Şahidiya Gola Hêmo: “Kirîvê Sînan”

Kurdi

🔴Amed ne tenê bi reşahiya sûrên xwe, bi giraniya hafizeya xwe jî li ser dilê mirov datîne. Amed sibehan bi bêdengiyeke bi rengê xweliyê hişyar dibe; êvaran bi westandineke sor lal dibe. Kevirên bazalt xwe dirêjî rojê dikin, tevahiya rojê ronahiyê dimijin û gava şev dadikeve, wê tariya ku di hundirê xwe de civandine paşve didin. Ew tarî ne tariyeke asayî ya şevê ye; tariyeke wusa ye ku diçe nav kezeba mirov, heta koka hestiyan dimeşe û mirov nikare nav lê bike. Di vê bajarî de bêdengî bixwe jî bi dengekî bilind dipeyive.

Çemê Dîcle gava di nav bajêr re derbas dibe ne tenê avê, şînan jî hildigire. Duayan hildigire. Sîbera evînên nîvco, rayerên neqediyayî hildigire. Di nava çavên kalên ku li qeraxên wê rûniştine de bîranînên civandî digire û hêdî hêdî bi dû xwe re dikişîne. Carinan li ser avê lerizîneke zirav çêdibe; mirov nizane ev ji ber bayê ye an ji ber raboriyê ye.

Di heman kolanê de, dengê çakûçê hosteyekî Ermenî tevlî dengê enstûya hesinkarekî Misilman dibû. Dengê çakûç mîna dengê zengilan olan dida; rûyê hesinê ku di agir de sor dibû, dişibiya qedera mirovan. Sebra beratşekî Suryanî, bêyî ku bi duaya sibehê ya şivanekî Êzîdî bikeve nedibelaşî. Duayên ku bi zimanên cuda dihatin kirin ber bi heman asîmanî ve bilind dibûn, li ser heman axê dihatin ser çokan. Ol ji hev cuda bûn lê ax yek bû. Ba yek bû. Êş yek bû. Û carinan şahî jî yek bû — şahiyeke kurt, tirsok û zûvemirî.

Li başûrê rojavayê bajêr, Çiyayê Qerejdaxê yê ku kevirên lawê yên reş ber bi asîman ve hildane, dirêj dibe. Gava mirov ji dûr ve lê dinêre, mîna dêwekî razayî ye; gava mirov nêzîk dibe heybeteke wusa li ser mirov datîne ku dilê mirov dişidîne. Rûyê hişk ê bazaltê reş, mîna sebra ku xwe sipartibe asîman radiweste. Gava bihar tê, di nav wan kevirên qat qat reş de kulîlkên serhişk derdikevin: binefşî, zer, spî… Te dît qey serhişkiya kevir û hêviya kulîlkê bi hev re dikevin pêşbaziyê. Bêhna cehterê tevlî ba dibe; heta hewşên gundan dadikeve. Li destên jinên li ber tendûrê, li porê zarokan û li xoriya pez diqewime.

Bi hatina biharê re kerî ber bi deştê ve tên berdan. Berxik gava li diya xwe digerin ji bo şîr bimin, bi dengê xwe bêdengiya çiyê diçirînin. Li wan dangan, dengê Bilûra şivan ku meqamên Delal û Qerê lala lê dide zêde dibe. Nefesa kederê ya bilûrê bi hûre hûra bayê re dibe yek. Bêrîvanên ku bi sitilan tên beriyê, li ser milên xwe ne westandina rojê, bereket û xêra biharê hildigirin. Keçik û bûkên ku bi xilçan kerengan didin hev, bi van stranan li çiyê digerin. Her dengek, her bêhnek û her rengekî ku li quntara çiyê olan dide; melaîna mîhan, bangkirina berxan, sîziniya bilûrê û gavên jinan… Hemû bi hev re, li quntarên Qerejdaxê orkestraya herî mezin a cîhanê ava dikin.

Zivistan qediya ye, lê rojên pêşîn ên biharê ne, li serê çiyê hêj berf neheliyaye û Qerejdax wekî bûkekê xuya dike. Lê di bin wê kirasê bûkaniyê de, qaîdeyên hişk ên ku li ser bîra axê hatine kolan, sondên bêdeng û tore û edetên neguherbar hene. Ev çiya evînan mezin dike; lê piranî jî di nav singa xwe de dixeniqîne. Asoya mirov fireh dike, nihêrîna li asîman fêrî mirov dike; lê hundirê mirov teng dike. Çimkî li vê erdnîgariyê, evîn ne tenê di navbera du kesan de ye. Di navbera malbatan de ye. Di navbera eşîran de ye. Di navbera rûmet û tirsê de ye.

Û di sîbera çiyê de, avek heye ku ba jî tê de bi dengekî nizm digere: Gola Hêymo. Xelk jê re Gola Hêmo jî dibêje. Navê golê bixwe jî bi pistepist tê gotin; te dît qey gava bi dengekî bilind bê bilêvkirin, kûrahiya avê dê birîndar bibe.

