Osman Özçelik : Li Welatê Xerebistanê

KurdiYazarlar

Li paş çiyayê Qaf, li welatê “Xerebistanê” siyasetmedarek derketibû ku tu kesî nikaribû serî pê re derxista. Muarizên “Wî” her winda dikirin. Kîjan gavê bi Wî re diketin îdîayê, pê re şerd digirtin, Ew bi ser diket û muarizan kerçika stûyê xwe dixurandin. 

Aqil di serê wan de tune bû ku careke din pê re şerd negirin. Axx! Ka ew aqil…

Êdî ji wan re bûbû wek nexweşiyekê, bêyî ku bîra tiştekî nû bibin; li bendê bûn ku careke din bi Wî re şerd bigirin û dîsa Ew, wan li ser piştê li erdê bixe.

Wî gotibû “Ez ê bibim şehremînî.” Muarizan gotibûn: “Tu li ku şehremîntî li ku… Tu nikarî bibî keya jî.” Ew bûbû şehremîniyê serbajarê Xerebistanê. Pir zengîn bûbû. Gotibû: “Ez ê bibim azayê Meclîs-î Mebûsan.” Muarizan gotibûn: “Qadî mebûstî li te heram kiriye, tu nikarî.” Çi kiribû nekiribû, kes pê nizane, bûbû mebûs. Paşê jî sermebûs. 

Di wan rojên feqîrtiyê de, jina wî jê re digot: “ Xwelî li sero, tu bi kêrî tu tiştî nayê, hema tu bi pêy gogê ketiyî, tu bi gogê dilîzî. Mêrên xelkê bûn bazirgan, tew tu nebû melayê camiyekê jî!..” Ev gotin pir pê giran dihat. “Ez ê te bikim xatûna qesir û koşk û qonaxan, meraq meke,” digot. Çavê xwe berdabû padîşahiyê, siltaniyê. Bû jî… 

Soza ku dabû jina xwe bi cih anî, jê re qesrek ava kir ku li tu welatî qesreke wisa tunebû. Ji bo bikaribe siltaniya xwe bidomîne û di qesrê de bimîne,  diviya muarizên xwe bêdeng bikira. Wisa jî kir… Êdî gewî bûbû, dest avêtibû axa welatên cîranên Xerebistanê jî. Hêviya muarizan mabû ku duwelên mezin ên dinyayê vî camêrî rawestînin. Çûn gazinên wî kirin.

Çîroka vî camêrê ku bûbû siltanê welatê Xerebistanê, çîroka Eyo anî bîra min.

Li navçeya me bi navê Eyo mirovek hebû. Navçeya me mezin bû. Nizanim, dibe ku bi me wisa dihat. Me xwe bajarî dihesiband û wek her bajarvaniyan me xwe biaqil dihesiband. Belê Eyoyê me, ji me hemûyan biaqiltir bû. Di serî de me bi vêya nedizanî, paşê paşê em têgihîştin ku Eyo dikare me tî bibe ser avê û tî vegerîne.

Eyoyê me ji şerdgirtinê hez dikir. Şerd girtina wî êdî ji hezkirinê wêdetir bûbû wek meslekekî. Tu kar nedikir ku nefeqê zarokên xwe derxe. Mirovên wî jê re digotin: “Kuro tu çima ji xwe re karekî nakî, tu ji xwe re hînî pîşeyekê nabî?” Bersîva Eyo hazir bû. “Çima? Çima ma meslekê min nîn e?” digot, didomand: “Meslekê min heye… Ez îdîakar, şerdbaz im.  Bi xelkê re şerd digrim û nanê xwe ji vî karî dertînim.” Bi saya serê Eyo em hîn bûbûn ku bi navê “Şerdbazî” meslekek heye.

Te çi bigota, Eyo ji cemaeta hazir re digot: “Hûn hene em şerd bigirin?” 

Rojekê em li qahwê bûn me ji xwe re sohbet dikir. Eyo berê sohbeta me guherî, dîsa gotibû: “Hûn hene em şerd bigirin?”

“Kuro Eyo, em ê şerdê çi bigirin? ”

“Ez dikarim çavên xwe gez bikim”

“Law tu ê çawa çavên xwe gez bikî?”

