Dayikên Şemîyê li Galatasarayê jibo cara 1011’ê civîyan. Xizmên kesên ku di bin çav de hatine windakirin careke din bangî rayedarên Tirkîyê kirin û ji wan daxwaza dîyarkirina çarenivîsa zarokên xwe kirin.
Dayikên Şemî her hefte kesekên ku hatine windakirin an jî hatîne kuştin bibîrtînin û ji rayedaran daxwaza dîtina kujeran û cezakirina wan dikin.
Di civîna 1011’an de nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Bedlîsê Ferhat Tepe hate bibîranin.
Tepe, di 28 Tîrmeha 1993’an de dema ji mala xwe derdikeve hate revandin û li nêzîk Gola Hezarê mirî hatitbû dîtin.
Xuşka Ferhat Tepe, Ayşe Tepe ragihand ku wan navên hemû kujerên Ferhat Tepe daye destê dewletê lê dewletê di wî warî de ti gavek erênî neavêtîye:
“Birayê min 31 sal berê hate kuştin. Em wek malbata wî dizanin ku ew ji alîyê kê ve hatîye kuştin, ku me ew nav daye dadgehê jî. Lê di wî warî de heta niha jî ti gaveke erênî nehatîye avêtin. Lê îro rabûne ji me re dibêjin li ser bûyerê 20 sal borîye wê dawî li mehkemê bînin. Em vîya ti gav qebûl nakin.”
Ji kesên windayî yek jî Hasan Ocak e. Ocak bi xwe xelkê Dersimê ye û di 15’ê Gulana 1995’an de hate binçavkirin û mirî hate dîtin. Birayê wî Alî Ocak, ragihand ku heta ku tawankarên kuştina birayê wî werin darizandin ewê çalakîya xwe bidomîn in.
“Dema cenazeyê birayê min hate dîtin me dît ku li ser hemû bedena wî îşkence hatibû kirin. Heta niha jî ti kiryar nehatine dîyarkirin an jî cezakirin. Em jî her hefte tên vê derê û dengê xwe bilind dikin ku bila ew neyên jibîrkirin. Ev sî sale ku dewlet çav û guhên xwe digire.”
Parêzer Eren Keskîn piştî çalakîyê ev yek ji Dengê Amerîkayê re wiha nîrxand:
“Ferhat Tepe rojnamevanekî Kurd bû. Di wê demê de gelek rojnamevan hatin revandin, windakirin û kuştin. Ferhat jî yek ji wan bû. Lê heta niha jî hiqûq di vî warî de ker û lal bûye. Ew dem kesên ku di bin tundî û êrîşa dewletê ve hatin qetilkirin ti kiryarên wan jî nehatine darizandi. Ew kujer hê jî di nav me de digerin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku, li gor daneyan di nav salên 1990-2000’an de bêtirî 17 hezar kes di bin çavan de hatin windakirin an jî kuştin. Dayikên Şemî jî di 27’ê Gulana 1995’an de cara yekem li Stenbolê li Meydana Galatasaray dest bi runiştinê kiribûn. Eva 29 sale bêr bêrawestok vê çalakîya xwe didomînin û herî dawî jî jibo çalakîya 1011’an civîyan.
/Jêder: Voa-Kurdi/