Herçuqas rêwîtîya çîroka wêjeya Kurdî ya bi devkî dûr û dirêj be jî, wêjeya Kurdî ya bi nivîskî hîn can û ciwan e. Lewra di cîhana wêjeyê de li rê û rengê xwe yê resen digere, wêjeya Kurdî. Yek ji wan rêwîyên di vê xaçerêkê de jî Eyşana Beravî ye. Nivîskar, bi hevok û helbestên xwe, reng û dengekî nûjen di wêjeya Kurdî de di afirîne.
Ronî Riha:
Beravî, bi du pirtûkên helbestan û du romanên xwe, ji nuha de li qada wêjeya Kurdî xwedîya pênûsek bi hêz û hezkirî ye.
Nivîskar Ayşana Beravî di derbarê wêjeya Kurdî de, ku sîbera kevnar a wêjeya devkî bi zimanekî nûjen û vegotinên bihêz tîne ser rûpelan, bersuv da pirsên me. Li ser wêjeya Kurdî, rêwîtiya wê ya nivîskariyê û berhemên wê, me bi wê re gotûbêjek kir.
Birêz Eyşana Beravî, beşdarî û keda we ya biqîmet di helbest û wêjeya nivîskî ya Kurdî de, bi berhema we ya helbestan a yekem, “Ya Ba Ya Baran e,” û romana we ya yekem, “Buhuşta Xezalan,” nasîn û cihekî zexm di hişê xwendevanên we de avakiriye. Lê dîsa jî hûn dikarin hinekî ji bo xwendevanên Nupelê bahsa xwe, bahsa rêwîtiya we ya bi bervî wêjeya Kurd bikin gelo?
Eyşana Beravî; Diya min ez di aşîtê de anîm dinyayê. Di zivistaneke bê dîrok de ku aşîtê dîrok jêbiribû…
Rêwîtîya min a nivîsandinê digihîje zarokatiya min, ji bo zarokeke nehewîyayî bûm malbata min, ez bi pênûs, lênûsk û pirtûkan aş kirim. Min helbesta xwe ya ewil di heşt saliya xwe de nivîsand û sitrana Metran Îsa yê Mihemed Arîf Cizîrî ji banda teyibê wek nîvîskî deşîfre kir, û berî dest bi dibistanê bikim refikek pirtûkên min hebû û pirtûka min a taybet bi kurdî bû. Min xeyalek hebû pirtûkxaneyek û nivîsandin. Xeyala min a di heşt saliyê de, di bîstûheşt saliyê de pêk hat.
Em werin ser romana we ya dawîn (Nowa). Gelo hûn dikarin ji mere weneyekî Nowa xêz bikin. Mijara wê çiye û bi çi rengristê hatiye ristin û hûnandin Nowa?
Eyşana Beravî; Ji ber min nikaribû wêneyê Nowayê xêz bikim, min Nowa nivîsand, bibore Nowayê ez nivîsandim. Li gorî min di ne bextewariyê de bextewarî ye Nowa. “Heke zarokeke mirov a asteng tune be, tu hincetek mirov a nebextewariyê tune ye” dibêje Nowa. Belkî jî hebûna tune a di tunebûnê de… Lê ne mûmkûn e ez bikaribim Nowayê bi mîjarekê sînor bikim an bi rengrîstekê nasname (pênase) bikim, ji ber EM(ez û Nowa) li dij sînoran û nasnameyan disekinin û jixwe jîyan bixwe honaka herî balkêş e, welatê me jî zarokê asteng ê li ber dilê me ye, di nav vê honaka tevlihev de.
Tişta ku di pirtûka we ya herî dawî de bala min kişand ew e ku hûn bi têgihiştina demê dilîzîn. Li şûna çîrokeke kronolojîk, hûn tekezî li ser serpêhatîya psîkolojîk a demê dikin; berfirehbûn, tengbûn û perçebûna kêliyan gelek caran dîtbarin. Heman demê zimanê hatîye hilbijartin hem helbestî û hestiyar û hem jî metaforîke. Her weha bêhna destaniyê jî ji tona denge we hiltê. Ev tişt wek bi proje û bi plan pêkhat an bi deme re qelem, hevok û çîrokê xwebixwe zimanê xwe hilbijart?

Eyşana Beravî; Esil dem bi me re dilîze, divê carna em lîstikê berovajî bikin. Çawa be jîyan hevpar e.Nizanim çawa nikarim zimanê dayikê hilbijêrim, nikarim zimanê hevokên xwe jî hilbijêrim. Antoine Compagnon dibêje: “Uslûb çandek e.” Li gorî min wek sosyolojî “çand” bingeh e, kakil e- bi qalik kirin û dewlemend kirin dimîne ji endamên sosyolojîyê re. Ji bo pirtûka xwe ya dawî dikarim bêjim min uslûba xwe li çanda xwe zêdekir. Tiştekî girêdayî vê zêdekirinê bêjim- Eugène Lonesco wiha pênase dike: ” buhrana zimên.” Di buhrana zimên û çanda uslûbê de, xera kirin, ava kirin,perçe kirin, kronolojî, psîkolojî, koç, deng, zeman, mekan û tîp jixweber digihîjin hev jixwe. Tenê dimîne tu çand û uslûb û buhranên zimên bikî forma jîyana xwe, yanî yê qerexter. Lê divê em ji bîr nekin her qerexter uslûba xwe û çanda xwe bi xwe dîyar û ava dike tu tenê dibî xebatkar.
