Her gîya li ser koka xwe şîn dibe.
Her çûk bi refê xwe re difire.
Dema gîya ji kokê qut bibe nikare bijî û di cî de dimire.
Dema çûk terka refê xwe kir dibe xwarina yên din.
Heman tişt ji bo kesê terka ziman û çanda xwe dikin jî derbasdar e.
Em bi hev re û li gel hev xurt in.
Pêşketina çand û mirovan bi alîkarîyê çêdibe. Çiqas piştgirî û alîkarî xurt be ew çend mirov, netew, çand, huner û dewlet pêş dikevin.
Welatên Rojavayî bi xêra malbatên wekî Mecîdî pêş ketine û xurt bûne. Bi alîkarî û piştgirîyê di her alî de xwe pêş xistine û niha jî rêberîya cîhanê dikin.
***
Di nav her qewmî de însanên serhişk û famkor tim hene û xilas jî nabin. Carna însanên serhişk û famkor reaksîyonên bê sînor li hemberî tiştên ne girîng didin. Reaksîyonên tê dayîn gelek caran însana ji çand û îdeolojîyê sar dike. Ev yek zerarê dide her du alîyan.
Ya xweş û ya beş zimanê şêrîn e. Hewce nake meriv ji hev hez bike lê hewce dike ku meriv ji hev re hurmetê bigre û li gel hev zarşêrîn be. Bi vî rengî meriv dikarê însanan bikşîne alîye xwe. Bi vî rengî meriv bi ser dikeve. Bi vî rengî meriv xurt dibe.
***
Ji bilî çend hunermandan hema bêje hemû hunermend, çi nivîskar, çi rengvan, çi stranbêj… hemû jî qedr û qîmeta wan piştre tê zanîn.
Hunermend gelek caran di dewra xwe de kêm tên dîtin, gelek însanên famkor henekê xwe bi wan dikin û bi ser de heqaret li wan tê kirin. Mixabin ev rewş li her derê cîhanê heye û mixabin hunermend tev ji vê raya zehmet derbas dibin.
Divê meriv qebûl bike ku li her derê dinê gel bi piranî nezan e. Tevgerên ku gel dide ji nezantî û cahiltîyê ye. Hunermendên mezin heta ji wan tê rêbertîyê ji gelê xwe re dikin. Gel çiqasî tiştên ne xweş di derbarên wan de bêje jî dîsa ji bo gelê xwe destê xwe dixin qula mar. Heta ji wan tê ji bo başbûna gelê xwe dixebitin. Dilê xwe ji gel û çanda xwe nagirin. Ev yek nîşaneya mezinbûna hunermend e.
***
“Aîdbûn û hurmet” li gorî Maslow tiştekî pir girîng e. ji bo însan bêne qebûlkirin û hurmet ji wan re bê dayîn her tiştî dikin û serî li her rêyê didin. Çi rêya xirab û çi rêya baş, rê ji wan ne girîng e. Ya ji bo wan girîng encam e. Di encamê de ger serkeftin hebe wekî Nicolas Machiavelî difikirin û ji bo serkeftin, aîdbûn û hurmetê serî li her rêyê didin. Hin însan ji bo serkeftinê pişta xwe didin nasnameya xwe û ji bo xwe ji nasnameyê qut bikin li hêncetan jî digerin.
***
Carna tenê ji bo gotinekê, însan ji însanan sar dibe. Dibe ku meriv ji însanekî sar bibe û jê hez neke. Meriv ne mecbûrê hezkirinê ye jî. Lê ji bo însanekî xirab û famkor meriv xwe ji bawerî, dewlet, netew, çand, ziman û îdeolojîya xwe, xwe qut nake. Meriv rê dide însanê xirab û ji bo nirxên xwe yê pîroz dixebite. Ya meriv dike însan û meriv li ser pîyan dihêle ev nirxên pîroz in. Bi xêra wan em hene û bi xêra wan enerjîya jînê di canê me de tevdigere.
***
Ya me dike însan û ji kesên din vediqetîne nasnameya meriv e. Nasname jî li ser bawerî, dewlet, netew, çand, ziman û îdeolojîyê ava dibe. Nasname însanan diparêze û hêza aîdbûnê dide wan. Ger meriv nasnama xwe red kir meriv bê parastin dimîne. Ev rewş aramîyê ji destê însanan distîne.
Gelek caran hin însan nasnameya xwe red dikin û diçin xizmeta nasnamyek din dikin. Her çiqasî bi demê re ji alîyê aborî û naskirinê ve pêş bikevin jî di jîyana xwe de ti carî aramî û bextewarîyê nabînin.
Michael Jackson yekî reşik bû li hemû cîhanê hate nasîn. Rabû çermê xwe guhert û bû însanekî çermspî. Gelek pere qezenç kir lê qet aramî û bextewarî nedît.
***
Çîrok pir li xweşa min diçin û li ser gelek rewşan çîrokên baş hene. Li ser vê rewşa redkirina nasnameyê çîrokek pir xweş heye. Çîrok bi vî rengî ye: Rojekê kerek li çolê leqayî zebrayan tê. Keyfa kerê pir ji wan re tê û ew jî dixwaze bibe yek ji wan.
Ker diçe cem wan û silavê li wan dike. Derdê xwe ji wan re dibêje: “Ez dixwazim bibim zebra.”
Zebra lê dinêrin ker gewr e û naşibe wan. Dûvê kerê heye lê yê wan nîn e. Serokê zebrayan ji kerê re dibêje: “Dûvê te heye. Dûvê xwe jê bike û dîsa were.”
Ker diçe, dûvê xwe jê dike û dîsa vedigere cem wan. Ker dibêje: “Êdî min jî qebûl bikin.”
Serokê zebrayan lê dinêre û dibêje: “Rengê te gewr e û yê me reş û spî ye. Her xwe wek me xet xetî bike.”
Ker diçe xwe wekî wan xetek spî û xetek reş xwe boyax dike û li wan vedigere. Ker dibêje: “Min hemû daxwazên we anî cî. Êdî min qebûl bikin.”
Serokê zebrayan lê dinêre û dibêje: “Em nikarin te qebûl bikin. Tu qet naşibî me.”
Ker bi xemgînî vedigere cem kerên din. Lê hevalên wî yên berê li halî wî dinêrin, ker qet naşiba wan û ew jî wî qebûl nakin. Ker tena serê xwe li çolê dimîne û di dawîyê de dibe xwarina rovî, şêr û wawikan.
(Di şibandinê xeta nîn e. Li vir ker motîfek e, ne peyvek e heqaretê ye.)
***
Kesê dev ji nasnameya xwe berdê jîyanê li xwe dike dojeh.
Kesê ji nasnameya xwe bixeyîde têk diçe.