Behice Feride Demir: Utenazî Çawa Dibe Bextewarî?

KurdiYazarlar

Piştî ku dewleta Çînê jî çêkirina aplîkasyoneke  sohbetê ya bi navê DeepSeek eşkere kir, dinya careke din hate guhertin. Êdî li dijî  zanist, mijûlî û hilberîna xwezayî du hişên çêkerî (Artificial intelligence, AI), yên global hene, DeepSeek û ChatGBT.  Lewma jî sehneya dîjîtalîzmê êdî ne tenê cihê agahî, dîmen, bûyerên sîyasî û ekonomîk in. Ew êdî sehneya pêşeroja jîyana mirovan e  jî. Li serê saetê em  li ber  ekranan  hemû  cîhanê dibînin û dibin şahidê şaristanîya dîjîtalî. 

Ji ber barîna bûyeran êdî  qîmet û giranîya tiştan nemaye. Lê dîsa jî mirov bi serê xwe li benda çavkanîya surprîzan yan jî hin metelîyan e. Ji vir û çend roj berê di medyaya Fransî de vîdyoyeke kurt bala min kişand. Li ser vîdyoyê wiha nivîsîbû: “Odette a 64 salî çend rojên xwe yên dawî dijî.”Jineke di vîdyoyê de bi kesên li derdora  xwe re qise dikir, dikeniya û digot, ev 5 rojên min ên dawîn e.  Min jî  meraqa peyva 5 rojên dawîn kir û fikirîm gelo ji bo çi 5 rojên dawîn be? 

Gava min vîdyo vekir, di destpêkê de edîtorîya bernama Envoyée Spécialê  di danasîna xwe de behsa enteresantîya hikayetê dikir.  Odette a ku di wêneyê xwe de, bi hemd, li ser xwe û  bi qirar dixuye, gelo çima bûye mijara vîdyoyeke wiha? Bêguman di van salên dawîn de jîyana jinan her diçe zihmet dibe. Şîdeta psîkolojîk, mobbing, bêkarî û hilweşîna nirxên  sosyo-kulturel li ser jîyana jin û zarokan travmayên mezin çêdike. Lê xuyabû Odette ji  ber van sedeman nebibû mijara vê dosyaya  taybet. 

Min vîdyo vekir û guh da Odette a 64 salî. Di  vîdyoyê de Odette behsa roja mirina xwe dikir. Lê mirina ne normal. Mirina xwe ya  bi biryara utenazîyê (euthanasia) dike. Vîdyo jî li 5 rojên dawîn û amadekarîyên merasima  cinaze qeyd dike.  Odette, bi hevalê xwe re qise dike,  xatirxwestina xwe wek  çûyîneke ji rêzê dinase   û temîyên bêxemgînîyê  li wan dike. Gelek nas, heval û eqrebeyên Odetteê di van 5 rojên dawîn de bi Odetteê re zeman derbas dikin. Di dîmenekî din de ew û hevserê xwe Frank, behsa kirîna kostumên mersima oxirkirinê dikin  û hemî amadekarîyan bi hev re dişopînin. 

Odette  bi ken û qebûlî qala sedema  utenazîyê jî dike. Odette a ku li Québecê dijî, ji demekî dirêj vir ve  ji ber penceşêra pişikê tedawî ditîye. Lê tu encameke ber bi başbûnê derneketîye holê. Odetteê  jî biryar daye û êdî naxwaze nexweşî wê biêşîne û laşên wê xirab bike.  Ew naxwaze bîranîn û encamên xirab ji malbata xwe re bihêle.  Heta mirin wê dikuje ew dixwaze mirinê bikuje. Gava min   dîmen û biryara Odetteê temaşe kir, nizanim çima,  dîmena girtîyên Kurdên Rojhilat  û îlam jî Huseyn Kavousifarê li ber ixdamê ku ji keça xwe re dikenîya hate bîra min. Rast e mirov dikare mirinê bikujê û pê bikene. Ha li Kurdistanê ha li Qubeekê be. Bi mafê utenazîyê yan jî bi bêmafîya ixdam ê. 

Ev nayê vê watê ku mirin tiştekî pîroz e an utenazî biryareke hêsan e. Lê di vir de vîna mirova dîsa serî radike û hêzdarî û xweza xwe li dijî DeepSeek û ChatGptê nîşan dide.  

Li gor agahîyên vîdyoya Envoyée Spécialê,  Odette ji roja yekşema borî vir ve di nav me de nîne û najî. 

Helbet her roj bi dehan mirov jîyana xwe ji dest didin.  Lê bi ya min pirsa  ku di hikayeta Odette de veşartî û bêbersiv  e ev e:

Gelo utenazî çawa dibe bextewarî? 

Gelo utenazî  rêbazekî pêşerojê ye ? 

 

İlginizi Çekebilir

Selîm Temo: Lewhe
Ali Engin Yurtsever: Savaş Barışa Nefes Aldırmıyor

Öne Çıkanlar