Li Peyasê Bi Coşeke Mezin Pîrozbahiya Roja Zimanê Dayikê
🔴Zarokên li Kreşên Perperîk û Xalxalokê yên Şaredariya Peyasê, bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî şahiyeke rengîn li dar xistin.
Zarokên ku li Kreş û Mala Lênihêrtinê ya Perperîk û Xalxalokê (ser bi Serkariya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê ve) perwerdeya pirzimanî dibînin, bi cil û bergên xwe yên neteweyî û herêmî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di şahiyê de nivîskar Fatma Taşli Tunç jî amade bû û bi zarokan re demên xweş derbas kir.
Di çarçoveya bernameyê de zarokan:
• Stranên kurdî û pirzimanî strandin.
• Deste-mil girtin û govend gerandin.
• Bi şano û çalakiyên hunerî hunera xwe nîşan dan.

Xebatkar û mamosteyên zarokistanê bal kişandin ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê û wiha gotin:
“Em bi perwerdeya pirzimanî re dixwazin çand, huner û kevneşopiyên xwe yên dewlemend veguhêzin nifşên nû. Armanca me ya sereke ew e ku em nasnameya zarokan xurt bikin û wan bi zimanê wan ê dayikê mezin bikin.”
Mamoste û xwendekarên ku di bin banê şaredariyê de perwerdeya pirzimanî dibînin, di vê roja taybet de bi coşeke mezin kêliyên bêhempa jiyan kirin. Şahî bi girtina wêneyên bîranînê bi dawî bû.
/Nûçe: Mordem Zel/











