Nuri Fırat: Li Kurdistanê Sira Fezayî: Şûre Siyabend û Xençera Tutankhamon 

KurdiYazarlar

Hîn zarokekî piçûk bûye dê û bavê Siyabend çûne ser dilovaniya xwe, loma ew li gel apê xwe mezin bûye û apê wî jî hîç mirovekî baş nebûye. Apê wî hîn di temenên piçûk de bi dara zorê karên giran bi Siyabend daye kirin, lê heqeretan kiriye, ji malbatê nehesibandiye û gelek caran nehiştiye bê malê, loma gelek şevan mecbûr maye ku di tewleyan / axûran de biraze. 

Di bin van şert û mercên giran û zehmet ên temenên piçûktayî de Siyabend şivantî kiriye. Rojek ji rojan lingê bizineke şikestiye û Siyabend ji ber vê gelek tirsiyaye, lewra xofa apê wî yê zalim ketiye dilê wî, dê ew ê çi ceza bide wî? Dawî de xof li Siyabend giran hatiye û wî jî gund terikandiye. 

Siyabend gelek zeman li çol û çiyan maye, xwarina bermayî ya li ser sergoyan xwariye, di bin kevir û daran de razaye, ser û go lê peritiye. Lê rojekê her tişt guheriye. Rojek dema li çolê li ber kevireke razabû, Siyabend bi dengê birûskê şiyar dibe û dibîne ku birûskê li darekê xistiye. Meraq dike û ber bi darê ve diçe û dibine ku hesinê birûskê di nava darê ye. Siyabend vê hesinê birûskê digire û dibe cem hesinkarekî, ew jî bo Siyabend ji vê hesinê şûrekî bêhempa çêdike. 

Siyabend vî şûrê bedew tim û tim li cem xwe hildigire, pê nêçirvanî dike û debaraya wî êdî li ser vî şûrê ye. Şevek ji şevan Siyabend di xewna xwe de dibîne ku ew bi kesekî re şer dike, ku ev zilamê herî xurt û jêhatî yê dewerê ye. Di dawiya şer de Siyabend bi ser dikeve. Lê wekî tesadufeke xweşik xewna Siyabend di rastiyê de pêk tê û demeke kurt piştî xewna xwe Siyabend vê zilamê jêhatî dibîne û lê bê şer û pevçûn her du dibin hevalên hev. 

Navê her du hevalan li her derê belav dibe, êdî jiyan bi wan xweş e, heya ku Siyabend rastî Xecê tê. Rojek ji rojan li zozanekî di bin konê ji mûyê bizinan de Siyabend Xecê dibîne, ku rindî û bedewiya wê di dev û dilanan de cih girtiye û li her derê belav bûye. Siyabend dildikeve Xeca xweşik û bedew, Xecê jî dildikeve Siyabend. Lê xwezgîniyên Xêcê wekî din jî hene, ku yek ji wan axayekî dewlemend û zalim e. 

Siyabend û Xecê lez dikin ku bizewicin, biçin cihekî din û wilo ji wê derê û ji belaya vî zalimê dûrbikevin. Bo hezirtiyan Siyabend çend rojan diçe bajarekî din. Lê dema dizivire dibîne ku axayê zalim dest daniye ser Xecê û dixwaze bi zorê pê re bizewice, loma daweta wan jî destpê kiriye. Lê Siyabend dev jê bernade. Şeva dawetê dizî diçe, Xecê direvîne û berê xwe dide çiyayê Sîpanê. Sîpan êdî ji wan re dibe pûnik. 

Lê rojek ji rojan Siyabend dîsa daye pey pezkuvîyan, pezkuvîyekî nêr bi tîrê birîndar dike. Dema Siyabend diçe ser nêçira xwe, pezkuviyê birîndar peyîn li Siyabend dixe û wî ji keviran ve diavêje jêr. Siyabend gilorê geliyê kûr dibe û li wir dimire. Pişt re Xeca reben tê, Siyabendê belengaz di vê halê de dibîne û ew jî xwe li wir dikuje. 

Tê gotin ku di geliyekî Sîpana bilind û sermij de her bihar du kulîlk çêdibin, bejn didin, bilind dibin, ku dema tam digihêjên hevudu pezkuviyekî tê û serê her du kulîlkan jêdike. Ev çîroka eşqa trajîk a Siyabend û Xecê bû, ku bi sedan salan in tê vegotin. 

