Serokê Partiya Îslamiya Kurdistan ( PÎK ) Hikmet Serbilind, daxuyaniyê xwe da anî ziman ku, ‘ Pîştgîrîya Rojava Erka Netewî ye”
Serbilind, erîşen ser Rojavayê Kurdistanê peyamek da û waha got:
”Her Kurd li ser wan ferz e ku ji bo gelê me yê Rojava li hember çeteyên HTS-DAÎŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker rabin ser piyan. Ereb û Tirk bi hev re şerekî kirêt li hember gelê me didin meşandin.
Divê em bi ruhê niştimanî piştgiriya gelê xwe yê Rojava bikin. Dema li Rojava bajar dihatin rûxandin û gelê Kurd bi tenê li dijî DAIŞ’ê şer dikir, hemû gelên herêmê bi canê xwe tekoşîn dan.
Îro jî eşîrên Ereb bi çeteyên HTS û DAÎŞ’ê re rê li hember gelê Kurd digirin û şer dikin. Hemû dinya bêdeng e li hember qetlîamên ku li dijî gelê me tên meşandin. Divê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, welatên Ewropî û hemû dewletên cîhanê bi lezgînî li dijî HTS û çeteyên di bin kontrola Tirkiyeyê de helwesteke zelal bigirin. Divê Neteweyên Yekbûyî berpirsiyariya xwe ya li dijî van êrîş û qetlîaman li ser gelê Kurd ê bindest bicîh bîne û bi lezgînî mudaxele bike. Bangewaziya gelê Kurd!
Werin em li her derê bi ruhê neteweyî destkeftiyên gelê xwe yê li Rojava li dijî êrîşên dewleta çete ya Sûriyeyê û dewleta Tirk a dagirker biparêzin.
Ev têkoşîn ji bo hebûn û rûmeta me pêwîstiyek e! Em wek PÎK – Partiya Îslamiya Kurdistan li ba gelê Kurdê Rojava ne û em amade ne li her deverê helwesta xwe ragihînin. Dubarê Bangewaziya me ji bo hemû hêz û partiyên Kurdan ew e ku bi yek dengî û bi ruhê neteweyî helwesteke zelal nîşan bidin.”
Serokê PÎK – Partiya Îslamiya Kurdistan
Hikmet Serbilind