Ava golê zelal e; wusa zelal e ku masî ne di nav avê de, qey li ser ronahiyê melevaniyê dikin. Polikên wan ên spî tîrêjên rojê digirin û paşê berdidin. Zarok li ber qeraxê dikevin ser çokan, destên xwe dixin nav avê; lê sarbûna avê ne tenê li çermê wan, li hundirê wan jî dixe. Li ser rûyê avê pêlên nazik û hûr hene. Te dît qey av hay ji xwe heye ku dilê xwe neêşîne. Te dît qey her livînek ditirse ku bîranîneke raboriyê şiyar bike.

Lê di bin vê zelaliyê de, tariyek heye ku çav nagihêjiyê. Valahiyek ku raman bi lerizîn jê vedigere… Gava mirov li golê dinêre rûyê xwe dibîne; heke hinekî din bi baldarî lê binerê, li pişt rûyê xwe rûyên din dibîne. Rûyê zarokên windabûyî, yê evîndarên ku negihîştine hev, yê yên ku navên wan nayên hildan.

Gola Hêmo hem gazî mirov dike hem jî mirov ditirsîne. Hem vedişêre hem jî tîne bîra mirov. Ava wê zelal e lê hafizeya wê şolî ye. Hinek şevan gava heyv dikeve ser golê, li ser rûyê avê rêyeke zîvîn diyar dibe. Gundî li wê rêyê dinêrin û lal dibin. Çimkî dizanin: Ev gol ne tenê tîbûnê dişikîne.

Hinek av sirran vedişêrin.

Hinek av nikarin sirran bigirin.

Tê zanîn ku li Amedê bîranîn herî zêde di kevir de dicivin. Lê belê, barê herî giran av hildigire. Kevir disakine; av bi bîr tîne. Û her ku bi bîr tîne, kûrtir dibe.

Rojekê, wê ji wê kûrbûnê çîrokek bilind bibe.

Çîroka evînekê ku bi sondê tê ceribandin.

Û ew çîrok, wê ji pêla herî piçûk a li ser rûyê gola hênik jî bitirse.

I

Destpêka salên 1950’yan…

Mij û morana sibê ya ku dadiketa ser rûyê Qerejdaxê, wekî lihêfeke giran li ser gundan radixist. Ax reş, asîman fireh, qeder jî teng bûn. Li gundê Çipiniya Tela jiyan wekî kerwanekî giran dimeşiya; ne lez dikir, ne jî radiwestiya. Mirovan bi ezana sibê re çavên xwe vedikirin, heta reşahiya êvarê dixebitîn, paşê jî westandina xwe li ber tendûran bi bêdengî dihîştin. Lê di bin vê bêdengiyê de her tim tiştek dilivî: nefesa sar a tora (urf û adetê).

Sakîne li wî gundî ji dayik bû. Şeva ku ew hat dinyayê, ba û bahozê kulek û qatên xênî bi saetan hejandibûn. Dema diya wê cara pêşîn ew girt hembêza xwe, tiliyên xwe di tasek av de kir û li eniya wê xist, got: “Bila qedera vê keçê wekî avê be.” Ew gotin, li dîwarên odeya ku ji dayik bû ket û ma. Piştre li reşahiya porê wê yê wekî komirê nêrî û axînek kişand: “Wê qedera wê jî reş be.”

Li wan axan, gotin carekê ji dev derket, êdî dibû qeder. Her hevoka ku dihat gotin, girêkek bû ku bi ser paşerojê ve dihat avêtin.

Dema Sakîne mezin dibû, tu kesî nikaribû rengê çavên wê pênase bike. Digotin “Çavbelek ê”, lê di wan çavanan de ne zerahiya axê, şikestina payîzê hebû. Dema dinêrî, wekî ku naxwaze kesî biêşîne wisa dinêrî. Wekî ku dinya jixwe têra xwe şikestî bû û heger ew jî dest bideyê, wê parçe parçe bibe. Dema diaxivî, dengê wê wekî bayê ku li latê dikeve û nerm dibe, sivik bû. Dema dimeşiya, bi dawa fîstana xwe erd maç dikir; wekî ku ji cihê lê dipele lêborînê bixwaze gav diavêt. Di zarokatiya xwe de jî li ser rûyê wê libendemayînek hebû. Rûyê wan kesên ku nizanin li benda çi ne, lê her tim li bendê ne.

Ew, keça yekta ya Ayîbê Mamo bû. Gula malbateke Misilman. Bavê wê dema li keça xwe dinêrî, hem serbilind dibû hem jî ditirsiya. Çimkî li vê erdnîgariyê keçeke bedew, hem nîmet bû hem jî îmtîhan. Diya wê her sibê dema porê wê dihûnand, di bin lêvan de dia dua dikirin. Duayan qederê nedişand paş ve, lê tenê dilê mirov hênik dikir.

Sînan jî ji gundê Golya Îndarî bû. Kurê eşîra Îndarî bû. Zarokê eşîrê bû. Ev peyva tenê, barê ku roja hatî dinyayê li ser milê wî hatibû danîn bû. Bavê wî zilamekî çavtûj bû ku peyvên xwe bi tirsonekî xerc dikir. Diya wê jineke wisa bû ku li ser tendûrê bi şevan kilam û şîna dilê xwe digot; dengê wê nizm, lê hundirê wê şewitî. Sînan hê zarok bû, di çavên wî de xemgîniyeke ku zû mezin bûbû hebû. Hinek zarok dema lîstikan dilîzin jî naxeyîdîn (ken nakin); çimkî di hundirê wan de tiştekî wisa heye ku bi lîstikê sivik nabe.

