Dema ku Frantz Fanonê ciwan, cara yekem ji girava xwe ya jidayikbûnê vediqetiya, hîna jî ew bi temamî xwe wek Fransî dihesiband. Dilsoziya wî ya ji bo vê nasnameyê, bi rastî, ji ya gelek kesên din ên di bin desthilatdariya Împeratoriya Frensayê de bihêztir bû. Ev e yek ji sedemên ku Fanon ewqas bi tundî li dijî nasnameya kolonyal a Frensayê derket. Çiqas fireh be hejandina aşê, şikestin jî ewqas êşdar dibe. Demeke dirêj gelê Karayîban bawer dikirin ku ew wek Fransiyên rasteqîn dijîn, nemaze di nav wan çînên navîn û jêr-navîn de ku Fanon jî yek ji wan bû. Û rast e ku her tişt hatibû kirin da ku wan bi vê yekê bawer bikin, bi saya wê derew û xapandina qanûnî ku ev giravên Karayîban, yên bi hezaran kîlometreyan ji Fransayê dûr, parêzgehên Fransî ne, wek Brîtanya an jî Alsaceyê. Wisan bû ku dema General DeGaulle gazî Karayîban kir da ku welatê dayikê biparêzin, ji bo Fanon û hevalên wî yên dibistanê tevlîbûna artêşa ”Fransa Azad” tiştekî pir xwezayî bû. Heta îro jî hin Karayîbî, bi taybetî yên ji nifşê berê, hîn jî bi dilşewatî behsa Fransa’ya “xwe” dikin.
Ya ku ewqas baş nehatiye fêmkirin ew e ku ev yekbûn heta demên pir dereng ên jiyana Fanon berdewam kir; heta piştî demeke dirêj ji gava ku lingên xwe danîn ser vê axa pîroz ku tê de dît bê çiqas “Welatê Dayik” dixwaze xwedîtî li zarokên Reş bike. Bi wê mercê ku her kes, bi xwe jî tê de, wek ku hay ji rengên xwe tune be tevbigere. Rast e ku dema ew hat parastina wê û di germahiya şer de hevgirtin bêhtir nêzîk bû û li ser cudahiyan hema hema nedihat fikirîn. Fanon di wê demê de gava behsa Fransa û Fransiyan dikir ji her demê bêhtir digot ‘Em’. Fanon tenê piştî ku aştî pêk hat û Fransiyên ku dixwestin wan kesên ji deverên dûr hatibûn alîkariyê ji bîr bikin, wê demê girîngiya nijadperestiya rojane fêm kir an jî di dawiyê de qebûl kir. Di wê demê de bîranîn û êşên wî derketin holê û şikil girtin.
Lê heta wê demê jî, wî wek Fransiyekî xwedîmaf li cudakariyê û wan hemû êrîşên biçûk ên ku ev cudakarî her roj li ser rêyên Parîs an jî Lyonê pê re çêdikirin, dinêrî. Ew Fransiyekî reş bû û rastî şaşî, bêhişî û kîna welatiyên xwe yên spî dihat. Ne ez tiştekî ji ber xwe ve dibêjim ne jî ez gotinan dixim devê Fanon: tenê divê mirov wî ne bi tenê di çarçoveya dema Cezayirê de bixwîne. Di pirtûka ‘Çermê Reş, Maskeyên Spî’ de, dema ku Fanon li ser lêkolîneke derbarê cudakariyê ya di kovara Présence Africaine de weşandî nîqaş dikir, bersiveke qut da wan rewşenbîrên ku bi dudilî û niyeta baş behsa cudahiyên di navbera Fransiyên bajarên mezin ên spî û reşan de dikirin. Fanon bi zimanekî qetî ev bersiv da: ‘Ev Reş çi ne, pirsgirêka netewetiya Zencî çi ye? Ez Fransî me. Ez bi çanda Fransî, şaristaniya Fransî û gelê Fransî re eleqedar dibim’ (Çermê Reş, Maskeyên Spî, r. 203).
Piştre wî berê xwe da nexweşxaneya Blida-Joinville da ku dest bi karê xwe bike. Lê ev nedihat wê wateyê ku wî xwe wek Cezayirî didît: Fanon hê jî li Cezayirê xwe wek Fransî dihesiband. Piştî demeke kurt wî îstifa kir (lê ev sê sal kişand: ew di sala 1953’yan de hat tayînkirin û di 1956’an de îstifa kir). Rexnegiran bal kişandiye ser hevokên girîng di nameya ku wî ji wezîr re şand derbarê tedbîrên li dijî beşdarên greva 5’ê Tîrmehê 1956’an de. Rexnegiran balê kişandine ser hevokên girîng ên di nameya ku wî ji wezîr re şandî de, nameya der barê tedbîrên li dijî beşdarên greva 5’ê Tîrmeha 1956’an de. Ya ku bi qasî pêwist nehatiye dîtin ew e ku wî nerazîbûna xwe bi navê mirovahî û rêzgirtina ji bo mirovbûnê bi giştî, ku li vir di kesayetiya Erebê Cezayirî de xwe dida der, nîşan dida. Wî hê jî wek kesekî ji derveyî bûyerê, bi taybetî wek welatiyekî Fransî dengê xwe bilind dikir: wî digot ku “wek welatiyekî Fransî wezîfa wî” ew e ku dev ji kar berde. Ev wezîfe “divê li pêş her daxwaza ku naxwaze şermezariyên malbata Fransî li ber çavên gelê din vebe, be. Tu sextekariya neteweyî ya derewîn nikare li hemberî pêdiviyên hizirînê xwe biparêze. (Ber bi Şoreşa Afrîkayê ve, r. 52-54). Wî nameya xwe bi pêşkêşkirina ‘rêz û hurmetên xwe yên bilind’ ji ‘Cenabê Wezîr’ re diqedîne. Herî kêm em dikarin bibêjin ku dilsoziya wî ya ji bo şoreşê û bi taybetî ji bo Cezayirê hîn negihîştibû qonaxa xwe ya temam.
Serboriya Cezayirî ya jiyana wî bi rastî tenê di vê nuqteyê de dest pê kir. Ev dem dê ji bo xebatên Fanon çarenûsî bûya, lê tenê pênc sal ajot, di nav de mayîna wî ya Tûnisê, gerên wî yên li Afrîqayê, li Yekîtiya Sovyetan û li Amerîkayê; nameya wî ya dev ji kar berdanê ji sala 1956’an e, ew di 1961’ê de çû ser dilovaniya xwe. Bi tevahî ev qonaxa jiyana wî heşt sal dom kir, eger em sê salên wî yên wek memûrê Fransî jî tê de bihejmêrin, wisa xuya dikir ku xwe bi temamî dabû ser karên xwe, bi evîneke mezin li xelkê dinêrî û dixwest pergala nexweşxaneyan ji binî ve biguherîne. Li ser wateya kûr a vê serpêhatiya awarte jî pir kêm vekolîn hate kirin; wek ku rastbûna siyasî ya helwestekê ji bo sedemên wî giring be, wek ku ne hewce be bê gotin ku rewşenbîrekî Reş ê Karîbî dê rojekê bibe welatparêzekî Cezayirî, bi fedakariyeke wisa mezin ku dê di vê oxirê de canê xwe bide, digel hemû nerazîbûnên hevrêyên xwe yên çekdar, red dikir ku hêza xwe ya kêm dibû biparêze.
Gelo dilê Fanon ji destpêkê ve bi Cezayiriyan re lêdixist? Gelo ji ber nêzîkatiyên berê, ji ber dostaniyên kevn, wî berê xwe dabû vê hilbijartinê? Na, berevajî vê, tu tiştî ew ji bo Cezayirê amade nekiribû. Di wan rojên ku li Parîsê dest bi bijîşkiyê kiribû, carina bi karkerên Bakurê Afrîqayê re têkildar dibû. Vê rewşê deriyekî lêkolînê lê vekir û rê da ku ew lêkolîneke kurt di kovara Esprit de belav bike. Erê, wî berevaniya Cezayiriyan dikir û dida xuyakirin ka ew çawa wek pelên payîzê di ber bayê xerîbiyê de dihejiyan li pêşberî bijîşkekî ku ji şaristaniya wan dûr bû. Lê xala sereke jî ev bû; ew bi xwe jî di rewşa bijîşkekî de bû ku ji nexweşên xwe re wek mirovekî ji dinyayeke din bû, û ew jî wek kesêkî egzotîk li ber çavên wan xuya dikir. Wî bi xwe jî, wek Ewropayiyekî ku xwe ‘pêşverû’ dihesiband, bi heman hestên şaşwazî û dilgiraniyê li wan temaşe dikir gava ku rû bi rûyî van mirovên cuda yên ji diyarên dûr ên xewnî dibû.
“Hemû ev kesên ku me ditirsînin, yên ku kevirê zumrudî yê xewnên me yên asûde dişkînin, yên ku xemla narîn a bişirînên me tevlihev dikin, ev hemû mirovên li hemberî me, yên ku tu tiştî ji me napirsin, lê em in ku pirsên ecêb ji wan dikin. Ka ew kî ne?” “Bi rastî ew kî ne, ev mexlûqên ku xwe vedişêrin, yên ku di bin sîbera rastiya civakî de bi navên wek ‘bicots’, ‘bougnoules’, ‘ereb’, ‘sîdî’, ‘mon z’ami’ tên veşartin?”[1] Min bi qestî girîngî da ’em’ û ‘me’ ya di nivîsê de. Fanon xwe ewqas ji Cezayirî û Bakur-Afrîqayiyan cuda didît ku wî cînavka giştî ya Fransî bi kar dianî. Di dema têkilîdanîna bi wan re wî heta tirseke ku ji binhişa wî derdiket jî hîs dikir.
Dema ku wî êdî xwe di nav dilrehetiyê de nedidît li Fransayê û dixwest li devereke din bixebite, cara pêşî ne Cezayir lê Afrîqaya Reş hat bîra wî. Ne ji ber sedemên siyasî an jî hestiyarî Afrîqa hilbijartibû, ne jî ji meraqeke ku ji axa bav û kalên xwe yên Reş re di dilê xwe de vedişart diherikî. Nivîskarê Amerîkî Peter Geismer[2], yê ku berhemên Fanon bi kelecan û heyraniyeke mezin nirxandine, ev pirs ji xwe pirsiye û li ser vê mijarê lêkolîn kiriye. Dibe ku hemû ev sedem di bin hiş de rolek lîstine, lê wisa xuya dike ku Fanon di serî de li qadeke lêkolînê ya guncantir, navendeke psîkiyatriyê ya bi amûrên baştir û belkî jî li pozîsyoneke bi meaşekî bilindtir geriyaye. Di dawiyê de em nizanin ka çima neçû Afrîqaya Reş an jî çima li ser Cezayirê biryar da: bi îhtimaleke mezin ji ber ku li wir pozîsyonek jê re hatibû pêşkêşkirin.
