Felaket… Ji navekî zêdetir e. Bangek, nifrînek, an ayînek e? An merasimeke tolhilanînê ye gelo? Gelek caran aşkere bûna bêhna jengargirtî ya bajarên mezin ku di bin giraniya betonê de asîman dixeniqîne, hêrsa ku xwe li rûyê me dide der e. Û mirov, di her gavê de siya xwe ji dest dike, êdî bawer nake ku siyeke wî ya ku lê bihewe heye.
Pirtûka helbestên a dawî ya Çayan Okuduci “Feleket im” ne bi zimanê çareyê û ne jî bi zimanê xemê diaxive, ew dibêje li vir im. Em hevkariya xwe li hev kişandin û evînê bi hev re dixwînin.
Berxwedan li vê derê dest pê dike: Hin caran di nivîsa li ser dîwarekî de, hin caran di kulmên şidiyayî yên li ser çokên belengazekî de. Hin caran jî bi hêrsa aîdê zarokekî ku ne aîdî tiştekî ye, derdikeve pêş.Felaket, ne tenê hilweşîn e; felaket, şêwaza herî sotanker a bîranînê ye. Di serdema ku jibîrkirin tê ferzkirin, , her tişt bi ronahiyên spî tê jêbirin de bibîrveanîn berxwedanek e.
Bajarên mezin, ên ku bi barûyên cam ên ku li ser xirbeyan bilind bûne pesnê xwe didin. Di binê erdê de, dîrokeke veşartî, zimanên hatine dagirkirin, stranên hatine bêdengkirin hê jî dijîn. Lewra her ax a dagirkirî, bîra xwe diparêze; her gelê hatiye kolekirin, şîna xwe vediguhezîne berxwedanê.
Felaket, carinan dengê teqînek e, carinan notaya dilzîz a lorikekê ye. Zarokên axên dagirkirî, bi gotina “rojekê” mezin dibin. Ew “rojek” carinan qet nayê, carina jî wekî agir bajar dide ber xwe û disotîne. Û tolhilanîn, sosina vê çîrokê: halê sor û bi sitrî ya hêrsa hatiye çewisandin. Tolhilanîn di kevirên malên wêrankirî de, di kiteyên zimanên qedexekirî de, di hêsirên dayîkan de tê meyandin.

Felaket, ne tenê windabûna gelekî ye, di heman demê de jî ji nû ve jidayîkbûna wî ye. Her çiqas ser rûyê erdê bi potînên dagirkeran were dewisandin jî, asîman hîn jî azad e. Û her zarok, her jin, her mêr ku li ezmên dinihêre, felaketê di dilê xwe de ji nû ve dinivîse. Ji ber ku felaket, ne tenê mirinê, di heman demê de jî mana li jiyanê vedibêje.
Û vaye ev pirtûk, manîfestoyeke ku ji bo; bajarên pîs, kevirên bi xwîn yên sînor, malên wêrankirî û goristanan re hatiye nivîsandin. Felaket, li hember yên ku ji bîr dikin bibîranînek e, li hember bêdengiyê qîrînek e, li hember sertewandinê hawarek e.
Lewra tişta ku ji nav felaketê derdiçe, her car hêviyeke nû nîne—carinan tenê rûyê rût ê hêrsê, berxwedanê û azadiyê ye.
buonasera delalê
ji araqa herî biçûk piçek bahoz û felaket
min zebeş jî kir paşila xwe
penêrê qerejdaxê jî heye
bila êvar bi ser te ve neçe
hê em ê herin daweta mitriban