Çîroka Siyabend û Xecê, ku min bi kurtûkurtasî vegotiye, wek Mem û Zîn, Ferhad û Şirîn, Ristemê Zal, yek ji çîrokên / destanên Kurdan ên bi nav û deng e. Taybetî piraniya Kurdan berê demên televîzyonê van çîrokan gelek bihîstine û dizanin. Çîroka Siyabend û Xecê jî wekî çîrokên Ferhad û Şirîn, Leyla û Mecnûn, Mem û Zîn dramatîk û xemgînî bi dawî dibe. Lê belê ne tenê çîrokbêjan van destanan gotinê, herwiha gelek dengbêjan jî bo van eşqên bêhempa strandine. Loma van destan û çîrokan di nav çand û bîra mileta Kurd de xwedîyê cihên gelek girîng in û gihiştine heya roja îro. 

Bi rastî mirov nikare behsa tenê yek versiyoneke çîroka Siyabend û Xecê bike; li gelek herêman ev çîrok bi awayên cûda hatine vegotin. Carna malbat û derdorên qehremanên çîrokê, carna bûyerên çîrokê, carna zarokatî û demsaliya çîrokê tê guhertin. Mînak Xecê carna dibe qîza mîrekî, carna jî dibe jinekê bedew a ku zilamekî dewlemend û zalim dixwaze pê re bizewice. Di hinek versiyonan de bav û malbata Xecê naxwaze ew bi Siyabend re bizewice, carna tişteke din. Helbet cudahiyên wiha normal in; gorî herêman, gorî vegotin û strandina çîrokbêj û dengbêjan car carna mirov dikare versiyonên cuda bibîne. Mesela Oryantalîstê Fransayî Roger Lescot, di salên 1920an de li Kurdistanê destana Memê Alan berhevkiribû û gotibû ku di dema berhevkirinê de qasî 28 versiyonên cuda dîtiye. Helbet versiyonekî jî ya Ehmedê Xanî ye, ku ew ji aliyê naverokê ve gelek polîtîk e û loma bo neteweperwerên Kurd xwedî cihekî gelek girîng e. 

Niha mijar ne ev in, nîyeta min ne ew e ku di vê podcastê de dûr û dirêj behsa çîroka Siyabend û Xecê bikim. Derheqê vê çîrokê de hinek pirtûk hene, dibêjim bixwînin; an jî dengbêjan guhdar bikin, baştir e. Ligel vê taybetî dixwazim balê bikişînim ser tiştekî ku di kurtasiya çîrokê de min behs kiribû. Ew jî derheqê şûrê Siyabend de ye. Bawer im bala we jî kişandiye; şûrê Siyabend ne ji hesinekî asayî hatiye çêkirin, ji birûska li darê wedabû hatiye çêkirin, ango ji hesinê birûskê… 

Di vê navberê de tiştekî wiha di distana Memê Alan de jî heye. Wekî min behs kiribû, Roger Lescotyê Fransayî destana Memê Alan berhev kiribû û di sala 1942an de wek pirtûk çap kiribû. Di vê versiyona hatiye çapkirin de Mem kurê mirê / qralê Mexribê ye û şûn de cihê wî digire. Hîn di ciwantiya xwe de, ku hîn eşqa Zînê jî neketibû dilê wî, Mem mecbûr mabû ku bi cinawirekê / rawilekî behrê re mijûl bibe. Rojekê ev cinawir / rawil dikeve tora masîgiran û şûn de bi sedan ciwan gelek bi zehmetî torê ji behrê dikişînin, ku ew cinawir ewqasî xwedî hêz bûye. Dema tor derdikeve ser rûyê behrê, Mem û ciwanên torê kişandine dibînin ku ew cinawir hespekî bêhempa ye, qoçekî li ‘eniya wî heye û loma tu mînakekî wî li ser rûyê dinê nehatiye dîtin. Ji ber ku desteserkirina hespê gelek zehmet e, wî li piştî heft deriyan heps dikin, di ser de deriyan digirin. Demekê şûn de ji bo terbiyekirina hespê apê Mem tê û vî hespê zexm û hêrsonek zept dike û tîne rê, ku heya wê çaxê tu kesî nikaribûye vê tiştê pêk bîne. Êdî xwedî û siwarê hepse Mem e. Mem telîmat dide ku di nava şeş mehan de bo hespê wî Bozê Rewan taximeke bêmînak û bedew bê çêkirin. Seracanên hostayên wê karê ne bi şev û roj xebitîne û dawiyê de biserketine, wazîfeya xwe bi cih anîne. Di destanê de taxima Bozê Rewan wiha tê gotin, wiha pesnê wî tê dayîn: 

