“Pîrê Evînê” Cizîrî nivîsandîye: “Hub dibêm bêşek bela ye.”
Cizîrî gotina dawî anîye ziman û evînê wek bela dîtîye.
Ka em fragmanê bînin serî û em ji demên berê heta niha li guhertina Cizîrî û evîna wî binerin. Ka gelo çi hatîye serê wî?
Gelek feylesofên Yûnanî li ser çar hêmanên xwezayê disekinin. Li gorî wan çar hêmanên xwazayê ev in: ax, agir, hewa û av. Cizîrî jî mîna feylesofên Yûnanê difikire lê li hêmanên xwezayê xalek din jî lê zêde dike û ew xal jî “evîn” e. Li gorî Cizîrî ger evîn neba ne ax, ne agir, ne hewa û ne jî av çêdibû. Hebûna çar hêmanên din û her tiştên din “evîn” e. Evîn li gorî wî destpêka her tiştî ye. Her tişt bi evînê wate dibe û her tişt bi saya evînê çê dibe.
Dema em berê xwe bidin jîyana Cizîrî, em dibînin ku ew jî mîna her alimên wê dewrê bajar bi bajar digere û ilmê xwe temam dike. Dema li gundê Sirbayê îcazeta xwe distîne lê dixe diçe Heskîfê li wê derê demekê kar dike. Li Heskîfê dil dide xwişka mîr, navê wê Selma ye. Wexta xebera evîndarîya Cizîrî û Selmayê diçe guhê mîr, pir hêrs dibe û Cizîrî ji Heskifê diqewirîne. Nahêle careke din rêya Cizîrî bi Heskîfê bikeve. Cizîrî li ser vê rewşê pir aciz dibe û rojeke cejnê wisa dinivîse:
‘Îd e û herkes ji dîdara te lê pîroz e ’îd
Ez tinê mehrûmê dîdar im bi sed menzil bê’îd
…
Ma bi le’lên canfeza navê me bînit carekê
Bid du’a bellix teheyyatî li Selma ya berîd”
Di helbestê de rewşa kambax ya Cizîrî berbiçav dixwîye. Ji ber dûrbûna yarê cejn (‘îd) li ber çavên wî heremîye û jê qet keyfê nake. Daxwaza wî tenê dîtina Selmayê ye.
Pîrê Evînê roj bi roj di narê evînê de disoje. Heta roja tê Cizîra Botan. Li Cizîrê di Mederesa Sor de dest bi kar dike. Li gel kar û barê medresê Cizîrî katibîya mîrê Botan jî dike. Di çûnûhatinên Birca Belek de Xatûna Biskkesk dibîne. Carek din agirê evînê havîrdorê wî dipêçe û di narê evînê de roj bi roj pisporîya wî zêdetir dibe.
Rojekê ev evîna di navbera Cizîrî û Xatûna Biskkesk de diçe guhê mîr. Mîr ji vê yekê pir aciz dibe lê naxwaza ecele tevbigere û şaşîyekê bike. Mîr gazî Cizîrî dike û wezîfeyek giran dide wî. Odeyeke qesrê jêre amade dikin û Cizîrî şev û roj li qesrê, li ser daxwaza mîr xebatên xwe dike. Serê sibehê dema taştê, mîr sênîya taştê ya ji bo Cizîrî hatî amadekirin dide Xatûna Biskkesk. Jê daxwaz dike ku taştê ji Cizîrî re bibe. Xatûna Biskkesk bi gotina birayê xwe dike û taştê ji evîndarê xwe re dibe. Dema Xatûn dikeve hundir Cizîrî di wê kêlîyê de helbesta xwe ya nemir dinivîse: “Sebahul xeyrî xana min”
Çawa Xatûn dikeve hundir, Cizîrî bi hurmet radibe û helbestê jêre dibêje:
“Sebahul xeyr xana min, şehî şîrîn zebana min
Tu yî ruh û rewana min, bibit qurban te canê min
Te alellah çi zatî tu çi wî şîrîn sifatî tu
Ne wek qend û nebatî tu yeqîn ruh û heyatî tu
Heyat û reheta can im”sebahul xeyr ya xanim!
