Helbestên Mewlûd Oguz bi navê Lîrîka Berbangê çap bûn

Kurdi

Helbestên helbestkar û rojnameger Mewlûd Oguz bi navê Lîrîka Berbangê ji Weşanxaneyê Avestayê çap bûn. 

Helbestkar Berken Bereh derbarê Lîrîka Berbangê de dibêje: 

“Mewlûd Oguz, bi ferhengeke henûn, dengekî aram û nerm û bi hizra xwe ya ku wek şekirê çayê têkelî ristan bûye, mizgîniya şa’irekî ji me û xweser û resen radigihîne me; bi kêrên porê xwe, lîrika berbangê, bîstanê stêran, şekirsêvekê, berberoya di rukûyê de, lêkereke kesk, hokereke sor, helwesteke pola, desthilata saadetê û hwd. ew hêma û lihevanînên vê rastiyê ne. Lîrîka Berbangê, çi civakî, çi takekesî, rengê coş û peroşiya me ye. Min bi tahm û zewqeke xweş şi’rên di vê pirtûkê de xwendin. ‘Pêjna lingê şairekî baş’ ji wan tê…” 

Derbarê Mewlûd Oguz de: 

MEWLÛD OGUZ – Helbestkar, rojnameger û wergêrê sondxwarî yê kurdî. Ji Heskîfa Batmanê ye. Helbestên wî di Pêngav, Çirûsk, W, Nûbihar, Bar Helbest û kovarên din de hatine weşandin. Edîtoriya kovara muzîkê ya bi navê Ziryab kiriye. Her wiha wekî edîtor, peyamnêr, wergêr û berpirsiyarê ragihandin û medyayê kar kiriye. Ji 2022yan ve li zanîngeheke taybet li Stenbolê dersên kurdî dide. Ew endamê Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ), Komeleya Mafê Mirovan (‹HD) û PENa Kurd e. Lîrîka Berbangê dîwana wî ya ewil e.  

https://www.avestakitap.com/lirika-berbange 

 

İlginizi Çekebilir

Süleyman Demirtaş: Gözünüzden ışığı eksik etmeyin
Alattin Bilgiç: Zincirli Şiir

Öne Çıkanlar