Taxim gişkî şixulandî bûn bi çinane / Li ser bi kevirê gewher şixuliyane / Zengû ji zêr in, zexme gulabdîn in, mîna şewlê rojê diçirisiyane / Di nava rikêban da, kevirên elmas qor danîne mîna hebên tizbiyane / Hesinê lîwanê gişk polad e, ji hesinê birûskê çêkirine ji bo dev û diranane…  (Lescot 1942:18)

Di vir de jî bala we kişandiye ku behsa hesinê birûskê tê kirin, ku ev hesin bo liwanê hatiye bikaranîn, ango bo gema devê hespê… Ev hesinê birûskê ewqasî hêja û zexm hatiye qebûlkirin ku loma ligel poladê hatiye muqayesikirin. 

Bihêsanî mirov dikare bibêje ku çêkirina / pêkhatina şûr an jî lîwana / gema ji hesinê birûskê, xwedî wateyekê cuda ye, tenê wek hêmayekî / ango şîroveyekê xeyalî hatiye bikaranîn, di vir de vegotinekê derasayî heye. Helbet dibe ku wisa be, ev gelek normal e; jixwe tişta meselayan, destanan, çîrokan, vebêjên dîrokî efsûnî dike, xweş nîşan dide, ev vegotinên derasayî, xeyalî û hêza hêmayê nîn in! Bêguman wisa ye. Lê, tiştekê din heye ku divê em li ser şopa wê bimeşin. Em dikarin ku vê meseleyê bi hinek vegotin û bûyerên dîrokî re têkildar îzah bikin. 

Bawer im çîroka Siyabend ku şûrê wî ji hesînê birûska li darê dabû hatiye çêkirin, çîroka Arthurê Îngilîzî û şûrê wî bîne bîra hinekan. Rastî çîroka Arthur bingeha xwe ji mîtolojiya Keltan ango Galer û Îrlandayê digire, lê şûn de guheriye û bûye malê Îngilîzan û çîroka Arthur jî wiha belav bûye. Navê şûrê Arthur ê navdar Ekskalibur e. Gorî vegotinekê, Ekskalibur di kevirekê de bûye û tu kesî nikaribûye ji kevir bikişîne û derbixe, heya Arthur hatiye û şûr ji kevir derxistiye. Loma ev şûr, ê ku efsûnî tê qebûlkirin û wek sembola hêz û desthilatdariyê tê nişandin, bi Arthur re bûye xwedî nav û deng û her du her tim bi hev re têne zanîn. Helbet versiyonên cuda jî hene. Lê di hemûyan de ev şûr gelek tûj, zexm û bêhempa tê nîşandin ku dema şûr ji qalip bê kişandin tu kes nikare jê xilas bibe. Herwiha tê gotin ku ev şûrê xwedî hêzên efsûnî ye, ji aliyê leydiyeke (xanimeke) ve ji xezineya xweda hatiye girtin û wek xelat hatiye dayîn. 

Lê di rastiyê de wekî şûrê xwe Arthurê qral jî efsane ye, ango di rastiyê de tune ye. Ji aliyê Brîtaniyan ve Arthur wek sembolekî mîta qralê îdeal ê di şer û aşitiyê de tê qebûlkirin. Gorî hinek agahiyan, efsaneya Arthur ji sedsala 6an şûn de di çand û mîtolojiya Keltan de cih girtiye. Hetta gorî hinek vegotinên din, Arthur ne tenê xwedî şûrekî efsûnî ye, herwiha xwedî hêza derasayî ye jî, ku tenê bi destekî xwe karibûye bi sedan kesî beralî bike. Jixwe bi saya vê hêza xwe karibûye şûr ji kevir bikişîne û derbixe! Ango efsane wiha ye… 

Lê dema em efsaneyan li aliyek dayînin, tişta ku ji çîroka Arthur tê fehmkirin ew e ku şûrê wî ji şûrên wê demê hemûyan zêdetir xwediyê taybetiyek bûye, ku ev taybetî jî ji materyalên wî pêş tê. Gelo ev çi bû?  