Were bînahiya çavan bibînîm bejn û balayê
Sebahul xeyrî mesta min, letîfa cam bi desta min
Xumar û meyperesta min, tuyî meqsûd û qesta min”
Mîr li paş derî li wan guhdarî dike. Wexta helbesta evînî ya Cizîrî diqede mîr bi acizî dikeve hundir û gazî xulamên xwe dike. Xulam dikevin hundir û Cizîrî digrin. Mîr serê pêşî cezayê îdamê jêre dibire. Rûspîyên wê dewrê tev tên ba mîr û jê daxwaz dikin ku cezayê îdamê betal bike. Mîr li ser daxwaza rûspîyan cezayê îdamê betal dike û Cizîrî dişîne sirgûnê. Cezayê sirgûnê li Melayê Cizîrî ebedî tê birîn.
Tê gotin ku Cizîrî heft salan ji Cizîrê dûr maye û di nava van heft salan de dilopek baran li Cizîrê nebarîye. Alim û rûspîyên wê dewrê tev diçin ba mîr û jêre dibêjin sedema vê yekê çûyîna Cizîrî ye. Jê daxwaz dikin ku cezayê wî bê betalkirin. Mîr cezayê sirgûnê betal dike û Cizîrî li warê xwe vedigere. Tê gotin ku dema Cizîrî dighe ser girê Cizîrê (niha li wê derê nexweşaxana dewletê hatîye avakirin) baran carek din li Cizîrê vedigere.
Pîrê evînê kengî evîndar bûyê bela û musîbet hatine serê wî. Ti kêfxweşî ji evîndarîyê tam nekirîye. Di narê evîna beşerî de şewitîye û bûye xwelî.
Di dawîyê de jî gotina xwe ya dawî tîne ziman û di derbarê evînê de wisa dibêje:
“Muhbetê mihnet di zor in hub dibêm bêşek bela ye
`Umr û jî xweş pê diborin sotin û derd û cefa ye
Sotin û derdê evînê `illetê dax û birînê
Xweş dibin ma ew bi dînê şerbeta lêva mufa ye
Her dilê sotî bi ulfê yar ne derman kit bi zulfê
Ta ebed ew bend di qulfê `Işiq derdek bêdewa ye”
Cizirî her hal û rewşa evînê di helbestên xwe de teswîr kirîye û anîye ziman. Li hin cihan pesnê wê dide û li hin cihan wê dide ber keviran. Li hin ciha wê derdixe ezmanan û li cihan ji ezmanan tîne û li erdê dixe.
Pîrê Evînê her çiqasî evînê wekî bela, derd, cefa, zor û zehmet bibîne jî ji bo jîyanek xweş evînê wekî derman dibîne. Evîn di hundirê xwe de hem derd e û hem jî derman e. Ev yek di helbesta Feqîyê Teyran de jî derbas dibe û her du helbestvan jî du hevalên hev yên nêz bûn. Feqî dibêje:
“Tu hem gul î hem rihan î
Tu hem derd î hem derman î”
Dema dîsa em li Cizîrî vegerin pîr dibêje ku evîn derdek bê derman e. Çare û dermanê wê qet nîn e. Dîtina yarê nexweşîyê zêdetir dike ya bi feydê tenê “şerbeta lêva” ye. Cizîrî şerbeta lêvan nade bi meyê. Şerbeta lêva ji her derderî re derman e.
Ne Pîrê Evînê, ne Feqî û ne jî Cegerxwîn dikarin me ji narê evînê biparêz in.
Evîn qedera me hemû mirova ye. Yên pêşîya me jîyane, em dijîn û yên piştî me jî dê bijîn.
Em hemû, em ê ji eynî xetê derbasî alîyê din bibin. Em ê şaşî û rastîyê bijîn. Em ê xweşî û ne xweşîya evînê bijîn.
Em ê di derya evînê de hem bixeriqin û hem jî bixeniqin.
Seneca feylesofekî Stoayê ye. Di pirtûka xwe de wisa dibêje: “Tişta dest pê dike dê teqez biqede.”
Her însan bi vê yekê dizane. Temenekî me li ser rûkê vê dinê heye. Em ê wî temenê xwe bi xewn û xeyalan derbas bikin û di dawîyê de jî dereng an jî zû em ê ji wê xewa şêrîn şîyar bin.
Bi zanabûn û bi dilxwazî em xwe diavêjin nava agirê evînê. Serê pêşî germahî û xweşîya wê dil, mejî û bedena me rehet dike. Lê bi demê re û hêdî hêdî di narê agirê wê de em dişewitin û dibin xwelî.
