“Ev bêdengî xayîzbûn e.
Bêhna tenêbûnêbêhna mirinê tê min.”
(ji helbesta Kewkê).
Arşîvên televîzyonên kurd ên ku ji Med TV’yê vir ve li Ewropayê dest bi weşanê kirine, ev çendek e ku bi navê “Kurd Archive” qeydên xwe dîjîtalîze dikin û roj bi roj hin dîmen û konseran parve dikin. Di van dîmenan de gelek şevbihêrk, ruportaj, bername û konserên li studyoyê hene. Her çend îro bi dehan aplîkasyon û pêwendiyên hunerî, rûpelên hunermendan û sîteyên çandî hebin jî, arşîvên televîzyonan qeyd û şahidiyên herî rast û dîrokî ne. Heta ku înternet zêde belav nebûbû, me hunermendên xwe nedidîtin an jî haya me ji rabirdû û
rêwîtiya wan a hunerî tunebû.
Duh dîsa Kurd Archive çend dîmen parve kirin. Di yek ji van klîban de Rojda (Şenses) li studyoyê bi terzekî sade û spontane kilama xwe ya ku bi dengê wê bûye bestsellera muzîka kurdî, “Tiliya’m Diêşe”, bi Koma Asmîn re dibêje. Hê min klîb temaşe nekiribû, di destê min de pirtûka Dîlan Şewqî ya bi navê Hevdîtina Pêxemberan hebû û helbestên Dîlanê têra xwe ez mest kiribûm. Lê gava min anonsa vê klîbê dît, min çayek dem kir, dengê telefonê vekir û bi versiyona herî orjînal guhdarî kir.
Nizanim heta niha min çend caran guhdarî kiriye, lê ez dizanim her carê yek tişt di serê min re derbas dibe. Gelo li dijî vê deng û awazê, hevok û stranên helbestên wiha, AI, ChatGPT, DeepSeek û Google Robotics wê çi bikin? Gelo aplîkasyonên herî pêşketî û pir-fonksiyonel wê bikaribin vî dengê bêhempa derbixin û bibêjin? An jî dikarin gotinên wiha poetîk îcad bikin? Makîne qasê mirovan ji eşqê û jiyanê dizanin? Wê qasê hestên mirovan, wate û hêvî, an jî şikestin û armanên qedîmî li hev bînin? Mînak, aplîkasyoneke herî pêşketî dikare bibêje: “Tiliya min diêşe, maran gez kir”? Google Robotics, gelo tu yê bikarî dax û derûniya evînê ji kûr ve, bi sîtemî û nifirokî bêjî an binivîsî?
Helbet pirsa min li hewa dimîne û wê bersiva wê jî qet tune be.
Xwe qanî dikim ku wê makîne nikaribin şayîha jîyanê bikujin û bifetisînin. Ev tişt tenê di rihê mirov de heye. Xwe teselî dikim û hêdîka vedigerim nav saet û rojên dawî yên meha Gulanê bi risteyên Dîlan Şewqî re derbas dibin.
Dîlan Şewqî ji min pênc salan mezintir e û ji min berhemdartir e. Ez bi xwe yek ji xwendekarên berhemên wê me. Romana wê ya Şekirê di Berîka Bavê Min de tim di bîra min de ye.
Bi ya min, nivîskar ew kes e ku gava navê wê/wî tê gotin, xwendevan berhemên wî/wê bê şik nas bike û pişta xwe pê girê bide. Nivîskar ew kes e ku di şevên tarî, li şiverêyên biyanî û di reşbîniyên çarmedorî de bi destê xwendevanê xwe bigire û wan derxe feraqetiyê.
Dîlan, ku hemçaxa min e, di pirtûka xwe ya helbestan Hevdîtina Pêxemberan de têra xwe ev tişt aniye cih. Naveroka pirtûkê ji bîst û çar helbestan pêk tê. Ez lê geriyam ku yekî derxim pêş, lê min dît ku yek ji yekê gihîştîtir û girantir e. Helbesta destpêkê, Hevdîtina Pêxemberan e û di wir de yek bend tenê hêjayî hezar gotinê ye: “Sema li Geliyê Zîlan pasvanê dilbera ye.” Ka mirov dikare bêje helbest tiştekî hêsan e û herkes dikare helbestan binivîse? Li pey wê, helbesta duyem ya bi navê”De Vegere”:
“De vegere,
Wê ezman çi nêzîk be.
Bilbilên Meryemxanê wê wek bêhna min,
Serçimkan biteqînin.
Li ber hinarê Efrînê em ê xema xwe giran giran vexwin,
dûre tê biherikî.
Wek her car tê min bêhn bikî,
Wek ku ez qevdek ji ne’neya şîn bim,
Ya zaroka nixumirî bim,
Wek ez nanekî tenûrê yê germ bim.”

Min bi her helbestê re biryar da û got, ji min re ya herî nasdar ev e. Ya herî xweşik ev e, ez vê bijimirim û razberî bibim. Lê na…
Min di her risteyê de biryara xwe guherand û qebûl kir ku ev helbest ne yên yek û duduyan in, hemî pirtûk wek antolojiyeke bijareyan e. Li pey yek kîteyê, mirov dikare rabe, li ser maseyê rûnê, derdê xwe binivîse, derî û pencereyê veke, hêrs û eksa xwe bide aliyekî û ji asîmanê Parîsê hêviya siberojan bike.
Hevdîtina Pêxemberan wek şeraba di mehzenê de bê daxistin, di zeman de hatiye dagirtin. Hemî helbest berî 2002an hatine nivîsandin. Belkî lewma ew qas tîr û tûj in. Li ber kîjan meseleyê derbas dibin, wê kew dikin û dipêçin. Gelo nabe mirov ji dêvla psîkologan re derdê xwe bi helbestkaran re parve bike?
Yekem çapa Hevdîtina Pêxemberan di 2024an de ji Weşanên Nûbiharê derketiye. Ev kitêb çil û şeş rûpel e. Gava min Hevdîtina Pêxemberan xilas kir, careke din rûpela Kurd Archive tikand û ev strana gelêrî dîsa guhdarî kir. Stran hêj bi min helbestî û ramanî hat.
Heger helbestkar nebana, wê dehan sal berê çawa bigotana “Tilîya min diêşe, maran geztiye”? Û çendîn sal şûnde Dîlan Şewqî di pirtûka xwe de wê ji bo çi bigota:
“Palgeha dilê min germ e,
Lê çoga te êdî sar e, pir sar e.”
Parîs2025













