Behice Feride Demir: Çima Rojava û Ji Bo Çi Rojhilat?

Kurdi

    Di kilameke Mihemedê Canşa da hevokeke wiha derbas dibe: “Heta Misto Kemal li Enqerê rûnê, li vê derê rihetîya me tunîne.” Helbet ev çavdêrîyeke ji jîyanê ye û bi biryardarî jî tê gotinê.

Di nav demê de li Enqereyê sîma guherîn lê sîyaseta statukoparêz  her tim di cihê xwe da ma.

    Piştî ku Amerîkayê reîsê Venezuelayê derdest kir û bir welatê xwe, statûkoya cîhana navdewletî derbeyeke bêveger xwar. Êdî eşkere ye statûkoya heyî çi qas hilweşe, ew qas ber bi xêrê ye. Ber bi xêrê ye, çimkî gelek dewlet û sazîyên heyîn, wek gotina Leyla Bedirxanê li ser “welatê here kevn”, hatine avakirin. Lewma jî heger di riknê tiştekî de xerabî hebe, wê arîk jî serê xwe negirin. Bi tevahî, ya ku Trump bi destê Maduro anî serê statûkoyê jî ev e.

    Çima ev girêdayî  Rojava û Rojhilatê ye?

   Ev 26 sal in em di vê sedsalê da dijîn û dibînin. Amerîkayê şikestina hin razberîyan bi têkbirina lîderên otorîter ve da destpêkirinê. Seddam, Qeddafî, Mubarek, El-Beşîr, Esad, Mursî û hin lîderên alî Rûsyayê di vê rêze-hilweşînê da ji textên wan hatin dûrxistin. Ev rêze-hilweşîn bû wek lîsteya nîv-çareya sedsalê. Maduro ji destpêka temamkirina nîv sedsalê ye. Ji Maduro şûn ve, wê lîderên otorîter ên mayîn tevê rejîmên xwe wê werin rûxandin û sîstema cîhana nû bikeve şeklekî din.

    Pirsa çima Rojava û ji bo çi Rojhilat jî li vir bersiva xwe dibîne.

   Rojava îro bi gelek sedemên xwe alîyê Kurdan ê herî rêxistinkirî û modern e. Axa ku Kurd pê xwe bigihînin Behra Spî jî ev der e. Cardin jî, piştî şerên li Başûr û Bakur, li Rojava destkeftiyên çanda sîvîl û pisporîya leşkerî xwe gîhandine encamên rûniştî. Heger îro şer raweste û mêtingerî têk biçe, Rojava rasterast dikare bibe navenda demokrasîya Kurdan. Helbet ev ne tiştekî hêsan e. Lê êdî Amerîka Kurdan dike aktorên nîvê sedsalê û li dijî rejîmên dîktator  wan wek barîyerên sekûler û demokratîk tehkîm dike.

     Rojava were dorpêçkirin jî, tax bên valakirin û milletê me bên koçkirin jî, xerîteyên enerjiyê  bê Kurdistanê serê xwe nagirin.

     Lewma jî Rojava û Rojhilat wek sîmetrîya rê û rêkişandina xetên demokrasî, enerjî û petrolê divê xwe bigihînin hev. Êdî zû an dereng, Kurd “him dêya xwe”  him jî wê rêya xwe bibînin.

    Lewma jî çi dibe bila bibe: Rojava deryaya me ya Spî ye, Rojhilat jî enerjîya me ye.

    Bi qewlê Virginia Woolfê: “O Western Wind”

(Ah Bayê Rojava). Bi ya min Kurd êdî bi xwe Bayê Rojava/Western Wind in.

 

İlginizi Çekebilir

Kallas: Grönland’a ilişkin yapılan açıklamalar son derece endişe verici
Nasir Rezzazî’den Rojhilat’taki Kürtler için dayanışma mesajı

Öne Çıkanlar