De ka çima Cezayir û Cezayirî? Bêguman Cezayir ketibû nav şerekî ku Fanon wek şerekî rewa dinirxand; wî wek kesekî têkoşer difikirî ku divê piştgiriya vî şerî bike. Lê wî wêdetir gav avêt û Cezayir kir navenda jiyana xwe, ya hizrên xwe û ya karê xwe. Çima wî ewqas pêwîst dît ku bi temamî tevlî vê berxwedanê bibe, heta xwe wek Cezayiriyekî bibîne û qebûl bike ku canê xwe ji bo Cezayirê feda bike?
Beşa Duyem
Nasnameyên koleyê kevn ê Reş digel netewa spî ya ku ew bindest kir û piştre bi rûyekî wek zaroka xwe pejirand, bêguman di hundirê xwe de jehreke narîn dihewîne: ev pêvajo – eger em bikaribin qala serkeftinê bikin – mirovê Reş, xwe wek mirovekî Reş înkar bike. Divê were gotin ku mirovê Reş bi xwe jî demeke dirêj razîbûn nîşanî vê daxwaza tirsnak a mirovê Spî dabû. Ev rewşeke têgihiştbar e: yê xurt naşibe yê bêhêz; asîmîlasyon ji yê bindest ber bi yê serdest ve, ji çanda bindest ber bi çanda serdest ve pêk tê, û qet berevajî nabe. Bi her awayî, ev e buhayê tiştê ku ji her du aliyan ve jî wek bilindkirina statûya civakî tê dîtin. Ji ber vê hewldana ne xwezayî, şerê ku Spî li dijî Reş dike, dibe sedem ku Reş dest bi şerekî li dijî xwe bike; ev şer belkî bêhtir xirabker e, ji ber ku di hundirê wî/ê de berdewam dike. Ez ê êdî bêhtir behsa mekanîzmaya xweredkirinê ya bi bindestî û Cihûtiyê[3] ve girêdayî nekim ji ber ku min berê dûr û dirêj qal kiribû.
Fanon vedibêje ku dema zarok bû, bi taybetî di demên herî zehmet de, diya wî jê re digot ku ‘wek reşikekî tevnegere’ (Çermê Reş, Maskeyên Spî, r. 191). Û bêguman piştî wê Fanon di dirêjahiya jiyana xwe de, hay jê hebe an nebe, hewl da ku rola ‘reşikekî’ nelîze, ji ber ku ‘Reş ne mirov e’ (Heman çavkanî). Ew di vê rewşê de ne bi tenê bû: bi giştî Hindistaniyên Rojavayî tinazên xwe bi Senegalî û ‘hovên’ din ên Afrîqayî dikirin ji ber ku wan xwe wek Reşik nedihesibandin. Ev dubendiya pêşîn û diyarker di nav xwe de tovên trajediya Fanon dihewîne.
Ji ber vê ye ku dema mamoste û qehremanê wî yê kevn Aime Cesaire[4], ku êdî wek helbestvanekî navdar ê Karayîbî dihat naskirin, rojekê bi dengekî bilind ragihand: ‘Reş spehî ye’, ev hevok wek teqîna birûskekê (û bûyereke şokê), bû ragihandina dawiya ‘Xeyala Spîtiyê.’ Ev yek bû destpêka serbestiya Hindistaniyê Rojavayî ku êdî bikaribe maskeya xwe ya Spî, ya ku wî bawer dikir bêyî wê nikare di jiyanê de serkeftî bibe, ji rûyê xwe rake. Lê kî û çi dê cihê vê maskeya spî dagirta? Ma ev destpêka demeke nû ya xwenasînê bû? Gelo diviyabû Hindiyê Rojava, bi gelê xwe re, ji bo rizgariya wan û ya xwe, biryara xwe bida ku bikeve nav pêlên şer? (Karayîb, an jî bi navê din Giravên Hindistana Rojava, ew herêma berfireh e ku Deryaya Karayîbê wek bazinekê dorpêç dike û hemû peravên wê di nav xwe de dihewîne. Navê Giravên Hindistana Rojava ji wê şaşiya dîrokî ya Krîstof Kolomb tê, yê ku di sala 1492’an de bawer kiribû ku gihiştiye Hindistanê. Ev giravên xwezayî, ji başûrê Florîdayê dest pê dikin û wek zincîreke giravî ber bi bakur-rojavayê Venezuelayê ve dirêj dibin.)
Ev e, li vir qedera Fanon a bêhempa xwe dide der û mirov dikare li kesayetiya wî ya dawîn a siyasî û rewşenbîrî binêre. Mirovê di bin nîrê bindestiyê de, dema ku têdigihêje çendî ne gengaz e ku bibe wek serdestên xwe, piranî berê xwe dide xwe, gelê xwe, dîroka xwe ya windabûyî, carinan, wek min anî ziman, bi hêzeke wisa mezin ku vî gelî û vê dîrokê digihîne radeyeke wisa ku li hemberî dîroka mêtingeran efsaneyên dijber diafirîne. Dema ku Fanon di dawiyê de ew derew û sextekariya ku Hindiyên Rojava dikirin wek welatiyên Fransî nas kir, bi hemû agirê dilê xwe ji Fransa û Fransiyan qut bû. Ji wê kêliyê pê ve dê neçar bima ku bi vê evîna xwe ya yekem re şer bike, wê ji nav dilê xwe hilkişîne, bi tundiyeke hîn êşdartir ji ber ku bawerî pê anîbû û kiribû beşek ji hebûna xwe. Dê neçar bima ku bi vî rengê kesayetiya xwe re têbikoşe û ji bo ku di dawiyê de bigihêje xwebûna xwe, dê neçar bima ku bi Frensayê re şer bike. Lê dîsa jî trajediya taybet a Fanon ew bû ku ji wê gavê pê ve, digel ku ji dagirkerê xwe yê berê dikerihand, êdî tu carî nezivirî ser Negritudeyê û Giravên Hindistana Rojava. Ev, çareseriyeke wisa ye ku di nav bindestan de kêm kesan berê xwe dayê. Em êdî nas dikin bersivên sereke yên ku bindest dane rewşa xwe: bindest an xwe înkar dike an jî dipejirîne, modela mêtingehê an dipejirîne an jî red dike. Piranî caran, redkirin û pejirandin, li gorî mercên sereke û dîrokî yên di rêwîtiya leheng de, bi awayên cuda têkel dibin.
Bi rastî jî gengaz e ku rêyeke sêyem hebe û jiyana Fanon vê yekê nîşan dide: mirov dikare bifikire ku yekbûna bi Cezayirê re cihê yekbûneke negengaz a bi Martinikê re girtiye. Dema ku Aimé Césaire ragihand ‘Reşbûn spehî ye’ û piştre bi Senghor re têgeha Negritudeyê anî holê, ne tenê wê kesayetiya ku mayîna wî ya dirêj li Parîsê jê çêkiribû red kir: ew rewşenbîrê Fransî û xwendekarê bijarte yê zanîngehên Fransî, hevalê nêzîk ê surrealîstan û endamê partiya komunîst a Fransî. Wî herwiha xwe wek Hindiyekî Rojava û Reş ji nû ve pejirand. Vegeriya welatê xwe, li Fort de Franceyê mamostetî kir û bû nûnerê siyasî yê welatê xwe. Fanon demeke kurt bi wêrekiya mamosteyê xwe yê berê kêfxweş bû, lê paşê parastin kir ku Negritude ne çareserî ye û divê em xwe nespêrin leylana (serab) Reş dema ku li hember şaşiya spî radiwesti. Li ser vê em dibînin ku agir bi ser Negritudeyê de dibarîne û di hemû berhema xwe de bi tundtirîn peyvan wê şermezar dike. Herwiha bala kesî têr nekişandiye ser wê yekê ku wî êdî hema hema tu carî lingê xwe neavêtiye Martinikê. Ya hîn balkêştir, ji bilî du-sê mînakan, wî tu carî pirsgirêkên girava xwe ya jêdayîkbûyî nîqaş nekirine. Heval û hogirên wî îro jî bi bîr tînin ka çawa bi tinazeke biçûkdîtinê behsa hemwelatiyên xwe yên berê dikir.
‘Dema ku ez di 1958’an de li Tûnisê rastî wî hatim, bi awakî sar pêşwazî li min kir. Ma tu hîn jî li Giravên Hindistana Rojava û Guyanayê mijûlî siyasetê yî? Rojekê Fransa dê pehîneke wisa li qûna we bixe ku, hûn ê neçar bimînin serxwebûna xwe bistînin. Hûn ê vê deyndarê Cezayirê bin, deyndarê Cezayira me ya ku dê derkeve holê ku ew qehpika împaratoriya kolonyal a Fransî ye.’ Piştî çend hefteyan bûyerên dilêş li Fort de France[5] rû dan. C.R.S’ê çend giravî dan ber gulleyan. Ez çûm dîtina wî. Ew di kêfa xwe de bû: ‘Bila miriyên xwe berhev bikin, hundir û roviyên wan derxin û bi kamyonên vekirî li seranserê bajêr bigerînin… bila bang li xelkê bikin: de binêrin ka dagirkeran çi aniye serê me. Lê ew ê tiştekî wisa nekin. Ew ê daxuyaniyên protestoyên bêwate bidin û di nav xizaniya xwe de bên rizandin. Di rastiyê de ev teqîna xezebê dilê dagirkeran rehet dike. Ev tenê valakirina derûnî ye, wek hin xewnên erotîk. “Hûn bi xeyalekê re hev şa dibin. Nivînê xwe qirêj dikin. Lê roja din her tişt normal dibe. Êdî hûn li ser vê nafikirin…”[6]
Balkêş e ku ew dibêje ‘hûn, ya we, ew’; ew ne yek ji wan e; ne siyaseta wan ne jî serxwebûna wan ya wî ye; heta dema ku ew ji bo xwepêşandanê han dide gelê C.R.S.’yê û wan kesên ku ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin jî, xwe wek perçeyek ji wê cemaeta ku ew biçûk dibîne, nabîne. Ji ber vê yekê xuya ye ku redkirina wî ya Giravên Hindistana Rojava û Hindiyên Rojava êdî bêveger û qetî ye. Bêguman ev redkirin xwedî dîrokeke kûr e: ev heman înkara xwe û gelê xwe ye ku di xortaniya Frantz Fanon de giyana wî jehrî kiribû, çawa ku giyana her ciwanê bindest ê ku ji rewşa xwe haydar dibe, jehrî dike.