Bo Britanyayê dema mirov li sedsalên 5an û 6an binêre îhtîmaleke mezin e ku ev şûr ji hesin hatiye çêkirin. Helbet dema behsa hesin dikim, vê wek tiştekê ji rêzê nefikirin; lewra çêkirina amûrek şer ji hesin bo wê demê dibe ku derasayî û efsûnî hatibe dîtin. Çima wisa dibêjim, ez ê bêm ser vê meseleyê… 

Arthur xwediyê hêzeke derasayî ye û herwiha şûrê wî Ekskalibur jî efsûnî ye. Lê Siyabendê Kurdan tenê qurbana eşqekê dramatîk e. Helbet Siyabend jî jêhatî ye, bi vê halê xwe namdar e jî, lê wilo qral felan jî nîn e. Êja şûrê wî… 

Di gelek versiyonan de behsa şûr tune ye; lê di versiyona behsa şûr tê kirin de şûr ji hesinê birûska di darê de asê maye ye. Hema ewqasî… Qasî min xwend û guhdar kiriye, tu cihê de behsa efsûniya şûr nayê kirin an jî wekî Ekskalibur xwedî navekî ‘ecep jî nîn e. Dibe ku ez rast nahatime, nizanim… 

Li aliyê din tê gotin ku çîroka Siyabend û Xecê gelek kevn e. Gorî hinek şîroveyan ev çîrok digihije heta dema Ûrartûyan û hêmayên / sembolên di çîrokê de cih digirin jî wek nimûneyên çanda Kurdî ya qedîm têne hesibandin. Mînak çiyayê Sîpanê yê bi heybet bixwe wisa ye, herwiha taybetiyên nêçirvanî û şervaniyê, şerê di navbera zalim û mazlûman de ûwd… Ev hemû wek mînak û nimûneyên çanda dîrokî têne nirxandin. 

Eger mirov bikaribe bi vê awayê çîroka Siyabend û Xecê dirokî bihesibîne, mînak bi dema Ûrartûyan an jî bi demekê hinek şûn de binirxîne, rastî dibe ku şûrê Siyabend jî wekî şûrê Arthur bibe xwedî efsûneyeke an jî wateyeke cuda. Bo vê jî, heger em tiştên efsaneyê bidin aliyeke; rastî jî mirov dikare bibêje ku şixulandina hesin an jî materyaleke ji asîman hatiye, bi tena serê xwe tişteke efsûnî ye. 

Çima wiha dibêjim? Bo vê divê ez bala we bikişînim ser fenomenekî an jî bûyerekî?

Di nav qralên Misira Kevn de yê îro herî zêde tê zanîn û populer Tutankhamon e, ku wekî qralê zarok jî tê nasîn. Sedema vê tiştê jî wiha ye: Dema salên 1920an de arkeologan li Misirê erdê kolandin, cara yekem rastî qralekî hatibûn, ku laşê wî bi mûmya bû, maskeyekî wî yê bêhempa hebû û ji zêran hatibû çêkirin, tabûta wî gelek bi îhtîşam bû û herwiha di gora wî de bi hezaran eşyayên bi qîmet hebûn. Hîn jî mînakekî wisa tune ye, derneketiye ser rûyê axê. 

Di nav xezîneya Tutankhamon de, ku bi wî re hatibû definkirin, tişta herî zêde bal kişandiye xençera wî ye, hîn jî wiha ye. Lewra xencera Tutankhamon gorî wê demê xwedî taybetiyekî gelek girîng e, ev taybetî jî ji materyalê / melzemeyê xencerê pêş ve tê. Hatiye tepsîtkirin ku, xençera Tutankhamon madeyên hesin, nikel, manganez, kobal, heta hinek jî kukurt, klor, kalsiyum û çinko dihevîne. Ev tiştekî ne ji rêzê ye helbet. 

Gorî agahiyan qralê zarok Tutankhamon beriya zayînê di navbera salên 1332 û 1323an de li ser text / post bûye. Di vê demê de hebûna xençerekî wiha madeyên / elementên cuda dihewîne û şixulandina van elementan, tiştekî derasayî ye, ‘ecêb e, bêhempa ye û tê qebûlkirin ku dîtina mînakekî wiha gelek zor e. Ligel van tiştan, a herî girîng jî ev ku hebûna xençera Tutankhamon an jî amûrekî wekî wî û şixulandina madeyên xençer jê hatiye çêkirin, piranî bi Misirê ve têkildar nayê qebûlkirin. Loma divê çavkaniya vê xençerê cihekî din be û daneyên îro bi dest ketine jî vê rastiyê nîşan didin: Xençer li Misirê nehatiye çêkirin, ji cihekî din anîne vir. Lê ji ku derê û çima ev xençer gorî wê demê tiştekî ne normal e, derasayî ye?

