Selîm Temo: Lewhe

KurdiYazarlar

Ne “çargoş” e bi qewlê Mîr Celadet Alî Bedir-Xan ku ji bo “carré”ya Fransî digot; ber bi rastê ve dirêjkî diçe. Pênc fotograf li kêleka hev. Gava li malê yek bêje “lewhe”, qesta xwe ew pênc fotografên li dû hev ên di wê çarçoweyê de ne. 

Sisê ji wan fotografan, a rast, fotografên sê kesan, a rasttir, sê kesên di lewheyê de pîr in. Yek ji wan bi dev û rû nayê bîrê. Yek ji du xortan rûyekî xwe yê nebişrokî heye. Dido ji pêncan rihdirêj in. Yek ji rihdirêjan û yek jî ji xortan bişrokî ye. 

Xortê bişrokî sivikbez e, riha xwe na lê simbêlê xwe heye. Porê xwe ripîreş e û ber bi guhê dixuye ve dirije. Porê xwe hilû ye, yê min xingalokî ye, lê dixwazim wek porê wî hilû be. Dibe ku kumê xwe jî hebe. Diyar e, yekê li civata wî teze henekekê kiriye. Hem bi henekê keniyaye û hem kenê xwe li rûyê xwe aniye. Seîdê Kurdî ye ew. Ji bilî wî ji hemûyan re dibêjin şêx. 

Xortê nebişrokî Şêx Evdirrehîm e. Birayê Şêx Seîdê Kal. Piştî salan çîroka wî hîn dibim; gava çûye hawara Dêrsimê, di rê de tevî hevalên xwe hatiye kuştin. Lê malbat wisa bawer dike ku ji Binxetê vegeriyaye da heyfa mezinê malbatê û hevalên wî yên bi destê dewletê hatibûn kuştin bistîne. 

Ew ê din ê di lewheyê de dibişire Şêx Celadîn e; şêxê dapîra min bi serê wî sond dixwe û di karesatên biçûk de gazî dike da were hawarê. Şaşikeka spî li ser. Mûyên sîmîn hene di riha wî ya dirêj û sêberkî de. Ji wateya berbelav a li ser rûyî tê fahmkirin ku ew rih ayîdê gewdeyekî qirase ye. Berê bişirîn û nihêrinê kêmek ber bi jêr e. Li lensê, li fotogirî, heta li yên li fotografê dinêrin nagire, li wan diborîne. Wek bapîrekî bêhnfireh li neviyên xwe yên meremozî dikin binêre, dinêre. 

Yek ji rûyên nebişrokî sar e. Şêx Mihemedê Zîlî ye yan Şêx Qasim e? Dirûvê şêxên Zîlanê; reşqemerî, çavên gir, birûyên qalind. Ji nav siyekê dinêre. Ji bin riha wî ya meriv nikare bêje dirêj e qerewat an jî paçikekî bêberstûk dest pê dike. Bajarî, dûr û damayî. Diyar e, êrîşa li ser “Qubeya Zîla” aniye bîrê. Gava eskerên Tirkan berê topê dane qubeyê, heft şêxên tirbên xwe di qubeyê de bûne kevok û bi ser eskeran ve çûne. Eşker ji tirsa ferihîne û heya Pira Batmanê reviyane. 

Yê mayî ku dihêlim dawiyê ne fotografê dawîn e, di dora çarem de ye. Dizanim ku pîr e û rihdirêj e, lê dikim nakim rûyê wî tevî çav, bêvil û devî nayê. Dixwaze di nav nebûnekê de bimîne da nebe perçeyê roja îro. Heçko naxwaze di bibîranîna min de biveje. Çiqas çavên hişê xwe zoq bikim ewqas ber bi dawiya şikefta bîrê ve diçe. 

