Rêya kurdan ya nasîna wan wek netewe ku heta niha hîn pêk nehatiye; rêyeke karesat, şer, penaberî û nefîkirina dijwar e. Têgeha neteweya kurd tijî hestdarî, hîn ferqnedar e û ji alîyê aktorên polîtîk bi enflasyonan xerc bûye û beş bi beş jî xirab hatiye bi kar anîn. Dîrok û neteweya kurd halêhazir di rewşeke gelek zehmet de ne. Veguherînên polîtîk yên cîhanî û aktorên heremî tesîrê li ser aktorên kurd jî dikin û partî û saziyên kurd rista xwe ya diyarkirin û vizîyoneke hevpar ji bo kurd û kurdistaniyan winda dikin. Gotinên wek „Kongra Netewe“ and „Meclisa Netewe“ be wate ne, yekcar di sedsala salvegera parçebûna Kurdistanê ku bi peyama lozan tê naskirin.
Ew hikûmet jî dizanin ku di serên kurdan de bi tenê yek Kurdistan heye. Bi vî awayî nasnameya kurd ji bo wan babeteke bitirs e. Şerên li dijî kurdan feyde dide wan ku xwe ji tirsa xwe xilas bikin, bi şer û terora li dijî kurdan hewl dan ku ne-nasnameyekê bidin kurdan. Hevîya wan ewe ku bi rêya sirgunê û bi têkilîya grupên din yên etnîk, an jî bi şerê xuşk û birakujî nasnameya kurd ji holê rakin. Strukturên nû yên girse û yekane-çandî yên ereb, tirk û faris eşkere hatin wergirtin, lê beş bi beş bi maneyên kevnenaverok yên kurd hatin dagirtin. Karasat, dagirkerî, jenosîd yê kolektîf û bi îşkence, destdirêjkirin û birçîtî li ser her neferekî kurd li her parçeyî Kurdistanê millet trar û mar kir. Ji ber wan û gelek sedemên din kevneşopîyeke neteweyî heta vê demê jî, bi bingehîn nehatiye gengeşe kirin. Dewleteke neteweyî ya kurd heta niha çênebûye û nehatiye jîyin.
Ev hinek sedemin çima gelê Kurd ne azad e. Li di bin bandorê wan bûyeren dagirkeran û siyaseta wan ya hovane civaka kurd ji di nav xwe de nexweş ket û ji hev dûr ket. Wek vîrusekî ev nexweşî xwe nav gelê kurd, rêkxistinên wan de belav kir. Aloziyên navxweyî zêdebûn û bi ‘ixanetî’ şerê hev dikin ku heta îro dom dike. Pêwendiyên eşîr, mîrantî heta partiyên iroj yê ‘modern’ wek zewaceke bi kotek û mecbûrî, bê evînî ye. Ev kurd in, lê tucar ji hev rêz negirtine. Dibêjin, lê calak û siyaseta wan çîrokeke din dibêje.
Çima kurd ji hev ne razî ne?
Tewanbariya „xayintî“ di nav kurdan de yek ji encamên parcebûna Kurdistanê û pê re nasname, ziman û cand e, ku ji aliyên desthilatdaran hat veguhestin û ji aliyê serkerderiyên kurdan ji bo perjwendiyên xwe tê bi karanîn.
‚Xayintî‘ herdem di siyaset û edebiyata kurdî de derbas dibe: Di Mem û Zîn de Beko Eyan, di nav eşîr, beg û mîran de û di şerê desthilatdaran de ku kurd wek leşker dijî kurdan şer dikin û gelek mînakê dinê bê hejmar hene. Şerê xuşk û birakujiyê di nav rêkxistinên kurdan hebûn û niha jî gihîştiye asta herî bilind û paradoks.
Di dîroka kurdan de em dibînin ku bi parçekirina Kurdistanê di navbera Imperatoriya Osmaniyê û Farisan, bi peyma Qesra Şîrin de kurd bûnê şervanên Osmaniyan û Farisan û dijî hev şer kirine. Kurdan kurd kuştin e! Kurdan wek leşkerên Tirk, Ereb û Ecem dijî hev şer kirine û hev kuştin e.
