Wezareta Derve ya Tirkiyê derbarê serjimêriya li Kerkûkê daxuyaniyek weşand

Kurdi

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand, ji Herêma Kurdistanê welatiyên kurd ji bo serjimêriyê ji Kerkûkê re hatine veguhestin ku ne xelkê Kerkûkê ne û ev jî bandoriyê li ser proseya hilbijartinan li wî bajarî çê dike. 

Wezareta Derve ya Tirkiyê derbarê lidarxistina serjimêriya giştî li parêzgeha Kerkûkê li ser tevna civakiya Xê daxuyaniyek weşand.

Wezareta Derve ya Tirkiyê diyar kir, ji Herêma Kurdistanê gelek kes ku ne xelkê Kerkûkê ne ji bo wê parêzgehê hatine veguhestin ku ev yek bûye sedema dilgiraniya tirkmen û ereban ku em ji nêz ve çavdêriya rewşê dikin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Em hêvî dikin berpirsên Iraqê, tirkmenan nekin qûrbaniyê serjimêriyê ku pira pêwendiyên navbera Tirkiyê û Iraqê ne û di demên bihûrî de rastî komkujiyan hatibûn.”

Wezareta Derve ya Tirkiyê di dawiya daxuyaniya xwe de da zanîn, bendewarî û hestiyariya wan li Kerkûkê eve, destwerdan di demografiyayê de neyê kirin ku bi dirêjahiya dîrokê çêbûye û pêkhateyên parêzgehê li gorî bingeha ku li ser wê lihev kirine, berdewamiyê bi jiyana xwe bidin.

20 û 21ê mijdarê serjimêriya giştî li Herêma Kurdistan û Iraqê hate kirin û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji kurdên navçeyên qutkirî kiribûn ku ji bo serjimêriyê vegerin navçeyên xwe yên sînorê madeya 140ê.

/Jêder: Channel 8 /

İlginizi Çekebilir

Selîm Temo li Nûpelê ye
Selim Temo Nûpel’de

Öne Çıkanlar