” Name jî nîvê dîtinê ye… “
Jinên kurd, bi çirokbêjîya xwe zeneetkar, bi nivîskarîya xwe jî seneetkar in. Helbet paşxana vê heyamê ji hebûn û hûnerê xwe digre . Mirov dikare hin sedemên din jî bîne û bêje. Lê îro êdî huner û çanda hunerê xwedîyê teorîyên nû ne û li gor arezû û helwestên xwe hin tiştan navxwe dike, diguherîne.Dîroka ku bi nivîskarîya Xwîşkên Bronte (Charlotte Brontë, Emily Brontë, Anne Brontë) dest bi nîvîskarîya profesyonel û romansazîyê kiribûn ji nivîskarên jîn re bû rêkeftina nivîsarîya modern jî.
Heta jinan, kemînên mêran danîbûn pêşîya jinan bi (di) romanê têkbirin û hebûna jinbûnê jî xistine nava derhinerîyeke dîrokî. Lewma gava nivîs, nivîskarî,çîrok an jî roman tê behsê maf û merîfetên jinan deh car dibin û gêre jî bibin.
Li Kurdistanê jî ev realîte derbasdar e, her çiqas jî jinên kurd tu carî ji qada kultur û civakbûnê heta ji rewşenbirîya dewrê dûr nemabin jî, şerên dûrdirêj in û serêşî, hişwestîn hestşikestîbûn û sîya mêrên sîyasî, jinên kurd ji ked û karizmaya wan dûrxîstîye, berhemdarî û bercesteyên wan berbelavkirî ye. Lê jinan jî tu carî dest ji vegotin û bêjevanên azadxwaz nekişandîye. Ji ber sedemên bêkapîtalî û bêdewletîyê romanê xwe di dema xwe da negîhandîye Kurdistanê, lê çirokbêjî û çirok nivîsînê jî qe cihê xwe sar û winda nekirîye. Çîrok, starnbêjî,kilamên nîv- çîrokî fena: Hesenîko Qurban, Miho, Bavê Baran Begê, xelilê Misto, Lo lo Riza û bi dehan kilam çîrokên ku bi vê armonîyê, lê bi etîketa mêr û meclisên mêran hatine eşkere kirin,wek binesazîya nivîsarîya jinan xwedî cîyekî afirînêr e. Ji ber gellek sedeman berhemên navmalî, navdilî bi destên hosteyên xwe nehatine nasandin û strandinê jî. Lê êdî îro bi rêya perwerdeyê, enformasyon,lêkolînî, niştîmanperwerî û netewperwerîyeke zîndêr, jin him li mîratêyên xwe him jî li xwe vedigerin. Jinên kurd bi naîfîyekê dîrokê dubare dikin û qada hunerê ji texlîd û teorîyen mêtingerên xwe azad dikin.
Dîya Ciwan, yek ji jinên vê qirneya sedsala me ye ku bi berhemdarî û jêhatîbûna xwe ji mêjû û mijûlîyên kûrahîya jîyana me dinivîsîne.
Ronakbîrîya Kurdan, berê navxweyî bu û ji hev aso werdigirt. Îro hîna jî hêza sê ekolan li ser me û wêjeya me heye. Ekola nivîskarîya serhedîyên ku çûnê nava Ûrîs, Rojava û Swêd ku hîna jî çavkanîyên me xwedî dikin û nivîskarên xwe derdixin. Dîya Ciwan ji ekola Binxetê tê, her çiqas li Bakurê Kurdistanê hatîye dinyayê jî, li Rojava bûye bûk,dayik û nivîskar.
Çendek berê edîtorê Hûrbînî’yê Brûskê Delal (Aryan) ji min re çend kitab şandibûn. Di nava wan de kitêbeke Dîya Ciwan jî hebû. Kitêba wê ya bi navê Kenê Reş ji weşanên Nûbîhar’ê hatîbû çapkirin, ewilî wê bala min kişand. Hinêk kitêb bi navê xwe jî bala mirov dikişînin û ji dûr ve çav diqirpînin. Kenê Reş jî bi navê xwe bala min kişande. Kitab ji nod rupel û sî û pênc kurteçîrokan ve hatîye çapkirin.
Danasîna kitabê bi destxeta Dr. M. Zahir Ertekin ve hatîye kirin.
Piştî pêşgotina wî Dîya Ciwan dest bi çirokên xwe dike. Çîrokên Ciwanê nîvê pir li ser jinan e. Sî û pênc kurteçîrok li pey hev cih digirin.
Her yek bi serê xwe çend çîrok bin jî Dîya Ciwan her yek li gor tevna niviskarîya xwe lidarxistîye.
Çîrokbêj, pirî caran di navbera rastî û xeyalkirinê de bêfesal dikeve lê nivîskara me ev înîsîyatîf qet nedaye kesî. Hemû hûrbînîyên mijar û taybetmendîyên lehengan bi kirasê nivîsê kirîye bîranîn.
Kenê Reş weke dorgerandineke di nav Kurdistana berê de ye. Em bi melûlîyeke bi pey çîrokan dikevin. Çîrokên li ser paşmayîna hestan û gotînên li ser kesan cuda cuda tên hewandin.
Lê Kenê Reş li ser hikayetên karekteran e û ew behs tevahî jî li ser kesên ku dest bi jîyaneke nuh dikine. Sî û pênc çîrok bi ahengeke lihevhatî hatine nivîsandin. Gava mirov kitêbê xilas dike tehmeke yek mijarê diminê li ba mêriv, lê di rastîya xwe de her çîrok li ser mijarekê hatîye ristinê û bûyer ji hev dûr in. Lê ne xema Dîya Cîwanê ye, lengûîstîka nav-taxîya Kurdistanê bi metodeke edebî xistîye nav mijarên xwe. Çend kurteçîrok epêcê kêf û berketîbûnan tîne bîra mirov. ” Name Di Navbera Duh û Îro De” yek ji van çîrokan e. Ciwan qala guhertina wateya nameyan dike.
” Radyo, Gundê Şûzê, Xwedê Kurekî Bide Te û Berfê ” çend ji çîrokên Kenê Reş in.
Piştî xilasbûna kitêbê mirov dixwaze çend carên din lê vegere. Wer bawer im xilasî ji Dîya Cîwan û çîrokên wê tune ne. Ew ji salên salan tên. Wek kenê ku bi pêlên avên re kevîran dibirinin… Berfê dibê; ” Min gotê: Bêje Berfê bêje! Serê min naêşe,lê dilê min diêşe.