Yek ji weşanxaneyên ku havîna xwe bi xebat û çapkirina berhemên nû derbas kir Weşanên Nûbiharê bû. Êdî li ser torên medyaya sosyal berhemên nû tên çapkirin, bi hemû xwendevan re roj bi roj tên parvekirin. Herkes li gor kêfa xwe dikare berhemên xwe hilbijêre û bikire. Helbet ji bona her xwendinê demên cuda hewce ne, lê car caran naverok û konseptên cuda kêfa meriva tînin û xwendinê bi me didin şirînkirin.
Ev nêzîkî du mehan e Weşanên Nûbiharê behsa berdewawmîya seteke pirtûkên ji bo zarokan dike, ya bi navê “Dilşa” ku balê dikişîne ser xwe. “Dilşa” di 2022yan da bi şeş pirtûkan derketibû pêşîya xwendevanên piçûk. Ev kitêb hem bi Kurmancî û hem jî bi Zazakî hatibûn weşandin.
Gava mirov li rojev û mijûliya medya, siyaset û çanda me dinihêre, helbet çîrokên zarokan û çapkirina tiştên hunerî zêde bala mirovan nakişînin heta belkî qîmeta wan jî kêm dibînin. Lê gava em niyeta sîstema global û bi taybetî jî mêtingeriya li ser welatê xwe dikole, di binê hemî polîtîkayan de armanca bidestxistina hişê zarok û ciwanan heye. Îro êdî perwerde û qanîkirina zarok û ciwanan ji dibistanan dest pê nake. Êdî dagirkirina hişê zarokan li malê û di şeş mehiya wan da dest pê dike. Mêtingeriya îdeolojîk ji rêbazên sîstemên teknolojîk û dîtbariyê, êdî veguheriye asîmîlebûna hiş, ziman, şexsiyet, psîkolojî û çanda jiyana sosyalî.
Gava em li şert û mercên jiyana Kurdistaniyan û li derfetên wan ên li dijî stratejiyên mêtingerên wan dinihêrin û didin berhev, xêncî perwerdeya zarokan û parastina jiyana nav-malê tu derfet namîne di destê me da.
Ji bona vê jî xwendin û nivîsandina kurdî, bi taybet ji bo zarokan gava herî girîng e. Heger zarok tehma zimanê xwe di nava jiyanê da û êdî di nava jiyana kitêban da jî û di nava derfetên dijîtal da jî rastî edebiyat û çanda xwe werin û wê baş binasin, wê gelekî tişt ji bo wan bibin wateyên jiyanê.
Lewma jî ev xebatên ji bo zarokan ku Weşanên Nûbiharê wekî seta Dilşa amade kiriye bi çar kitêbên nû, bi min pirr bi qîmet e û layîqê danasîn, xwendin û parvekirinê ye. Seta Dilşa îdî ji 10 kitaban pêk tê. Çîrokên vê setê bi eslê xwe almanî ne û li Almanyayê bi navê Connî hatine çapkirin. Wergera vê setê ji aliyê pedagog û zimannas Abdullah Încekan ve hatiye kirin. Ev seta kurdî li Almanyayê ji nav weşanxaneya Almanan Reichert Verlag bi Kurmancî û Almanî, bi çapeke duzimanî hatiye weşandin. Lê hetanî niha tene mîqdareke piçûk (li dora 30 setî) hatiye firotin ku ji bo nifûsa kurdên li Almanya zehf zehf kêm e.
Tişta girîng naveroka van kitêban e ku ji bo perwerdeya zarokan evana materyalên hewce ne. Lewma jî seta ku ji 10 pirtûkan pêk tê ne tenê ji bona zarokan her wisa ji bona dê û bavan jî dikare bibe rêyeke hînbûn û guhdariya bi kurdî.
Çîrokên di seta Dilşayê da bi van navan in:
“Dilşa dest bi dibistanê dike”,
“Dilşa li nexweşxaneyê ye”,
“Dilşa winda dibe”,
“Dilşa diçe baxçeyê heywanan”,
“Dilşa fûtbolê dilîze”
“Dilşa hînî ajotina bisîkletê dibe”
“Dilşa û pitika nû”
“Dilşa dibe xwediya pisîkekê”
“Dilşa cara pêşî difire”
“Dilşa Pizzayê çêdike”
Helbet ji bo welatekî wekî Kurdistanê çîrok ne mesele ne. Lê mesele ew e ku Kurd, bi kurdî ji zaroken xwe re çîrokên di nava mercên serdema modern de, di mekanên bajêr da û bi eleqeyên teknolojîk bibêjin û bixwînin.
Îro êdî pêncemîn hêza cîhana Kurdan diyaspora û dijîtalîzm e. Bi dehan aplîkasyonên di xizmeta çand û zimanên biyanî da, li serê deqeyê reklamên xwe dibarînin bi ser me da. Li dijî van pêlan helbet heta hêzeke fermî û berpirsiyar tunebe, ti millet nikare xwe bi tevahî biparêze. Lê qet nebe beriya ku dibistanên me hebin û em baştir derfetên dîjîtal jî bi kar bînin, mirov dikare ziman û bîra zarokan biparêze bi xwendina kitêbên waha