Ji hilbijartinên li Tirkiyê yên di 14ê gulanê de bêne lidarxistin re 3 hefte man. Gorî lêpirsînan namzetê opozîsyonê Kemal Kiliçdaroglu li pêş serokê AKPê Erdogan e. Kiliçdaroglu li pêş be jî serkeftina wî ya di tûra yekem de hê ne teqez e. Herwiha bahsa 5 mîlyon hilbijêrên nû tê kirin; ku gorî pêşbîniyan piraniya wan ê raya xwe bidin Kemal Kiliçdaroglu. Dîsa gorî lêpirsînan; dengên partiyên desthilatdar AKP-MHPê û yên opozîsyonê (Hevkariya Mîllet) kêm zêde 1-2 sedêk wekî hev in. Bi kurt û kurmancî; hê jî meriv nikane bahsa pêşbîniyeke ji bo serkeftineke teqez a namzetê opozîsyonê û hilweşîna hikûmeta AKP-MHPê ya nasyonalîst-îslamîst a zordest bike.
Li hemberî vê ahengiyê, Partiya Kesk a Çep a ku gorî pêşbîniyan ê ji sedî 10-13ê dengan bistîne ê mohrê li diyarbûna serokkomarê nû û hikûmeta nû bike. Hê zêde bahsa hêz û rola wê neyê kirin jî; Partiya Kesk a Çep a ku HDPê û Hevkariya Ked û Azadiyê di bin banê wê de tevlî hilbijartinan dibin, di pozîsyoneke wek kilîtê de ye. Bêyî piştgiriya wê (yanî ya kurdan) ne Kiliçdaroglu û ne jî Erdogan ê wek serokkomar bên hilbijartin û ne jî hikûmeta nû dê bê avakirin. Ji ber hesasiyeta hilbijartinê tu kes vê rastiyê nayinê rojeve. Ne partiyên opozîsyonê yên Hevkariya Mîlletê (CHP, ÎYÎP û yên din) û ne jî nûnerên siyaseta kurdî bahsa bazartiyeke ji bo mafên kurdan dikin.
Bêdengiyeke din jî di qadê dîplomasiyê de tê jiyîn. Heta niha di derbarê hilbijartinan de ji hêzên navdewletî helwestekî aşkere nehate dîtin. Belkî haya xelkê Amerîkayê ji pêşketinên li Tirkiyê nîn e, lê piraniya raya giştî ya civakî ya Ewropayê ji Erdogan hez nake û wî wekî dîktatorekî dibîne. Nêrîna xelkên cîhanê wer be jî, di qadê dewlet û hikûmetan de helwest û bertek ne wisa ye. Piraniya dewlet û hikûmetan pragmatîzma Erdogan ji bo berjewendiyên xwe bikartînin û li hinda vê yekê, ji zordestiya hikûmeta AKP-MHPê, binpêkirina mafên mirovan, bênefhiştina jiyana civakî û hilweşandina hemû saziyên demokratîk re çavên xwe digirin û li hemberî zordestiya rejîma Erdogan bêdeng dimînin.
Bi taybetî pêşengên cîhana rojava, Amerîka û Yekîya Ewropayê hê jî bi aşkereyî refleksek li hemberî hilbijartinên li Tirkiyê nîşan nedane. Herwiha di hilbijartinên berê de jî Amerîka û Yekîtiya Ewropayê piştgiriyeke aşkere nîşan neda bûn. Lê serlêdanên Tirkiyê yên Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê yên di dema hilbijartinan de hatibûn kirin, wekî piştgiriya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo rejîma zordest a Erdoganî hatibû famkirin. Ji bo hilbijartinên 14ê gulanê bêdengiyek heye.
Gorî rojnameger Murat Yetkîn, ji mehekê vir de di nava nûnerên dîplomasîyê de di derbarê vê mijarê de guherînek çê bûye û nirxandineke wekî “îhtîmalê wendakirina Erdoganî heye” derketiye pêş. Yetkîn di analîza xwe de wateya vê guherîne wiha dinirxîne: “Êdî nûner, sazî û balyozxaneyên dewletên ku girîngiyê didin Tirkiyê helwestên xwe bi pêşbîniyeke wekî ‘Erdogan ê teqez serbikeve’ tevnagerin. Ew ê di derbarê encamên hilbijartinan de tu nirxandinan nekin û ê xwe bi vegotina ‘xelkê tirk kî hilbijart, ew ji bo me meqbûl e’ helwestekî notr nîşan bidin. Ji niha ve nîşaneyên vê yekê xwe didin der. Rûsya ya ku mayîna Erdogan dixwaze jî êdî helwestekî hê biendaze nîşan dide.”
Helbet di têkîliyên navdewletî de pîvan ne demokrasî, aramî, azadiya civakî û ne jî pêşxistina mafên mirovan e. Têkçûna Erdogan, an hatina Kiliçdaroglu jî bo wan ne problem e. Ew îradeyeke ku pê re bêproblem bidin û bistînin dixwazin. Kemal Kiliçdaroglu ji bo têkbirina Erdoganî performansekî bi îstîkrar pêşkêş dike. Piştgiriya kurdan jî wî hê bixwebawertir dike. Ji ber vê yekê ye, ku nûnerên dîplomasiyê jî êdî bahsa “îhtîmalê wendakirina Erdoganî“ dikin. Ka bo avakirina rejîmeke demokratîk û naskirina maf û îradeya kurdan jî ew ê bi heman motîvasyonê bixebite, em ê bibînin…