Li ser evînê, li ser xweşîyê, li ser azadîyê û tiştên din em tim hatine xapandin.
Yên em xapandin helbestvan, stranbêj û hunermend bûn.
Me got ew zana û pispor in û me guh da wan.
Me nedizanîbû ku em ê bêne xapandin.
Me da dû ristê, melodî û gotinên wan.
Dawîya rê ne ronahî bû û ne jî xweşî.
Dawîya rê tarîtî û ne xweşî bû.
Em hatin xapandin.
Bi risteyekê, bi muzîkekê û bi gotinekê em hatin xapandin.
Meriv nikarê hemû gunehên xwe bixe stûye helbestvan, stranbêj û hunermendan.
Me xwest em bên xapandin.
Hinekî jî ji kerîtî û ji ehmeqîtîya me bû xapandina me.
Bi dilxwazî û bi kêfxweşî me xwe spart riste, muzîk û gotinên wan û qet em li dawîya xwe nefikirîn.
Em hatin xapandin.
Bi risteyekê, bi muzîkekê û bi gotinekê em hatin xapandin.
Her gunehkarek ji xwe re li qurbanekî digere.
Bi rêya qurban xwe û gunehkarîya xwe ji stûyê xwe derdixe û li şûna xwe yekî din dike gunehkar.
Belê helbestvanno, belê stranbêjno, belê hunermendno…
Hûn in qurbanê gunehkarîya me.
Hûn in sedema êşa me.
We em xapandin û avêtin nava arê dojehê.
Bi risteyekê, bi muzîkekê û bi gotinekê we em xapandin.
Ka gelo kîjan helbestvan, stranbêj û hunermed ji xwe û ji evîna xwe xweşî dîtîne?
An jî kîjan helbestvan, stranbêj û hunermend ji îdeolojîyê û ji gotinên xweş feyde dîtîne?
Bi risteyekê, bi muzîkekê û bi gotinekê hem xwe xapandin û hem jî em.
Kanî rojên geş?
Kanî evîna xweş?
Hemû roj diçin bi êş
Evîn dibe kulek dil bi êş.
Em hatin xapandin.
Bi risteyekê, bi muzîkekê û bi gotinekê em hatin xapandin.