Lê di rastiyê de em xwe di qonaxa pêşdetir de dibînin, ew qonaxa ku rola dagirker derdikeve rastê û yê bindest têkiliya kolonyal red dike. Ev bi piranî ew gavê ye ku vegerîna ser eslê xwe pêk tê, dema ku kesê bindest biryar dide ku ji bo gelê xwe û bi gelê xwe re têbikoşe. Ji bo Fanon eşkere ye ku ev veguhertina rêyê pêk nehatiye. Çima? Li vir, em dikarin behsa bandora Sartre bikin, yê ku daxuyand ku Negritude di diyalektîka rizgariya Reş de tenê qonaxeke bêhêz e. Fanon, heta dawiya jiyana xwe, herçend wek kom rewşenbîrên Fransî rexne kiribe jî, bi xurtî di bin bandora Sartre de maye. Û dema ku Sartre di ‘Orfeusê Reş’ de hewl da ku Negritudeyê daweşîne neyîniya wê (wek ku hewl da Cihûtiyê daweşîne xuyaneke sade) Fanon hejiya û hest pê kir ku nasnameya wî jê hatiye sitandin. Tevî vê bertekan, wî encamên ku Sartre gihiştibûyê pejirand: ‘Divê ez armanca xwe ya bingehîn bi tu awayî ji rabirdûya gelên ne spî dernexim.’
“Bi tu awayî divê ez xwe nespêrim vejandina şaristaniyeke zencî ya ku bi dadmendî nehatiye naskirin. Ez naxwazim bibim qurbanê derew û sextekariya dinyaya reş. Divê jiyana min neyê terxankirin ji bo derxistina bilançoya nirxên zencî” (Çermê Reş, Maskeyên Spî, r. 226-229). Tevî ku em bi Sartre re li ser vê rastiyê hemhizr bin jî ku Negritude -mîna Cihûtiyê- di diyalektîkê de nîşaneya gaveke jorîn a neyînî ye, beriya ku mirov xwe bavêje qonaxa pêşîn divê ev qonax bi hemû kûrahiya xwe were jiyîn û ev jiyîn jî barê erêniyeke giran li ser milên wê bar dike. Şaşiya Sartre, wek her car, ew e ku têra xwe hay ji vê rastiyê tune ku dema mirov neyînî û bextreşiyê dijî, ew bi xwe dibin xwîn û goşt, yanî di nav agirê jiyanê de diguhere û dibe erênî. Bi her awayî, di rêwîtiya dûr û dirêj a ber bi azadiya gelekî ve her gav xwedî nirxeke pîroz e û bêwate ye ku mirov bi navlêkirina neyînî gavekê an ya din biçûk bibîne û bixe bin lingên xwe. Fanon, bi qederê, herçend ev qelsiya di ramanên Sartre de pêşbîn kiribe jî, di encamê de ji ber ku pêdiviya wî pê hebû, stûyê xwe li ber vê tezê xwar kir. Gelo çima Fanon di dawiyê de, bi redkirina xwefedakirina ji bo gelê xwe yê ku ji helwesta wî diêşiya û birîndar dibû, xwe ji holê rakir, lê di dawiya dawî de nifşê ciwan ew di nav daristana Afrîqa û şoreşê de ji nû ve vedîtin? Ev dubarekirina bêrawestan a gotinên wek ‘Ez Cezayiriyekî me… em welatparêzên Cezayirî ne’ yên ku Hindiyên Rojava pê diêşiyan, hay jê hebe an nebe, dibe ku ji wê bêhêvîtiyê diherikî ku wî çareseriya pirsgirêka xwe di nav dilê gelê xwe de nedidît.
Fanon ji ber vê yekê ji Fransa, gelê Fransî û Ewropayê veqetiya; lê nikaribû tenê bi veqetineke devkî qayîl bibe; bo nimûne nikaribû li Normandiyayê bi cih bibe û bi alîkariya çend kesên din ên dûrxistî, li ser bingeha prensîban, bikeve nav berxwedaneke ne diyar. Diviyabû xwe bi tevahî jê veqetîne û her tiştê ku heta wê gavê jiyana wî pêk dianî, ji kokê ve hilweşîne: Ew xortê ku tevlî refên Fransiyên Azad bûbû, xwendekarê fakulteya bijîşkiyê ya Lyonê, bijîşkê ku di nexweşxaneyên Fransî de dixebitî, mêrê jineke Fransî (li vir jî rexnegir pir behsa girîngiya vê zewacê nakin). ”Ez dibêjim bila Ewropa here dojehê. Çanda wê, dîplomayên wê, mercên civakî yên ku dipejirîne hemû amûrên bindestkirinê ne. Divê em hemûyan bavêjin û ji xwe re bibêjin ku tiştê me yê windakirinê tune. Bi rêyeke din rizgarî ne gengaz e.”[7] Ma ne çareseriya herî baş ew bû ku ew vegeriya mala xwe, Karayîban, bibûya yek ji pêşengên berxwedana li dijî Ewropa û Fransayê, û berxwedana xwe yek bikira bi ya gelê xwe re? Ev e ya ku yekser tê bîra mirov. Lê belê gelê wî bi xwe ne amade bû ji bo berxwedanê. Bi gotineke din, Hindistana Rojavayî bû ya ku bêbextî li Fanon kir, welatê wî bû yê ku xwe bêhêz nîşan da di pêşkêşkirina dermanê derûnî û dîrokî de ji bo rewşa wî ya dilêş. Ev ku Martinik nikaribû di cih de xwe bide ber rizgariya xwe, nîşana bêhêziya wê bû di warê alîkarîkirina Fanon de, yê ku di serhildana xwe de bi tenê mabû.
“Çermê Reş, Maskeyên Spî”, hewldaneke balkêş dihewîne ji bo şîrovekirina nexweşiya derûnî ya kesayetiya bindestkirî: tê gotin ku ew bi nexweşiya ‘bêxwedîmayînê’ ketiye. Frantz Fanon ev teorî ji xebateke derûnî ya kêm tê zanîn a Germaine Guex wergirtiye ku qet behsa kesên bindestkirî nedikir lê xuya ye ku bandoreke mezin li ser Fanon kiriye. Fanon ezmûneke kesane ya têr hebû ku hesta bêxwedîmayînê bike bingeha tevgera kesê bindestkirî. Dema ku xiyaneta dijwar a welatê zikmakî yê Spî nas kir, xwe bêxwedî hîs kir. Ya xerabtir, fêm kir ku her tim bêxwedî bû, tu car nebû zarokekî rastîn ê welatê xwe. Wek her kesê bindestkirî, wî jî dixwest bi hemû daxwazên xwe ve vegere welatê xwe yê zikmakî, welatê ku êdî dikare pê ewle bibe. Helbet, eger em dikarin wiha bibêjin, bi mercê ku hem bibe bav hem jî welatê zikmakî, û çare be ji bêxwedîmayîna ku xwe tê de dît. Martinik nikaribû van tiştan pêşkêşî wî bike. Aimé Césaire dinivîsî: ‘Trajedî ev e ku bêguman ev xortê Karayîbî dê nikaribûya di nav Karayîbiyên din de tu kesên ku xwedî heman derd û xemên wî bûn, bidîta”[8]
Gava bindest di dawiyê de xwe nas dike, ew hewcedarê dîtina kaniyên derûnî û madî ye da ku di berxwedana xwe ya li dijî zordarê serdest de bi ser bikeve. Ji vê wêdetir, divê nasnameya xwe ji nû ve ava bike, rabirdûya xwe qebûl bike û xwedî dîtineke kêm-zêde zelal be ji bo pêşeroja xwe. Herî kêm ji bo niha Martinik, di tu hewldanên Fanon de nikarîbû alîkariyê bike, ne di hewldana rizgariya neyînî ne jî di ya erênî de. Martinik, wek parçeyeke Fransayê, hîn jî bawer dikir ku tevlî civaka Fransî bûye û xwe wek kesekî xerîb didît. Martinik newêribû heta di xeyalên xwe de jî veqetîna ji Fransayê bîne ber çavên xwe. Serhildan û şerê çekdarî, tevî ku guman ji dayîkbûna baş a dayîkê hebû jî, pir bi dilê dayîkê xuya dikir. Ma wê Fanon bi tenê şer bikira?
Ji aliyeke din, ma çanda Martinikê, heta rabirdûya wê ya efsanewî bi rastî çi bû, niştecihên wê dikarin xwedîtî li kîjan mîrateya orîjînal û zimanî bikin û jê hêz wergirin da ku li hemberî hemû cîhanê û bi taybetî jî li hemberî zordariyê rawestin? Zimanê Kreol, ji wê berfirehatiya vegotinê bêpar e ku bikaribe hemû jiyana manewî û rewşenbîrî ya welatekî hilgire. Û ya herî xirab ew e ku ew ewqas bi Fransî re tevlihev bûye ku dagirker dê di her halî de di ramana û giyana kesê bindest de hebûna xwe bidomîne.
Li vir, em rastî dijwariyeke awarte tên ku di hin rewşên din ên bindestiyê de jî heye, ku tê de kesê bindest xwedî kesayetiyeke çandî ya serbixwe jî nîne û heta dema ku ji bo azadiya xwe şer dike jî, ji naverokê azadiya xwe ne piştrast e, bi tevahî û demeke pir dirêj di bin vê bandorê de maye. Ne tesaduf e ku Fanon herî baş ji aliyê Amerîkiyên Reş ve tê fêmkirin û herî zêde ji aliyê wan ve tê pejirandin ku ji vê cure bindestiyê êş kişandine. Bi kurtî, Fanon hewcedarî rêyeke din bû, rêyeke sêyem. Çareserî ne Fransa bû ne jî Martinik. Di vê nuqteyê de wî Cezayir keşif kir.