Beriya her tiştê, bawer im ku dema ez behsa hesin dikim, bala tu kesî nakişîne, lewra roja îro bo her kesî tiştekî ji rêzê ye. Lê berîya hezaran salan rewş wekî îro nebû.  

Em dizanin ku çaxên / demên dîrokî bi hinek navan tên diyarkirin. Bi têkildariya qebîlîyet û hunera mirovan a amûran pêkan kiriye / çêkiriye û loma şaristaniyê û jiyanê pêş xistiye. Mesela dema em behsa serdema paleolîtîkê dikin herwiha em behsa serdema kevirên paqijkirî / kevirên bicîla dikin, dema em behsa serdema mezolîtîkê dikin herwiha em behsa serdama navîn a keviran dikin û ji serdema neolîtîkê re jî serdema kevirên xêzkirî / çîpkirî tê gotin. Ev tiştên hanê îro wekî serdemên dîrokê bi gelemperî têne qebûlkirin. 

Piştî neolîtîkê serdemên dîrokî cuda hatin binavkirin, lewra şaristaniya mirovahiyê hîn zêde pêş ketibû û alet û amûrên hîn zêdetir bersiva hewcedariya mirovan didan hatibûn çêkirin, ango teknolojî hîn zêdetir pêş ketibû. Ev guhertin, di heman demê de tê wateya derketina ji dema keviran û derbasbûna serdema şixulandina madenê ye. Loma destpêkirina serdema kalkolîtîkê têkildarê şixulandin bakirê / sifirê ye, ango ev serdem herwiha wekî serdema sifirê / bakirê jî tê binavkirin. Şûn de sifir / bakir û kalay bi hev re hatine şixulandin û tûnc derketiye holê, loma ev serdem wekî serdema tuncê / bronzê tê binavkirin. Û dawî de dor hatiye şixulandina hesin û wiha çêkirina amûran ji hesin pêkan bûye; ev serdem jî serdema hesin bû. 

Lê divê mirov binê van xalan taybetî xêz bike: Ev hemû serdem an jî konax bi dîrokên teqez diyar ji hev qut nabin / nayên cihêkirin. Rastî binavkirina van serdeman, bi materyalên / madeyên wê demê bi piranî hatine şixulandin re têkildar in. Wek behs kiribû, serdema bakirê / sifirê, tê wateya ku sifir / bakir bo amûrên şer û çandîniyê û bo hewcedariyên jiyana rojana hatiye bikaranîn. Lê mirov nikare bi hêsanî bibêje ku, ev serdem teqez li vê derê dinê, di vê dîrokê de destpê kiriye an jî li her derê dinê, di heman demê de ev serdem despê kiriye. Heman tişt bo hesin jî derbasdar e. 

Tê qebûlkirin ku derdora 2000 salan berê zayînê, ango berê îro derdora 4000 salan, serdema hesin destpê kiriye; pê de, amûrên ji hesin di çandiniyê de, di şer de û gelek aliyên jiyana rojane de hatiye şixulandin. Lê ev jî nîşan nade ku hesin di heman demê de, li her derê dinê wek hev hatiye bikaranîn. Dane nîşan didin ku li hinek dewerên dinê hesin hîn berê ve hatiye şixulandin, hinek deweran jî hîn şûn de… Loma mirov nikare bibêje ku her tişt li ser yek xêzekî, di heman demê de, li her derê dinê pêş ketiye. Jixwe şaristanî wiha pêş neketiye. Îro jî her tişt wiha nîne. Mesela tê gotin ku mirovahî di serdema fezayê de dijî, atom hatiye perçekirin, teknolojî gelek pêşketiye. Lê li aliyê din hîn mirovên amûrên ji kevir û daran dişuxilînin hene. 

Kurtasî dîrok û pêşketin li ser xetekî rastûrast nemeşiyaye û nameşe; loma her tişt li her derê dinê, di heman demê de nayê dîtin. 

