê sirgûn hizin e, tenêtî ye, xemgînî ye, destên gelek nivîskarên dinyayê li nivîsandinê sar kirine, hibrên wan ziwa kirine, ji wan re bûye goristan û ew ajotine ser xwekuştinê.
Sirgûna ku demekê bi kêrî geşkirina ziman û edebiyata kurdî hatibû û bi hêvî dest pê bûbû, niha, bi dirêjiya jiyana sirgûnê re, hêdî hêdî vedimire, ew gula geş diçilmise. Ew sirgûna ku demekê bindestê me bû, êdî serdestiyê li me dike, hisa notaljiyê jî tê de, gelek nexweşiyan di ruh û laşê me de peyda dike. Dermanê saxî û xweşkirina sirgûniyan vegera welêt, vegera cihên bîranînên zarotî û xortaniya wan e; av û hewa welatê wan e. Lê ev jî tenê di xeyalan de dimîne. Piraniya şaîr û nivîskarên me yên berê bi hesreta vegera cih û warên zarotî û xortaniya xwe li biyanistanê man, vegera welêt ji wan re nebû qismet. Veger ji nifşê me re jî nebû qismet, me xwest, nebû, em jî wek yên berî xwe man.
Ev çend nimûne ji nivîskarên me yên sirgûnê ne ku li ser sirgûnê nihurandine:
QEDRÎ CAN:
“Dêrika Çayê Mazî
Welatê bav û kal e
Lê sed hawar û gazî
Jê dûr ketim çend sal e
Ez li wê hatim dinê
Li wê dergûşê hejandim
Hey wax hey mala minê
Dijminan jê revandim.”
*
KAMIRAN BEDIR-XAN:
“Ev çend sal in, dilê min ket, ne geş e
Dinya tarî, dinya êvar û reş e
Dilê min ket, ne ava bû, nebû geş
Bihara min, payîza min, hemî reş
Di çolê de, di deştê de tenê me
Qey rondik im, qey ez şîna dinê me
Xweş buhar e, lê xerîbî jarî ye
Min çi kir ku dinya li min tarî ye.
Hawar, No 14, 1932”
*
OSMAN SEBRÎ, ji Goristaneke Amedê:
”Îşev ji her şev bêtir bêhna min teng bûbû. Dîsa derdê min serî hildabû… Tazînên sar di binê lingan heta qotê serî diçûn. Qefseng li min teng bûbû û têra dilê min nedikir. Wek nexweşê ku ta li serî dide min dixwest cilên xwe biçirînim. Xwêdanek sar û mezeloq li eniya min girtibû. Min li derdê xwe kiribû der, lê mikuna wê tunebû. Kela gîhana welêt, kela gîhana welêt…”
*
Ji adaptasiyona NÛREDÎN ZAZA:
”Ev dar spehî, ev kulîlk xweşik in; lê ev ne dar û kulîlkên welatê min in.
Ev çem bi dilekî şikestî li deştê diherike; lê xurîna wî ne wek ya çemê zarotiya min e, ew tu tiştî nayne bîra min.
Derketî li her derê bi tenê ye.
Heval, bav û bira, rehetî û serbilindî bi tenê li welêt heye.
*
ROJEN BARNAS, Roza:
”Rojbaş Roza!
Beyanî be xêr
Ez û tu
Bi çivîk-firê
Sê hezar kîlometre ji hev dûr
Lê, bi giyanî
Ji canê hev ji hev re nêzîktir in.
Dengê min nagihîje te, dizanim
Di vê berdestî sibê
Di xewka şêrîn
Pêjnê
Hilîne
Ku dibêjime:
Di xewnê de rojbaş
Di xeyalê de beyanî be xêr.
Bi nermî çavê xwe veke
Tevzî li ser tevziyê bi şîranî
Belav ke li canê xwe
Û bi giranî
Bi bîr bîne ku
Ev herikîna pêlên pêjnîn
Di ser bej û derya de
Bi milmilîn
Ji hinavê min î sotî
Bi axîn
Derketiye.
…..
Gul li şaxê
Kulîlk di guliyên xwe de geştir e
Ku ji avê derkeve
Masî dimire
Rast e
Meriv merî gotiye
Masî jî masî
Em
Ne masî ne, ne gul in, ne kulîlk
Lê em jî
Ji hêlîna xwe ya çande-civakî
Ku derkevin
Ji wan gelek ne têveltir in.
…Biyanîtî dijwar e, Roza
Biyanîtî
Kabûsekî har e di ser sînga meriv de
*
TOSINÊ REŞÎT, Etap:
”Li welêt şîna weha nedikirin. Bêguman digiriyan, dilûbandin. Lê der, cîran, qewm û pismam di ber dilê xwediyê şînê de dihatin, ew aşt dikirin, mijûl dikirin û şîn bi teherekî sivik derbas dibû. Lê niha gişk digiriyan û kesî wan aşt bike, ber dilê wan de bê, tune bû.”
/Nupel/