Beş: 1
Li ser ev erdê me yê bereketdar, hin dab û nerîtên ku me bi xwe re kiriye rê û rêzik çi ecêb û şermînin. Nêzikî sed saliye ku di navbera me û wan de ew mesele heye. Ew doza bi xwînî çaxtê destpêkiriye, çer destpêkiriye, ji bo çi û li ser çi destpêkiriye; tu bibejî wer agahiyekî berfireh ji kesekî bigirî, ji te re bi zimanekî heqane qala destpêkirina vî bêaqiltiyê, di çareserkirinê de qala kêmasî û acizmayiyên bike, tine. Kesekî bi aqil jî derneketiye holê ku bibêje; ‘ewqas sal e hûn di nav tirs û parastina xwe de ne. Li pey heyf girtinê, we mal li xwe wêran kir, rip û rût û bê qût man li paş deriyan. Ma ev pêrîşanî hal e? Ma ev hal, halekî bi rûmet e?’ Kesiyan negot, ti kesiyan negotiye…
Ji me, yan jî ji wan, ji kî dipirsî bipirse di pêşî de mafdariyên xwe datînin ser maseyê û hê qala meseleyan dikin. Xwe heqdar, yên hember neheqdar derdixînin. Bi salan e bi vî şiklî, kes, malbat, ezbet, eşîr û her çi quzilqurt hene di bin qontrol, çavdêrî û fen û fûtên qereqolên romî de fît dane hev, hevdû kişe hev kirine, ji bo hêyfên xwe yên ji aqil dûr, li ser namûs, dîn û îman, pîroz û pîrozgehên xwe yên herî pîroz sond xwarine; bi hêrs, bi şidayî û hovane hatine hev, mal li hev şewitandine, goristan bê termên xort, bûk bê kezîkur, hepisxane vala nehiştine.
Em û mala Hemzê xwîniyê hevbûn. Herdem û li her derê me hev digerand. Li pey heyf girtinê bûn. Dor ya me bû û em li pey heyfa lawikê xwe yê nozdeh salî bûn. Yek ji me, dudo ji wan, dudo ji me, yek ji wan, lêdanik ji me, lêdanik ji wan em hatin vê rojê.
Xurî û dûmana şewatê, di tariya şevê de bi bayê bakur axmetaxme ber bi êzmîn ve bilind bû. Xaniyê duqat, çarmedor di nav giloka agir de ma. Derî û paceyên xanî, xetilê dîwarên kelpîç, kêran û mertegên bin sivîngan bi gurinî şewat girtin. Şewatê xwe berda hundirê malê, di nav dumana reşegewr de pêla xuriyan serî da, ber bi jor ve serhev û navhev ve gildir û gêrbû, perçifiya, bi teqîn dîsa daket nav şewatê, bû dûmanekî reşegewr ji kadînê ve derket. Çepera hewşê wek kirkût dişewitiya. Derdor di roniya zersorikî de ma. Ji ber têna şewatê kes nediwêriya ku nêzike malê bibe. Nêzik bibûna çi ji destê wan dihat!? Li vî gundê bintara çiyê ewqas av li ku hebû? Bi qasik û kodikan şewat tê vemirandin!?
Me vê carê karê xwe wer kîp girt ku, ji deriyê derva bigir, heta pace û çeperên hewşê, ji derîyê axur û kadînê bigir heta lodên genimên ser bêderê, benzîn lê kir û hesteyê vêxistî da ber. Gotinek heye, dibêjin “dile kûçik bi parîkî nan çê dibe”, me dilê kûçikê Hemzê bi kîlokî goşt çêkir. Kesên malê, gelê gund; jin, mêr, keç, law, zar, zîç, kokim, qîz, xort, ciwan, seqet, saxlem, xweş, nexweş çi kes hebûn li wê derê bûn. Dewarên ku ji ber şewatê xilaskiribûn, hinek di keviya roniya şewatê de bê liv disekiniyan, hinek jî terîqîn, çûn. Qîrînî û çîkînî, dengê şewat û bayê didepisand. Li dor şewatê bi hêrs, bi metel, bi tirs û xemgîn dibeziyan jêr û jor, li aliyekî komdibûn, dîsan belawela, reverev xwe li vî pî û wî pî dixistin. Ne dizaniyan ku çi bikin. Ji neçarî, xwe diavitin erdê, bi gazin, bi haho û sixêf, ji bo heyf girtinê li ser hemû pîrozîyên xwe sond dixwarin û li juniyên xwe, li serî û sîngên xwe dixisitin. Porên xwe dirûçikandin û pêsîrên xwe qîşdikirin. Giş bi hev re digiriyan. Di hewayê de bêhna hirî û mû, pot û pertal, dar û pûşên şewitî, pûrt û goştên kizirî hebû.