Eyo bîst dolar derxist danî ser masê. “De hûn jî deynin,” got. Qumarbazî di ruhê me de hebû. Kî ji qezenceke belaş direviya. Wele, me jî dolarên xwe danî ser masê.

Eyo mîna di ayînekê de be, bi besmele rabû ser piyan, paşê jî fatîhe xwend. Bi destê rastê çavê xwe yê çepê anî der, bir ber devê xwe û çavê xwe gez kir. Em şaşwaz bûbûn… Tu nabê, çavê wî yê çepê protez bûye. Me winda kiribû. Eyo bi kêfxweşî berê xwe dabû malê.

Rojeke din dîsa em li qahwê bûn. Eyo got: “Hûn hene em şerd bigirin?”

“Îjar tu ê çi bikî Eyo?”

“Ez dikarim guhên xwe gez bikim.”

Em jê tirsiyabûn. Em dudilî bûn. Me ji xwe pirsî, gelo ew ê bikaribe, nikaribe? Me da û stend, em fikirîn. Me qerar da, me şerdê wî qebûl kir. 

Eyo wek berê bi besmeleyê dest bi ayînê kir. Vê carê destê xwe bir ber devê xwe, diranên xwe derxist, bir, guhê xwe gez kir. Me dîsa winda kiribû. Diranên wî jî protez bûye. Em biaqil nedibûn, Eyo wisa gelek carên din jî em xapandibûn. 

Me biryar da ku em li gel maliyê îxbara wî bikin ku Eyo pir pera qezenc dike, belê bacê nade dewletê. Di wan salan de, mamûrên dewletê çi bac li kê bibiriya, bac ewqas bû. Me ji Eyo re jî got, wisa wisa… “Dê mamûrên maliyê werin bêhna te biçikînin, heyfa me ji te hilînin.”

Eyo got: “Bila werin” û tiştekî din negot. Di navberê de çend roj derbas bûn, du mamûr ketin qahwê. “Eyo ji we kî ye?” gotin. Me hemûyan bi hev re bi tiliya eşhedê Eyo nîşan da.

“Eyo! Îxbar li te bûye ku tu pir pera qezenc dikî û baca xwe nadî dewletê.”

“Bi qasî ku ez qezenc dikim, ewqasî jî winda dikim. Tu baca ku ez bidim dewletê di destê min de namîne.”

“Tu çawa qezenc dikî, çawa winda dikî?”

“Ez îdîakar, şerdbaz im, meslekê min ev e. Bi xelkê re şerd digirim, carinan qezenc dikim, carinan jî winda dikim.”

“Me meslekekî wisa nebihîstiye. Tu çawa şerd digirî?”

“Ez dikarim bi we re jî şerd bigirim.”

“Çawa?”

“Gunikên xelkê bi du hêkan e, yê min bi çar hêkan e.”

“Ma wisa dibe?”

“Heke hûn bawer nakin, em li ser bîst dolarî şerd bigirin.”

“Qebûl… De ka nîşan bide,” gotin.

“Hûn bi xwe qontrol bikin,” got Eyo.

Mamûran gunikê Eyo pelandin. Dîtin ku gunikên wî ne bi çar hêkan, bi du hêkan e.

“Eyo! Hêkên gunikê te dudo ne. ”

“Rast e. Vê carê min şerd winda kir. Hûn dikarin bîst dolarê xwe bigirin. Ma min ji we re negot ku ez carinan jî winda dikim.” Mamûr bi ufekuf ji qehwê derketin, çûn. Eyo zivîrî ser cemaeta qahwê. “De ka her kes bîst dolarî bidin.” Eyo bi wan re şerd girtibû ku: “Mamûrên dewletê ancax dikarin gunikên wî miz bidin.” Eyo dîsa qezenc kiribû.

Duwelên mezin ên dinyayê qerar dan ku herin Siltanê welatê Xerebistanê bixesînin. Paşê me bihîst ku wan jî gunikê Siltan miz dane û bi kêfxweşî vegeriyane welatê xwe.

 

 

İlginizi Çekebilir

Halil Dalkılıç : Îsmet Înonû ji Îngîlîzan re: Êzîdî Kurd in!..
Temel Demirer : Başkalaşanlardan değil, gelişenlerdendi Gülriz Sururi

Öne Çıkanlar