Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê û tevgerên kurdan dûr bisekinin, kevneşopiyên anarşîzmê yên rêxistinî û şoreşgerî bi qestî hatin jibîrkirin. Hemû cure têkoşînên edaletê û serhildanên dij-kolonyal bi heman awayî wekî neteweperestiyê hatin nirxandin. Bi zanebûn bal kêşan ser taybetmendiyên otorîter ên tevgera kurdan, berxwedana mafdar û rewa ya kurdan hat paşguhkirin. Li ser serdestiya neteweyî, newekheviyên çînî û zayendî ti gotareke radîkal û pêşniyar neafirandin û xwe bi rexneya otorîteyê ve sînordar kirin.
***
Errico Malatesta (1853-1932) yek ji teorîsyen û çalakvanên herî bibandor ên tevgera anarşîst a navneteweyî bû. Ew li Îtalyayê hatibû dinê û ji ciwaniya xwe ve tevlî tevgera anarşîst bûbû. Di temenê xwe yê ciwan de (19 salî) dest bi têkoşîna xwe ya siyasî kir û bi Mikhail Bakunin re hevaltî kir ku Bakunin yek ji damezrînerên anarşîzmê ye. Ew beşdarî gelek bûyerên girîng bû, wekî serhildana Bologna, dagirkirina fabrîqeyan û li gundan belgenameyên tapû û baceyan şewitandin û “pergala anarşîst” îlan kir. Rojekê, piştî serhildaneke têkçûy, di keştiyekê de ku ber bi Amerîkayê ve diçe, rêwiyekî qaçax e ku di sindoqeke makîneya dirûnê de xwe veşartiye. Ji Ewropa û Amerîkayê bigire heta Misir û Arjantînê welatek nemabû ku civîn, konferans û mîtîng li wir li dar nexistibe.
Malatesta yek ji anarşîstên herî pêşeng ên sedsala 20an bû û wekî prensîbekê li dijî mîlîtarîzm û kolonyalîzmê derdiket. Di sala 1889an de, dema ku Îtalyayê dest bi dagirkirina Erîtreyê kir, Malatesta bi tundî li dijî vê yekê derket. Wî, ev rewş bi awayekî zelal wekî dagirkeriyeke kolonyal pênase kir û bi nivîs û axaftinên xwe hewl da ku raya giştî ya Îtalyayê li dijî vê dagirkeriyê mobilîze bike.
Di sala 1911yan de, dema ku Îtalyayê êrîşî Lîbyayê kir, Malatesta dîsa bi awayekî çalak li dijî vî şerê dagirker derket. Wî ev yek wekî “tawaneke mezin a li dijî mirovahiyê” bi nav kir û bang li karkeran kir ku li dijî vî şerî rabin. Wê deme, di gotareke xwe de ya li dijî dagirkeriya Îtalyayê ya li Lîbyayê hatibû nivîsandin, wiha digot: “Ev şer ne tenê li dijî gelê Lîbyayê ye, lê herwiha li dijî karkerên Îtalî ye jî. Ev şer tenê ji bo berjewendiyên çend sermayedar û siyasetmedaran e.” Wî, serhildana Ereban li dijî dagirkeriya Îtalyayê wekî “hêja û pîroz” bi nav dikir. “Eger bi bextreşî di navbera gelekî û yekî din de şer derkeve, em ê li wî aliyî bin ew gelê ku ji bo serxwebûna xwe têdikoşe… Ya hêja û pîroz, serhildana Ereban e li dijî despotên Îtalî… Em hêvî dikin ku gelê Îtalyayê hikûmeta xwe neçar bike ku ji Afrîkayê vekişe; eger na, em hêvî dikin ku Ereb ê bikaribin wan ji wir derxînin.” (heman; r. 357) [1] Wî piştgirî nedida siyaseta rêvebirên Ereb; lê belê ew di nav hevgirtinê de bû bi gelê Ereb re û wî dixwest emperyalîstên Îtalî derxînin.
Malatesta bi giştî rexne li pergala kolonyalîzmê dikir. Wî dida xuyakirin ku kolonyalîzm ne tenê zordariya li ser gelên din e, lê herwiha ji bo gelên “metropol” jî zirardar e, ji ber ku ew dibe sedema zêdebûna hêza dewletê û sermayeyê. Malatesta ne tenê li dijî kolonyalîzma Îtalî derdiket herwiha piştgirî dida tevgerên azadîxwaz ên li seranserê cîhanê. Wî bawer dikir ku anarşîzm û têkoşîna antî-kolonyal bi hev re girêdayî ye. Bi saya nivîs û çalakiyên xwe yên li dijî kolonyalîzmê, Malatesta bandor li gelek anarşîst û çepgirên din ên li seranserê cîhanê kir, bi taybetî li welatên Amerîkaya Latînî. Helwesta Malatesta ya li dijî kolonyalîzmê beşeke girîng a felsefe û çalakiya wî ya siyasî bû. Wî kolonyalîzm wekî şêweyekî zordariyê didît ku divê li dijî wê were têkoşîn û ev yek bi têkoşîna giştî ya anarşîst a ji bo civakeke azad û wekhev ve girê dida.