Bejnê dirêj, milê wî fireh bûn. Li ser pişta hespê wekî şûr rast disekinî. Dema bi hespê xwe yê spî di riyên gund de xuya dibû, zarokan li pey dibezîn, kal û pîran serê xwe radikirin. Navê wî bi mêrxasî dihat nasîn. Digotin “heger wî sozek dabe, sî ya wî sozî jî nakeve erdê.” Lê tu kesî nedizanî ku ew bi şevan derdikeve hewşê, li asîmên dinêre û di dilê wî de çi derbas dibe. Mirov herî zêde dema bi hêz xuya dike, bi tenê dimîne.

Dema Sakîne û Sînan ji dayik bûn, her du malbat bibûn kirîv. Bavê Sakîne kirîvtiya Sînan kiribû. Wê rojê her kes şa bibû, li ser qayîmbûna girêdana her du malan dipeyivîn. Li ser wê axê Kirîvî, wekî biratiya xwînê dihat hesibandin. Dihat wê wateyê ku tu ji heman ocaxê bî, bi heman şînê bigirî, li ser heman sifreyê nan parve bikî. Lê tu kesî wê rojê neanîbû bîra xwe ku qedera wan her du pitikan wê rojekê di nav hev de bê hûnandin.

Kirîvî li van axan hem nêzîkayî bû, hem jî qedexebûn.

Hem biratî bû, hem jî dîwar.

Mehra kirîvan li hev nedihat birîn. Toreyê vê yekê pîroz dihesiband; binpêkirina wê wekî mirinê didîtin. Bi vî awayî du mal hem dibûn nêzîktirîn, hem jî diman dûrtirîn. Li ser heman sifreyê rûdiniştin, lê nedikarin serê xwe deynin ser heman balgîyî. Di heman derî re diketin hundir, lê nedikarin bi hev re ji heman bergehê derbas bibin.

Her ku Sakîne û Sînan mezin bûn, dûrahiya navbera wan jî mezin bû. Ew dûrahî bi çavan nedihat dîtin, lê di her nihêrînê de dihat hîskirin. Di cejnan de di heman hewşê de bûn, di nav qerebalixiyê de bêyî ku destê wan li hev bikeve derbas dibûn. Heger sî ya destê yekî biketa ser yê din, wekî ku asîman hinekî din tarî bibe wisa dibû.

Rojeke havînê, dema bayê ku ji Qerejdaxê dihat toz û ax radikir, çavên wan li hev ketin. Wê gavê, tiştekî ku bi salan bêdeng mabû, hat ser zimên. Lê tu deng dernexist. Çimkî li van axan navê hinek hestan nedihat danîn. Tiştê ku nav lê dihat danîn, an dihat kuştin an jî dihat veşartin.

Sakîne wê şevê raneze. Avê ku diya wê li eniya wê xistibû anî bîra xwe. “Wekî avê…” gotibû diya wê. Lê av ne sivik bû. Av carna kevir qul dikir. Carna kevir bi xwe re dikişand. Carna jî xwe dixeniqand. Belkî qedera wê jî wê wisa biba: Bêdeng lê hilweşîner.

Sînan jî wê şevê dema destê xwe bi ser bijî yê hespê xwe yê spî de dikişand, li dûrayan nêrî. Valahiya di hundirê wî de cara pêşîn navek dîtibû. Lê bilêvkirina wî navî jî qedexe bû. Çimkî kirîvî, xêzeke nediyar bû ku di navbera du dilan de hatibû kişandin. Heger ew xêz bihata derbaskirin, ne tenê du mirov, du malbat, du bawerî, du dinya wê bihejiyan.

Di wan rojên giran ên salên 1950’yan de, li gundên binê Qerejdaxê jiyan hêdî diherikî. Lê qeder lez bû.

Û qeder, pir caran di nav taseke avê de veşartî bû, ya ku roja mirov ji dayik dibe li eniya wî didin.

II

Sibeheke payîzê bû.

Mij û dûman bi ser qonaxên Qerejdaxê de hatibû xwarê; qiraviyeke tenik ku şevê bi bîr dixist, dabû ser giyayên zerbûyî. Erd, dema pê lê dihat, mîna ku sirreke kevin hîs bike dihaşînî; ba, dema di navbera kevirên de derbas dibû, şîneke zirav bi xwe re dianî.

Sakîne, bi sitila sifir di dest de, ji şiverêyê daket jêr. Qulpa sitilê kefa destê wê dişewitand; lê wê ew şewat hîs nedikir. Di hundirê wê de agrekî girantir hebû. Axpaniya zer a zêrîn ku dabû serê xwe, di ronahiya sibeha bêmecal de dibiriqî; şala hevrîşim a li ser milê wê bi bayê re hinekî dilerizî. Gola li jêr, mîna zarokekî ku hîn şiyar nebûbe, aram û sekinî bû. Ava wê tarî, kûr û mîna ku sirran veşêre bû.

Sakîne çökand. Dema çongên wê li erdê ketin, mîna ku dilê wê jî li erdê ketibe. Ew kêliya ku sitil bera nav avê da, rûyê golê hinekî şikiya; xelek fireh bûn, her ku fireh bûn dûr ketin. Di nav wan xelekan de pêşî rûyê xwe dît. Paşê tirsa xwe. Paşê jî bendewariyeke ku navê wê nedizanî.