Tê qebûlkirin ku li Mezopotamya û Anatoliayê şixulandina hesin bi gelemperî beriya zayînê derdora salên 1800ê destpê kiriye. Lê dîsa divê ev tişt neyê ji bîr kirin ku hesin li van herêman jî ji aliyê her kesan ve di heman demê de nehatiye şixulandin, mirov nikare tiştekî wiha bibêje. Loma mirov nikare bibêje ku li Misira Kevn de jî di heman demê de hesin hatiye bikaranîn, ku bo Misirê behsa hîn demên şûn de tê kirin. Li aliyê din mesela bo Kafkasyayê, Başûrê Asyayê, Başûrê Pasîfîkê an jî Ewrûpayê, destpêkirina serdema hesin dîrokên cuda nîşan dide. 

Piştî van tiştan em ê bên ser mijara şûrên Siyabend û Arthûr û xençera Tutankamon… 

Wekî bin bal kişandibû ser, gorî hinek şîroveyan, çîroka Siyabend û Xecê digihije heta dema Ûrartûyan, Xaldiyan, ku ew beriya zayînê derdora salên 1000 û 500ê hebûne, lewra tê gotin ku hinek hêmanên / motîfên di çîrokê de vê têkildariyê pêkan dike. 

Bo efsaneya Arthûr, wekî min behs kiribû, sedsalan 6a tê nîşankirin. 

Bo xençera Tutankhamon jî em behsa beriya zayinê sedsala 14an, ango beriya zayînê salên 1400î dikin. 

Kurtasî mirov dibîne ku di van deman de hesin bi gelemperî tê bikaranîn. Lê mesela em nikarin bibêjin li Mezopotamyaya Jorîn, li Misira Kevn û li Brîtanyayê hesin di heman demê de hatiye şixulandin. Ligel vê mirov dikare bibêje ku, eger şûrên Siyabend û Arthur û xençera Tutankhamon ji hesin hatibin çekirin, ne tiştekî derasayî ye, bo wan deman mirov dikare gelek normal qebûl bike. Mîsal, behsa Kawayê Hesinkar ê Medî tê kirin, ku dewleta Medan beriya zayinê derdora salên 800ê de hebûye. Helbet meseleya Kawayê Hesinkar wekî mît an jî efsaneyekî ye, lê ev efsane tiştek girîng bo me dibêje ku hesin di wan deman de bi gelemperî hatiye şixulandin. 

Ji ber vê, tişta ku taybetîya şûrên Siyabend û Arthur û xençera Tutankamon nîşan dide cuda ye. Taybetiya van her sêyan bi asîman re têkildar e. 

Em dizanin ku birûsk elektrîk e û ji vê ne şûr ne jî tiştek wiha nayê çêkirin. Loma tişta ku ji asîman bê û ji wê çêkirina şûr an jî amûrekî din pêkan be, dibe ku meteorît an jî perçeyên astroîdan bin. 

Wekî şûrê Siyabend ê ku ji birûska di darê de asê mabû hatibû çêkirin, dibe ku şûrê Arthur jî ku di kevir de asê mabû meteroîd an jî perçeyên astroîdan nîşan bide. An jî dibe ku her du şûr jî ji heman kokê hatibin. 

Gelek lêkolîn li ser xençera Tutankamon hatine kirin û derketiye holê ku teqez ji meteorîd an jî perçeyek astroîdan hatiye çekirin.  

Gorî hinek daneyên li çendîn dewerên dinê bi dest ketine, beriya hezaran salan a şixulandina hesin li hinek dewerên dinê amûrên ji meteorîdan an jî perçeyên astroîdan hatine çêkirin hebûne û ew taybetî ji hêla hesin û nîkelê ve dewlemend bûne. Mesela hatiye tespîtkirin ku hîn di serdema sifirê / bakirê de li hinek dewerên Rojhilata Navîn û Asyayê de mirovan amûrên ji hesinê meteorîk çêkirine û bi kar anîne. Tê zanîn, hewcedarî bi cudakirin, parsekirin û helandina hesinê meteorîk tune ye; bi hêsanî mirov dikarin jê amûran çêbikin. 