Beşa Sêyem
Qonaxa Cezayirî ya bêhempa ya jiyana Frantz Fanon wek tiştekî xwezayî hatiye pejirandin. Lê ev bi rastî jî ne tiştekî pir bawerpêker e. Mirovek ku tu carî gavên xwe neavêtine welatekî, ne zimanê wî dizane ne jî şaristaniya wî nas dike û tu girêdanên wî yên taybet jî pê re tune ne, di demeke kurt de biryar dide ku ev gel dê bibe gelê wî û ev welat jî dê heta mirinê bibe welatê wî. Di dawiyê de di vê rêyê de canê xwe dide û li axên Cezayirê tê spartin. Her çiqas Fanon di van hestên xwe yên ji bo Cezayirê de çendî pêş de çûye jî baş nehatiye ravekirin. Helbet rexnegiran mafê dilsoziya siyasî ya Fanon dan û pesnê vê dan. Tiştê ku ji min re seyr û nehêsan xuya dike û xwedî wateyeke kûrtir e, ew e ku niha xwe bi Cezayirê re yek dibîne, ew Cezayira ku berê xwe bi Fransayê re yek didît û tu car nikaribû xwe bi Martinikê re yek bibîne.
Di dawiya 1956’an an destpêka 1957’an de, ew li Tûnisê tevlî ekîba El Moudjahid, rojnameya neteweparêz a Cezayirê bû. Di Îlona 1957’an de, cara pêşî li gorî zanîna min, wî di axaftina xwe ya der barê Cezayiriyan de peyva ‘Em’ bi kar anî (Binêre: Ber bi Şoreşa Afrîqayê ve, r. 57-63). Ev hê salekê jî derbas nebûbû ji wê dema ku wî cara yekem berpirsyariyên eşkere yên siyasî girtibûn ser xwe. Di heman nivîsê de wî wek ku axa netewa wî bi xwe be, behsa ‘Axa Neteweyî’ kir. Di sibata 1958’an de gaveke din ber bi vê nasnameyê ve avêt û ew hîn taybet û xwecihîtir kir. Bi van gotinan bang li Tûnisiyan kir: ‘Em ji gelê Tûnisê re dibêjin ku, di rojên xweş û nexweş de em bi hev re ne, xwîna Mexribê têra xwe merd e… hwd.’ (Ber bi Şoreşa Afrîqayê ve, r. 95). Bi kurtî êdî wî xwe wek Cezayirî didît û ji gelên din ên Mexribê vediqetand. Êdî ew ji Tûnisî an Fasiyekî ku heman ziman û çand parve dikin, bêhtir nêzîkî Cezayiriyan bû, xwedî heman şaristaniyê bû bi Cezayiriyekî re.
Divê em li vê yekê matmayî nemînin: ji wê gavê û pê ve ew Cezayirî bû. Ev ne gotineke vala bû ne jî dirûşmeke demên şer bû; çend meh şûnde di pirtûka xwe ya bi navê ‘The Farce That Changes Sides’ de dîsa nivîsand: ‘Em Cezayirî, di navbera Tûnis û Fasê de ne.’ Di 16’ê Nîsanê de behsa ‘dîplomasiya me’ kir û ew tawanên ku li dijî ‘dîplomasiya me ya bi dev û diranan’ dihatin avêtin, red kirin. Di meha Gulanê de nivîsarek bi navê ‘Nameyek ji Ciwanên Afrîkayê re’ nivîsand û tê de êrîşî Houphouet-Boigny, yek ji siyasetmedarên sereke yên Afrîkayê kir û ew bi ‘xistina pêşeroja welatê me ya salên dirêj a ber xeterê’ sûcdar kir. Em bibêjin ku Houphouet-Boigny di wê demê de ne ji Tûnisî an Fasiyekî bêhtir Afrîkî bû. Ew wek Cezayiriyek bang li ciwanên welatên din dikir. Wek kesekî derve gelê Sahila Diranên Fîlan han dida û dema ku Cezayirî spî bûn, ew jî wek wî reş bûn. Di Cotmeha heman salê de, bi heman tundiyê êrîşî reformîstên Afrîkî jî kir ji ber ku li dijî tundiyê bûn û nedixwestin piştgiriya têkoşîna Cezayirê bikin (El Moudjahid, 30’ê Cotmeha 1958’an. Binêre: Toward the African Revolution, r. 135-143).
Derbirrîna herî balkêş a vê guherînê di ‘Banga ji bo Antîlan[9] de tê dîtin. Li vir wî ji gelê ku bi dayikbûnî jê bû, dilsoziya biratiya gelê Cezayirê (ku wî xwe jî wek yek ji wan didît) destnîşan dikir û ji Karayîbiyan dixwest ku bêtir têbikoşin. Armanca wî ya sereke ew bû ku wan qayil bike da ku alîkariya Cezayiriyan bikin. Her cara ku wî xîtabî gelê Sahila Diranên Fîlan an jî Karayîbiyan dikir, helwest û zimanê wî yek bû: wî wek welatparêzekî Cezayirî diaxivî. Di “Cihêliyên Cîhanê” de, berhema wî ya dawî ya ku piştî mirina wî hat weşandin, wî heta ‘Bavên Me’ jî nivîsî! Xwenaskirina wî êdî ewqas temam bûbû ku dirêjî rabirdûyê, dirêjî mîtan jî dikir. Ma çi mana wê hebû ku me gişan li dijî ‘Bavên Me yên Galî’ berxwe dida eger di encamê de ew bi bav û kalên xeyalî yên din derket holê![10] Mirov dikare mînakên din jî bide, lê hewce nake.
Di Adara 1960’î de wek sefîr hat tayînkirin bo Akrayê. Rast e ku ew çû wir da ku rêyên anîna amûr û keresteyên ser xeta başûr lêbikole. Bi rêberên siyasî yên Maliyê re peywendî danî û li ser pêşniyara wî di Sehrayê de bingehek ji bo rêya çekan a ber bi Wîlayaya Yek û Çaran[11] ve hate avakirin. Lê herçend ev ger wek nûnerê Cezayirê pêk anîbe jî, di dîtina wî de guherîneke bingehîn rû da: Wî Afrîqa keşif kir. Em ê piştre vegerin ser vê mijarê. Fanon gihîşt vê qonaxa nû di nav hevgirtineke temam û bêkêmasî de bi têkoşîna azadiyê ya Cezayiriyan re. Bi rastî Cezayirê ew tişta ku wî demeke dirêj hesreta wê dikişand dayê: kevneşopiyeke çandî û mercên şer. Ew bi Cezayirê ve bi girêdanên hevalbendên şer, bi dilsoziya doktorekî ji nexweşên xwe re û bi pêwendiya kûr a rewşenbîrekî ji dozeke dadmend a siyasî re girêdayî bû.
Lê divê hemû ev sedem di çarçoveyeke firehtir de bên nirxandin: Ne zû xuya dike ku mirov bibêje Cezayir ketiye şûna Martinikê. Divê em lê zêde bikin ku Cezayirî bi Fransî diaxivîn û gelek ji wan li Fransayê dijîyan. Rewşenbîrên wan, hevalên Fanon ên pîşeyî, xwedî belgeyên Fransî bûn û bi heman çanda Fransî ya wî hatibûn perwerdekirin. Wek bi kerametek be Fanon mirovên ku herî kêm beşek ji bîranîneke hevpar par ve dikirin, û li dijî heman neyarê ku berê jê hez dikirin serî hildidan, keşif kirin. Ma îro kes bi bîr tîne ku Cezayir, berevajî Tûnis û Fasê, wek perçeyeke temam a Welatê Dayik (Frensa) dihat dîtin û hatibû dabeşkirin?
Çi hevdîtineke ecêb li beşeke cîhanê ya ku bi awayekî bêhempa li nevrozên (nexweşiyeke derûnî ye) Fanon dihat: welatek ku tê de bi Fransî dihat axaftin lê dikarî ji Fransayê nefret jî bikî. Cezayir, di wateyên neyînî û erênî de, cihgireke temam û rast bû ji bo Martinika ku ew bêhêvî kiribû; an jî rastir e ku mirov bibêje Cezayir, cihgireke xemilandî bû ji bo welatê wî yê windabûyî. Welatek ku mirov tê de ji aliyê Fransiyan ve dihatin êşkencekirin lê dikarîn bi tolhildanê wan bikujin. Dîsa jî, dema ku bi rastiyê re dihate ceribandin, her cihgirtin, çi dibe bila bibe, dereng an zû hem kêmasiya xwe hem jî şikenbariya xwe derdixist holê.
Gava Fanon hat Tûnisê, ne tenê alîkariya edîtoriya rojnameya serhildêrên Cezayirî El Moudjahid kir; karê xwe yê bijîşkiyê jî berdewam kir; daxwaza wî ya dermankirina nexweşên nexweşxaneya derûnnasiyê ya La Manoubayê, li taxa derveyî ya Tûnisê, hat pejirandin. Min doktorê Tûnisî yê rêveberê nexweşxaneyê baş nas dikir. Mirovekî gelek şad û dilnerm bû. Perwerdehiya wî ya derûnnasiyê bi fêrkirinên rêveberê berê yê Fransî ve sînordar bû û mecbûr mabû ku salên dirêj li bendî bilindkirina payeyê bimîne. Ji hatina vî hevpîşeyê ciwan ê ku di warê teknîkên nû de bêhtir pêşketî û xwedî belgeyan bû, ne dilxweş bû. Ji vê zêdetir, ev xortê han pir çalak bû û dixwest pergala heyî ya nexweşxaneyê biguherîne. Normal bû ku rêveberê nexweşxaneyê ji vê rewşê ne razî be, lê ji wê pê ve rêyek baştir nedîtibû ku ji bo êşandina hevpîşeyê xwe yê nû yê ji mêtingeheke din a Fransî hatî jê re bibêje ‘negro’ (zencî), digel ku ew bi xwe jî berê hatibû bindest kirin û niha welatiyekî azad ê welatekî nû serxwebûyî bû. Rast e ku li paş wî jê re digot ‘zencî’, lê di welatekî ewqas biçûk de tu tişt nayê veşartin û bêguman gelek kes hebûn ku kêfxweş dibûn bi gihandina vê yekê ji Fanon re. Fanon fêm kir ku ev ne cuda bû ji ya ku bi hevpîşeyên wî yên Fransî re diqewimî li Cezayirê, ya ku hîn jî mêtingeheke Fransî bû.