Herwiha eşîr û mîratiyên Kurdan dijî hev şer kirine, li ser nav ol û islametiyê bi sedhezaran kurd ji aliyê kurdan hatine kuştin. Hinek mînakê dinê jî diyar in ku şerê navxweyî herdem di nav kurdan de peyda dibe: Gund dijîtiya gundê din dikin, taxa jorîn dijî taxa jêrîn e, şerê dijî zerdeştan, êzîdiyzan, elewiyan, yarasan, zaza, soran… Heta malbat dijiminatiya hev dikin, xuşk û bira, dayik û bav dikarin bibin dijiminê hev.
Tu saziyên netewî heta niha tinin ku ji aliyê hemû kurdan werin qebulkirin û dikaribin kuştina kurd ji aliyê kurd birawastînin. Kurd milletek e, lê mixabin heta niha nebûn netewek ku bi hev re bijîn û çandeke siyasi ya yekrezî ser perjewendiya Kurd û Kurdistanê biparêzin tine. Etîk, ahlaq, felsefe, ramanekî netewî ya kurdan heta niha ne hatiye afirandin. Ev jî rê dide hinek rekxistin û kesan ku tund û nefret di nav gelê kurd de belav bikin û herkes herkesî bi ‚ixanetî‘ tewanbar bikin. ‚Ixanetî‘ di devê herkesî de û bi enfalsyoneke mezin te bi karanîn.
Welatperwerî û xayintiya siyasî
Bawerî bingeha hebûna mirovatiyê ye. Bê bawerî pêwendî, jiyaneke bi hev re, hevkarî nabe. Bawerî û tirs jî herdem girêdayî hev in. Herdem mirov ditirse ku baweriya mirov were şikandin, ‚îxanetî‘ peyda bibe. Ku gelek caran baweriya mirov ji mirov an jî rêkxistinan tê şikandin, êdî endam an jî dilxwazê we rêkxistinê herdem dikevin gumanan û bawerî bi kes an koman re zehmet dibe.
Lê herwiha jî, em dizanin ku di şaristanî, tenderustî û xweşhalî bê bawerî ava nabe. Ku mirov herdem di guman de be, li benda xirabî û ‚îxanetê‘ be, derûniya mirov xirab dibe û dibe sedemen tenderustiyên derûnî ya kesatî, siyasî, aborî û civakî. Herdem hemî mirov hewceyî baweriyek drust in. Ev nayê we wateyî ku divê herkes wek hev bihizire an jî hev rexne nekin, lê dive ziyan nede mirov. Ku ev bawerî tine be, tirs peyda dibe, mirov xwe ji civakê û rêkxistinan dûr dikxe, bê deng û tenê dibe. Ev jî dibe sedemên hêrs, qehr, acizbûn, hizirê negatîf û û ramanên nexweş û giranhal.
Bêhêzitî, bêcaretî hers peyda dike û ev dibe agresiyon û nefret ku ne dijî desthilatdaran kanalîze dibe, ev dijî kom û kesên ku ji wan qelstir bin derdikeve. Ku kesek ji min bi quwetir be û ez dijî wî bê care bim, ez kesekî ji xwe qelstir bibînim û bêcaretiya xwe di “çavê wî” de derxim, daku ez hesteya nirxa xwe winda nekim.
Bi taybetî kesên ku dibin fanatîkên siyasî û hizbî, bi kurdî em dikarin bêjin mirîd, xwedî psîkolojikê kêm-şexetî û kêm-bawerî ne. Belkî traumatize bûn e û hewceyî baweriyekê ne. Beriya ev kes di nav rêkxistina xwe de dibin fanatîk, pêşî bi baweriyeke mezin in, amade ne xwe feda bikin ji bo azadiya Kurdistanê. Lê piştî demekê ev bawerî têr nake û xwe diguherîne, dibe hêrs, nefret dijî herkesî ku dijî rêkxistina wan bin. Ev herwiha tirsonekî herî mezin in. Ev kes ji bo kêmayên xwe yê şexsî û nefret û acizbûna xwe kompense bikin, dijminitiya kes û rêkxistinê dinê dikin û herkesî bi ‚xayintî‘ tewanbar dikin. Êdî bi vê fanatizma nefret dijî hev (kurd dijî kurd) ji nefreta dijminê derve mezintir e. Di ve astayê de êdî ev kurdên fanatîk bi hesanî dikarin kurdan bikujê û qet poşmanîyê hîs nake. Heta gunêh wî bi leşkerê ereb, tirk û ecem tê wexta tên kuştin, lê guneh wî bi kurdekî ku tê kuştin naye. Ji ber ku ev li goriya wî ‚xayin‘ ê û „mirin heq kiriye“!