Jixwe di vê noqteyê de sira xençera Tutankamon jî derdikeve holê. Wek êdî gelemperî tê qebûlkirin, xençera Tutankamon ji aliyê dewleta Mîtanniyan ve bo fîrawûnê Misirê wek diyariya dawetê hatiye şandin, ku Mîtannî beriya zayînê di navbera salên 1500 û 1200î de li ser axa Kurdistana îro hikum kirine û lewma wek bavûkalên Kurdan têne hesibandin. Di vir de rêç diçe ser şahbûnaya / qralîçeya Misirê Nefertitiyê. Gorî gelek daneyan Nefertiti eslê xwe ji Mîtanniyan e û loma gelek neteweperestên Kurd wê wek “keça Kurdan” bi nav dikin. Dema Nefertiti bûk diçe qesra Misirê, Mîtanniyan vê xençerê, ku gorî wê demê bêhempa ye û tu emsalekî wê jî tune ye, wek diyarî pê re şandine. Nefertiti bi bavê Tutankhamon Akhenaton re zewicî bû, loma şûn de ev xençer piştî bavê wî ji Tutankhamon re mabû. Wek agahiyekî: Nefertiti diya Tutankhamon nîn e, damariya wî ye. 

Bi wesîleya xençera Tutankhamon an jî xençera Mîtanniyan, divê hinek behsa “Xençera Kurdan a Şeytankuj” jî bikim. 

Di dirokê de xençer di nav çanda Kurdan de xwedî cihekî taybet e. Li ser gelek kêlên goristanên kevn, rolyefan ango kevirên xêzkirî û stellan, ku hemû li ser axa Kurdistana îro cih digirin, mirov dikare figûrên xençeran bibîne. Herwiha mirov dikare bibêje ku wekî sembola hêz û esaletê, xençer tim li gel hinek navdarên Kurdan jî hebûye. Mînak xençerên Mele Mistefa Barzanî û Seîdê Nursî gelek bi nav û deng in. 

Dema em li Kurdistanê binêrin, qasî tê zanîn, figûrên xençerê yên herî kevn li ser stellên Colemêrgê cih digirin, ku dîroka van stellan digihije heya beriya zayînê derdora 2000 salan. Bo ola Zerduştiyê jî xençer xwedî wateyekî girîng e, ku Zerduştî beriya Îslamiyetê ola Kurdan û Farisan bû, beriya zayînê derdora 1500 salan derketiye holê û herwiha tê qebûlkirin ku ola cara ewil yekxwedêtî parastiye Zerduştî ye û xwedî wahiyan e. Di baweriya Zerduştiyan de şerê di navbera xirabî û çêtiyê / xweşiyê de xwedî rolekî mezin e. Gorî vê, di Zerduştiyê de Ahûra Mazda çêtiyê / xweşiyê, Ehrîman jî xirabiyê temsîl dike. Wiha dixuye ku ev bawerî bo olên hîn şûn de derketine holê bûye model jî; mînak meseleya yekxwedêtî û şeytan felan… Di şerê xweşî û xirabiyê de Ahûra Mazda Ehrîmanê bi xençera xwe dikuje û loma di encama vê şerê qedîm de xweşî bi ser ketiye. Efsaneya “Xençera Kurdan a Şeytankuj” jî bingeha xwe ji vê baweriyê digire. 

Belê, em ji şûrê Siyabend ê ji hesinê birûskê derketin rê û şûn de gihiştin xençera Tutankhamon, ji wir jî em çûn heya Ahûra Mazdayê. Gelo şûr û xençerên wan ji heman bingehên tên, ango ji kevirên asîmanan hatine çêkirin? Xençera Tutankhamon, ku diyariya Mitanniyan e, teqez wisa ye; bo yên din mirov sedî sed nikare tiştekî bibêje. Lê em ji van efsane, çîrok, destan û baweriyên qedîm tiştekî gelek girîng hîn dibin, ku ev hemû vegotin / vebêj tenê ji çîrokên vikûvala pêk nayên, bîlakîs gorî min ew hemû jî bîranîn, serpêhatî û şopên dîrokî dihewînin. Tenê divê em van bîranînan, serpêhatiyan û şopan bi rêkûpêk bixwînin, bibînen û binîrxînin. Ew ê aso li ber me gelek fireh bikin…

Bo Podcastê

Şûrê Siyabend – Xençera Tutankhamon: https://youtu.be/2QnG_mqDOYk?si=wc5CHhCW6VS3-jEU 

Çavkanî

Lescot, Roger (1942). Mamê Alan – Textes Kurdes. Beyrouth: Institut Français de Damas Collection de Textes Orientaux

İlginizi Çekebilir

Ali Engin Yurtsever: Savaş Barışa Nefes Aldırmıyor
Trump: Putin’le konuşacağız ve belki de önemli bir şey yapacağız

Öne Çıkanlar