Rexnegirekî Amerîkî Geismar, dibêje ku serokê nexweşxaneya Manûbayê ne tenê tinazê xwe bi rengê çermê Fanon kiriye, lê herwiha ‘Bijîşkê Reş’ ji aliyê rayedaran ve wek sîxurekî pêkan û hevalbendê Cihûyan dihat dîtin. Ez nikarim rastbûna vê îdiayê piştrast bikim. Ev mirov kesekî sernerm bû, dilê wî li aliyê sosyalîzmê lêdixist. Ne tiştekî ecêb e ku mirovekî rastgir, Malek Bennabî, yê ku hîn jî stêrka wî di esmanê çanda Cezayirê de diçirise, dikaribû der barê Fanon de van rêzan birijîne: ‘Em neheqiyê li Fanon dikin dema ku em wî dikin teorîsyenê şoreşa Cezayirê, wek ku hinekan hewl daye bikin. Ji bo ku mirov bi zimanê gelekî biaxive, divê mirov baweriyên wî parve bike: lê Fanon ji rêya Xwedê dûr bû.’[12]
Cezayirî û Tûnisî bi bijîşkên Ewropî re di heman bîr û baweriyê de bûn. Ez amade me bipejirînim ku van cure nêrînan bandor li rewşenbîrên ku hevalên nêzîk û hevrêyên têkoşînê yên Fanon bûn nekiriye. Lê di nav têkoşerên jêrîn de rewş ne wisa bû, û di nav gel û girseyên welatê xwe de hîn cudatir bû. Simone de Beauvoir di bîranînên xwe yên navdar de dibêje ku vê yekê ew pir êşandibû, û bêguman rast digot. Reşik berê çawa di bin nîrê Ewropiyan de bûn, wisa jî di bin lingên Ereban de bûn, û pirsgirêkên di navbera Ereb û Reşan de hîn ji çareseriyê dûr bûn. Gelek ji bêbaweriya siyasî ya di navbera gelên her du aliyên Sehrayê de ji van birînên kûr çavkaniya xwe digire. Fanon hewl da ku li Bakur, ku her kes spî bû, roleke siyasî bilîze, lê reşbûna wî rastiyeke wisa bû ku jiyana rojane nedihişt ew carekê jî jê bifilitiya.
Min tu car nedîtiye ku were gotin ku Fanon ji kokeke Xirîstiyanî dihat. Rast e ku wî bi xwe qet behsa vê nekiriye û hemû kesên ku li ser berhemên wî xebitîne yan şoreşger in yan jî dildarên şoreşê ne; di encamê de ew olê wek tiştekî bêwate dibînin. Di hizra sosyalîstan de şaşiyek heye der barê olê de: ew bi giştî olê wek komek baweriyên pûç dibînin ku ji aliyê çîna desthilatdar ve tê bikaranîn. Ew wisa tevdigerin ku tê gotin qey ‘girseyên gel’ tu girîngiyê nadin olê û di encamê de di nexşeya civaka pêşerojê ya ku ew dixwazin ava bikin de, tu cih ji olê re nahêlin.
Lê di pêvajoya avakirina sosyalîzmê de bêguman gaveke vedîtinê tê jiyîn û derdikeve holê ku têkiliyên di navbera mirov û olê de gelek kûrtir û serhişktir in. Di vê xalê de sosyalîst sebra xwe li hemberî gel winda dikin û li şûna kêmasiya dîtina xwe, wan sûcdar dikin. Cezayirî misilman bûn û hîn jî misilman in; dewleta Cezayirê îro xwe wek Ereb û Misilman bi nav dike. Tê gotin ku Fanon ne yek bû ne jî yê din û cudahiyên olî bêwate didîtin. Gelo Cezayiriyan jî ev cudahî bêwate didîtin? Bi her awayî, dîrokê nîşan da ku Fanon şaş bû: Cezayira nû ya piştî serxwebûnê, dewleteke misilman e ku ol di makeqanûna wê de cih girtiye.
Rewşa Fanon dê çawa bûya? Hin xiristiyan wek hemwelatî hatin pejirandin û tu kes hay jê nebû. Lê Fanon, Fanon bû. Ew ê di vê dewleta nû de, ku ewqas tund û bi heyecan bû, çawa bijiya? Ma dê dîsa vegera ser wê şîrovekirina pir hêsan a ku ol ji aliyê yên desthilatdar ve tê bikaranîn? Û gel dê çawa li reşekî bi koka fileh binêriya ku li dijî ola welatekî bi tevahî misilman radibe? An dê bêdeng bimaya? Ma dikarî li hemberî ewqas neheqiyê bi dengekî ewqas bilind bang bike û paşê di rewşeke ewqas girîng de bêdeng bimîne? Bi rastî eger Fanon bijiya, ez ji bo wî tu çareseriyeke baş nabînim. Ev jî min dibe ser qedereke din: qedera Jean Amrouche, yê ku min ji nêz ve nas dikir ji ber ku di sala min a dawî ya lîseyê li Tûnisê mamosteyê min ê wêjeyê bû. Ew jî bi kok fileh bû û yek ji helbestvanên Fransî bû. Di dema şer de ev tişt hemû dan aliyekî. Piştî ewqas salên têkoşînê, serxwebûna Cezayirê dê ew bixista nav tengasiyeke çareserî nabe. Wek Fanon, ew jî berî serxwebûnê çû ser heqiya xwe.
Di rastiyê de Fanon di welatê ku wek zarokê xwe hilgirtibû de, an jî rastir e ku bê gotin di welatê ku wî wek zarokê xwe hilgirtibû de, wek biyaniyekî ma. Heta zimanê wî jî nizanibû. Wek ku tiştekî ne girîng be, qet behsa vê jî nayê kirin. Lê belê, herî kêm ji aliyê pîşeyî ve, ev ji bo derûnnasekî xwedî girîngiyeke jîndar e. Di gelek stajên min de, min gelek şêwirmendiyên sê alî dîtin ku tê de derûnnasê Ewropî bi niyeta herî paqij, bi alîkariya wergêr hewl dida ku fêm bike ka nexweşê xwe yê ku serê wî jixwe tevlihev bû çi digot. ‘Jê bipirse ka…’, ‘Bi rastî ji te re çi got?’, ‘Na, pirsa min dubare bike: tu…?’
Rast e ku Fanon dest bi fêrbûna Erebî kiribû. Lê min ev berê jî gelek caran got: ziman qet ne tenê ziman e, ne tenê amûrek e, ew xezîneya giyana gelekî ye. Fanon di dîtina xwe ya li ser Cezayirê de gelek caran şaş diçû. Wî ev gelek caran bi eşkere qebûl kir: wek nimûne dema ku fêm kir ku guherînên nexweşxaneyê nikarin bêyî berçavgirtina rewşa mirovî ya taybet a Cezayirê pêk werin. Bi heman rengî, pir amade bû ku bawer bike ku jina Cezayirî ji bindestiya kevneşopî ya qedîm rizgar bûye ji bo her û her. Lê nikaribû bi awayekî din be: mirov ewqas zû hînî fêmkirina gelekî nabe.
Belkî bi demê re dikarîbû bibûya Cezayirî, lê bedelê wê dê çi bûya? Dê demeke dirêj bikişanda ku xwe li gelekî biguncîne ku ji ber hewcedariyên xwe yên kesane dixwest xwe pê re yek bike. Bi kurtasî, mirov ewqas hêsan nikare ji nasnameya xwe dûr keve. Mirovekî reş nikare bi navkirina Negritudeyê wek xeyalek jê rizgar bibe: ne jî tu kes nikare taybetmendiya xwe ya çandî, dîrokî û civakî bi kiryareke xwestinê ya sade – heta di xizmeta exlaqeke şoreşgerî de be jî – bi ya kesekî din biguherîne.
Beşa Çarem
Bi vî awayî diyar bû ku di vê lêgerîna dirêj û êşdar a nasnameyê de, qonaxa Cezayirê dê ne ya dawî ba. Ma mirov dikare ji taybetmendiya xwe derkeve an jî dikare wê di hişê kesên din de ewqas bimalîne ku ew bipejirînin? Gava pêşîn, înkarkirina hemû taybetmendiyan e heta dawiyê, hemû wan cudahiyên naletî yên ku li ber yekbûna di navbera mirovan de radiwestin û nahêlin ku mirovek di nav mirovên din de tenê mirov be. Wê demê hemû kes di nav gerdûniyê de tên honandin û tê ragihandin ku gerdûnî tenê rastî ye, tenê exlaq e. Ez vê helwestê çiqas baş nas dikim! Di nav bindestan de pir belav e û ji bo gelekan pir balkêş e. Min di derbarê Cihûyan de dûr û dirêj li ser vê nivîsîbû. Dema ku ez van rêzan dinivîsim, min fêm kir ku Qereçî jî îdîa dikin ku ew gelê herî gerdûnî yê cîhanê ne. Ne hewce ye em bi bîr bînin ku Marx jî bawer dikir bi mesîhgeriya gerdûnî ya proleterya.
Dê gaveke pir mezin bûya ku mirov ji dilsoziya taybetî ya Cezayirê derbazî dîtineke gerdûnî bibe, dîtina Mirovê Nû di cîhaneke li hev hatî de. Pêwîstî bi navbeynkarekê hebû. Rola Afrîqayê ev bû. Di Adara 1960’î de wek sefîr hat şandin Akrayê. Du ravekên mantiqî ji bo vê gavê hatine pêşkêşkirin: an bi daxwaza wî bû an jî Cezayiriyan dixwest wî ji dîmena siyasî ya nêzîk dûr bixin. Bêguman Fanon pir xemgîn û aciz bûbû ji kuştina yek ji rêberên leşkerî yên FLN’ê, bi îhtimaleke mezin ji aliyê Cezayiriyên ku bi serkirdayetiya siyasî re dixebitin. Lê ji aliyê din ve, wisa xuya dike ku ew bi xwe bû yê ku fikra avakirina bingehên leşkerî yên têdarikê li ber Sehrayê derxist holê. Bi her awayî, berfirehatî û potansiyela Afrîqayê ya nepêşbînîkirî di cih de ew mest kiribû. Bêguman, coşa wî bi piranî ji pêşbîniya wî dihat ku têkoşîna li Cezayirê dê firehbûneke awarte nîşan bide ku dê hevalên wî yên çekdar ên ku wî wek zarok pejirandibûn rehet bike. Lê coşeke wiha tenê bi vedîtina tiştê ku mirov jixwe hêvî dike bibîne tê hişyarkirin. Guherîneke rasteqîn di dîtina wî de pêk hat: ew êdî bû Afrîqiyekî.
