Li Berlînê Cema Xizir: ‘Xizir Hewar û Piştevanî ye’

Kurdi

🔴BERLÎN – Li paytexta Almanyayê Berlînê, bi pêşengiya Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) û Yekitiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB), bi beşdariya gelek welatiyan Cema Xizir hat lidarxistin. Di merasîmê de peyamên li ser taybetmendiyên Xizir ên wekî parvekirin, yekitî û gihîştina hewara kesên di tengasiyê de hatin dayîn.

Erkana cemê ji aliyê Cevahir Altunok Ana ya ji Ocaxa Dewrêş Cemal û Pîr Alî Baba yê ji Ocaxa Kureyşan ve hat birêvebirin. Di cemê de Sekreterê Rêxistinkirinê yê ABF’ê Zeynal Odabaş jî amade bû.

Di dema cema ku bi manewiyateke bilind birêve çû de, hat destnîşankirin ku Xizir ne tenê sembola xêr û bereketiye, di heman demê de sembola hêviyê û alîkariya civakî ye. Axifgeran diyar kirin ku rojên Xizirê ne tenê rîtuelek in, lê dema xurtkirina têkiliyên civakî û xwedîderketina li kesên hewcedar in.

Di beşa hunerî û dînî ya erkana cemê de:

• Zakir Sevgi Yurtsever û Erdem Maho deyiş û nefes xwendin.

• Li ber dengê zakiran, beşdar rabûn semahê.

• Piştî xwendina gulbangên lokmayan, xwarinên (lokma) ku hatibûn amadekirin bi awayekî wekhev li beşdaran hatin belavkirin.

Merasîm bi daxwazên aşitî, biratî û gihîştina Xizir a hewara her kesî bi dawî bû.

/Çavkanî: Pîrha/

 

 

İlginizi Çekebilir

Resmi Gazete’de yayımlandı: Özelleştirme İdaresi Başkanlığı 7 ilde 14 taşınmazı satışa çıkardı
Özgür Özel dahil 3 CHP’li vekil için dokunulmazlık fezlekesi TBMM’de

Öne Çıkanlar