Ji bo Gelek Bajaran Hişyariya Baran û Berfê Hat Dayîn
🔴Navenda Nûçeyan – Saziya Meteorolojiyê rapora rewşa hewayê ya 23’ê Sibatê weşand. Li gorî raporê, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê baran û berf tê payîn.
Li kîjan bajaran baran û berf heye?
Li gorî texmînan; li bajarên wekî Amed, Dîlok, Sêrt, Riha, Edene, Antalya, Hatay, Amasya, Rîze, Samsun û Trabzonê barana gur (şipî) tê payîn.
Li aliyê din, li bajarên bilind û sar ên wekî Sîwas, Qers û Wanê jî baraneke tevlihevî berf û barîn tê hêvîkirin.
Pileya germê diguhere
Tê texmînkirin ku germahiya hewayê li beşên bakurê rojava 3 heta 5 pileyî bilind bibe, lê li beşên bakurê rojhilat 3 heta 5 pileyî kêm bibe. Li seranserê welat germahî dê di asta pîvanên demsalê de be.
Hişyariya qeşa, cemidîn û mijê
Li herêmên hundir û rojhilat, di saetên sibehê û şevê de rîska qeşagirtin û cemidînê heye. Her wiha li herêmên rojhilat mij û dûman dê bibe sedema kêmkirina dîtinê. Karbidestan bi taybetî hişyarî dan şofêran ku li hember kêmkirina mesafeya dîtinê baldar bin.
Rîska aşîtê
Li herêmên bilind ên Rojhilatê Behra Reş û li rojhilatê herêma Rojhilatê Anatolyayê rîska aşîtê (şepe) heye. Ji ber guherîna germahiyê, rîska helîna berfê jî zêde dibe. Hate xwestin ku welatiyên li herêmên çiyayî dijîn li hember van metirsiyan bi tedbîr bin.











