🔴Siyasetmedarê kurd Mahmut Alinak ragihand ku ew ê ji bo şikandina dorpêça li ser Kobanê û balkişandina ser rewşa mirovî ya li bajêr, sibê dest bi greva birçîbûnê bike.
Dorpêça li ser Kobanê di roja xwe ya 35’an de berdewam dike. Tevî ku piştî peymana 30’ê Rêbendanê şerê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û rêveberiya Şamê de hinekî sekinî ye jî, dorpêça li ser herêmê nehatiye rakirin.
Alinak, ku dê li buroya xwe ya parêzeriyê ya li navenda Qersê dest bi çalakiyê bike, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser krîza mirovî ya li Kobanê û wiha got:
“Li Kobanê dorpêçeke hov heye. Ez ji bo bibim nefesek ji qêrîna gelê Kobanê re, sibê dest bi greva birçîbûnê dikim. Li wir zarok birçî ne û dicizen, dayik li ber qazanên vala rojê derbas dikin. Gelê Kobanê li ber çavên cîhanê xistine girtîgeheke vekirî. Însanî hatiye binpêkirin; dewlet kor in, mirovahî bêdeng e.”
Alinak di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ji ber vê bêdengiyê di nava êşeke kûr de ye û wiha bang kir:
“Gava gelê Kobanê dicize, ez nikarim li mala xwe ya germ rûnim. Her pariya ku ez dixwim, di qirika min de dibe wekî striyekê. Bêdengbûna li hemberî vê neheqiyê rûmeta min birîndar dike. Ez ji bo ku êşa gel hîs bikim û bibim dengê wan, dest bi vê çalakiyê dikim. Bila kesên ku ji bo Kobanê wijdanê wan diêşe, dengê xwe bilind bikin.”
/Çavkanî: MA/












