🔴Artêşa Pakistanê bi balafirên şer êrişî gelek xalên li parêzgehên Nangarhar û Paktîka yên Efxanistanê kir. Di êrişan de ku li gorî rayedarên Efxan malên sivîlan hatine armancgirtin, bi dehan kes bûn qurbanî.
Li gorî agahiyên ku kanala TOLOnews û çavkaniyên herêmî parve kirine, balafirên Pakistanê li parêzgeha Nangarharê navçeyên Xogyani, Xanî Xêl û Behsûdê bombebaran kirin.
Berdevkê Polîsên Nangarharê, Seyîd Teyîb Hemed, ragihand ku li navçeya Behsûdê mala sivîlekî bi navê Şehabedîn bûye hedef. Di encama vê êrişê de 23 endamên malbatekê di bin kavilan de mane. Hat diyarkirin ku heta niha tenê 4 kes hatine rizgarkirin û xebatên lêgerînê berdewam dikin.
Li parêzgeha Paktîkayê jî navçeyên Barmal û Urgunê bûn hedefa bombebaranê. Li gorî nûçeyan, li navçeya Barmalê bombe li ser merasîmeke dînî hatiye barandin, lê derbarê hejmara mirî û birîndaran de hîn agahiyên zelal nehatine bidestxistin.
Berdevkê Hikûmeta Efxanistanê, Zebîhulah Mucahîd, bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrişan da û Pakistan bi binpêkirina serweriya xaka Efxanistanê tawanbar kir. Mucahîd got:
“Pakistanê welatiyên me yên sivîl, jin û zarok bombebaran kirin. Generalên Pakistanê bi van tawanên li dijî mirovahiyê dixwazin qelsiya ewlehiya navxweyî ya welatê xwe veşêrin.”
Ji aliyê din ve, Wezareta Agahdarkirin û Weşanê ya Pakistanê ragihand ku wan li ser sînor 7 baregehên rêxistinên Tehrîkî Talîbana Pakistanê (TTP) û şaxa Xorasanê ya DAÎŞê (ISKP) bombebaran kirine.
Pakistan îdîa dike ku ev êriş wekî bersivek e bo teqînên xwekujî yên dawî ku li Pakistanê pêk hatine û bang li hikûmeta Kabulê kir ku rê nede xaka Efxanistanê li dijî wan were bikaranîn. Ev rageşî piştî ku roja şemiyê li parêzgeha Xeyber Pextunxwayê 2 leşkerên Pakistanê hatin kuştin, zêdetir bû.
/Çavkanî: Rûdaw/