Di derbarê kolonyalîzmê de, di nivîseke xwe ya bi navê “Anarşîzm û Nasyonalîzm” de Malatesta wiha dinivîse: “Em li dijî hemû cure dagirkerî û bindestiyê ne. Em dixwazin ku hemû gel azad bin û bi hev re di aştiyê de bijîn. Lê em dizanin ku azadiya rastîn tenê bi hilweşandina dewlet û kapîtalîzmê pêk tê, ne bi avakirina dewletên nû.” Malatesta beşdarî gelek xwepêşandanên li dijî şerên kolonyal bû, bi taybetî li dijî dagirkeriya Îtalyayê ya li Erîtreyê û Lîbyayê. Her wiha wî piştgirî dida tevgerên berxwedanê yên li welatên kolonîkirî, bi taybetî li Afrîkaya Bakur. Wî belavok û broşur li dijî kolonyalîzmê diweşandin û belav dikirin da ku xelk li ser vê mijarê bên agahdarkirin.
Malatesta ne tenê ji ber çalakiyên xwe yên li dijî kolonyalîzmê, lê herwiha ji ber hemû çalakiyên xwe yên anarşîst û dijhikûmetî gelek caran neçar ma ku ji Îtalyayê bireve. Helwesta wî ya tund a li dijî kolonyalîzmê yek ji sedemên sereke yên zext û tehdîdên li ser wî bû. Malatesta, hema bibêje hemî jiyana xwe, li gelek welatan wekî penaber jiya: Swîsre, Fransa, Îngiltere, Arjantîn, Misir û DYA.
Malatesta, di sala 1878an de ji ber çalakiyên xwe yên anarşîst, dema ku ew li Napoliyê bû, ji Îtalyayê reviya. Wî Misir hilbijart ji ber ku li wir kontrola dewletê kêmtir bû û gelek koçberên Îtalî li wir kom bûbûn. [2] Li Misrê, ew ji bo debara xwe wekî teknîsyen û mekanîker xebitî, li bajarê Îskenderiyê dest bi kar kir. Herçiqas Malatesta ji bo xweveşartinê çûbû Misrê jî, wî dev ji çalakiyên xwe yên siyasî berneda. Di sala 1882yan de, tevlî serhildana neteweyî ya Misrî bû ku ew serhildan li dijî dagirkeriya Brîtanyayê bû. Tecrûbeyên wî yên li Misrê bandor li ser ramanên wî yên li ser kolonyalîzm û têkoşîna neteweyî kirin. Ev dem di jiyana Malatesta de girîng bû ji ber ku wî ji nêzîk ve dît ka çawa kolonyalîzm û emperyalîzm bandorê li ser welatên bindest dikin, vê yekê helwesta wî ya dijkolonyal xurttir kir. Ev bandor di nivîsên wî yên paşê de helbet xuya dike. Ew li van welatan jî, li dijî kolonyalîzmê û ji bo belavkirina ramanên anarşîst bênavber dixebitî. Penaberiya wî bû sedem ku ew bi anarşîst û çalakvanên ji gelek welatan re têkiliyê deyne. Di heman demê vê yekê rê li ber wê çendê vekir ku ramanên wî li seranserê cîhanê belav bibin.
Jiyana penaberiyê, helbet gelek zor û zehmetî jî bi xwe re anîn. Gelek caran rewşa wî ya aborî pir xerab bû û her tim di bin çavdêriya polîsan de bû. Digel hemû şert û mercên neyînî, Malatesta bandoreke girîng li ser tevgerên anarşîst ên li Amerîkaya Latînî, bi taybetî li Arjantîn û Brezîlyayê kir. Malatesta di navbera salên 1885-1889an de li Arjantînê ma. Li wir, wî roleke girîng hebû di avakirina yekemîn sendîkaya karkeran a li Arjantînê. Wî rojnameya bi navê “La Questione Sociale” derxist û ev weşan bû platforma belavkirina ramanên anarşîst li Arjantînê. Herçiqas Malatesta demeke dirêj li Brezîlyayê nemaye jî, ramanên wî bi riya koçberên Îtalî û wergerên nivîsên wî li wir jî belav bûn.
Fikr û ramanên Malatesta yên li ser dijkolonyalîzmê bandoreke girîng li ser anarşîstên “Cîhana Sêyem” jî kirin, bi taybetî di sedsala 20an de. Mînakeke girîng Diego Abad de Santillán e, anarşîstekî Arjantînî bû, ji nivîsên Malatesta gelek wergerandin û ew raman di nav çînên bindest de belav kirin. Li Afrîkaya Bakur, bi taybetî li Cezayir û Tunisê, hin anarşîstên herêmî ji ramanên Malatesta sûd wergirtin di têkoşîna xwe ya li dijî kolonyalîzma Fransî. Li Koreya Başûr, ku wê demê di bin dagirkeriya Japonî de bûn, hin anarşîstan ji ramanên Malatesta sûd wergirtin. Anarşîzm li Koreyê bi têkoşîna li dijî dagirkeriya Japonî ve girêdayî bû. Anarşîzma Koreyî xwedî du armancên bingehîn bû ku bi hev re dimeşiyan. Armanca yekem rizgarkirina Koreyê ji bin dagirkeriya Japonî û ya duyem jî avakirina civakeke wekhev û bêçîn bû. Peter Marshall tevgera anarşîst a Koreyî wekî ‘hê jî … hinekî neteweparêz û reformîst’ pênase kiriye (Marshall, 1993: r.528). Wan girîngî didan parastina çand û zimanê Koreyî li hemberî asîmîlasyona Japonî, lê wan ev yek ji neteweparêziya siyasî ya ji çînên serdest cuda dikirin.