Dêya min bi hesteka dişibe hêrsê dilezîne, bira û biraza wek sûcê min ê xwerû têxin stûyê xwe dimeşin, ez li ber mala kevn û jûra hilweşiyayî mal û jûrê dîsa ava dikim û wisa metel li wê lewheya min dîsa li ciyê wê daleqandiye vedigerim: Spîçorkî ye, çarçoweya xwe duniqir e, benê xwe yê wê dike perçeyekê diwêr qehweyî ye. Wisa bê çeng û perr li nav wê jûra ji mêj ve hilweşiyayî me. Lewhe li jora aliyê çepê yê şibaka mezin e. Ez bilindtir im ji sih û pênc sal berê, ew hê jî bi wê sîmetriya xwe ya nûwaze ve li bilindahiya xwe ye. Lê ew rûyê nedîbar tije nabe bi azayên rûyî. Ne li pişt mijekê ye jî. Wek qet nebûbe, nejiyabe, nebûbe fotografek. Tu dibêjî qey li wir e ji bo lewheyê têr ber bi rastê ve dirêj bike û çaran bike pênc. 

Qey li şûna îkonekê yan li şûna Melekê Tawis hatiye daleqandin? Qey pîroziyeka kevn beriya li wir bê daleqandin jî hebûye li şûnê. Lewre ye mezinên malê her cara tên û diçin, derbasî aliyê çepê yê şibakê dibin û lewheyê digel ku rast e rast dikin? Beriya rast bikin û piştî rast dikin ji hember kêliyekê lê dinêrin ka rast e yan ne rast e yan ka rast bûye yan rast nebûye. 

Li ser dîwarê aliyê çepê yê lewheyê Şahmaranek heye, ji aliyê dayîka min a ciwan ve -wîîî, min diviya nebêjim “Ciwan” an min nevê bibêjim- hatiye neqşandin, li ser qimaşê etemînî. Rengo rengo ye. Rûyê xwe jin e, li bin tacekî rewşedar e, dûva xwe mar e, diqîre. Şeş lingên xwe li dûv hev dikin ji çarçoweya etemînî ya çargoş derkevin. Wek berê dîsa li çavên gir ên Şahmaranê dinihêrim, lê yên di lewheyê de ez li wan nenihêrim jî ew li min dinihêrin, yê rûyê xwe tune jî di ser de. 

Li bin etemînî dîwarê kirêca xwe deqdeqî bûye olan dide. Dengekî metalîk î bêhnteng heye di nav dîwêr de. Bi naylon û potan hatiye pêçan. Di sivdera deriyê li milê çepê de quleka devê xwe bi herriyê sihandî heye. Carina herriya hişk a ketiyê şiklê dirgê ra-dikêşin, destê xwe dirêjî benekî dikin, gava tê ber destî dikêşin, navlûleya hêrsok a pêçayî dixuye. Ne ji bo dîtina tifengê, lê ji bo ya qula ew tê de divê mezin bibim da nebêjim ji “eskeran” re. Gava mezin dibim fahm dikim bê çima ew dîwar wisa olandar e, netebitî ye, hişyar e. Heke mêvan werin mezinên malê pala xwe didinê, li hemberî mêvanan rûdinên, heke na li şûna mêvanên nehatine rûdinên. Piştî salan ew zîzîniya ez nêzîkî pîrelkên çîrokan dikirim xwe dubare dike wek tiştekî bi salan berê qewimiye were bîrê. 

Tifenga qerebînî ya ji serhildaneka têkçûyî mayî ji ciyê xwe yê paşî pê hesiyam gellek caran hat derxistin, paqijkirin, donkirin. Bavê xort guh da reqereqa wê ya zayok, şîşika ji bin navlûleyê dest pê dikir kêşa, potekî spî don kir û bi şîşikê ve pêça û di lûleyê de bir û anî, pênc fîşengên ji zeriya xwe ferihî yek bi yek bicî kir, emniyetê girt û da ber têtikê, qolê sergupik kişand û berda, fîşeng li dûv hev pekiyan ser û binê mînderokê. Bavê malê gellek caran wek xunçeyeka dike veke û bibe gul bêhn bike bêvila xwe dirêjî ser û nîva tifengê kir û bi nihêrîna mereqdar a kurên xwe yên gewrik bavtir bû. 