Di rêwîtiya dîroka edebiyatê de, nivîskarên jin bi saya têkoşînên demdirêj, di edebiyata cîhanê de ji xwe re cih ava kirin. Li Rojhilata Navîn, ya ku qelem û kelam ji hêla mêran ve hatiye serdestkirin, wek jinekê di gotin, fikir û azadiya remanan de astengiyên herî mezin ên ku hûn pê re rû bi rû dimînin çi ne, û hûn çawa van astengiyan derbas dikin?
Eyşana Beravî; Rast e, hîn jî qelem û kelam sînor kiri di destê jinê de ye. Tekoşînên pir reng û pir hêl jinê dibetilîne, ji hêza wê dixwe. Li Rojhilata Navîn jin bûn maratonek e li ser pirra Selatê, li serîyekî horîyên cinetê li serîyê din nurîyên cehnimê. Lê ez bi xwe belkî dikarim bêjim yek ji wan jinên bi sihûdim ku di malbateke sekûler de jîm. Lê tevî hemû şert û mercan dîsa jî jinbûn tîştê herî zêde pê serbilindim û tiştê herî zêde pê eşîya me. Astengî di hişê mirov de dest pê dike û ez wek jinekê tim min sînorên hişê xwe dane ber bê. Minnehiştiye astengiyên civakî, çandî an jî mêrkî bandorê li hişê min bike. Hîn di zarokatiya xwe de li ser felsefeya xwe ya ku “divê mirov hişê xwe bixemilîne û însan bûnewerek bi qîmet e” jîyana xwe ava kir. Ev jî hişt ku nazikiya hest û ramanên xwe biparêzim û bi qebûlên xwe astengiyan rakim. Di fikir û azadiya hest û ramananan de gava hêmaya xwe ya hişê xwe de nikarim veguherînim fîzyolojiyê wê demê bi ne azadiyê re rû bi rû dimînim, ji bo karibim wê azadiyê bi dest xim ji bedena xwe hez dikim û ruhê xwe dişînim wê fezaya hêmaya min lê.
Di çand û civaka Kurd û di erdnîgariya Kurdistanê de destan û çîrokbêjî an bi gotinî an jî bi dengbêjî cîhekî xweyî pir bi hêz û girîng heye. Gelo em nikarin bahsa heman tiştî ji bo wêjeya Kurd ya bi nivîskî bikin?

Eyşana Beravî; Belkî hîn jî em xwe nas nakin. Ji me ve tenê çîrok e. Lê ne wisa ne. Em gava çîrokê vedibêjin, em qerexter li pişt xwe, li wê ciyê çîrok dest pê dike dihêlin. Û zêdetir rola vebêjeriyê hildigirin.Heke em dinyaya hundurîn a qerexter bi xwe re nebin, yê çîroka me tenê çend gotênên rijû be. Erê, çîrokbêjî û vegotina devkî ya çanda me gelek delemend e, ku ev ji bo me dibe bingeheke xurt. Lê çi heye! Gava dengbêjên me behsa timtêl û sing û ber, şûr, mertal û şer dikin, ji wê hest û samîmîyeta bê dorpeç a ji kejîya dil tê, dibêjin- gotinan bi ruh dikin û guhdarvanên xwe diricifînin. Belkî divê em tenê wek çîrok lê nenihêrin. Estetîk û psikolojîya li pişt gotinê, belkî jî bi psîkolojîya gotinê, û hemû tiştên li pişt gotinê…
Romana azadî û serxwebûna netewa Kurd an hîn nehatiye nivisandin an jî hîn hevokên xwe yên dawî ne xemilaandîye. Gelo ev çi bandorê li ser nivîskarên hîn romana azadî û serxwebûna qewmê wî temam nebûye, dike?
Eyşana Beravî; Tiştekî bi navê romana azadiyê tune ye. Roman û nivîsandin ji xwe yek ji norm û formên azadiyê ye. Her nivîskar bi nivîsandina metnekê (romanekê) ji azadiya xwe ya hundurîn vedike. Lê belkî meriv dikare bêje ev zimanê hîn ne azad- ew jî wextê azadî azad bû wê bê nivîsandin.
…..
Di derheqê nivîskar Eyşana Beravî de:
Nivîskar Eyşana Beravî di sala 1990an de li bajarê Mûşê yê bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Nivîskarê li zanîngeha bajarê Tirkiyê yê Eskîşehîrê beşa Civaknasiyê xwendiye. Dayika law û keçekê ye. Nuha bi malbata xwe re li gundekî Mûşê dijî ku derê xwezaya Kurdistanê (Serhedê) li sibehên wê û devê pirtûkan li jîyana wê vedike. Pirtûka wê a ewil “Ya Ba Ye Ya Baran e” ji helbestan pêktê û di sala 2019an de ji Weşanxaneya Lîsê derketiye. Pirtûka wê ya duyemîn “Bihuşta Xezalan” roman e. Ew jî di 2020an de herweha ji alîyê weşanxaneya Lîsê ve hatiye weşandin. Pirtûka wê ya bi navê “Du Mohrên Nexwendî” pirtûka helbestan e û 2023an ji weşanên Zîz, û pirtûka wê ya dawî ya bi navê Nowa jî roman e û îsal (2025) ji hêla Avesta ve hatiye weşandin.












