PÎK: Daxwaza me ew e ku sala 2026’an wekî sala yekîtî û aştiya navxweyî were parastin

Kurdi

Partiya Îslamiya Kurdistan ( PÎK )sala nû pîroz kir û hêviya yekîtî û aştiya navxweyî kir… PÎK’e anî zıman ku, ji partî, rêxistin û hemû gelê Kurd sala 2026’an wekî sala yekîtî û aştiya navxweyî biparêzin…

 Peyama Serokê Giştî ya PÎK’ê  Hikmet Serbilind wusa ye:

Sersala 2026’an li hemû gelên cîhanê, taybetî li gelê Kurdistanê pîroz be. Mixabin, di sala 2024’an de Dewleta Tirk a dagirker, bi hilweşandina rejima Esad ji aliyê HTŞ’ê ve, sala 2025 jî wekî fersendekê bikar anî û li hemberî gelê Kurd ê Rojava ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj tevgerî.

Dewleta Tirk bi serokê çeteyan Ahmed eş-Şera re li dijî HSD’ê kar û xebatê dike û astengiyan derdixe da ku statuyek ji bo Kurdên Rojava çênebe. Bêyî ku fersendê ji dest bide, bi çeteyên hevkar ên xwe yên Sûrî re êrişî Rojava ya Kurdistanê dike. Dewleta Tirk hemû destkeftiyên gelê Kurd dike hedefa berjewendiyên xwe yên nijadperest.

Hemû cîhan baş dizane ku li Sûriyê tenê Rêveberiya Xweser a Rojava avahiyek e ku xwedî kapasîteya xweparastinê ye, xwe bi xwe rêve dibe û meşrûtiya xwe di nav civakê de ava kiriye. Ev mafekî Xwedê daye gelê Kurd e ku xwe bi xwe rêve bibe.

Ger gelê Kurd li Rojava çekên xwe ji dest bide, ev wê ji bo gelê Kurd bibe întihar. Dewleta kemalîst ne tenê li ser axa Kurdistanê şer dike, li her deverê gelê Kurd dike hedefa xwe. Divê hemû hêzên Kurd û gelê Kurd bi ruhê neteweyî xwedî li destkeftiyên Rojava ya Kurdistanê derkevin. Li ser me ferz e ku hemû destkeftiyan biparêzin. Komara Tirkiyeyê li ser înkarkirina bawerî û nasnameyên cuda, asîmîlasyon, sirgûn, xwîn û qirkirinan hatiye avakirin. Dewleta Tirk ji maf, edalet û demokrasiyê bêpar e.

Heya îro jî bi heman awayî berdewam dike. Bi taybetî ne tenê Tirk, hemû dewletên dagirker ên Kurdistanê li her deverê Kurdistanê li dijî gelê Kurd siyaseteke înkar û îmhakirinê dimeşînin. Hêvîdar im ev sala nû ji zilm û qirkirina zalim û dîktatoran azad derbas bibe. Pêwîstiya gelê Kurd di sala 2026’an de bi aştiya navxweyî, biratî û yekîtiyê heye.

Daxwaza me di serî de ji partî, rêxistin û hemû gelê Kurd ew e ku sala 2026’an wekî sala yekîtî û aştiya navxweyî biparêzin. Em ji Xwedayê Rehman hêvî dikin ku ev sala nû ji bo gelê me yê mazlum bibe wesîla Kurdistaneke serbixwe û azad. Ji bo hemû gelên cîhanê jî bibe wesîla aramî û aştiyê.

Serokê Giştî: PÎK – Partiya Îslamiya Kurdistan Hikmet Serbilind

İlginizi Çekebilir

ÖHD raporu: Cezaevlerinde işkence iddiaları artıyor
Erdoğan, Somali Cumhurbaşkanı Mahmud ile bir araya geldi

Öne Çıkanlar