Li ber lewheyê dareka leymûnê heye, ber bi qarçayê jûrê yê ji zil û kêranan û ber bi nîva jûrê ve dibeze. Bavê xort ê malê rojekê ji mala xalên xwe yên hezkirî yên koçî Tersûsê kirine wek her carê bi tiştekî seyr ve vegeriya heke terhika leymûnê jî tiştek be. Paşiyê tê bîrê ku avhewa cuda ye, lewre ne li nav pênc baxçeyên mezintir ji hev lê li jûra razanê û mêvanan hatiye şitlandin. Mezin bûye, şax daye, jûr û malê bi bêhna xwe ya rewadar tije kiriye lê ber û mîwe nedaye. Piştî salan çawa xwestiye mezintir bibe, qarçayê qul û jûrê xerab bike, birrekeka bêîman li ser koka wê şixuliye. Piştî koka mayî wek kevirekî pahn ê avêtine nav êgir xwî dide pê dihesin ku diviya bihata tamandin da ber bide. 

Du kewên gozel hene di du qefesên li bin dara leymûnê de. Deqê carekî serê xwe di qulika li jora qefesan derdixin, delaliya xwe dubare dikin û dinêrin ka kes li delaliya wan temaşe dike yan na. Kewên ribat in, qaqeba ne, ji nîveka mesîlekê dixwînin. 

Sibeheka mijdar esker bi ser gundî ve digrin. Herdu jinên malê ku yek pîr yek jî nepîr e sîmetrî nehiştin bi lewheyê ve. Ji dîwêr kişandin û min cara pêşî dît ku kartonek li pişt wê heye; bi bizmarên ziravoçkî ve heya binê çarçoweya duniqir a ji paş ve bêniqir e diçe. Çarçowe, karton, cam û bizmêr nedan aliyekî da careka din ji bo tiştekî din bi kar bînin. Karton, çarçoweya ji pêş ve duniqir û fotoyên ku min digot bi hev ve zeliqî ne bêyî dor, bi lezgînî û li ser hev avêtin nava sobeya sor dikir ji agirê qefûkên zû alav didin û zû dibihurîn. Razî bûn bi qedera xwe, bi ti derî ve nepekiyan, yek ji wan neket erdê. Ew şêxên bi hawara murîdên xwe ve diçûn hawar hawar nekirin û ketin nav gupegupa sobeyê. Ji hewşê dengê şikestina camê hat.

Gava dengê şikestina camê piştî salan olan da jina pîr a malê ku pîrtir bûbû, li bin dîwarê wextekî tifeng tê de veşartî ji xwe re got, “Wî, çavê min kor be, çima min aqil nekir çîtikekê bavêjim ser!”

Ew rûyên bi pelên kesk, birqokî û qalind ên leymûnê re rûbirû ayîdê wê serdema mekana xalî ji eşyayan û dema vala ji kesera mezinbûnê ne. Êdî ne şênber in, hest in. Wek dîmena mijê hene. Gava tên bîrê divejin, ronî dibin -qet nebe çar ên ji wan. 

Tifenga zindî ya ji aliyê sewax, kirêc û etemînê Şahmaran li ser ve tê veşartin û parastin bi carekê wenda dibe, hew dixuye. Paşî dibêjin ku dane telebeyan. Çûye ketiye hemêza rikekê. Li çend çiyayan geriyaye, heyfekê stendiyê û heyfên din aniye bîrê.

Lewhe, Şahmaran, tifeng, qefes û dara leymûnê bûne yek û vekişiyane ji jûra hilweşiyayî. Ez mezin bûme û dûr çûme ji mala kevn û nû. Êdî naxuyêm, rûyê min ê mereqdarê delaliyê maye di bîra kewên mirî de. Ew ê di lewheyê de û ne di lewheyê de ne ez bim gidî!?

* Beşek ji romana min a “Dawiya Salê” ku dê rojekî biçe serî.

İlginizi Çekebilir

Tişrîn Barajı’na saldırılar sürüyor
Behice Feride Demir: Utenazî Çawa Dibe Bextewarî?

Öne Çıkanlar