Wî, di nav karkerên anarşîst ên Îtalî û li Girava Girîtê ya di bin desthilatdariya Dewleta Osmanî de jî propagandaya xwe dikir û çend caran seredana vê erdnîgariyê kiribû. Dema ku Yewnan û Makedonan li Girava Kandiyê (ku îro bi navê Girît tê zanîn) li dijî rêveberiya tirkan ji bo serxwebûnê serî hil dan, Malatesta bang li anarşîstên Îtalî kiribû ku biçin alîkariya wan: “Eger em bikarin bi awayekî bibandor alîkariya van serhildêran bikin, divê em vê yekê bi prensîbên anarşîst pêk bînin ku ev mirov di diyarkirina çarenûsa xwe de bi rastî jî azad bin. Lê wekî mirovên qral em tu carî nikarin bikevin bin deshilatdariya ti kesî.”[3]
Piştî mirina Malatesta di sala 1932yan de, gelek anarşîst û çepgirên li seranserê cîhanê nirxandinên erênî li ser fikir û helwesta wî kirin. Rudolf Rocker (Anarşîstê Alman) di bîranînên xwe de, Malatesta wekî “mînakeke mezin a fedakariyê û dilsoziyê ji bo doza anarşîzmê” bi nav dike, ew balê dikişîne ser jiyan û xebata Malatesta ya dirêj û zehmet, dilsoziya wî ya ji bo ramanên anarşîst û bandora wî ya berfireh li ser tevgera anarşîst a navneteweyî. Malatesta gelek caran hat girtin, neçar ma ku ji welatê xwe bireve û di rewşên aborî yên dijwar de bû, lê dîsa jî dev ji ramanên xwe berneda. Malatesta ne tenê di teoriyê de, lê di jiyana xwe ya rojane de jî li gorî prensîbên anarşîst dijiya.
Di vê welatê bejî de, ya ku hatiye serê gelek îdeolojiyên din, helbet hat serê anarşîzmê jî. Ev rehika xurt a anarşîzmê ya dij-kolonyal, di nav anarşîstên Tirkiyeyê de têra xwe deng veneda mixabin. Kevneşopiyên ferdperest, ekolojîst û antî-şaristanî yên anarşîzmê bêtir serdest bûn. Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê û tevgerên kurdan dûr bisekinin, kevneşopiyên anarşîzmê yên rêxistinî û şoreşgerî bi qestî hatin jibîrkirin. Hemû cure têkoşînên edaletê û serhildanên dij-kolonyal bi heman awayî wekî neteweperestiyê hatin nirxandin. Bi zanebûn bal kêşan ser taybetmendiyên otorîter ên tevgera kurdan, berxwedana mafdar û rewa ya kurdan hat paşguhkirin. Li ser serdestiya neteweyî, newekheviyên çînî û zayendî ti gotareke radîkal û pêşniyar neafirandin û xwe bi rexneya otorîteyê ve sînordar kirin. Ev anarşîst bi giştî ji perspektîfeke nedîtbar û teorîk nêzî pirsgirêkên nasnameyî dibin. Bang dikin ku hemû nasname bên redkirin, lê bi vê yekê cudahiyên dîrokî û rastiyên heyî yên civakî paşguh dikin. Ew imtiyaz û avantajên ku bi saya nasnameya serdest a Tirk û perwerdehiya bi zimanê Tirkî hatiye destxistin nabînin an jî qebûl nakin. Herwiha ji bilî hewldanên hin kesayetên awarte, di derbarê dîrok û rojeva tevgerên anarşîst ên li cîhana sêyemîn, ji aliyê anarşîstên tirk ve tu gotar an pirtûkên girîng nehatine wergerandin. Ji ber ku vê rojevê ew eleqedar nedikir.
Ji aliyê beşeke girîng a kurdan ve, anarşîzm hîna wekî takekesî û bêrêxistinî tê zanîn mixabin. Lê di dîroka têkoşîna vê ramaniya azadîxwaz de jî gelek rûpelên girîng hene ku em dikarin di derbarê berxwedana neteweyî û dijî-kolonyalîzmê de gelek tiştan jê fêr bibin.
Çavkanî
[1]https://theanarchistlibrary.org/library/wayne-price-malatesta-on-war-and-national-self-determination
[2] https://theanarchistlibrary.org/library/dmitri-greek-italian-and-other-anarchists-in-egypt
[3] https://mgouldhawke.wordpress.com/2022/12/31/for-candia-errico-malatesta-1897/