Rêkxistin bixwe ji wan kesan gelek his dikin, ji wan xweşhal in. Rêkxistin ji xwe li wan mirîdan digere û wan bi taybetî dixwaze. Ez ne behsa şervan, peşmerge an jî gerîlayên kurd dikim, ez behsa kadroyên siyasî, xwedî îdeolojiya fanatîk dikim. Li ser bingeha kesatiyên fanatîk ev rêkxistin mezin dibin û paşî deshilatdariyê li gel û rêkxistinan xwe dikin. Kî ne wek wan bihizire, wan rexne bike an jî dijî wan derkeve, ‚xayin e‘. Ez nizan im, ma gelo hemû rêkxistinên kurdan bi zanebûn an jî bin zayinê de ‚xayin in‘? Bê guman ev dîtineke ne rast e, lê guman heye.
Li bakûrê Kurdistanê PKK ji şûna navdayina şervanên xwe bi Peşmerge kirin Gerila, behsa meclis, demokrasiya gel û cihanê dikin û di destpêkê de sembol û çanda kurdiyatî gelek kêm di nav PKKê de peyda dibû; heta zimanê rêkxistinê bi Tirkî bu, bi tirkî ye. PDK herdem behsa Kurdistanê dike, lê formata rêkxistina wan herdem li ser esasê eşîrtî û serkerderiya malbata Barzanî heta îro hatiye avakirin. Yekîtî Niştimanî Kurdistan xwe wek rêkxistine rewşenbîr diyar dike, lê dîsa di bin ramana desthildariya rewşenbîrên ereb û farisan û siyastan wan de maye û ketiye derde deshilatdariya herema Silemaniyê. Ev tenê hinek nimûne ne. Rêkxistinên wek PSK, ENKS, Goran, PKD-K û hwd. jî taybetiyên xwe hene, ku dibin sedemên têkçûnê an jî alozkirina navxweyî.
Hemû rêxistinên Kurdan ji ber sedemên dagirkerî, zilm û kareseta dijî gelê kurd hatine damezrandin û dixwazin bilî hemû cudayên siyasî gelê Kurd azad bikin. Baş e, lê çima hûn herdem aliyê din rexne dikin û karê xwe ye ‚diplomasî‘ bi tirk, ereb û eceman re rast û hewce dibînin, lê ku rêkxistinên din wî karê ‚diplomasî‘ dikin, dibin ‚xayin‘?
‚Xayintî‘ hevqas li Kurdistanê de bûye eceb û paradox ku endamê rêkxistineke radîkal di dema borî de kesên malbatên xwe kuştin, tenê jiber ku rêkxistina wî qebul nekir. Ji bo yekî dijber bikuje ya herî hesan ev ku wî bi ‘xayintî’ tewanbar bike. Evqas hesan ê.
Mînak, PDK û PKK çiqas kurd bin jî, ji ber raman û paşeroja xwe li ser Kurdistanê û perjewendiyên xwe yên hizbî tucar nabin dost. Ev herdem dê dijberê hev ye siyasî bin û hev bi ‚xayintî‘ tewanbar dikin.
Ez ne behsa ajantiyêk rast an jî cahşitiyê dikim. Kesên ku dijminê kurd bi agahiyan û taraftarî şerê kurda bikin, bêguman ev ajan in an jî bi gotina kurdî cahiş in. Gel Kurd ji xwe ji ajanan û cahişan nefret dike û wan tucar efû nake.
Çawa ev birakujî û tawanbariya ‚xayintiyê‘ dê were dawiyê an jî neyê pejirandin?