Çend meh berê, di Çileya sala 1960’î[13] de gotineke nû ya ku dê di demeke nêzîk de girîngiyeke mezintir bigire cara yekem bi kar anî: ‘Em Afrîqî…’ Lê wê demê bi texmîneke xurt wî ev tenê wek têgeheke berfirehtir bi kar dianî. Cezayir parçeyek ji Afrîqayê bû û Frantz Fanon jî parçeyek ji Cezayirê, û bi vî awayî ji Afrîqayê bû. Piştre wî wateya temam û giringî da vê gotinê: mebest avakirina yekitiya siyasî û aborî ya parzemînê bû. Ev ne tenê nîşandaneke ber bi Afrîqaya efsanewî ve bû ya ku diya destpêkê ya hemû Reşên cîhanê bû, ya ku Reşên Amerîkî an jî helbestvanê Hindistana Rojava Césaire xwe pê re yek didîtin. Fanon ev wek yekbûneke bedenî, civakî û dîrokî didît, wek peywireke ku diviya bihata fêmkirin û temamkirin; bi her awayî ji wê pê ve wî bi xwe ev peywir girt ser milê xwe. ‘Tiştê ku min hilbijart bikim, rizgarkirina Afrîqayê bû ji bêtevgeriyê û beşdarbûn bû di nûjenkirina wê ya li gorî bingehên şoreşgerî. Bi kurtî, min biryar da ku tevlî tevgera hevgirtî ya kîşwerekê bibim’ (Toward the African Revolution, r. 177-178).
Ma vê yekê Cezayir ji bîra wî bir? Ne bi temamî, ji ber ku bangkirina hevgirtina Afrîqayî dê bêguman deriyê alîkariya Malî, Senegal û Gîneyiyan lê vekira. Bêguman, ew niha di bin pêlên hêzeke nû de bû ku ji berfirehiya cîhana nû ya ku li ber çavên wî yên şaşmayî vedibû, îlham werdigirt. Wî Afrîqa keşf kir, rastiya bedenî û erdnîgarî ya Afrîqayê, wek canekî zindî, û wî ew bi her hestiyek xwe yê westiyayî di vê rêwîtiya westîner de kir para dilê xwe, rêwîtiya ku dibe ku bûba sedema têkçûna wî ya laşî. ‘Ez dixwazim rêyên mezin, kanalên mezin ên keştiyan di nav dilê çolê re bibînim. Ez dixwazim dengê çolê bibirrim, wê red bikim, Afrîqayê bînim ba hev, parzemînê ji nû ve biafirînim.’ (Heman çavkanî, r. 180-181).
Wî dev ji Cezayirê berneda lê dev ji dîtina neteweparêz a Cezayirî berda. Di “Cihêliyên Cîhanê” de hîn jî dinivîse ku pêwîst e ‘parastina têkoşerên me yên ku ji aliyê neyar ve hatine girtin’ û li ser navê ‘gelê me’ dipeyive. Ji ber ku cara yekem bi zelal dibêje: ‘Yekitiya Afrîqayê wek rêbazek ji me re destpêkê dide, dema ku em pêşniyar dikin ku em Dewletên Yekbûyî yên Afrîqayê ava bikin bêyî ku em derbazî qonaxa neteweparêz, nijadperest û burjiwazî a tijî şer û wêraniyê bibin’ (Heman çavkanî, r. 187).
Wî nivîsî ‘Em pêşniyar dikin.’ ‘Em’ bang li kê dikir gelo? Bêguman ne li hevrêyên wî yên şer, Cezayirî û Tûnisî, yên ku tu carî negotin ku divê qonaxa neteweyî, heta bi demkî jî be, were derbaskirin.[14] Piştî demeke kurt di “Cihêliyên Cîhanê” de bi tundî rexne li ‘partiyên neteweyî’ girt. Ez bawer dikim ku vê yekê bêbaweriyeke mezin li hemberî wî çêkir. Rêberên van partiyan bi xwêdana eniya xwe xebitîbûn da ku alaveke wiha ya hevpar ji bo tevger û têkoşîna gel ava bikin. Fanon kêm caran deriyê dilê xwe ji kesî re vedikir û ji bilî demên ku dilê wî bi helbestî dipeyivî, yên ku bi siyasîbûna nivîsên wî re diçilmisîn, wî bi zorê behsa têkiliyên xwe yên rojane yên bi hevalên xwe re dikir, ne jî digot ka kî dost û bi taybetî kî neyarên wî ne. Lê di nav tengasiyeke wiha berdewam de, tevî girêdanên ku têkoşînê çêkiribûn, bêguman dê neyar çêbibûna. Teza wî ewqas girîng bû û wî ew ewqas bêtawîz dianî ziman ku, dema digot ‘Afrîqa [û bi vî awayî Cezayir û hevalên çekdar] divê fêm bike ku êdî nikare her car bi herêmekê pêş here. Divê wek laşekî mezin ê ku destûra perçebûna xwe nade, bi tevahî pêş biçe’ (H.b., r. 192), divê dijberên wî yên herî kêm bi qasî wî bibiryar hebûna (Heman çavkanî, r. 192).
Reşekî Amerîkî yê din jî dê xwedî ramaneke weha bûya; Malcolm X jî gihîşt wê encamê ku her çareserî divê Afrîqî û heta Afro-Asyayî be. Tu car bi tevahî eşkere nebû ka kî berpirsiyarê kuştina wî bû. Bêguman ev rewş bi kêrî Spiyan dihat, lê ne dûr e ku gelek Reş jî kiribûn dijmin. Patrice Lumumba jî ket ber heman qederê, belkî ji ber heman sedemên aloz. Ji wê demê ve rêberên Cezayirî dîsa dest bi fikra yekitiya Afrîqayê kirin. Lê ji bo wan ev nayê wateya tunekirina dewlet-neteweyên Afrîqayê. Bi ihtimaleke mezin cihgirtina wan bi bingehî taktîkî ye û ji ber vê yekê ji dilsoziya pêşbîniyê ya Fanon dûr e.
Ez guman dikim ku Afrîqîbûna wî ya ji nişka ve û bêlihevhatin, dijberiyeke nû li hemberî wî hişyar kir. Dibe ku ew bû para heman qedera rewşenbîrên Cihû yên ku xwe gerdûnî radighandin û ji cîhanîbûnê û heta ji xiyanetê dihatin gumanbar kirin; ew ne ewqas wek endamên rewa yên civakê dihatin dîtin ku destûr bê dayîn ji bo dûrahîyeke wiha. Ji bo Cezayiriyekî ewqas dereng, ceribandina girêdaneke ewqas nû, bi gotina herî nerm, bêhişî bû. Çerx ketibû nav geranê.
Fanon niha vegeriyabû wê xala ku jê dest pê kiribû. Wî dev ji nasnameya xwe ya Karayîbî berdabû di oxira mirovahiyeke gerdûnî de ku wê demê di Fransayê de xwe dida der. Şikestina vê hewldanê ew bir ber hilbijartina rêyeke din û ew bû welatparêzekî Cezayirî. Niha ew gihîştibû gerdûniyeke din, vê carê di dilê Afrîqayê de xwe dida der. Lê ev jî ne wêstgeha dawî bû. Dema ku wî di ‘Lanetiyên li Ser Erdê’ de tîrên xwe berdan Ewropayê, wî ev ne tenê bi navê Afrîqayê kir, lê bi navê ‘xwêdana enî û termên Reşikan, Ereban, Hindiyan û Rojhilatiyan.’ Di demeke kurt de wî xwe di nav paradokseke nû de dît: hem êrîşî Ewropayê dikir hem jî dixwest wê rizgar bike; niha wî dixwest tevahiya mirovahiyê ji tariyê derxe. Êdî ne qala Cezayirê bû ne jî ya Afrîqayê, lê ya Mirov û hemû gerstêrka me bû. Ji bo ku careke din rêzên dawî yên berhema wî ya dawî bibêjim: ‘Ji bo Ewropayê, ji bo me û ji bo mirovahiyê, hevalino, divê em destpêkeke nû bikin, ramaneke nû pêş bixin, hewl bidin mirovekî nû biafirînin.’
Beşa Pêncem
Mirov dikare bipirse ka şîrovekirina kar û tevgerên Fanon ji aliyê êş û jana bingehîn a jiyana wî ve, ji girîngiyeke dîrokî zêdetir e yan na. Tê gotin ku heta dema ku derbirînên wî dikarin wek nimûneyek li ber çavên bi hezkirinê yên gelek kesan bên nîşandan, sedemên wî yên kesane girîngiyeke kêm digirin. Ya girîng encam e, xala dawî ya rêwîtiyê ye, ne qonax an sedemên destpêkê yên ketina rê ne. Em Freud an Marx bigirin; gelo îro bi rastî bikêr e ku mirov van bi hûrgilî bizane? Gelo pêkan e ku mirov bizane ku Marx xwedî kokên Cihû bû û bi texmîneke mezin têkiliyeke wî ya taybet bi Cihûtî û civata Cihûyan re hebû? Di dawiyê de gelo tu hevpariyeke di navbera bingeheke ewqas teng û dewlemendî û rengîniya berhemê de heye?
Bi ya min heye. Tefsîra genetîk bi tu awayî bi tevahî hemû aliyên berhemeke temamkirî venakole, heta wan bi tevahî ronî nake. Zanyariya nivîskarekî çiqas mezin be jî, eşkere ye ku serkeftina berhemekê bêhtir bi yekbûna wê ya bi rastiya mirovî re û hêza wê ya guherandina vê rastiyê ve girêdayî ye. Lê her berhem di heman demê de bersiva kesane ye ji bo wan pirsgirêkên ku ev dinya û jiyana hundirîn jê re derdixe holê. Ji ber vê yekê, divê berhem her gav – çi veşartî çi eşkere – şopa vî mirovî, şopa wê evîna ku wî dilivîne û hem hêz hem lawaziyê dide berhema wî, di xwe de bihewîne.
Di mînaka Marx de, ez bawer im ku yek ji aliyên herî balkêş û pirsbarî yên berhema wî, mesîhgeriya wî, veguhestina exlaqa Cihû, exlaqa malbat û zaroktiya wî ya bi hêviya mezin a israrker û pêknehatî, bo zimanekî sekuler û şoreşgerî ye. Rast e, bersiva ku Fanon da tengasiya xwe di dawiyê de siyasî bû: piştî demeke dirêj a ku hewl da di asta derûnî û hebûnî de bersiv bide, hêdî hêdî qedera xwe kir yek bi Cezayirê re, piştre bi Cîhana Sêyem re û di dawiyê de bi tevahiya mirovahiyê re. Ev e ya ku wateya dawîn dide wêneya wî, rêwîtiya jiyana wî û berhema wî, ji ber ku bi vî awayî bi mirinê hatine temamkirin û nemir bûne.