Tam di wê gavê de dengê nalên hespan hat.

Li dûr, dengê hesinê ku li kevir dikeve, dengekî giran û tîr.

Mîna nûçeyeke ku ba bi xwe re tîne.

Sînan dihat.

Bijî yê hespê wî di bayê sibehê de ba dida, bi her gava wî re ax hinekî din radibû. Roj dema ji pişt çiyê hiltat, li rûyê wî xist; çavên wî di bin siyê de tarî bûn. Ji bo bîskekê, ronahiya ser rûyê golê wisa lerizî ku qey tu dibêjî ji nêrîna wî çêbûye.

Sakîne serê xwe rakir.

Li hev nêrîn.

Wê gavê dinya biçûk bû. Mij belav bû, ba sekinî. Rûyê golê jî nelerizî. Dem, di navbera du nêrînan de asê ma; ne karî biçe pêş, ne jî karî vegere paş. Her tişt li hewa ma. Çivîkekê perçelixandin ji bîr kir. Pelgekî ketina xwe taloq kir.

Sînan ji hespê xwe peya nebû. Lê bi pêş de jî neçû.

Du gav bişanda, wê bibûya guneh.

Du gav paş de bikişanda, wê bibûya poşmaniya temenekî.

Dema Sakîne sitilê ji avê derdixist, destê wê lerizî. Siyeke bilerz ket nav avê. Xelekên golê fireh bûn; di nav wan xelekan de du ciwan, bêyî ku qedera xwe bizanibin, ketin daxê hev. Felaketeke ku hîn navê wê nehatibû danîn, bi bêdengî ket navbera wan.

Evîn, carinan bi nêrînekê tenê qedera temenê mirov diyar dike.

Û carinan ew nêrîn, temenê mayî dike şewatekê.

Wê rojê neaxivîn.

Zimanê gund tûj bû. Dîwarên xaniyên kevirî guhdar bûn. Bayê jî, gava peyvek bi dest bixista, êvarê li ber koxê (ocaxê) dihîşt. Gotin, nêzikatiyeke qedexekirî eşkere dikir. Lê nêrîn hîn bêguneh dihat hesibandin. Çimkî şahidên nêrînê tune bûn; tenê dil hebû.

Roja din dîsa hatin.

Sakîne av tijî kir.

Sînan hespê xwe av da.

Gotinên wan kêm bûn.

Nêrînên wan dirêj bûn.

Du siyên ku diketin ser rûyê golê, nêzî hev dibûn lê qet nedigihîştin hev. Wisa xuya dikir ku avê xêzeke nedîtî kişandiye navbera wan. Golê dizanibû: Ev nêzîkatî, dema li dilê kevirî yê gund bikeve, dê bişkê.

Di nêrînên Sînan de biryareke dûr hebû. Siyeke giran a malbata wî li ser milên wî bû, dengê bavê wî di guhên wî de deng vedida: “Ew keç nakeve vê malê.”

Di hundirê Sakîne de jî, sermaya ava ku diya wê salên berê li eniya wê dabû hebû: “Qedera vê keçê mîna avê dibe.”

Lê av, carinan diherike; carinan jî di fetisîne.

Rojekê, ba sertir lê da. Giyayên zer serên xwe tewandin. Hespê Sînan nerehet bû. Sakîne dema cer tijî dikir, av jê rejiya; lofikên fistanê wê şil bûn. Sermayê ji çongên wê ber bi jor ve meşiya. Ya ku di hundirê wê de rûnişt ne tenê av bû. Hîskirin, mîna lerizînekê pêşî dikeve dilê mirov.

Sînan wê rojê ji hespê xwe peya ne bû.

Erdê, giraniya her du gavan bi hev re hilgirt.

Di navbera wan de bi qasî nefesekê mesafe hebû.

“Ne yê,” got Sakîne, dengê wê ji fîsekê jî ziravtir.

“Eger bêm, nikarim vegerim,” got Sînan.

Dengê tu kesî ji wan nelerizî. Lê dilên wan mîna kevirên binê golê ji cihê xwe leriizîn.

Wê gavê golê siyên di hundirê xwe de daqurtandin.

Ewrekî rûyê rojê girt.

Ba dîsa dest bi axaftinê kir.

Û her duyan jî fêm kir: Ev bêdengî dê dirêj neke. Gund ji bêdengiyê hez nedikir. Evîn, her ku dihat veşartin mezin dibû; her ku mezin dibû dihat dîtin.

Wê rojê dîsa ji hev veqetiyan.

Lê veqetîn, carinan ne dûrketina du bedenan e.

Carinan veqetîn, li heman cihî man û nekarîna destê hev girtin e.

Dema Sakîne zivirî malê, diya wê li çavên wê nêr û tiştek nepirsî. Çimkî hinek agir hene, ji ronahiya rûyê mirov têne fêmkirin. Sînan wê şevê dema hespê xwe li axurê girêdida, weris ji ya lazim şidandtir kişand. Tiliyên wî xwîn bûn. Demekê li xwîna li kefa destê xwe nêrî. Fikirî ku dê evîn jî wisa be: Dema tu bigirî dê bişewitîne, dema tu berde dê hîn bêtir biêşîne.