Hemû rêkxisitinên fanatik û mirîdên wan wiha hesan nikarin ji baweriyên xwe yê “pîroz” û bi rêya diyalogê ji vê siyaseta hilweşandina mafê gelê Kurd berdin. Ev ji lihevatin û nêzîkbûnê ditirisin. Ev fanatizim bûye wek evineke patolojî, ku ji bo dîtina der û dora xwe kor bûne. Ev tenê rastiye xwe dizanin û aliyên din herdem nezan, cahil, opotunist, êdî ‚xayin‘ in. Di hinek lêkolîna de hatiye îspatkirin ku komunistekî radikal bi hêsanî dikare bibe faşist, le tucar nabe demokrat. Lewra jî, em di dîroka Kurdistanê de car caran dibînin ku şoreşger, gerila an jî peşmerge piştî ku baweriya xwe di nav rêkxistinê winda dikin, dibin leşkerên an jî alîgirên Tirk, Ereb û Eceman.
Di lêkolînên li ser ‚xayintiyê‘ ne pêwist e kî xayintî bike, pêwist ewe kî serkeftî be. Kesên serkeftî ‘xayintî’ wek şerekî ji bo azadiyê pîroz dikin û yê ne serkeftî ehriman e heta hetayî.
Kurd çiqas gileyan bikin jî, bûyerên derbasbûyî venagerin û nayên guhartin. Lê em dikarin ji wan fer bibin û gotina ‚xayintî‘ ne hevqas bê wate bikar bînin. Tevgerên goya “bi paş ve” ber bi kevneşopîyê ve, xwe bi nirxên kevin girtin û spartina veşare jî, pirsê çareser nake. Ev dikare tevgera kurdî ya heyî hîn jî marjînal bike.
Partîyên Kurdan di dîrokê heta îro risteke mezin ji bo afirandin û çêkirina Netwa kurd neleyistine. Ev bixwe di vê baweriyê de ne. Lê, yên bi rastî roleke mezin ji bo afirandin û çêkirina Netwa kurd leyistine keç û lawên kurd yên ronakbîr, hunermend, nivîskar û mirovên xwedî fikir in, şervanên dilpak in.
Kurd nikarin li derveyê dinyayê bijîn. Pirs naskirina nasname û neteweya kurd e. Ger em rexne li xwe bikin, ji bo nasîna yên din, divê gelê kurd û ronakbir bixwe di nav xwe de zexim bin. Nasnameya kurdî ya bixwe divê wisa zexim be ku monopola rêkxistinên siyasî bikeve û tene werin rêz girtin ku ev xizmeta milletê xwe bikin. Divê em guh nedin wan kesan ku her roj dixwazin şerekî navxweyî derkeve û dîsa kurd mal kurdan weran bikin û dijmin jî şah bibe.
Wezîfeya ku dikeve ser millet û ronakbîrên kurd ev e ku bixwe ji xwe re li ser rola xwe ya azadkar û ronakdar kevneşopîyan şanî bidin û hertim bi çavekî rexneyî bi vê kevneşopîyê re bidin û bistînin û bi vê yekê ve girêdayî bibin muxatabên vekirî û rêzdar yên çand û polîtîk ji bo partîyên polîtîk yên kurdî û civakên din.
Bihevgirêdan û derbasedema mafên çand, sivîl û herêmî heta perwerdeya neteweyî divê ji alîyê zanist û civakê ve bê tayîn kirin û bi heman awayî bikeve jîyanê. Lê ji bo vê yekê di civak û polîtîkayê de guherîna paradîgmayê girîng e.
Sembol, wêje û hişmendên dîrokî yên kurdî, bingehek ji bo perwerdeya neteweyî anîne holê. Di dema globalîzmê de pêşvebirina vê çand û nasnameyê, li hemû parçeyên Kurdistan û dîasporayê û cardin vegerandina rûmet û şanazîya gelê kurd ku ev yek gelek zêde heq kiriye, xebateke mezin niha heweceye, bi hev re. Kî dibe bila bibe ku bibe sebebê kuştina yek kurdekî, divê hemû gelê kurd himberî xwe bibîne.