Çiqasî çîrok û helbest hatibin nivîsandin, şano hatibe lîstin, fîlm hatibe kişandin û tablo hatibin çêkirin ji wan qet em şîretê nagirin. Her curê hunerê xweşî û ne xweşîya evînê bi çavekî sade nîşanî me dide. Lê bi dilgermî û bê hesab em xwe diavêjin nava agirê evînê.
Ne Mem dilşşd bû ne jî Zîn. Ne Anna Karenîna dilşad bû ne jî Madam Bovary. Di tabloyan de jî piranî mêr tena serê hatine xêzkirin û jîn jî ten serê xwe. Her çiqasî Mem û Zîn, Anna Karenîna, Madam Bovary çîrok/roman bin jî ev berhem wekî şano hatine lîstin û fîlmên wan jî hatine çêkirin.
“Mona Lîsa” (Da vîncî) di tablo de tena serê xwe bû. Di tabloya “Der Wanderer über dem Nebelmeer” (Caspar David Friedrich) zilam tena serê xwe li serê çîyayekî ye û di destê wî de gopal heye. Di tabloyan de jin û mêr pir kêm li ba hev hatine xêzkirin. Dema hatibin xêzkirin jî ew bi piranî di ciwanîya rengvanan de hatine xêzkirin.
Dema em berê xwe didin muzîkê, muzîk jî di heman rewşê de ye. Hewce nake meriv pir dûr here. Di ciwanîyê de her hunermend bi dilgermî li ser evînê tiştên xweş gotîye. Heger em guh bidin Ciwan Haco, di hin stranên xwe de dibêje: “Dil ketmê, dil ketmê. Car pêşî dil ketmê” an jî dibêje: “Emîna Emîna, nazdar û şêrîn e.” Ciwan Haco bi van stranên xwe evîna dilê meriv li hemberî yara meriv geştir dike. Dema sal didin pey salan Ciwan Haco jî mîna her kesî diguhere û strana xwe de dibêje:
“Can te çi ji min kir
Can te çi ji xwe kir
Te çi bi serê min kir
Te çi bi soza me kir”
Di straneke din de dîsa Ciwan Haco dibêje:
“Hey Dilberê wey Dilberê
Hey nazikê wey esmerê
Ka soz û peymana berê
Bawer nakim dem vegerê”
Mesele çi be bila be, nivîskar û helbestvan çi binivîsin bila binivîsin. Derhêner kîjan şano an jî fîlmî amade bikin bila bikin. Stranbêj û rengvan çi biafirînin bila biafirînin. Evîn ger bi dawî bibe bila bibe. Dîsa jî şewat û xweşîyê evînê hêjayî jîyanê ye.
Guh nedin gotinên min.
Guh nedin dîn û bawerîyê.
Guh nedin hunermendan.
Guh nedin gunehkarîyê.
Bê hesab û bê kitêb xwe biavêjin deryaya evînê. Hûn ê li wir dûr û mircanan bibînin. Hebekî sebir divê lê teqez hûn ê bighin mirazê xwe. Lê her xweşî heta ebed dom nake. Ew dûr û mircan di destên we de dê bibin xwelî. Ew derya di nava pêlên xwe de dê we bixeniqîne mîna Cegerxwînî. Cegerxwîn digot: “Evîn behr e belê tenha li ber pêlan ketim ya Reb.” Em ê jî mîna wî li ber pêlan bikevin.
Qet netirsin û li encamê nefikirin. Mem û Zîn li encamê fikirîbana ne Mem li dîrokê dima ne jî Zîn.
Xwe bavêjin narê evîn û heta hûn bibin xwelî ji agirê xwe keyfê bistînin.
Bi hev re bişewitin û bixeriqin ta heta her tişt biqede û hûn bibin xwelî.
Gotineke Latînî wisa hatibû nivîsin: “Momento mori, momento vivere” (Jibîr neke tu dijî.
Jibîr neke tu yê bimrî.)
Emanet jibîr nekin! Hûn hîn dijîn lewma xweş bijîn.
Ev dem dema we ye û dê demek we ya din nebe.
Evînek xweş bijîn û di dawîyê de bi serfirazî bêjin: “Qedîya lê baş bû ku ez ketim derya evînê û min jê vexwar.”