Gol sibehê dîsa li wir bû.

Çiya dîsa bêdeng bû.

Lê êdî tu tişt mîna berê pak û bêguneh nedihat xuyakirin.

Çimkî qeder, gava carekê ket navbera du nêrînan,

êdî bi hêsanî ji wir dernediketiye.

III

Siya Kirîvtiyê

Dema bihar hat, gol heman gol bû.

Lê êdî tu tişt wekî berê ne bû.

Ew hevdîtinên bêdeng ên bi rojan ajotin, di kûçeyên teng ên gund de bûn pistepist. Gotin, gava ji devekî derbasî devê din bû, girantir bû.

“Sinan li ber golê bi keçikekê re dicive…”

“Keçik ji Çıpyanya Tela ye…”

Gava nav gihan hev, rastî derket holê.

Kirîvê hev bûn. Ev peyva tenê, qedereke reş bû ku ketibû navbera her du dilan.

Sinan wê şevê raneza. Gava çavên xwe digirtin, rûyê Sakînê dihat ber çavan; piştre rûyê sar ê tore yê (toresê) diket navbera wan. Evîn agirek bû, lê tore bayekî wisa bû ku xwelî jî li pey xwe nedihişt.

Dotira rojê li ber golê gihan hev.

Vê carê di nêrînên wan de bêgunehiya roja ewil tune bû.

“Bihîstin,” got Sakînê.

“Em kirîvê hev bûne…”

Gol giran bû. Ba bêdeng bû. Masiyên spî daketin kûrahiyê.

“Çi dibe bila bibe, ez li benda te me,” got Sinan.

“Ev evîn ji bo me heram e,” got Sakînê.

Dîsa jî hatin.

Lê êdî her hevdîtin dişibî xatirxwestinekê.

Gund razan nedişart.

Êvarekê ji gundê Qazan a Ereban ji eşîra Heddadî malbatek hat. Sakînê xwestin. Qehve hatin vexwarin. Gotin hatin pîvandin. Di malê de dadgeheke nediyar hat avakirin.

Bavê Sakînê serê xwe xwar kir.

Firaqî kirîvtiyê kir.

Firaqî toreyê kir.

Nikarîbû li çavên keça xwe binêre.

Wê şevê Sakînê nekarî dakeve ber golê.

Sinan li bendê ma. Roj çû ava. Heyv ket nav avê. Sakînê nehat.

Dotira rojê qefleya bûkê derket.

Def hatin lêdan; her derbek di sînga Sinan de olan da. Rûyê Sakînê di bin xêlyê de bû. Hêsirên wê ber bi hundir de diherikîn.

Sinan, li quntara Karacadağê sekinî.

Gelo gavek bi avêta, qeder dê biguheriya?

Na.

Kirîvê hev bûn. Tore, li ber evînê deriyekî ji hesin bû. Ew derî ne bi wêrekiyê ne jî bi hêsiran vedibû.

Gol bêdeng bû.

Avê navê her du ciwanan di kûrahiya xwe de veşart.

Evîn carinan bi nêrînekê dest pê dike.

Carinan bi peyvekê diqede.

Û hinek peyv hene, ji temenê mirov girantir in.

IV

Hafizeya Axê

Sakîne du salên zevaca wê temam bibû û bibû dayika keçek jî.

Piştî du salan rojek, Sakînê bi tîrêja sibêra bê deng ma.

Mal mezin, hewş fireh, dîwar stûr bûn. Lê mirin tiştekî zirav bû; ji dîwaran herikî, li qeraxa balîfê rûnişt û tevlî rîşiyên porê wê bû. Agirê şevê hîn jî li ser eniya wê dilerizî. Bayê ku li ber kembera pencerê dixist, wekî ji Karacadağê qetiya be sar bû.

Mêrê wê li ber serê wê rûniştibû. Zilamekî baş bû. Destên xwe bi wî xof û neçariya zilaman, danîbûn ser çogên xwe. Başî carinan berstûka deriyekî ye; mirov jê derbas dibe lê nagihêje hundir. Evîn hinekî din e, mirov di hundirê xwe de dide meşandin. Kevirên wê rêyê tu carî li lingê Sakînê neketibûn.

Keçika piçûk di tîrêjên ewil ên sibê de hişyar bû. Li rûyê diya xwe nêrî. Zarok mirinê nazanîn; tenê bêdengiyê nas dikin. Destê xwe da rûyê diya xwe. Pêşî ew sermayî wek lîstikekê dît. Paşê bêyî ku fêm bike, girıya. Ew girî, li kevirên hewşê ket û ber bi asîman ve bilind bû.

Sakînê şûştin. Porê wê dîsa gurz bi gurz weşiya. Jina ku ew dişûşt, got: “Guneh e, hîn ciwan bû.” Ciwantî, tiştê ku ax herî pir jê hez dike ye; zû distîne, dirêj vedişêre. Kefenê spî zirav bû. Wek sînga zirav a Sakînê. Ew sînga ku bi kuxikê parçe bibû, êdî bêdeng bû.

Dema darbest ji hewşê derket, ba bîskekê sekinî. Wekî ku Karacadağê jî serê xwe xwar kiribe. Jinekê, lêvên xwe xist nav diranên xwe û pistand: “Nexweşiya esil, hesret bû.” Kesî li ber xwe neda.

