Roj, ji ewrên şîn ên şîrkêşî hêdî hêdî vedikêşiya. Qêrînên ku erd û esman dihejand olan dida. Tebabek çûk cihê xwe guherand. Danûstendinên bêhnan bi lez bûn.
Serê darên çamê bi qêrîna bayekî xurt ve lerizîn. Kurmoriyan di navbera cihê ku lê bûn û hêlînên xwede bi lez diçûn û dihatin. Devê mirovê hêrsbûyî wek çeme kef vedida. Ava dexezer pêl pêl bilind bû û benda li pêş xwe hilweşand û li axê zindî kir.
Horiyaavê, bi rêya telefonê, piştî axaftina diya xwe ya bi tîndar, bêhna xwe teng kir. Kesek derdorê tunebû ku giliyê diya xwe bike û derdê xwe bi wan re par bikira. Di demek wisa de, berê bûbûya birayê xwe ya cêwi dihat hawara wî. Derd û kulê xwe, tevek hûguliyan, bi birayê xwe ve parve dikir û aram dibû. Lê niha…,Birayê wî yê cêwî ev heft salin ku her û her çûbû…
Horiyaavê, dema ku zêde biaxiviya, xwe wenda dikir. Bêyî ku bifikire, bêyî ku bizane dê hevok li ku biqede bê navber axaftina xwe re dewam dikir. Di demeke wisa de, ew dişibiya kurmê hevrîşimê yê ku ji qalikê xwe şikandiye, lê nikarîbû jê derkeve derve.
Ma ew tenê qurbana tenêtiya qelebalixê bû? An jî ew dengê hundurîn yê di xeleka ku wî li der dora xwe xêz kiribû bû?
Lê her çi be ew bi tenê bû, bê bersiv û bê deng…
Ew, ji welatê mirovên bi lingên dirêj, gewdên qemer û lawaz ên mîna legleg û mîrateya deqên li ser rûyên wan, bû. Nimûneya derziya ku bi xwîn tevlîhev bûbû, herî zêde li rûyê jinan dibiriqe. Sembola baweriyê ku ji lêva wê ya jêrîn heta stûyê wê diherike, ji her kesê ku li wê binêre weke “Ez li vir im” dibêje. Li vî welatî hemû gotin tund û tuj bûn.
Lêbelê, di tevgerên Horiyoavê de, her dem zerafeta nazik û awirek serhişk a bawerî û zordariyê hebû.
Wê, du tepsik, du qedeh û du kevçî ku ji sibehê ve li ser dezgehê bûn, şuştin. Wî hişt ku ava germ bigihîje asta kelandinê, mûslixê heta dawî vekir da ku rûnê tewê bi hêsanî bihele. Paşê dîsa destbi şûştina firaxê kir, bi xweşikahî paqij kir û tawê aliyekî re daleqand. Wî bi nermî du rûmaseyên hejand û ew pêçandin. Ji ber ku wê nikarîbû pişta xwe bitewîne jêr, wan danî nava dexîloka jorîn.
Bi kêfxweşî keniya. Fikirî ku di demeke nêz de dê sê ji wan hebin. Dezgeya mermerê bi paçek qumaşê paqij kir. Hewa bi temamî hênikahiya payîzê bû: ne germ û ne jî sar… Pêwîst bû ku guh bidin banga hewayê. Xwe amade kir ku derkeve derve.

Horiyaavê li welatekî bi behr çênebûbû. Lê belê; ew ji ava çolê ya keskesorê, bi ronahiya rojê, di nav axa qemer ya miletekî ku bûye çar parçe de, çêbûbû.
Wî orîjînala tawusê yê ku li ser pişta wî şîn bûbû, di dema biçûkatiya xwe de li pey xwe hiştibû û bi neçarî, ku axên agirê dojehê ku bi hêsirên xwe vemirandibû, di tariyek veşartî de bin ax kiribû.
Horiyaavê, yek jê jinên ku reng û teşeya xwe ji axa ku ji dayikbûbû wergirtibûn, bû. Çawa dikaribû rengê û bêhna xwe, bawerî û xwedavendê xwe ji nû ve biafiranda? Bi şopa hemû hebûnê li ser rûyê wî yê hestî, li cîhanê temaşe dikir.
Qêrînên ku ji daristanê bilind dibûn niha qîrînên wê bûn.
Kokên wê di her çar beşên Welatê xwe ku hatibû dabeşkirin de hebûn. Di her çar beşên Welatê xwe de mirin, ji nû ve vejîn û şerê berxwedanê hebûn. Doza ax û welatê xwe di nava vê spiralê çargoşe dê her û her dihevand. Ma rewaye, ku çerxa çargoşe ji çarenûsa xwe ve vit û vala were hiştin?
Ew zarokek koçberiyê bû. Neketibû şopa zarokatiya xwe ango derfet neditibû, lê rengê xwe, gund û bajarê xwe, bîranîn û zimanê xwe di hundirê xwede hewandibû û mezin kiribû. Di nava rê û rêwîtiyên xwe yê ku lê mezin bûbû de helbestên jiyanê nivîsîbû.
