Mihyedîn Nahrîn:Nameyên Derengmayî -1

Kurdi

Ey bihara vî dilî…

Ji min re behsa te kirin û ji bo te gotin: “Yara te yeke zalim e.” Min nedizanî ku hewqasî zilm tiştekî xweş û nazenîn e. Hemû temenê min li dijî zilmê derbas bû û ji cihê lê nexweşî û zilm hebe min serî rakir. Lê ev cara ewilî ye ji zilmê re serî ditewînim û dengê xwe dernaxim. Vaye xwe teslîmî dest û dilê te yê zilimkar dikim.

Li benda te dimînim û her bendemayîn zilm û zorek dijwar e ji bo min. Tu tê bo demekê êşên min hebekî sivik dibin lê dema dîsa vedigerî û ji mala min diçî dîsa vedigerim îşkencexaneya te.

Ji min re behsa te kirin û ji bo te gotin: “Yara te derewkar e.” Çi derew û çi jî rastî her tişt dema ji lêvên te derdikevin ji bo min ji şêkirê Şamê bi şêrîntir e. Gotinên îlahî jî bi qasî gotinên te bandorê li min nakin. Tu yî ya xwedî gotinên pîroz. Gotinên te ne yên li min tiştan dikin ferz, xêr û guneh.

Ji lêvên te derew bibare jî ew ji bo min rastî ne. Ger tu ji min re bêjî “Ez ji te hez dikim.” ji bo vê derewê ez ê temenê xwe bo te bikim dîyarî. Ji vê derewê xweştir ma çi heye li kaînata vikî vala. Gotinên te ne yên ku cîhan û kaînatê li ber dilê min şêrîn dikin. Ti gotin, rastî û derew jî di nav de bi qasî gotinên te bi wate, xweş û rengîn nabin.

Ji min re behsa te kirin û ji bo te gotin: “Yara te dilkevir e.” Dilê min yê mina pembû ji bo yarê tim amade ye. Ger yar dil wekî ber be divê dilê dildar mîna dilber be. Ne ji wî dilê te yê nazik be dilê min hew lê dide.

Li gel hevqas zilm, derew û dilkevirîyê kesek nikare bi qasî min ji te hez bike û te bike stîya dilê xwe.

Devê xelkê ne doxîn e meriv girê bide ey yar… Çi bêjin bila bêjin. Were em ji hev qayîl bin. Em ji hev hez bikin û di nava xweşîyê de bijîn. Ez bi her awayî û di her rewşê de ji te hez dikim, tu jî mîna ji te hez dikim ji min hez bike.

Ji dil û ji lêvên te radimîsim…

 

 

İlginizi Çekebilir

Temel Demirer: Anadili, Toplumsal Varoluş Meselesidir
Malta, gelecek ay Filistin Devleti’ni tanıyacağını duyurdu

Öne Çıkanlar