Axa ku lê hat veşartin şêdar bû. Bi her derba kulingê re, borî hinekî din hat nixumandin. Lê hinek çîrok nayên veşartin; reh berdidin. Evîna Sakînê jî wisa bû. Wek rehekî jehrî mezin bibû, di dawiyê de dilê wê dorpêç kiribû. Niha ew reh di bin axê de bû. Lê jehra wê hîn jî di nav bê de bû.

Şev ku ket, di nav malê de kêmasiyek geriya. Keçika piçûk di xew de nalî ya. Di xewna xwe de li qeraxa golê keçikeke ciwan dît. Keçikek ku porê wê di bayê de dihejiya, çavên wê li dûr dinêrî. Ciwantiya diya wê. Wek ava golê zelal, wek binê golê kûr.

Ewên ku wê şevê bi bîr tînin, gotinên dawî yên Sakînê jî bi bîr anîn. Ew ayîda (kilama) ku di nav êşa êgir de dinaland… Dengê wê şikestî, nefesa wê nîvco bû. Ew strana ku wê zen di kir kes nabihîze, lê li dilê her kesî rûnişt:

“Lolo Sînan dorê bira bi hata nexweşî ya sork û xurî

Erê bira li qazaniya ereba sala îsal bi hêwirî

Ezê destê xwe li ber rebê alemê Xana keremê xwedî yê neemê vekim

Ezê bêjim yarebî miradê min bi Sînanê kirîv ne bû,

Erê bira yekê qirika Sakîna yê Ayibê mamo de were lo sînano bira pê bi mirî .”

Gotinên wê nîvco man.

Lê hinek nîvco, ji yên temamkirî girantir in.

Roj derbas bûn. Di hewşê de jiyanê dîsa xwest bimeşe. Cil hatin daliqandin, hevîr hat strandin, nan hat pijandin û av hat kişandin. Lê di quncikekî malê de her tim siyek hebû. Her jina ku li ber neynikê sekinî, bîskekê zenkir ku wê keçika li ber golê dîtiye.

Keça wê mezin bû. Bi bîranîna porê diya xwe, porê xwe honand. Wekî ku bixwaze ew hevoka nîvco ya diya xwe temam bike, wisa jiya. Ew pistepista Sakînê ya ku digot “Tu nîvco nemîne…”, wek xêzeke zirav di qedera zarokê de hat neqşandin.

Û di her bayê ku ji Karacadağê dihat de, li qeraxa golê siyek dihat xuyakirin. Jineke ciwan, bi xemgîniyekê li asoyê dinêre. Siya wan kesên ku evîna wan nîvco maye, dirêj dibe.

Sakînê di temenê ciwan de ket bin axê.

Lê hesreta wê, li ser axê ma.

V

Nûçe, wek bayê zivistanê gihîşt Sinan.

Ne dengê deholê hebû, ne jî şîn û girî; tenê hevokek di şiklê pistepistê de:

“Sakîne mir…”

Wê gavê rûyê wî wek kevir cemidî. Serê hepsarê hespê xwe yê spî kişand, bêyî ku li kesî binêre berê xwe da Gola Hêmo. Gava dengê nalên hespê li axa hişk diket, lêdana dilê wî jî zêde dibû.

Gava gihîşt ber golê, hêza çogên wî nema.

Qêrîn neavêt.

Negirıya.

Demeke dirêj li avê nêrî.

Gol bêdeng bû. Pêl li qeraxê diketin lê tu bersiv nedianîn. Wekî ku avê êşa wî kişandibe hundirê xwe; lê nedihişt vegere. Sinan wê gavê cara ewil fêm kir ku hundirê mirov jî dikare wek golekê kûr û tarî be.

Wê rojê roj çû ava. Lê roja di hundirê Sinan de careke din hilnehat.

Bawer nekir. Peyva mirinê ji bo wî zimanekî biyanî bû. Li cem navê Sakînê nedihat xwarê.

Her roj hespê xwe ajot ber golê.

Û li ber avê ji xwere digot;

Belkî bê.

Belkî ji avê siyek derkeve.

Belkî ba porê wê bîne.

Li qeraxê rûdinişt, li masiyên spî dinêrî. Tiliyên xwe dixistin nav avê û dipistand:

“We ew dît?

Beriya ez bêm, ew hat?

Navê min pirsî?”

Masiyên di nav avê de bîskekê diçirizîn, paşê winda dibûn. Wî ev windabûn wek nîşanekê dihesiband. Di her livîna golê de li navê Sakînê digeriya.

Lê Sakîne nehat.

Çi qas hebe, tenê di xeyala Sinan de, di wê xêza zirav a navbera xew û şiyariyê de xuya dibû. Di xewna wî de porê xwe dihoniya û jê re digot “tu dereng mayî”. Sinan her carê destê xwe dirêj dikir; lê gava hişyar dibû, tenê sibeha sar didît.

Zeman li ser wî nesekinî. Lê Sinan di nav zeman de winda bû.

Piştî demekê gund terikand. Ket nav deşt û çolan. Hat gotin ku di rêyên çiyan de bi tena serê xwe dimeşe, bi gihayên hişk re dipeyive. Malbata wî li her derê lê geriya. Herî dawî gotin ku ew li derdora Wêranşarê (Viranşehir) dîtine.