Di wan rêya koçberiyê de, bi hêza avê ku çiyayê wî ya hundirîn, hêrsa dilê wî, tevî bîra kur û tarîtiya wî, çavên wî girtibûn, dilekiya, dihejiya û avên bi coş û azamet li qeraxê dida helbesta wî dewlemend û bilind dikir.
Ma divê ew bi zikê xwe ya ducanî meşek ber bi daristanê ve nekirba? Di kontrola dawî ya vê hefteyê de, bijîşk gotibû, êdî vî şûnde di her kêliyê de zayîn pêkan e. Di vê mehê, hê du hefteyên din hebû ku neh mehan temam bibe. Lê dîsa jî, peyva “her kêliyê” di hundirê xwe ji xwe re dubare dikir. Xêzek reş ku her tim li ser navbera birû û bijangên xwe re xêz dikir, nîşana wê ya xurt û bi hêz buyinê bû. Nefesek kûr kişand û paşê pişta xwe rast kir, hêdika, bi gavên biçûk dest bi meşê kir. Rojên dawî yên meha Tebaxê bûn. Zivistan li ber deriyê bû. Roj hêdî hêdî, bi hemdê xwe ber bi başûr ve çû.
Li daristaneke din a ku Roj cihê xwe guhertibû de dengê çekan hat. Refê qulingan a mezin veciqîn û belav bûn. Ezman, ewrên reş, gewr û spî kişand hîndirê xwe.
Dem, dema berê bahozê, dengê bayê weke pıstînî dihat bibîstin, bû. Di vê hewayê de baran nedibariya, lê çûk metirsok û xemgîn bûn.
Gava Kendal hemû şopên li şikeftê jêbir, daristanê bi pistepist jê re got ku “neçe hundir!” Daristan xwe kir mertal û şax û pelên xwe li ser wî kom kirin. Lê, bêy têketina nava daristanê tu çareya wî nemabû! Bi hevalên xwe ve bi lezgînî da nava daristanê de bazdan.
Di zarokatiya xwe de, Horiyoavê û xwişka wê ya cêwî bi moriyan rengîn ve xişr çêdikirin û difirotin. Bi vê rêyê, debara malbata xwe ya bi deh xwuşk û birayan pêk dihat, çêdikirin. Tiştê herî xweş ev bû ku, cihê ku lê bûn û bi cih bûbûn qeraxa golê bû. Carna, wê di neynika golê de li wêneya lawaz û qels a zaroktiya xwe ya windabûyî temaşe dikir. Di nav teşkeleya bajarên mezin de bihîstina dengê zarokan ne hêsan bû. Her çi be, dema dimeşiya zarokatiya wê dihat bîra wê. Li ku rastî ava golê were serê xwe dirêjî evê dikir û dixwest ku şewqa rûyê xwe bibîne. Meraq dikir ku gelo heman zarokê xeyîdok hê li wir e. Wê nedixwest zarokê di zikê wê bixeyidîne., lê…

Di daristana din de, dengên sîrenê, dûman, zincîra hêrsê, parêzgerên kevnar ên axê… Gewdeyên daran ên birîndar, kevirên şikestî, giyayên sor ên belavbûyî… Roviyek nermetingî li wir derbas bû, bizinek şaşwaz ji keriyê veqetiyabû… Ger destê wê ba û bikaribaya ew ê di heman demê de li her çar alîyan ve bazdaba. Mixabin, ew di riya yekane de bezî ku lingên wî wî dibin.
Kendal, berevajiya Horiyoavê, ew masîyekî serhildêr bû ku ji dengê hundirê xwe dûr ketibû, xwe ji cîhana peyvan dûr xistibû û di deryaya bêdengiya xwe de avjenî kiribû. Ma ew tenê masî bû, ew piling bû, xezalek şopajot, cehniyek bi baskên bayê dida çar piyan bû. Tenê awirên wan dişibin hev. Li hemberî cîhanê dilşekstî û xeydan bû.
Revîneke bi bêhnepişk, çembereke ber bi teng, guhek li benda hişyariyê, çavekî fedayiya azadiyê… Di daristana geş de, di navbera hilma zulmatî û parastina pelan de şerekî bêhempa hebû. Ma dibe ku dansa şevka zulmat bi veşartî her û her bidome?
Horiyaavê barana hundirê xwe nîşanî kesî nedikir. Ji bilî xûşka wê ya cêwî… Herduyan jî xwêya heman avê baş dizanibûn. Dema ku Horiyaavê di nav daristanê de diçû, weke ku bi xwuşka xwe re dipeyivî, bi xwe re dipeyivî û carinan bi hestê ku xwuşka wê dengê wê bihîstibû vedigeriya malê.
Ew ê bi zimanê xwe ya dayikê qala çi mesalan nedigot ku: qêrînan, êş û windahiyan, nalîn û çiyayan, kevir û erdên zirav… Û heman demê de behsa şahî, evîn, dawet, rê û rêwîtî dikir.
Kendal guhê xwe dida erdê, li axê guhdarî dikir û dengê wê dibihîst. Ji zimanê çiyayê, baran û bayê fehm dikir.