Me li jorî gund, di meterîsên xwe de encamên kirinên xwe sêrdikir. Em bi devdevî sibehê vegeriyan gundê xwe. Wekî her gavî cenderme hate gund, ji malbata me, ez jî di nav de pênç kes wek şuphedar em girtin binçavan û birin qereqolê. Sê roj şûnve, piştî gelek heqeret û lêdanan, ji ber nedelîl û şahidan em berdan. Çav û guhên me li ser malabata Hemzê bûn. Pênç ro şûnve xeber hat ku mala Hemzê ji ber şewatê çi maye li traktorê barkirine, pez û dewarên xwe dane pêşîya xwe û çûne navçeya B…şêrî yê. Lawikê Hemzê, Oqo yê çar salinî jî li hember dîmenê şewatê û waweylaya dê û bav û gelê gundê xwe, ji tirsana lerizîye û lal bûye. Ziman lê hatiye girtin.
Derba ku me dabû mala Hemzê, piçekî dil li me sar kiribû, lê têra tolame nedikir. Li gorî rê û rêzikên me, hîna xwîna me li erdê, şerefa me jî nîv mabû!
Meh li mehan, sal bi salan barbû, jana dilê me û jana dilê mala Hemzê sar nebû. Her roj, çîrokên xwe ji sernûve û sernûve di nav malên xwe de gotin û digotin. Jana xwe tûj, sonda tola xwe nûjen kirin û dikirin. Piştî şewitandina mala Hemzê, deh sal derbaz bû. Di hundirê ev deh salî de me canek ji wan girt, wan jî, ji me canek girt canek jî birîndar kir, seqet ma. Dîsa dor ya me bû. Hema ne hal di me de ma bû, ne jî di wan de mabû. Can û malên herdû malan li ber bayê bûn. Nan di gewriya me de bûbû qotik. Nedêwiriyan biçin derekî. Ji siya xwe ditirsiyan.
Demsal payîz bû. Em di hefteya Cejna Cema Êzdiyên cîranên xwe da bûn. Li oda me ya mezin, ez û çend nîvanên min ên Êzdî, di misletê de bûn. Hêdika deriyê odeyê vebû, qiza min reng û rûçik lê zer kete odeyê. Di bin nêrînên me yên şaşwaz û pirsdar de xwe da hev, çav li min, bi dengekî nizm û lerzek got; “Oqo, bavo Oqo. Oqo yê mala Hemzê li ber deriyê me ye.” Pêşî de min ji gotinên qîza xwe tiştek famnekir. Wer dev ji min hev çûyî li rûyê qîza xwe sêrkir; dû re serwext bûm ku Oqo yê lawikê Hemzê li ber deriyê me ye. Min, navê wî lawikî bihîstibû. Lê çi karî dike, di çend salî de ye nedizaniya. Ji ber vê dûrivê ecêb, mêvanê min jî telaşedar bûn. Hêrs li min bû tofan.
Li ber kevîyê ji eyarê xwe derketinê de mam. Min di dilê xwe de cend caran ‘la hewle” kişand, ji mêvanên xwe destûr xwest, rabûm û ber bi deriyê odeya mezin ve meşiyam. Mêvanê min jî bi telaşe ji cihên xwe rabûn ser pîyan, li pêy min ketin. Em bi hev re derketin ber deriyê der. Di vê navberê de mêvanên min tim hişyarîya sebir, bênfirehî û xwe ragirtinê didan min.