Porê wî dirêj bibû. Çavên wî li valahiyê asê mabûn.

Dinêrî, lê nedidît.

Gava ew anîn gund, êdî ne zilamekî sax bû. Nan nediwar, nedipeyivî; bi şevan ji nişka ve radibû û dixwest ber bi golê ve bimeşe. Bi darê zorê ew digirtin.

Li qeraxa golê li ser çogên xwe rûdinişt, bi masiyên spî re diaxivî:

Digot “We dît,”.

“Hûn şahid in…”

Gundiyan serê xwe werdigerandin, zarokên xwe jê dûr dixistin. Digotin “dîn bûye”. Lê belê, ev ne tiştekî din bû; tenê nekarîna evîneke nîvcomayî bû ku li ser rûyê erdê cih bigire.

Sal derbas bûn. Demsal guherîn. Lê demsala di hundirê Sinan de her tim zivistan ma.

Sibekê, navê wî û dengê wî jî ji gund hatin jêbirin. Êdî kesî behsa wî nedikir. Ew jî jixwe nedipeyivî. Çavên wî şibiyabûn pêlên ser rûyê golê: lerizok û kûr.

Carinan bi şevan ji mala xwe derdiket û ber bi golê ve dimeşiya.

Gava ba ji piştê ve dihat, wî zen dikir ku dengê lingên Sakînê ne.

Pelê çinareke bişiyaba, dipistand “hat”.

Lê tu tişt nehat.

Rihê Sinan wekî ku berê li golê hatibe hiştin bû. Bedena wî tenê qalikek bû. Mirov gava tistê ku jê hez dike dide axê, hinekî xwe jî vedişêre; wî beşa xwe bi temamî veşartibû.

Sibekê, gava roj hiltat, bi bêdengî mir.

Ne qêrînek avêt,

ne xatir xwest.

Li ser rûyê wî aramiyeke ecêb hebû. Wekî ku gihîştibe wê dera ku bi salan e lê digere. Gundiyan ew di temenê ciwan de dan axê. Yên ku li gora wî dinêrîn, gotin “evînê ew kuşt”. Hinekan got “aqil ji serê wî çû”. Hinekan jî tenê bêdeng man.

Wê rojê gol bi rengekî neasayî aram bû.

Ba nedihat, av nediliviya.

Jineke pîr pistand: “Wî rihê xwe pir berê li golê hiştibû.”

Û tê gotin ku piştî wê rojê, carinan li qeraxa golê du sî tên dîtin. Yek zilamekî ciwan ku li cem hespekî spî sekiniye; ya din siyek zirav ku di nav avê de diyar dibe.

Belkî ev efsaneyek e.

Belkî tenê hafizeya gund e.

Lê her kes vê yekê dizane:

Hinek evîn di bin axê de nayên veşartin.

Hinek ji wan tev li avê dibin.

VI

Gola Hêmo piştî wê rojê êdî ne tenê av bû.

Bibû bîranînek. Bibû libendemayînek. Bibû bêdengiyek.

Şopên hespê spî yê Sînan zûda ji beravê hatibûn paqijkirin; lê Gola Hêmo sanki hîn jî giraniya wan gavan hildigirt. Gava tîrêjên ewil ên sibehê li rûyê golê diketin, av ne wekî camê zelal bû; sanki te di pişt tûreke tenik re lê mêze dikir, wusa mijdar bû. Gundiyan digot qey ji ber bayê ye. Kal û pîran serên xwe hejandin û gotin: “Na, ev şina avê ye.”

Şivanan dest bi vegotinê kirin. Pêşî yekî got min ditiye. Paşê yekî din. Piştre di devê her kesî de heman dîmen geriya: Li ser rûyê golê du masiyên spî.

Ji tariya avê hêdîka hildikşiyan, li kêleka hev radiwestiyan, paşê xwe li hev dixşandin. Wekî ku hevdu bipevisin. Wekî ku bixwazin bawer bikin. Dayire xêz dikirin, xelekên zirav li ser avê dihîştin. Ew xelek fireh dibûn, digihîştin beravê û di nav qamişan de winda dibûn. Paşê her du masî bi hev re, bêyî ku ji hev biqetin, di heman demê de diçûn kûrahiyê.

“Sînan û Sakîne gihîştin hev,” got şivanekî kal êvarekê. Dengê wî nehejiya lê gava li golê nêrî, çavên wî li dûr ma bûn. Sanki di nav avê de dawetek dîtibû. Sanki di kûrahiyê de nîkahek hatibû birîn ku tu kesî nedidît.

Xelkê gund xwe bi vê gotinê girt. Çimkî wekî din mirov nedikariya li ber xwe bide.

Nîvcomanîna evînê, wekî kevirê ku dikeve nav avê, li ser dilan rûniştibû. Lê fikirîna ku du masî li kêleka hev melevaniyê dikin, êş hinekî nerm dikir. Sanki qederê tiştê ku li ser erdê neda wan, di bin avê de dabûyê.

Gola Hêmo êdî ne golek asayî bû. Jinan gava diçûn avê, bi pistepist diaxivîn; zarokan ditirsiyan ku kevir biavêjin beravê. Keçên ciwan gava porê xwe şeh dikirin, li golê dinerîn û axîn dikşandin. Her kesî dizanibû ku av, navê du ciwanan di hundirê xwe de vedişêre.