Kendal wê bi tazîbûna xwezayî ya zimanê xwe ya dayikê ve ji cîhanê re meydan dixwest. Bêdengiya wê bo zora zimanê xwe ya dayikê bû. Li herkesî gudar dikir. Bi çiyê ve daxivit. Çiya bi wê re bi heman zimanî, bi Kurdiyeke zelal diaxivîbû.
Bayê hemû dengan, bêyî ku tevlihev bike digihand wê. Carna bi xwe re dikeniya, carinan jî bi bêdengî guhdarî dikir. Lê îro Kendal diaxivî, dixwest ku dengê wê bê bihîstin.
Dema ku Horiyaavê hêdî hêdî dimeşiya, êşeke mezin ji nişka ve wê xist nava qurfê. Êşa ku ji zikê wê heta lingên wê dida, weke êşên birûyên tengiyê re dişibiya. Bi pozê xwe bêhna xwe bi kurahî digirt û bi devê xwe hêdî hêdî vedida. Li paş xwe zivirî û hewl da ku gavên xwe bilezîne. Dîsa êşek hê xurtir hat. Ava zayînê benda li pêş hilweşand û bi axê re hevdîtin kir.
Lêdana dilê wê lez kir. Ji bo alîkariyê êdî qêrîn û hawara dilê wê bû.
Wê ji mêrê xwe re gotibû ku li ser rêya malê nan bikire û li ber tabelaya têketina bajêr li benda wê bimîne. Lê… Peyva “Lê” weke baneşanek derket holê. Xwedan ji eniya wê heta stûyê diherikî. Dîsa bi qîrîn gazî ezmên kir. Di vê erdnîgariyê de ku ji ber şermkirinê nedikarî bi dengekî bilind bikene jî, bi hemû hêza xwe diqîriya. Bi vê qîrînê, hemû dengê xwe vala kir. Hêdî hêdî rûnişt, pala xwe da darê. Êş bi hemû giraniyê xwe dida hîs kirin. Hemû kincên wê di nava xwêdanê de bûn. Laşê wê dihejiya û rengê rûyê ê bênavber diguheriya.
Di daristana din de şerê ku, di nav tevna têlênporê zirav ên zimên de olan dida, dihatin bihistin. Kendal hevalê xwe yên birîndar kişand kêleka xwe û dîsa ciyê xwe girt. Cebilxaneyê wî gelek kêm mabûn. Ji bo peyvên zimanekî tîpên dawî dijmartibû.
Ragihandin û dengên bêtêlan nêzîkê wî dibûn. Tu lêgerîna wateyê lal nîne. Kendal, dê payva dawiyê bigota.
Bi çavên xwe xwezayê hembêz kir. Ji bo ku bikaribe wek însanan bijî û azad biaxive bişirî.
Horiyaavê fêm kir ku ava wê dihat. Ji nişka ve di nava jan û êşa zayînê de xwe li erdê weke dirêjkirî dît. Jana ku ji dilê wê dihate tiştekî din bû. Ev ne heyecana zayînê bû. Mîna ku damarek ji hundirê dil hatibe qut kirin. Hewl da ku dengên daristanê bibihîze. Bala xwe da ji aliyê çiyê. Ew di nava êşê de bû. Wê fêm kir ku wê bi tena serê xwe bû û zayîn dema xwe de bû. Xemgîn bû, aciz bû, bi kelecan bû, lê niha ji ber êşê tiştekî hîs nedikir. Wê bi hemû hêza xwe ve dest bi intînî kir, xwe hejand û qîrînek pê ket.
Kendal dara dawî hembêz kir û silav da ji çûk û ewran, giya, mar û kurmikan, roj û ba û çemê Dîcleyê… Dengên metal di laşê wî de deng vedidan… Destên ku darê hembêz kiribû sist bûn. Li erdê ket, bi erdê re peyivî, li erdê maçî kir û bi aramiyeke mezzin û bê hempa bişirî. Çavên wê girtî bûn . Laşê wê ji avhewa germ, derbasî avhewa sar bûbû.
Xwîn wek avê ji eniya wê dihat xwarê, bêhna wê qût dibû. Bi kefa destên xwe ve li erdê digirt û berdida. Bi hemû hêza xwe xwe da stûyê darê. Û dest pê intîniyê kir. Gewde û hemû laşê wê dîsa bi êşeke mezin hejiya. Bêhneke kûr kişand û qêriya. Êdî li dawiyê bû, bêyî ku bizanibe dawî bû…
Bi êş û jan, bi hebûn û tunebunê de Zarok di nava xwînê de derket û dest bi giriyê kir. Horiyaavê rabû ser xwe û kurê xwe girt destê xwe. Bedena teze û piçûkê bi giyayan paqij kir. Paşê zarokê di nava pelên darê ên mezin ve pêça. Destên wê biçûk bûn. “Bila navê te Kendal be kurê min” got.
Hêsirek ji çavê wê ket li erdê.
Destpêk û dawî hevdû hembêz kiribûn.
Gava mêrê wê bi lez hat gel wan, hem zarok û hem jî dêya wî di nava ken û bişirînê de bûn.
— 0 —
/ Çeviri: İrfan Babaoğlu /











