Tirkiye di her pirsgirêkên xwe yên navdewletî û navnetewî de êrîşbirina ser kurdan wekî navgîneke sereke bikar tîne. Rewş, maf û daxwazên kurdan him di siyaseta hundirîn û him jî di ya dîplomatîk de mijareke bikarbar û kêrhatî ye.
Heta îro ji rojavayê Kurdistanê ne êrîşek û ne jî tehdîdek li dijî Tirkiyê hatiye kirin; lê hikûmeta tirk her meseleyên siyasî û civakî bi maf û daxwazên kurdan ve girê dide û dike wekî hêceta bo êrîşbirina ser kurdan.
Di bin siya gengeşeyên dawî yên di derbarê endamtiya NATOyê ya Fînland û Swêdê de êrîşên Tirkiyê yên li dijî kurdan dewam dikin. Berdevkên hikûmeta tirk û serokkomar R.Tayyîp Erdogan li pejirandina endambûna Fînland û Swêdê ya NATOyê bi şerta êrîşbirina ser kurdan ve girêdide.
A balkêş ev e; ku li hemberî vê daxwaziyê heta îro ji dewletên rojavayî, ku di her daxuyaniyên xwe de bahsa mafên mirovan, nirxên însanî û demokrasiyê dikin, hê jî dengeke bo xwedîderketina mafên kurdan û herwiha dengeke ku pratîka Tirkiyê ya dijkurd û dijînsanî rexne dike, derneketiye.
Li pêş çavên mirovahiyê Tirkiye (li her derê) ji kurdan re jiyanê dike zindan; her roj bi êrîşan însanên sivîl têne kuştin û zindanîkirin, her cûre mafê mirovan û nirxên însanî tên binpêkirin û ev êrîşkarî qet nabe mijara rojeva siyasî ya cîhanê.
Lê herkes bahsa “hesasiyetên Tirkiyê” dike; wekî ku Tirkiye her roj rastî êrîş û tehdîdan tê!..
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg wekî aktorê herî “hesas” ê li hemberî “hesasiyetên Tirkiyê” xwe dide pêş. Stoltenberg di derbarê lîstika Tirkiyê yê qaşo dijderketina endamtiya NATOyê ya Fînland û Swêdê û tehdîdên Erdogan ên li dijî kurdan de hewl daye, ku dilê Erdoganî hênik bike û wiha gotiye: “Wek 30 hevalbendan, em ê bêne cem hev û metirsî û endişeyên Tirkiyê ji holê rakin û piştî vê yekê em ê di demeke kurt de rêyekê ji bo tevlîbûna Fînland û Swêdê bibînin…”
Stoltenberg di daxuyaniya xwe de, bahsa di êrîşa Tirkiyê ya bi wesayetên bêînsan ên hewayî de li Bamernê ya başûrê Kurdistanê mirina du zarokên kurd ên 6 û 7 salî nekiriye. Herwiha bahsa di êrîşên Tirkiyê de li Şengal, Mexmûr û li rojavayê Kurdistanê mirina kurdên sivîl jî qet nehatiye bîra wî…
Wer xuya ye; ku Stoltenberg ji derewên berdevkên hikûmeta tirk re “pir hesas” e. Lê hebûna kurdan ji Tirkiyê re çawa dibe “hesasiyeta sereke?”; yên mîna Stoltenberg bersiva vê yekê nadin û bi gotinên bêbingeh û şêlû rojevê dadigirin û tim siyaseta Tirkiyê ya dijkurd “meşrû” dikin…
Çapemeniya rojavayî, saziyên sivîl û ên siyasî ji destpêkê heta niha tirajedî û diramaya xelkê ûkraînî radixin pêş çavan û ji bo alîkarbûna wan kampanyayan bi pêş dixin. Dewleta Tirk jî ji destpêka şerê li Ûkraynayê heta îro êrîşên li dijî kurdan bênavber û hê zêdetir kiriye. Her roj mîna ûkraîniyan kurdên sivîl jî canê xwe ji dest didin; lê kurd bi mirin û êşa xwe ve dimînin.
Hesasiyetên rejîma Erdogan a ‘kurdkuj’, ji dewletên rojavayî yên li hemberî binpêkirina mafên mirovan ‘pir hesas’ re, dibe wekî ‘xemeke mezin’…
Cîhana rojava dengê kurdan nabihîse…
Stranbêj Şivan Perwer di strana şînî ya ‘Helebçe’yê de dibêje; “Hawar kurdno hûnê bikin bilezînin / hûnê kaxiz û pênûsekê bînin binivsînin / dinya alemê pê bihesînin / Serok û rêberên kurdan li hev bînin / Bila yek bi yek bin, ji halê me kurdan re tiştekî ji dinyayê re binivsînin / Bila xelk û alemê pê bihesînin / da ku çarekê ji halê me kurdan re bibînin…”
Lê mixabin, kurd jî nikanin deng û hawara xwe bigihînin mirovahiyê. Rêxistin û mekanîzmayên ku dengê kurdan bigihînin mirovahiyê lewaz û bêbandor in. Rewşa siyasetên pêşeng û ‘serokên kurdan’ jî li ber çavan e û hewceyî gotinê nîn e!…