Bi şevan gava heyv diket ser golê, masiyên spî bêhtir xuya dibûn. Ronahiya heyvê li pûlên wan diket, sanki du perçeyên heyvê ji avê diqetiyan û derdiketin ser rûyê avê. Pişta xwe didan hev, hinekî dizivirîn û paşê di tariyê de winda dibûn. Golê ew zêde nîşanî kesî nedidan. Wekî ku evîna wan ji çavên xerîb bihesidîne.

Sibehê, zarokekî ku çûbû beravê, neqirriya. Nebeziya. Tenê sekinî. Li ber lingên wî du masiyên spî dirêj bibûn. Mil bi mil. Pûlên wan çelmisîbûn, çavên wan nîv-vekirî. Sanki hîn jî li hev dinêrin.

Nûçe wekî bêdengiyekê li gund belav bû. Kesî şîn negerand. Kesî negot “wax”. Çimkî hinek êş bi dengê bilind nayên hilgirtin. Wê rojê li gund derî hêdîka hatin girtin. Heywan zû birin tewîlan. Dûmana tendûran jî bi ziravî ber bi asîman ve çû.

Şivanê kal li ber wan çok da, li masiyan nêrî. “Evîn bû av,” got bi dengekî nizm. “Niha jî av dê tevlî axê bibe.”

Masî li berava golê, li binê darasoya (bî) kevn a ku Sînan hespê xwe lê girê dida, veşartin. Gava ax diavêtin ser wan, tu kes neaxivî. Bayekî hênik hat; qamiş tewiyan. Ava golê giran bû. Pêl ranebûn. Sanki sira ku di hundirê xwe de veşartibû, bi hênikî radestî axê kiribû.

Piştî wê rojê her du masiyên spî careke din nehatin dîtin.

Lê hinek şevan, gava heyv li golê dixe, hîn jî du xelekên zirav li ser avê diyar dibin. Nêzî hev dibin, dibin yek û winda dibin.

Gundî dizanin:

Evîn namire. Şiklê xwe diguhere. Sînan û Sakîne êdî ne masî ne, ne av in, ne jî ax in.

Ew, bêdengiyeke ku di kûrahiya Gola Hêmo de olan dide ne.

Û hinek bêdengî, qîrîna herî mezin in.

VII

Li kolanên Amedê hîn jî dengên zimannên cuda olan didin; her yek siyeke baweriyekê, siyeke bîranînekê hildigire. Lê sondê giran ê kirîvatiyê, fermana hişk a toreyê, dîwarê nexuya yê baweriyê hîn jî li ser evînê wekî kinfekê (kabûsekê) rûniştiye. Tevî ku sedsal derbas bûne jî, hinek hikum kevin nabin; hinek qedexe wekî kevir sar dimînin.

Çîroka Sînan û Sakîneyê êdî ne tenê jiyanek e. Bûye melodiyek. Zêmareke ku di kevirên reş ên Qerejdaxê de olan dide, êşeke ku di lêvên ciwanan de dilerize, şikestinek di bilûra şivanan de, axîneke kûr di dengê dengbêjan de ye. Û her gava ku tê gotin, ba hêniktir lê dixe; sanki çiya dixwaze wê sira ku hildigire, bi pifkirinê sivik bike.

Ava Gola Hêmo her dem hênik û aram xuya dike; lê di kûrahiya wê de tekoşîneke sedsalî veşartî ye. Çimkî hinek evîn di bin axê de nayên veşartin; tevlî avê dibin. Û av ji bîr nake. Kevir bêdeng dibe, bajar bêdeng dibe, mirov bêdeng dibin; lê av, bi şevan diaxive.

Bajar her carê ji nû ve bi bîr tîne:

Evîn carinan ne di navbera du dilan de, lê di navbera du baweriyan de can dide.

Di navbera du malbatan, du kevneşopiyan, du cîhanên sondxwarî de asê dimîne.

Lê mirin her dem ne dawî ye.

Hinek evîn goristanan nabînin; çimkî binaxkirinê red dikin.

Ew dibin baran, dikevin nav golê.

Dibin ba, li rûyê çiyan digerin.

Dibin zêmar, ji devan derbasî devan dibin.

Golên herî kûr, êşên herî bêdeng vedişêrin. Û ger hûn bi şevan bi baldarî guhdarî bikin, hûn ê bibihîzin ku li ser rûyê tariya avê du dil hîn jî hewl didin dest bidin hev. Yek dibêje “Sakîne”, yê din dibêje “Sînan.”

Lê deng nagihîjin hev.

Di navbera wan de hîn jî toreyek, hîn jî sondek, hîn jî dîwarekî nexuya heye.

Dîsa jî, her gava ku av li beravê dixe, ew dîwar ji bo bîskekê diçirite.

Û tiştê ku di wê çirikê re diherike ev e:

Evîn dikare bê kuştin. Lê bîranîna wê qet.

Çavkanî: Veysî Varli

Wergera ji Tirkî: Mordem Zel

 

 

 

 

 

İlginizi Çekebilir

Suriye: Alevi gazeteci Alaa Mohamed öldürüldü
Bankacılık devi UBS, altının çıkacağı zirveyi açıkladı

Öne Çıkanlar