Halil Dalkılıç: Kobanê û Mahabad

KurdiYazarlar

Kurd di serdemeke pir enteresan re derbaş dibin. Dema mirov helwestê raya giştî ya cîhanî bide ber çavan; hişê mirov tevlîhev dibe. Berxwedana kurdan durûtiya wan radixe pêş çavan. Kurdan li dijî hovîtiya cîhadîzma DAÎŞê ya ku ji bo tevahiya mirovahiyê tehdîdeke mezin e, li ber xwe dan; raya giştî ya cîhanî pesna wan dida. Herwiha di raperîna vê dawiyê ya li dijî rejîma zordest a mollayên Îranê de bi berxwedana xwe pêşengiyê dikin. Slogana bi kurdî “jin, jiyan, azadî!” bû wek tekane slogana tevahiya jinên cîhanê. Dema ku kurd bi bedelên pir giran, bi can û xwîna xwe tevahiya mirovahiyê diparêzin, pêsna wan tê dayîn. Lê dema bi êrîşên dijwar û kujer ên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê re rû bi rû dimînin, her kes rolê sê meymûnan dilîze; kerr, kor û lal dibe.

Tirkiye cardin bi awayekî dijwar û hovane êrîşî kurdan dike. Ji 18ê sermawezê vir ve ji Efrînê bigire heta axa Başûr cîh û warên kurdan dîsa ji hêla arteşa tirk ve tên bombebarankirin, însanên sivîl dimirin, cîwarên kurdan tên kavil kirin. Tirkiye siyaseta dijkurd û dijînsanî li ber çavên dewletên mezin (Amerîka, Yekîtiya Ewropa û Rûsya) û bi pêşîvekirina wan pir bi hêsanî û aşkere bi rê ve dibe. Rojek beriya êrîşan Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bang li hemwelatiyên xwe yên li Kurdistanê kir, ku Tirkiyê û Îran amadekariyên êrîşên ser Kuristanê dikin. Lê heman Amerîka hişyariyeke wisa li ‘hevkarên xwe’ yên di şerê li dijî DAÎŞê de re, yanî ji kurdan re nekir.

Ji xwe rayedarekî arteşa tirk jî aşkere kir, ku ji bo êrîşbirina ser kurdan a hewayî Amerîka, Îran û Rûsya hatiya agahdarkirin. Bi taybetî kela berxwedana li dijî DAÎŞê Kobanê di bin êrîşên dijwar de ye. Dema ku Tirkiye êrîşî kurdan dike, hevkariya Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAÎŞê pişta xwe ji hevkarên xwe Hêzên Parastina Sûriyê, yanî ji kurdan re badide. Herwiha wer tê zanîn, ku herêmên ku êrîşa hewayî pêk hat, ji hewayê di bin kontrola Rûsyayê de ye. Yanî Rûsyayê ji bo êrîşan pêşiya Tirkiyê vekiriye.

 

Li beriya êrîşên dawî li Stenbolê jineke ereb di nava xelkê de bombeyek berda û 6 sivîlan canê xwe ji dest dabû. Berdevkên hikûmeta tirk, di serî de Wezîrê Karên Hundirîn Suleyman Soylu demildest ji vê êrîşa hovane kurd tewanbar kirin. Lê her nîşaneyên zelalbûyî yên vê çalakiyê nîşanî didin ku ev çalakî ji hêla hêzên tarî ên dewletê ve hatiye kirin û rêxîner jî klîka nijadperest a ku Suleyman Soylu bi xwe di nav de ye ye. Helbet raya giştî ya navnetewî jî bi senaryoya Suleyman Soyluyî îkna nebûn; lê tu kesî tiştek jî negot. Paşê, Tirkiyeyê dest bi êrîşê kir; yek jê rojnamevan 13 sivîl hatin kuştin; dîsa deng ji tu kesî derneket. Teatroyeke navdewletî, ku qurbaniyên lîstikê tim kurd in, her li dar e…

Teatroya sê meymûnan a raya giştî ya navnetewî li hember hovîtiya rejîma îslamî ya mollayên Îranê jî li dar e. Bajarên kurdan bi çekên giran tên bomberankirin, bi dehan însanên sivîl hatine kuştin û h3e jî têne kuştin. Bi taybetî li Mahabad û Bukan a rojhilatê Kurdistanê pevçûnên dijwar û xwînî tên jiyîn. Hêzên rejîma mollayan xwepêşendanan gulebaran dikin. Gorî ajansa mafên mirovan a li Norwecê HRANAyê ji 17ê rêzberê heta niha 410 çalakvan hatine kuştin; helbet piraniya wan kurd in. Lê mixabin dîsa her kes kerr, lal û kor e.

Kobanê û Mahabad du bajarên sembola têkoşîn, berxwedan û azadiya kurdan in. Ala azadiyê ya ku Qazî Muhammed li Mahabadê hildabû, ev çend sal in li Kobanêya Rojava badide. Ji her rêxistinên siyasî û her çar parçeyên Kurdistanê çavê tevahiya kurdan îro li ser berxwedana li Kobanê û ya li Mahabadê ye. Ev heştê sal e ku hêviya azadiyê li Mahabadê venemirî, berxwedana Kobanê jî vê hêviyê hê geştir dike; ew neketin û nakevin jî…

İlginizi Çekebilir

Hasbey Köksal: Ziman û Zeman -3
Halil Dalkılıç: Serweriya dewletan û dewletbûna kurdan

Öne Çıkanlar