Dîsa jî ez bawer dikim ku têkiliya Fanon a bi xwe re, meyla wî ya pêşîn a ber bi derûnnasiyê ve û pîşeya wî ya pisporiya giyana mirov, di her tiştê ku wî li xwe girtiye de, di nav de siyaset jî, heta dawiyê bandor kiriye û bêguman wek hejmarek di dîtina wî ya li ser pêşeroja mirovahiyê de maye. Ev tevlihevî, bi texmîneke mezin kêm zêde dide ravekirin ka çima coşeke derveyî olê û bêhêvîtiyeke veşartî di xebatên Fanon de belav bûye. Ji Negritudeya xwe gelek êş kişandibû.
Divê ‘Çermê Reş, Maskeyên Spî’ bi vê nêrînê careke din were xwendin. Di vê berhemê de carinan rasterast behsa xwe dike û dîsa vedigere ser vegotina tevgerên hemwelatiyên xwe, lê ya ku her gav xweşnivîsiyê dide hevokên wî yên ku dibin helbestên kurt ên jan û xezebê, êşa wî ya kesane ye. Wî dikarî bigihîşta encamê bi yekbûna bi reşbextiya xwe re û hewldana rûbirûbûna wê ji bo guherandina wê. An jî wek bersiveke din a ku ji bo gelek bindestan hevpar e, dikarî jê bidûr bikeve; û di dawiyê de ya ku wî hilbijart jî ev bû.
Vê hilbijartinê encamên diyarker ji bo xebatên wî yên piştre hebûn. Ya yekem, fêmkirina wî ya bi temamî neyînî û gelekî nîqaşbar a li ser Negritudeyê bû. Ji ber ku Negritude ne tenê ji hişyariya reşbextiyê û endambûna komeke bindest wêdetir e. Di heman demê de xwenasîn û xwepejirandin e; berxwedan e, ji nû ve avakirina çandekê ye, herî kêm ya hêza wê ya veşartî ye, girêdaneke erênî ye bi komekê re û biryara beşdarbûna pêşerojeke hevpar e.
Redkirina Reşbûnê (an Cihûtiyê an jî Erebbûnê) bi biçûkdîtin bi navê gerdûnîtî û mirovê gerdûnî li ser têgihiştineke çewt ava dibe. Ne cihê rexneyeke berfireh e ev der. Lê belê, divê were diyarkirin ku nêrîneke wiha ya gerdûnîtiya sexte û mirovheziya razber, li ser paşguhkirina hemû nasnameyên taybet û hemû taybetmendiyên civakî yên navîn ava dibe; lê zor e were dîtin ka çima ev bi neçarî kêm in an jî çawa mirov dikare dev ji wan berde. Mirovê gerdûnî û çanda gerdûnî di dawiyê de ji mirovên taybet û çandên taybet pêk tên.
Baştirîn belgeyên vê dikarin di Fanon bi xwe de werin dîtin: wî bi navê gerdûnîtiyê Negritudeya xwe red kir û piştre parastina dozeke neteweyî û ya welatekî taybet kir. Rast e ku welatparêzên Cezayirî tevgerên xwe wek şoreşa Cezayirê bi nav dikirin. Ev dikarî dildarên ku dûrî qada ku çarenûsa Cezayirê lê dihat diyarkirin bixapanda. Lê Fanon, di nav têkiliya rojane de bi rêberên têkoşînê re dijiya: çawa dikarî bi cidî bawer bike ku ev di serî de ne tevgereke neteweyî bû?
Bi rastî wî bi tevahî bawer nedikir bi vê. Bes e ku mirov bi baldarî “Cihêliyên Cîhanê” bixwîne ku tê de rexneyeke kûr a hemû tevgerên neteweyî heye. Divê mebesta wî Cezayirî û Tûnisî bûna. Bi her awayî, heta eger bawer bikira ku Cezayir sosyalîzmê ava dike jî, dizanibû ku ev ne sosyalîzma navneteweyî lê ya Cezayirê ye. Çima li Martinikê sosyalîzm çênebe? Madem ku ew ne Cezayirî lê Hindiyê Rojava ye, çima ji bo sosyalîzma Hindistana Rojava şer neke, tevî ku ew ji ya Cezayirê bêhtir tevlihev be jî? Ji bilî ku hewce bû hem bigihêje hawara Cezayirê hem jî xwe ji xweya xwe ya berê û Negritudeyê rizgar bike, ji ber çi sedemên din?
Ev e sedema ku wî bi awayekî dijhev Negritude şermezar kir bi hêceta ku teng û xweser e, rast di wê demê de ku bi bêhêvî hewl dida bibe beşek ji xweseriyeke din. Heman tişt dikare ji bo ramanên wî yên li ser tundiyê jî were gotin. Ev raman bi texmîneke mezin tenê derbirîna nakokiya kûr a ku tê de dijiya û rewşa ku rastî hatibû ye; rewşeke ku dema biryar da here welatekî dûr û bikeve nav şerekî ku ne yê wî ne jî yê girava ku lê hatiye dinyayê bû, xwe tê de mehkûm kir.
Ew ji teza Marksîst a ku tundî neçar û pêwîst e, wêdetir çû. Ji bo wî tundî hêzeke paqijker bû. Li vir, tevî gotinên ne zelal ên Marx li ser ‘tundiya pîroz’ a karkeran, bi eşkereyî ji Marx vediqete. Di rastiyê de, wek ku em êdî dizanin, Fanon ji ber êşkenceyê di her du aliyan de û neçariya li ber xwe dana li hemberî tirsa ku di hişê têkoşeran de şiyar dikir, şaş mabû. Mirov çawa dikare bersivê bide tirsê, ji bilî kiryareke tundiyê ya ku têkoşer ji rewşa rawestanê ya ji tirsê rizgar dike? Destê ku li hemberî dagirker tê rakirin, vê hêza xwedayî ji taybetmendiya wê ya pîroz dûr dixe. Ji ber vê yekê armanca tundiyê ne tenê bandorkirina li ser dagirker e. Divê tundî di heman demê de yê bindest jî veguherîne.
Bêguman ev gotin di çarçoveya rewşeke taybet de rast in, lê guman heye ka gelo mirov dikare qebûl bike ku ev erêkirin bibe giştîkirineke ramanî. Bo nimûne, ma qet nabe ku mirov bi rêya gotûbêjê an bi rêya guherîneke di hêza her du aliyan de ji tundiyê dûr bikeve? Ma mirov dikare bi vî qasî bi israr bibêje ku her gelê ku xwe bi rêya tundiyê azad neke dê şoreşa wî têk biçe?
Ne bêsedem bû êrîşên Fanon li ser burjuvaziya neteweyî. Bes e ku piştî ewqas gorîdayînê, lez û beza kêfxweşiya xweparêz, ewqas bêrêtî û quretiya zarokane were dîtin, ji bo ku mirov hêrs bibe. Lê ew ketibû nav hestan û nikaribû pêşbîn bike ku burjuvazî an komên leşkerî dê desthilatê bigirin, ji ber ku ew di nav neteweyên nû de bi tenê saziyên bi rêkûpêk ên berbiçav bûn.
Di encamê de wî rewşa rastîn a van welatên nû şaş nirxand. Ev yek ji bo dîtina Fanon a li ser Afrîqayê jî wisa ye. Dema ku wî girîngiya burjuvaziya neteweyî ya demkurt û girîngiya karkerên bajarî ya demdirêj kêm didît, ji aliyê din ve rola gundiyan, herî kêm ji bo pêşerojeke nêzîk, zêde mezin nîşan da. Têgihiştina wî ya li ser yekitiya Afrîqayê bi piranî xeyalî an jî herî kêm zû bû. Tenê pêşniyarên avakirinê yên tevlihev pêşkêş kir: ne modela sosyalîst ne jî ya sermayedariya rojavayî dixwest.
Fanon bi qasî ku pêwîst e li ser çawaniya berhevkirina yekem a dewlemendiyê nefikirî, tevî ku ev ji bo destpêka aboriyê neçar e. Li dijî hemû rêberên siyasî û pergalên tek-partî yên ku pêrgî wan hatibû, derket. Bi texmîneke mezin li şûna van dixwest hevgirtineke pir xeyalî di navbera rewşenbîrên neriziyayî û gundiyan de ava bike. Wek ku li Cezayirê di fêmkirina ramanên nexweşên xwe û awayê jiyana wan de zehmetî kişand, li Afrîqayê jî kêm cudahî di navbera rastiyên civakî yên gelên cuda, dewlet û neteweyên ku vê parzemîna mezin pêk tînin de danî.
Bi vî awayî bêsebr bû, nîşan da ku taybetmendiya herêmî, serhişkiya kevneşopî û edetên kevin, xwestekên çandî û neteweyî û lîstika berjewendiyên ku pir caran li hev dikevin, kêm didît. Ev yek bi texmîneke mezin jê re hem hezkirî û rêzdarî hem jî bêbawerî û hêrs aniye. Gelek tişt dikarin li ser mirovê nû yê ku Fanon hêvî dikir û dixwest, bên gotin. Wî difikirî ku dema ji Cîhana Sêyem derdikeve ew dîtiye. Di vê dinyaya bi temamî nû de taybetmendiyên vî mirovê bi temamî nû çi bûn? Gelo em hîn di nav siyasetê de ne an ev xewn e?
Em dibînin ku Cîhana Sêyem ne tenê divê çareseriya xizanî û belengaziya xwe ya civakî û siyasî bibîne, di heman demê de divê xwe wek nimûneyek pêşkêşî cîhanê bike. Ev perçeyek e ji meyla Fanon a pêxemberane. Ramana wî ya mirovê nû îlhamdar e, ev rast e, lê tu nîşan tune ne ku mirovekî wiha derketiye holê, ne jî ku Cîhana Sêyem avahiyeke civakî ya xweser afirandiye.
Kilîta vê ramanê bi texmîneke mezin di xwesteka Fanon a redkirina Ewropayê ya hertimî de dikare were dîtin. Di encamê de, bawer dikir ku welatê wî yê ku wî wek zarok hilgirtibû, birayên wî yên ku bijartibûn, divê di zûtirîn dem de ji wan kesên ku di zaroktiya wî de ew biçûk dîtibûn, veqetin. Rast e ku Ewropayê hêviyên me pêk neanîn – ez hem çînên serdest hem jî karkerên wê tînim ziman. Çînên karkerên Ewropî jî heta astekê ji mêtingeriyê sûd wergirtin û ji ber vê yekê hertim fêm nekirin an jî belkî nexwestin bipejirînin ku divê dawî li serdestiya li ser welatên kolonî an jî yên berê kolonî were. Ji ber vê yekê dilşikestina me pir kûr bû.
Gelo ev tê wê wateyê ku divê em xwe ji rêbaz û amrazên zanistî yên ku ji aliyê Ewropiyan ve hatine pêşvebirin, veqetînin? Çi dibe bila bibe, sosyalîzm jî afirandineke Ewropî ye. Zor e were dîtin ka Cîhana Sêyem dikare çi cureyê rêya sêyem a aborî û civakî bipejirîne, ne jî em dikarin vî mirovê nû fêm bikin bêyî ku taybetmendiyên wî, mercên aborî, civakî û siyasî yên ku tê de dikare derkeve holê, nas bikin.
Eger Fanon sax bimaya, dê ramanên xwe zelaltir diyar bikira, naverokek bida xetên bingehîn û ji nakokiyên xwe derbaz bibûya. Mirinê dem neda wî. Belkî jî ji aliyê din, dê her gav dûrbûna xwe ya ji kesan û rastiya civakî biparasta, tevî ku ji bo wan têdikoşiya. Ev nayê wê wateyê ku dûrbûneke wiha nikare bibe sûdek: dikare tenê derfeta dîtineke zelal pêşkêş bike. Ev dûrbûn di heman demê de buhayekî giran e ku mirov ji bo rewşeke nabe, ji bo ku bi kesên din û bi xwe re yek nebe, dide.
Wek ku min li cihekî din jî got, xweredkirin kêm caran dibe çareseriyeke têrker û bi tu awayî ne garantiya bextiyarî an pêşketinê ye. Gelek Cezayiriyan jî heman tişt vedît: hema hema digot qey ew Fransî ne lê dema di dawiyê de fêm kirin ku ew tu car nebûn Fransî, biryar dan ku bibin tiştê ku tu car dev jê bernedabûn: Cezayirî.
Fanon tu carî vê vegera ser reh û rîşalên xwe nepejirend. Di rastiyê de birîna wî ya herî kûr ne ew bû ka çawa dikaribû bibûya Fransî an jî Cezayirî, lê çawa dikaribû bibûya Hindiyê Rojava. Wî dev ji dîtina çareseriyekê ji vê birînê re berda, an jî rastir e ku bê gotin, carekê di ‘Çermê Reş, Maskeyên Spî’ de li ser sekinî û paşê ew avêt nav tariya jibîrkirinê.
Mirov nikare Aimé Césaire, stêrka geş a pêşîn a Fanon, neyîne bîra xwe, yê ku wî pêşî bi germahiya xortaniya xwe da pey, û paşê bi dilekî reş bêveger red kir. Césaire tu car ji stêrka xwe ya rêber neliviya: vegera nav gelê xwe. Rast e ku gel di cih de destê xwe dirêjî gaziya wî ya şoreşgerî nekir; hêdî hêdî wek kulîlkên biharê dest bi vebûna li ser nasnameya xwe dikin û hîn ji siberoja xwe ne piştrast in. Martinik, herî kêm ji bo niha, hîn di nav du riyan de maye: dê di nav bextreşiya hevgirtina bi Fransayê re bigevize an jî dê xwe bavêje nav pêlên serxwebûnê.
Bi her awayî, tu wate tune ye ku mirov hewl bide gelekî bibe cihekî dûrtir ji ya ku dilê wî dixwaze herê. Her kesê ku dixwaze di rêya ronahiyê de pêşengiya gelê xwe bike divê bi kêmanî lingên xwe deyne ser şopa wan. Kî di rêya rast de bû, Fanon an Césaire? Yê ku bijart stûyê xwe ji gelê xwe biqetîne û li ber deriyê gelekî din rûne ku dê xewnên wî çêtir pêk bîne, an yê ku di nav dilê gelê xwe de ma digel hemû êş û azarên ku ev dixwest û heta fendên ku pê rê vedibû jî?
Ev pirs ji sînorên vê nivîsê firehtir e, wek asoyeke ku ji çavan winda dibe. Belkî rojekê em dikarin hêvî bikin ku ev dê bibe mijareke zanistî: roja ku her mirov dê li her derê bibe xwediyê hêlîna xwe û destûr were dayîn ku ew li cihekî din jî wek welatê xwe bi dilekî rehet bijî û bixebite. Ez ditirsim ku ew roj hîn di bin perdeyên tarî de veşartî ye. Îro şehrezayiya kevneşopî, rêyeke rastbîntir dibîne ku li gorî rastiya demkî û xwezayî ya her neteweyekê ye.
Digel van hemûyan, siyaseta agirîn a Fanon, bêsebriya wî ya li hember rastiya roj, biçûkdîtina taktîk û gavbigaviyê, bi pêteke hundirîn a wisa gur tê xwedîkirin ku, xwendevan jî bi nivîskar re dikeve nav pêlên vê agirî, bi hêzeke ku nagihîje dilê armanca xwe radibe ser perên xwe û difirê.
Min behsa sê têkçûnên Fanon kir; pêwîst e ku çaremîn û ya dawî lê were zêdekirin: mirin. Di 36 saliya xwe de, li Amerîkaya ku jê nefret dikir, li nexweşxaneya Bethesdayê ji penceşêrê koça dawî kir. Ev, mirineke xwekujiya taybet bû; dawiya jiyaneke ne gengaz bû. Di encamê de ne pejirandina Marksîstan ne jî ya neteweparêzan, ne ya proleterya ne jî ya burjuvaziya welatên di pêşketinê de wergirt. Û cotkar hîn di nav bêdengiya kûr a dîrokê de ne, hîn dengê xwe negihandine guhê demê.
Vê mirinê ew di helwesta pêxemberekî Cîhana Sêyem de, qehremanekî romantîk ê rizgariya ji kolonyelîzmê de qerisand, qedereke ku Guevara jî di şert û mercên cuda de para xwe jê wergirt. Ev e ew rûyê Fanon ku îro dilê ewqas ciwanan û tevgerên şoreşgerî dixe nav agirê evînê. Ne bi tesaduf e ku ew bûye pîrê pîroz ê Black Pantheran: pirsgirêka sereke ji bo wan jî bi texmîneke xurt ya nasnameyeke birîndar e. Ew jî di lêgerîna rabirdûyeke nû û çandeke ku bikaribin wek ya xwe nas bikin de, êşê dikişînin. Dema ku bêhêvîbûna civakî wek lehiyê radibe, mirov dikevin bin bandora mesîhîtiyê. Dikevin nav agirê coşdar, manîheîzmeke ku daxwaza etîk û rastiyê berdewam tevlihev dike. Bi awayekî paradoksî, bi baweriyeke nehejok a guherîna radîkal û dikevin nav xewnên şoreşgerî yên romantîk.
Serkeftina Frantz Fanon, bi ihtimaleke mezin ne ji tezên wî yên taybet an jî ji rastiya analîzên wî, lê ji vê helwesta pêxemberiya reşbîn çavkaniya xwe digire. Di hemû rêyên jiyana wî de, têkçûna wî bi xwe bûye kaniya ronahiya wî ya ku digihîje her derê.
Jêrenot
[1] Fanon Frantz, ‘Ber bi Şoreşa Afrîqayê ve’, rûpel 3-4. ‘Bicots’ û hwd. peyvên biçûkker/kêmker in ku Fransiyên wê demê ji bo Erebên Bakurê Afrîqayê bi kar dianîn.
[2] Geismar Peter, ‘Fanon’. Weşanxaneya The Dial, New York, 1970. Taybet binêrin: r.59-60.
[3] Di berhemên ‘Kolonîker û Kolonîkirî’ û ‘Mirovê Bindestkirî’ de.
[4] Aime Cesaire: helbestvan, şanonivîs û rêberê siyasî yê ji Martinîkê ku gotina ‘Negritude’ di helbesta xwe ya navdar ‘Cahier d’un retour au pays natal’ (1939) (Deftera Vegereke Welatê Zayendî) de afirand. Ew li lîseya Fort de France mamosteyê Fanon bû.
[5] Ev qala serhildanekê dike ku bi rastî di Kanûna 1959’an de qewimî, ne di 1958’an de. C.R.S.: Compagnie Republicaine de Securite (Komara Hêzên Ewlekariyê), hêzeke polîsî ya Fransî.
[6] Juminer Bertene, ‘Rêzgirtin ji bo Frantz Fanon.’ Di kovara Presence Africaine de, Hejmar 40, 1962, rûpel 138.
[7] Gotinên Fanon wek ku ji aliyê Bertene Juminer ve di Presence Africaine de, Hejmar 40, 1962, r.139 hatine qeydkirin.
[8] Cesaire Aime, ‘Rêzgirtin ji bo Frantz Fanon.’ Presence Africaine, Hejmar 40, 1962, r. 133.
[9] Em nikarin vê referansê piştrast bikin. Dibe ku Memmi behsa gotara Fanon a ‘Li Antîlan, Jidayikbûna Neteweyekê?’ dike, El Moudjahid, Hejmar 16, Çileya 1958’an.
[10] ”Bavên Me yên Galî’ behsa wan pirtûkên dîrokê yên fermî dike ku di hemû dibistanên Fransî de dihatin xwendin. Mîna hemû zarokên ku bi Fransî perwerde dibûn, bêyî cudahiya çandî, Memmi û Fanon jî di dibistana destpêkê de bi hînbûna der barê ‘bav û kalên xwe yên Galî’ de dest bi xwendina dîrokê kirin.
[11] Bennabî, Malek. ‘Perspektîfên Cezayirî’, r. 64, di berhema A. Nadir a bi navê ‘Tevgera Reformxwaz a Cezayirî’ de, r. 216 hatiye jêgirtin.
[12]Jean Amrouche (1906-1962): helbestvan û gotarnivîsê ji herêma Qebayîlê ya Cezayirê. Ew bi taybetî bi wergerên xwe yên helbestên Berberî, ‘Stranên Berberî yên Qebayîlê’ (1939) tê naskirin.
[13]Ji wê demê û vir ve, rêberên Cezayirî dîsa dest bi fikra yekîtiya Afrîqayê kirin. Lê ji bo wan ev nayê wê wateyê ku dewletên neteweyî yên Afrîqayê werin hilweşandin. Bi îhtîmaleke mezin helwesta wan bi bingehî taktîkî ye û ji ber vê yekê ji dilsoziya dûrbîn a Fanon gelek dûr e.
[14] Ji versiyona Îngilîzî ya gotara Albert Memmi ya bi navê ‘The Impossible Life of Frantz Fanon’ hatiye wergerandin